HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Bi navê PKK’ê, bi şêweya PKK’ê weke rêxistinek partiyê em îro bi rewşek van pirsên zêdetir nîqaş bikin û bersiva van pirsan bidin re rûbirû ne.

Me weke partî di xeta bawerî û hişmendiya xwe de gelek tişt vegotin. Me li ser sosyalîzmê û di derbarê gelek mijaran de nêrînên xwe bilêv kirin, nîqaş û kar kir. Me çek bikar anî. Herî dawî jî bi şêweya serhildanan ji hinek çalekiyên gel re pêşengî kir. Heta me ber bi raperîna gel ve anî.

Ji bo serxistina van karan tevan binesaziya dewleta Kemalîst a Komara Tirkiyê, parlemento û artêşa wî hat rexnekirin û şerê bi me re kirin ne tenê weke PKK, tevahî gel jî ev dît. Her wiha me rastiyên din jî şanî wan kirin. Vêca dê ji vir û şûn de çi bibe, ber bi kur ve biçin? Her çendî ew bi xwe înkar bikin, êdî riban nakeve kîs, em miletek cewazin. Piştî mirov hatin vê qonaxê, bi qasî misqalekê serfirazî û namûsa wan mabe, teqez dê bêjin; “Em neçarin hinek tişt bikin.” Piştî gihiştin vê qonaxê, em ji şivanê serê çiyê bigirin heta yên herî xurt û herî lewaz, êdî her kes vê rewşê dibîne. Êdî ev ne pirsgirêka kesek dewlemend, feqîr, şivan, nizanim xwendevane yan ne. Bi rastî jî bûye pirsgirekek mirovahî ya temamiya miletekê û netewekê. PKK di wateyekê de tevgera amajeya vê rastiyê ye. Ev têkoşînek bi qasî qiyametê ye. Êdî êş û îşkence tine ye. Êdî gotina miletê me û netewa me wisa ye, tê çi wateyê?

Di vê manê de PKK, ronîkirina rastiya me ya razayî, rastiya me ya ber bi îxanetê ve rûbirû mayî ye, dengvedana wê ye, ger pêkan be ji bo bike xwedî vîn û ji bo çêbûna vîna milet jî firsendê dide. PKK’ê di vê wateyê de ya hewce pêk aniye. Weke tevgerek rixêstinkirî û biryardar a civatek komek pêşeng, tevî hemû kêmasiyên xwe miletê me di mijara rastiya xwe de bilêv kiriye. Girêdayî vê em niha dibêjin ku, îrade ya milete. Em weke partî her tim vê dibêjin: Her çendî li ser bingeha çînayetî jî be, çi bila xwedî armanca rizgariya netewî, çi jî rizgariya civakî be, dibe ku hinek kêm, hinek jî zêde netewparêz bin, dibe ku tebeqe jî hebin. Lê nikarin xwe bixin dewsa milet, nikarin xwe jorî milet bibînin. Nikarin vîna xwe bi vîna gel ve bikin yek an jî dikarin di heman astê de bibînin û bi tenê bidin der. Lê ev her tim wisa nabe, nabe bê gotin şêweya yekane wisa ye. Dê vîna partiyê wextek bê, bibe vîna milet. Jixwe di roja me de jî dikare ev ji bo PKK’ê bê gotin. Vîna PKK’ê, vîna milete yan jî hêza afirandina vînekê ye. Lê wê her tim ji van neyê hirizîn PKK yeksan dibe Kurd yan jî miletê Kurdistanê ye. Divê encamek wisa neyê derxistin. Dibe ku partî xirab bibe, partî bibe bîrokrat, partî nû bibe, partî cuda pêş bikeve, lê dê hebûna gel û vîna gel berdewam bike.

