Heval Cemal
Niha gerîlayên di warê bîrdozî û siyasî de jî pêwîst e bi çek be.
Çekbûyîna gerîla di her milî de ye. Gerîlayê nû, divê xwe wisa ava bike. Divê Gerîlayê Modernîteya Demokratîk ji nû ve xwe li ser van hîman bigre dest û avabûna xwe, li ser vî esasî pêş bixe. Tê zanîn û em jî bi gelek wesîleyan dibêjin ku; ‘di vê serdema nû de rolê îstixbaratê pir zêde derketiye pêş.’ Bi esasî êdî şer li ser mîhwerê îstixbaratê dimeşe. Dijmin jî vê heqîqetê dizane û ji ber wê jî, li ser îstixbaratê pir disekine. Ger hemû amûrên îstîxbaratê kom bikî, yên herî serdemî di destê dijmin de hene. Dijmin îro pergala ku bi her rengî muhabereyan guhdar dike, kamerayên çavderiyê, ango însan jî di nav de (ji ber ku însan jî wekî sîxûr bi kar tînîn) ji erdê bigre heya ezman, di her babetî de amûrên îstîxbarat komkirinê bi kar tîne. Lazim e gerîla, ji van hewldanên dijmin hemûyan re bibe bersiv. Ji bo ku bibe bersiv çi pêwîst e? Zanist pêwîst e. Xwe amadekirin pêwîst e. Bê guman, xwe amadekirinekî ji rêzê nabe. Divê ku gerîla hosta be û her tiştî bi hunerî bigre dest. Mînak; divê, mijara dizîbûnê wekî hunerekê bigre dest. Berê di Kurdan de nexş û nîgar (nexşandin) hebûn. Bê guman zêdetir jinan çêdikirin. Wê demê bi nexşan, xalî û pir tiştên din dihatin xemilandin. Ji bo ku wêneyek xweşik derkeve holê, pir bi ziravî û hûr, nexşên wê çêdikin. Ev hunerek e. Lazim e, dizîbûn û qamuflaja zirav jî wek vî hunerî were destgirtin. Ji bo qamuflaja zirav jî, ev çend sal in heman tişt tên gotin. Mînak; çawa ku ew nexş bi hunerekî zirav ve tê çêkirin, divê qamuflaja zirav jî wisa bi ziravî be. Divê mirov wisa nexş bike ku yek were ser jî, nekaribe bibîne. Jixwe di pratîkê de hinek tiştên wisa hene. Nimûne; dîmenekî çalakiya sabotajê ya beriya niha 3 salan li Zagrosê hatî kişandin, hey. Heval li ser menfezê teqemenî bi cih dikin, leşker tê dikeve menfezê, te de xwe xwar dike û lê dinêre, lê tiştekê nabîne. Paşê derdikeve ser rê û ji yên di aracê de ne re dibêje; ‘tiştek nîn e, werin.’ Di esnaya ku araç tê li ser menfezê de mayîn di teqe û ew jî pêre radibe hewa. Ev tê wê wateyê ku wan hevalên li wir qamuflaja sabotajê wekî wan nexşan zirav û xweşik çêkirine. Lewma dijmin tê ser jî nikare bibîne.
