HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Jiyanê bi hemû hestên xwe dixwest bibe mêvanê wan rojên ku hevaltiyê çavê xwe ji ser hev radikirin. Ji bo ku bibîne xweşikbûna wan hêviyên ku ji nûve şîndibûn û ji nûve dixwestin xwe ji dergûşê bavêjin û bikaribin li ser piyê xwe bi tena serê xwe bimeşin û gavê xwe bi bawerî pêş de bavêjin. Rasteqîna vê jiyanê  ewe ku mirov di hundurê vê rastiyê de xwedî cihekî cuda ye. Ji ber ku dema mirov gava xwe avête ser rûyê vê xaka dûr û dirêj, bi gelek tiştan re  rûbirû hat. Ji lewra tim dixwest ku li cihekî bi ewle bisekne û di hundurê wê jiyanê de bikaribe azad bijî. Hevalê Qehreman jî yek ji wan insanan bû, ku dixwest ciwaniya xwe di nava rewşekî aramî û bê şer de derbasbike. Her wiha dixwest ku vê ciwaniya xwe li welatê agir û rojê derbasbike. Jiyaneke dûrî şer, pevçûn, kuştin û zordariyê be. Lê sed heyf û mixabin, ev miraza wî bi cîh nehat. Ji ber ku rewşa di Kurdistanê de dihat jiyankirin û heyanî niha jî tê jiyîn, ev derfet û jiyana ku hevalê Qehreman dixwest pêk nehat û mîrazê ev daxwaz jê re gelek dît. Dixwest weke koçerekî di nava axa weletê xwe de azad bigere û çavê xwe ji xweşikbûn, delaliya Kurdistanê têrbike. Her weha dixwest ku weke mertalekî li pêşiya hemû azar, êş û zordariyên ku li ser gelê Kurd têne meşandin bisekne. Her ku temenê wî mezin dibû hîn bêtir rastiya jiyana gelê xwe nasdikir û erkê ku dikevin li ser milê wî hîn baştir ferqdikir. Bi vî awayî xwe tevlî hemû karan dikir ji bona ku destekê bide malbata xwe. Ji ber ku ew kurê herî mezin ê di malê de bû, ji lewra kar û barê nava malê piştî bavê wî ji wî dihate xwestin. Çiqas temenê wî zêde ne mezin bû jî, lê ji ber ku di nava herêmeke bi hestên şoreşgerî û fikrê bizava PKK’ê ji zûve bandor bibû û heyanî astekî têgihiştinekî wî çêbûbû. Vê rewşa heyî ji her milî ve bandora xwe li ser hevalê Qehreman dikir û bi xwe re kesayetiyekî nû dida avakirin. Jixwe tişta hevalê Qehreman lê digeriya û dixwest jî ev bû. Rewşa ku di Kurdistanê de jî dihate jiyankirin, ji bilî vê riyê ti riyên din li pêşiya mirovan ne hiştibû. Yan tûyê tekoşîna xwe bide meşandin û mafê xwe yê jiyana azad bi destê xwe bêxe, an jî tu yê vê jiyana koletiyê qebûlbikê. Lê ji ber ku hizrandin û lêgerîna hevalê Qehreman ne weke hemû ciwanên din bû û jiyana heyî ne dipejirand. Berê xwe  da nava refê PKK’ê û xwest bi kesayetiyekî nû pêşengiya gelê xwe bike û ji bona gihiştina azadiyê xebat û tekoşîna xwe bide meşandin.

Di demên destpêkê de hevalê Qehreman rastiya jiyana şoreşgeri ya PKK’ê nizanîbû, temenê wî jî biçûkbû, gelek tiştê jiyanê jê re giran dihatin û li bersiva rastiyan digeriya. Heyanî ku tevlî xebatên gel bû û weke hevalekî ciwan cihê xwe di nava refê şoreşê de digirt û weke evîndarekî li ser çiyayê Kurdistanê li azadiyê digeriya. Hevalê Qehreman her çiqas hevalekî temenê xwe biçûk bû û tenê heyanî dibistana navîn xwendibû jî lê di dibistana PKK’ ê de fêrî gelek tiştên jiyanê bû û weke mamosteyekî ciwanê Kurd fêrî jiyana PKK’ ê dikirin. hewldida di şoreşa azadiyê de rastiya Serokatiyê bi wan bide naskirin. Weke pêşengê ciwanan bi xebat û tevgera xwe li her deverê ku lê  dima bandor dikir. Xwedî hevaltiyekî mîna avzêmekî ti caran nediçikiya û xwe digihande ser her bexçe û zeviyên dilê hemû hevalan û mirov ji hevaltiya wî têr nedibû. Çavê wî jî her ku te li deryaya wan dimeyzand bi xweşkibûna jiyanê hîn xweşiktir dibûn û xwe bi reng û dengên nû dikirin. Weke buharê ji her rengê gulan te di nav de didîtin.

