Sal 2007’an roja 7 ê meha Cotmehê em li qada Gabarê bûn û ji ber ku em tim di nava liv û lebatê de bûn her gav em weke nêçîrvanê ku li nêçîra xwe digere di nava hazirî û amedekariyan de bûn. Ji ber vê yekê ez dixwazim ji were behsa vê çalakiyê bikim, ji ber ku çalakiya Gabarê cihekî xwe yê taybet di nava hemû hevalan de heye. Çalakî bi vî awayî hate kirin, ji xwe berî vê çalakiyê hevalan dixwestin leşkerê ku lûtke bi roj digirtin û bi şev diberdan bêxin kemînê, lê ev çalakî li gorî ku dihate xwestin nemeşiya û çalakî pêknehat. Ji ber vê yekê dema ku heval ji çalakiyê bi şûn ve zivirîn moralê hemû hevalan xirab bûbû Roja din biştî çalakiyê hevalê ku lûtkeyê jor digirtin û weke çavdêran, derdor dikirin bin hakimiyeta xwe, xeber dan ku dijmin di nava hereketê de ye. Wê çaxê me bi şiklê çar yekîneyan xwe parçe kir. Yekîneyek ku hevalê Adil fermandarê wê bû û yekîneyek havala Gulbehar berisyarê wê bû, yekîneyeke din jî ez li ser disekinîm û yek jê jî hevalê Bedran li ser disekinî.
Her yekîneyekî bi qasî 5 hevalan bû û me dixwest em ji çar milan ve êrîşî ser dijmin bikin. Êdî em weke min li jor dayî xuyakirin mîna nêçîrvanekî dema ku dikeve pey nêçîra xwe li dijmin digeriyan, li kuderê me dijmin dît wê demê emê lêbidin. Em ketin nava liv û lebatê, hevalê Bedran bi yekîneya xwe ve bi cihekî ve çûn û em hevalê din jî heyanî cihekî bi hev re çûn, û jê şûn ve em ji hev qutbûn. Em gihiştin cihekî me kemîn avêt, dijmin ber bi me ve hat, nêzî me bû lê bi şûn ve vekişiya, wê demê yekîneya me û ya hevalê Adil bi hev re bû, em herdû yekîne ketin pey leşkeran. Leşker ji milê TRTA Gabarê ve hatibûn, me hinek heval rêkirin ser lûtkeyekî jorî xwe, ji bo ku hakimiyetê li ser derdoran çêbikin û em hevalê mayî tev ketin pey dijmin de. Dijmin xwe berda pesarê milê Dêrşew, Dêrşew jî gundekî mezinbû ji gundê Gabarê. Em ji demjimêra 8 ê seharê ketin pey dijmin heyanî demjimêr 3 ê piştî nîvro, carcaran em nêzî dijmin dibûn bi qasî 100- 200 mitran lê ji ber me dixwest em encam bigrin me xwest ku em hîn bêtir nêzî dijmin bibin, ji bo ku em derbeyekî bi encam li dijmin bidin. Ji ber ku gelek yekîneyê leşkeran li derdorê me hebûn, me dixwest em yekîneyekî leşkeran têxin nava xwe û em ji wê çalakiyê encam bigrin. Yekîneya ku me ji xwe re kirî hedef biqasî 20 leşkeran bû, çalakiya me bi israra hevalê Adil çêbû û biserket, ji ber ku israra wî tinebana dibe ku me nikarîba em encamekî jê bigrin. Ez dixwazim bi rastî bibêjim ez û hevalê Adil gelekî bi hevre mane û hertim min hevalê Adil weke mamosteyekî şer û fermandarekî leşkerî yê pêşeng ji xwe re didît û cihekî hevalê Adil yê cuda li cem her hevalekî hebû. Çalakiya me pir bi awayekî lez û bi bayê bezê weke bablîsokekî pêkhat. Piştî me li dijmin xist, sê heval hebûn her sê heval piştî wê bi demekî şehîd ketin. Ji wan hevalê Harûn Torî bû û hevalê Deniz hebû, piştî çalakiyê firokê cengê li qadê da ew heval jî birîndarbûn û du rojan piştî wê çalakiyê şehîd ketin, cudayî wê hevalê Serdem hebû ew jî ji gundekî Harûnan bû, ji gundê Şirikê bû, cardin hevalê Şahîn hebû