Divê hunermendî pêş bikeve. Jixwe şer bi xwe hunerek e û dersa me jî hunera şer e. Divê gerîla di hunera şer de xurt be. Lê belê, di şer de tê gotin ku; ‘her tişt di (detay) hûrguliyan de veşartiye. Mirov di hûrguliyan de wenda dike û di hûrguliyan de jî qezenc dike.’ Em jî dibêjin ku; pêwîst e gerîla, di hûrguliyan de kûr bibe. Hûrguliyên wê çi ne? Hûrguliya wê ya herî sereke dizîbûn e. Divê heval, dizîbûnê wekî hunerekê bigrin dest. Lazim e, qamuflaj wekî hunerekê be, di heman demê de bi hostayî be. Pêwîst e qamuflaja ku gerîla çêke, kesek nekaribe tiştekî jê fêm bike. Divê di pêkanîna çalakiyê de hosta be. Nexwe gerîla wekî berê biçe li hemberî dijmin bi dehan roketan bavêje û ji dehan yekê lêxe, nabe. Divê gerîla hunermend be. Dema roket avêt, divê di ortê de lê bixe. Ji bo wê jî hostabûn pêwîst e. Sekvanî hostabûyînek e. Divê gerîla goleyan vala neavêje. Lewre, lazim e biçe xwe perwerde bike. Ango perwerdeya branşan bibîne. Di rastiyê de branş hostabûnek e. Bi gotinek din, pisporî ye. Pisportî jî hostabûn e. Divê gerîla bibe pisporê vî karî û dema avêt lê bixe. Pêwîst e ku bizanibe wê çawa derbe li dijmin bixe û wê çawa dijmin tune bike. Wê çawa, di kîjan erazî de bimeşe û wê çawa bêdeng bigihêje dijmin, lazim e bizanibe. Divê bizanibe ku wê çawa bikaribe dijmin têk bibe. Ango tenê ne xwe ji dîmen û ji teknîka dijmin biparêze. Na! Di heman demê de wê çawa dijmin tune bike, lazime di vê de jî pispor be.
Ji ber wê jî, em dixwazin gerîla bigihînin asta egîdan. Çawa ku di dîrokê de egîdên Kurd, Samûray, şovelyeyan tena xwe bi 100-150 kesî re şer kirine û bi ser xistine, divê gerîlayên demê jî wisa bin. Ango lazim e, her hevalek bedelê 100-150 leşkerê ji rêzê be! Wê vê çawa bike? Bê guman di serî de cesaret, ruh û fedaîbûn pêwîst e. Jixwe ev bi hevalan re heye. Bi sedan caran ev di pratîkê de hatiye ispatkirin. Ev ruh destpêkê li Garê-Siyanê di şexsê Şoreş Beytûşebaban, piştre li Mamreşo di şexsê Serhedan de ispat bûye. A niha jî di tunelên şer yên Werxelê, Girê Sor û Zendûra de ispat dibe. Ev ispatên nêz in. Em di nav de ne û bi xwe dibînin. Ev hêz hêzekî fedaî ye. Ji bo hevalên xwe, dikare xwe feda bike. Nimûne; di tunela Arisfarisde ji ber ku heval Amara birîndar e, heval Diyana ji bo wê bernade dibêje: ‘ez tenê bernad im.’ Dema ku wisa dibêje, hevalên din jî bi wê re dimînin. Wisa wê berxwedana dîrokî di şikefta Arisfaris de didin raberkirin. Ev ruhê bi hevaltiyê re girêdanbûnê ye. Ev egîdî ye. Egîd wisan in. Egîd, gava pêwîst kir canê xwe di daynin holê û di soza xwe de girêdayî dimînin. Egîdên demê yên Kurdistanê çawa bûne? Ji bo xwe pir tiştekê nakin û naxwazin. Hemû tiştî ji bo civakê dikin û dixwazin. Gava li cihekê di karekê de bin, dema ji wan re bang were; ew kar çi jî be, yekser wî karî dihêlin û şûrê xwe radikin, direvin ji bo biçin alîkariya kesên ku bang rêkirîne. Egîd wisan in. Niha jî gerîla vê xeta egîdiyê temsîl dike. Em jî dixwazin gerîla di xeta egîdiya ku di hundirê dîroka Kurdistanê de avabûyî, îro serdemî bikin. Ev ruhê fedaîbûyînê yê li ser hîmê bîrdozî û felsefa Rêber Apo di tevahî hêza me de pêş ketî, cardin cesareta di hundirê civakê de heyî ku bi bîrdoziya