Vaye em her tim hewl didin xwe bigihînin vîna milet a ji vê partiyê jî berztir, domdar û xurt. Sazîbûna wê em weke girêdana bi rêgezên partiya xwe dinirxînin. Ango em dixwazin gotina; “Partî ji bo milete” misoger bixin meriyetê. Raveya vê ya herî şênber jî, divê milet bi xwe vîna xwe bi sazî bike. Divê hêza milet a gotin û biryarê derbikeve. Divê partî jî li vir mezinbûna xwe diyar bike. Sedema rastiya ku miletê me di dema dawî de li derdora PKK’ê kom dibe, di rastiyê de vê daxwazê bilêv dike. Dibêje; “PKK’ê em bilêv kirin. Hinekê jî em gihandin vînek wêrek. Lê hêjî kêmasî hene. Divê hinek din bide me.” Dibe ku navê wê tam nizane, lê vînek lêhûrbûyî ye, ev jî saziya bilind a netewekê ye. Meclîsa gel a netewî ye. Lutkeya milet, kongreya netewî û parlementoya wê ye. Kurtasî navê wê ne girînge. Misoger miletê Kurdistanê ketiye nava lêgerînek wisa, ev jî rastiyek bênîqaşe.

Bêguman ger milet xwe bilêv nekiriba, ji bo vê jî xwe negihandiba wêrekiyê, di demek wisa de me nedikariya behsa vîna milet û sazîbûna vîna milet bikin. Dê me behsa partiyê, hêza vîn û çalekiya partiyê kiriba. Lê em niha lê dinêrin kar partî derbas kirine. Milet ji dervî partiyê û ji partiyê pir tiştan dixwaze. Qadroyê partiyê tenge, heta nikare ji bin van karan derbikeve. Hêj niha ve qadroyên partiyê çûne ser serê milet, weke dîneharek ne diyare çiye ku axayan jî li pey xwe dihêle jiyan dike. Ger tevdîra vê neyê girtin, wê di nav PKK’ê de axa derbikevin, nêzîkbûnên ku axayên berê jî li pey xwe bihêlin bên pêşxistin.

Me got dibe ku partî xirab bibe, firsend nedana vê mijarek cuda ye, lê partî civatek tenge û heta dawî naçe. Wexta em rewşa hatî serê Partiya Sovyetê ya Mezin berçav digirin, wê xalên tên bilêvkirin baştir bên fêmkirin. Ango nabêjim ger di Sovyetê de wisa bûye, dê her tim jî wisa be, lê ji bo tam di vê xalê de hêza milet a gotin û çalekiyê bê pêşxistin,  weke hewldana min ya navxweyî, min her tim partî bilêv kir. Me negot; “Her tişt partiye yan jî her tişt ji bo partiyê ye.” Me got; “Her tişt xêra partiyê ji bo milete.” Her wiha ev jî pêk hat. Ger ev pêk nehatiba, weke di gelek mînakên wê de diyar bûn, gelek bizavên siyasî nedikariyan xwe ji bîrokratbûn, xirabûn û tasfiyê rizgar bikin. Jixwe gelek partiyên Tirkiyê yên bi navê milet daxivin hene. Partiya gel a şoreşger, partiya sosyalîst a gel, partiya karkerên gel, partiya rizgariya gel, partiya kedê ya gel û hwd gelek partî hatin damezirandin û tev jî bêku bibin vîn û hêza gel tasfiye bûn, ev jî rastiyeke. Di rastiya PKK’ê de hinekê cewaziya vê diyar bû. Hema bêje misoger bûye ku PKK, partiyek gele yan jî partiyek ji bo gele. Pişgiriya mezin a gel jî amûra vê ya herî zindî ye.

Nexwe, madem milet di hatina vê rewşê de xwe selmandiye tevî hemû qusurên xwe partiyê jî selmandiye ku partiyek wisa ye, divê em hîn zêdetir li ser gava ku pêwîste bê avêtin rawestin û ji bo bidestxistina serkeftinê jî em zêdetir bi ser vê de biçin. Tişta divê bê kirin jî eve. Milet ji bo hilbijartina nûnerên xwe pir hewl da yan jî ev xwest. Li Kurdistanê namzetên kêm-zêde beramberî gel rêzdar, di hilbijartina komploger a dijmin dawî ferz kirî de jî, tevî hemû zextan vîna xwe danî holê, di rêjeyek bilind de hilbijart, qet nebê bi qasî bikare bêje rastiya Kurd û Kurdistanê nûnertiyek bidest xist. Ev jî tê wateya; “Ez dikarim hilbijêrim.”