bavê wî jî dostekî me yê li pêşbû. Hersê heval jî neha şehîd ketine. Piştî ku me li leşkeran da hersê hevalê min behsa wan kirî çûne ser cenazeyê leşkeran, wê dema ku her sê heval ketin êrîşê û çûne ser dijmin me paristina wan dikir. Di wê navberê de hevalê Adil ew jî ji milekî din ve ketibûn êrîşê, navbera me û hevalê adil de bi qasî 20 mitran hebû, me jî di wê demê de xwe gihande hevalê ku ketin êrîşê, ji ber ku gelek leşker hatibûn kuştin û gelekan jî xwe kiribûn nava qelş û tehtan de ji bo ku xwe ji guleyê hevalan biparêzin. Ji ber ku derûniya dijmin gelekî xirab bûbû nikarîbû bersiva guleyên hevalan jî bide, ji ber wê yekê leşkerê ku xwe kirîn nava lat û şikêran de di cihê xwe de tevizî mabûn ji tirsa, ji ber ku em ji her milî ve di nava êrîşê de bûn. Çiqas ku hijmara hevalan li gorî ya leşkeran pir kêmbû, lê belê ruhê leşkeran yê ku pê şerbikin nemabû û şikestibû li beramberî êrîşê hevalan. Mirov di vê derê de dibîne rastiya xurtbûna hêzên taybet yê dewleta Tirk û rastiya şerê wan yê ku tu bingehê xwe nîne. Lê rastiya şer ev e, dema ku tu di nava êrîşê de bê wê demê her tişt di destê te de ye û hêza ku qedera çalakiyê di destê wê de be , wê hêza te bê. Ji ber ku derûniya şer û rastiya şer hinekî cudaye, ji ber ku me bi hevre dît dema ku hevalan çalakiya yekem bi sernexist çiqas derûniya hevaln ber bi xirabûnê ve diçû, lê dema ku hevalan çalakiya xwe li Gabarê biser xistin, gelek leşker kuştin û çekê wan bi dest xistin, wê demê te nikarî bû hevalan ji keyf û şeydayan bigre. Encamê çalakiyê li gorî ku dijmin xeberdayî 13 leşker hatine kuştin, lê dema ku dewleta Tirkiya bi xwe dabê xuyakirin ku 13 leşker hatine kuştin, ev tê wê wateyê ku hijmara windayiyên djmin hîn jî zêdetire.
Ji ber ku heval bi xwe çûne ser cenazê leşkerên kuştî û gelek çek û kelûpelê wan ji ser wan rakirin. Çalakiya me li ser dijmin kirî ne çalakiyekî bi pilan bû, lê belê weke ku dibêjin gerîla divê di her warî de xwedî ruhê afrandinê be, ji ber vê yekê me fersendek ji xwe re dît û me ji vê fersendê encam girt. Lewma hemû çalakî ne bi rengekî pîlankirî ne, hinek jî çalakiyên bê pîlan û nexşene, lê gelek ji çalakiyan bi fersendan tû bi dest dixe û jê encam digre. Ji ber ku dijmin di nava operasyonê de bû û me ji vê yekê feyde dît û me pîlanlanameyeke di cî de çêkir û em bi ser dijmin de çûn. Çalakiyekî bi vî rengî pir cihekî xwe yê cuda hebû û karê ku pêşiya pêvejoyê veke û bi xwe re guhertin û veguhertinê nû bîne holê. Ji ber ku çalakiyeke bi vî rengî demxa xwe li pêvejoyê da û di hundirê dijmin de fikrandinê kûr û cuda çêkirin. Ev çalakî mirov dikare bêje ruhê fermandarê nemir hevalê Adil didê xuyakirin û canfidayiya wî ya bê sînor û vîna wî ya bê dudilî bi ser dijmin de û xwe tim gihandina serkeftinê dide nîşandan. Ji ber vê yekê ez bi wesîleya vê çalakiyê, şehîdê nemir fermandarê hêja û bi rûmet hevalê Adil jî bibîrtînim û di şexsê wî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û bi taybet wan hevalê ku di vê çalakiyê de cihê xwe girtin û tevlî kerwanê şehîdên azadiyê bibûn, bi bîr tînim.
Gelhat