Apogerî re kirî yek û hêzekî bi cesaret û îradeyek ji pola ava kirî; hîmê esasî ye ku gerîla bibe egîdên demê. Lewre ya esasî ew e ku ev îrade, xîret, bawerî û cesaret heye. Li kêleka vê, ger ku em ji bo egîdiyê tiştên din ên pêwîst ava nekin, wê sibe dîrok me dadgeh bike. Em ê tawambar (sûçdar) bibin. Ger ku di saya bîrdozî û ramana Rêber Apo, di saya dîroka qehremanî ya ku şehîdên me û fermandarên me avakirî de ev bingehê cesaret û îradebûyînê di me de hatiye avakirin; wê demê lazim e em jî, li ser hîmê vê cesaret, îrade û ruhê fedaîbûyînê, pisporî pêş bixin û gerîla bikin gerîlayekî egîdiyê. Em gerîla bikin gerîlayekî wekî şêr. Bikin hêzekî lêdanê û hêzekî ku lêxist, encam bigre. Ger ku 5 kes çûn, hewce ye fetih bikin. Ne hewce ye 50 kes biçin. 5 kes bes in! Lê belê, wan 5 kesan wê pispor bin. Wê yek di BKC de hosta be, wê yek sekvan be, yek di B-7 de jîr be, wê yek di keleşê de hakîm be û wê yek sabotajvan be. Wê çaxê çi bê xwestin, wê bikaribin wê bikin. Wê mil bidin milê hev û bi kordîneyî bi hev re giredayî bin. 5 kesên ku di wan de ruhekî ekîp, kolektîf, cesaret û hemahengî heyî; ger li neqebekê, newalekê de berxwedanî pêş bixînin, şer bikin û êrîş bikin, wê demê biçin kîjan hedefê, dê wê hedefê fetih bikin. Vaye niha wisa pêwîst e. Gerîlayên demê, divê bibin egîdên demê. Ango lazim e, gerîla egîd be. Ji bo vê jî lazim e em xwe bigihînin egîdbûnê, egîdbûnê ava bikin.
Her Qadroyek Pispor Be
Wê her kes pispor be. Em her tim dibêjin û li ser vî esasî civînan jî çêdikin. Mînak; em dibêjin: Hevalên biçin Bakur pewîst e pispor bin, xwedî branş bin, lê em meyze dikin 10 salên hevalan çêbûne, hîna bê branş in. Baş e, ev deh sal in tu di nava vê tevgerê de yî û pênc sal in, ev tevger dibêje ku lazim e branşa her kesî hebe; te çima ji xwe re branş ne dîtiye? Te çima serî lê nedaye ku tu biçî perwerdeyên branşan? Yek jî tu fermandar î, tu dikarî bi xwe jî branş fêr bibî. Derfetên te hene. Hevalek ciwan li gel te ye, ji Şehîd Mahîr hatiye û pispor e, dikarî jê re bibêjî; ‘heval were min fêr bike.’ Bila hefteyekê du hefteyan te fêr bike û xwe bike xwedî branş. Ji ber tu fermandarek î. Bi klasîkî fermandarî nabe. Ne hewce ye ku bibêjî; ‘ez fermandarê filan herêmê me, rêxistin min naşîne Şehîd Mahîr.’ Jixwe ne pêwîst e, biçî Şehîd Mahîr jî. Ji ber ku tu bi xwe li wir fermandar î û di bin fermandariya te de ew qas hevalên ciwan ên pispor hene. Hevalên ku akademiya Şehîd Mahîr dîtine, Hêzên Taybet dîtine li wir hene. Ji wan yekê ji bo xwe bike mamoste, bila mamosteyê te be û te fêr bike. Bê guman, hemû hevalên ku 10 sal in di nav me de ne û fermandar in, bingehekî xwe jî hene. Ne di sifirê (0) de ne. Nimûne, li ser çekê hakim in, ger bixwazibin bibin sekvan jî, ji ber ku di berê de bingehekî xwe hene, wê zû fêr bibin. Ger bixwazibin bibin sabotajvan jî, jixwe kêm-zêde zanistiya her hevalekê li ser sabotajê heye. Nexwe hevalên me yên fermandar, dikarin xwe fêr bikin. Pêwîst e, di nava hêzên me de kesekî bê branş tune be. Lazim e, her kes bi şêwazekî xwe fêr bike. Em ji hevalan re derfet jî çêdikin, lê cardin dibêjin; ‘branşa min nîn e.’ Werga nabe! Lazim e, em hemû xwe bikin elemanên branşan.
Ev serdem êdî hostayî dixwaze. Di şer de hostabûyîn, li ser hîmê stratejî û teqtîkê ye. Mînak; Sun Tzu 2200-2300 (dîroka xwe tam ne diyar e) sal berê li ser hunera şer pirtûk nivîsiye ku îro jî her kes li ser vê pirtûkê radiweste. Navê pirtûkê jî ‘Hunera Şer’ e. Piştî vê jî gelek kesan di derheqê hûnera şer de nivîsandine. Wan ji kevin de nivîsandine. 2000 sal berê, ango 200 sal beriya Elmanan nivîsandine. Hemû jî li ser hîmê stratejî û teqtîk, qala hunera şer dikin. Di wê demê de wisa ye. Ger ku mirov niha bixwaze hunera şer binivîsîne; divê mirov cardin li ser hîmê stratejî û teqtîk, çarçoveyekê dayne. Lê belê, ev jî êdî têrê nake. Çi pêwîst e? Teknîk pêwîst e. Divê di şer de stratejî, teqtîk û teknîk hebe. Her wiha wê bîrdozî û îrade jî hebe. Ango yek bixwaze hunera şer binivîse; lazim e faktorên stratejî, teqtîk, bîrdozî û teknîk jî tê de hebin. Ger van faktoran tê de nebin, wê kêm be. Hunera şer tenê ne taqtîsyenî ye. Rast e, ev jî pêwîst e. Bê guman, teqtîsyenî aqil dixwaze, tecrûbe dixwaze, kûrbûyîn dixwaze. Mesele, meseleya mantix, berawirkirin (muqayese), dayîn û standinê ye. Ango meseleyekî zehf girîng e. Em teqtîsyenî û stratejîstiyê biçûk nabînin. Jixwe ew nebe nabe. Mirov bêyî wê, nabe leşker û di hunera şer de nikare bibêje ‘ez tiştek im’. Jixwe ji ber ku di dîroka me de ev tunebûne, lewma jî ew qas şerkerî hebûye, lê zafer çênebûne. Na! Hewce ye ku stratejîstî û teqtîsyenî hebe. Lê belê, êdî li kêleka wê divê bîrdozî, îradebûyîn û hakimiyeta teknîkê jî hebin. Teknîk jî hunerek e. Cardin branş jî hunerek e. Divê leşkerekî profesyonel, xwe di hemû branşan de serwer bike. Em niha dibêjin yek branş ferz e. Feqet pîvanê profesyonelbûnê, zanîna hemû branşan e. Eger tu pisporê şer î, wê demê şer jî bi çi rêbazan çêdibe; divê tu bizanibî. Di şer de stratejî, teqtîk, teknîk û dîsiplîn pewîst e? Divê bizanibî. Her wiha çand, sekneke bawermend û bîrdozî pêwîst e? Divê bi te re hebe. Ji ber ku di şer de amûrên şer ango çek pir bi berfirehî tên bikaranîn. Çek, wekî berê tenê ne şûr, rim, tîr-kevan û mertal in. Yan jî wekî salên herî dawî tenê ne keleş, M16, G3, roket, B-7, MG3, BKC, Doçka û Hewan in. Nexwe tenê ne ev in. Niha amûr hîn zêdetir bûne. Lazim e, ji elekronîkê fêm bikî. Cardin divê Sabotajê, kîmyayê bizanibî. Lazim e çekên di hedefê de kilîd dibin, bizanibî bi kar bînî. Divê fûze bizanibî.
Niha Hêzên Hewayî hene. Divê di nanoteknolojiyê de jîr bî. Dibe ku her heval nebe, ji ber ku ev branş e. Lê bekê, yê/a ku branşê xwe Hêzên Hewayî, Parastina Hewayî be, pêwîst e ji nanoteknolojiyê fêm bike. Ango teknolojiyê bizanibe. Ev hemû pisportî û beşên hunerê ne. Ji bo wê jî, ger niha pirtûka Hunera Şer binivîsî; lazem e ev tê de xalên esasî bin. Wê di stratejî, teqtîk, bîrdozî û teknolojî de hunermend be. Ji huner fêm bike. Teknolojî berfireh e, dibe ku her kesek nekaribe bike. Lê belê, branşên esasî yên wek sabotaj, sekvanî, çekên navîn, çekên giran hene ku divê wan bizanibe. Rast e, yên hewayî baskekî cuda ye. Ji ber ku heval 1-2 salan li ser teknolojî û ziraviyên wê yên esasî radiwestin, encax fêr dibin. Ango tenê ne dewreyekî dronê ya 3 mehan bibînî û fêrî dronê bibî ye. Bê guman ew jî dibe, heval wisa jî perwerde dibînin. Lê ew destpêk e. Çawa ku şervanek nû dema tê, destpêkê meh û nîvekê perwerde dibîne; perwerdeya dronê jî wisa ye. Ango dron despêka wê ye, hîna kûrahiya wê heye. Divê mirov di teknolojiya wê de kûr bibe. Di mijara zanista hewayî, pergala GPS û di hedefê de çawa kilîd bikî û bişînî, divê bizanibî. Bi kurtahî, di zanista elekronîk de divê xwedî zanist bî. Divê wê zanistê bizanibî û tê de kûrbûnekî ava bikî ku heya bikaribî wê çekê bi kar bînî. Di vê serdemê de divê gerîla xwe di van hemûyan de bike pispor. Divê vê hunerê, tam fêr bibe. Ger ku gerîla li kêleka sekna bîrdozî, bawermend û fedaîbûna Apogerî, fêrî stratejî, teqtîk û teknîkê jî bibe; wê bibe gerîlayekî nekeftî ango wê bibe egîdê/a demê.
Em jî dixwazin gerîla bikin egîdên demê. Hedefa me ev e. Ger em vê nekin, jixwe em ê nekaribin bi ser jî bikevin. Divê em li dîrokê vegerin û egîdên demê yên nû ava bikin. Di rastiyê de ev bi piranî hatiye avakirin. Tiştên ku mirov nikare pêk bîne, pêk hatiye. Ew çi ye? Bîrdozî, bawerî, bîryarbûn, cesaret û fedaîbûyînî ye. Ew jî vaye rojane di pratîkê de pêk tê. Ev tiştekî gelek girîng e. Cewherekî pir esas e. Ji bo wê hevalên ciwan ên 18-19 salî hene ku carnan derdikevin ji kamerayê re jî diaxifin. Em bi xwe jê gelek heyecan digrin. Çima? Ji ber ku tam fedaî ne! Ew pêşeng in û pêşengên me ne jî. Di hedefê de kilîd bûne, dibe zanebûnekî xwe yên ew qas kûr nebin, lê belê; Apogeriyekî cewherî temsîl dikin. Di vê seknê de zafer heye. Lewre deyn û erkê me ye ku em van hevalên ciwan, bikin pispor û di hunera şer de kûr bikin. Divê stratejîstî, taqtîsyenî, hakimiyeta teknolojîk, di wan de ava bikin. Ji ber ku jixwe Serokatî û şehîdan bîrdozî çêkiriye. Lê belê, divê aliyên din jî em çêbikin. Em dikarin wan aliyan çêbikin. Ji ber wê jî pêwîst e, tu fermandarên me nêzîkatiyek ku ‘jixwe heval dizanin, bes e’ pêş nexînin. Na! Hewce ye hevalên me xwe bigihînin. Lazim e, bibin pispor û her tim perwerde bibînin. Perwerde, perwerde û perwerde.