Çiyayê Kurdistanê ji bo wî her tiştbû, ji bo wî dayîkbû, bavbû, hevalbû û ji wan hemûyan giran bihatirbû. Çiyayê Kurdistanê ji bo wî  hêlîna azadiyê bû. Her ku di nava bedena wê xaka pîroz de digeriya û tevger dikir, hîn bêtir heskirina wî jê re mezin dibû û weke zarokê li ber singa dayîka xwe sermest û mendehoş dibû. Hevalê Qehreman jî wisa di nava welatê xwe de bi keyfxweşiyekî mezin û bê sînor ev jiyan hembêz dikir. Her kar û xebata ku dikete pêşiya wî bi serkeftî dikir û di van xebatan de hîn bêtir rastiya jiyanê nasdikir. Her çiqas ku naskirina wî ji vê jiyanê re çêdibû hîn bêtir xwe ji bo wê fedadikir û nikarîbû  bê  wê  jiyan bike.

Ziman û pênûs nikarin rastiya kesayeta hevalê Qehreman bilêvbikin. Ji lewra ew kesayetekî bi jiyana xwe û hevaltiya xwe dihate naskirin û bi her hevalekî re ev rastiyên heyî parve dikir. Hevalê Qehreman têniyê nivîsandinê bû û bi taybet dema ku li cihekî bilind disekinî û ji wê bilindahiyê li derdorî xwe temaşedikir. Derketina rojê ji pişt çiyayên Kurdistanê yên bilin û dema ku roj diçû ava, evan hemû dîmenên zindî di xeyal, aso û bîra wî de tim cihekî xwe yê cuda dihişt. Girêdana wî bi xwezaya Kurdistanê ve gelek mezinbû û her dem xwe weke parçeyekî ji vê xwezayê didît. Ango bi xwezayê re bibû yek, deng û rengê jiyana azad a di nava xweşikbûna van çiyayan û vê xaka pîroz de tê jiyankirin.

Her weha hevalê Qehreman, her tim xwezaya Kurdistanê weke parçeyekî ji coş û heyecana dilê xwe didît. Tê bîra min carekî, dema ku em di ber gundekî ji gundên Kurdistanê yê vala û kavilbûyî re derbasbûn  hevalê Qehreman dema ew gundê vala û kavilkirî dît, pir pê êşiya û ji me re got: “Evqas gundê mezin û xweşik di welatê me de hatine valakirin. Eger  mercê welatê me ne wisa bana, wê zarokan ji xwe re bilîstibana bê tirs û xof û  wê dayikan jî nanê tenûrê çêkirban  û wê dengê şahiyê ji her deverî bihatana mîna ava diherike ser dehil û deviyan û wê jiyan hîn bêtir bi coş û heyecan ba.”

Bi rastî dema ku mirov rasiya jiyana xwe û dîroka xwe ya zindî û demdirêj têdigihêje, dibe xwedî hebûnekî bi wate. Bi taybet dema ku ji bo vê xakê û vî welatî şer û tekoşînê bide meşandin, her dem û gavê jî ji bo vê xakê hazirbe ku xwîna xwe û canê xwe fedabike, ew mirovek pîroz e. Bi vê yekê re tişta herî giranbiha jî ewe ku mirov xwediyê wê kesayetêbe ku di her şert û mercan de xwedî li welatê xwe û gelê xwe derkeve û pêşengiya vê bike.

Dema ku ev yek pêk tê û insan dighêje van rastiyan û di hundurê kesayeta xwe de bi cihdike, wê gavê şoreşa civakî û exlaqî bi cih tê û civak ji her awayê desthilatiya pergala serdest rizgar dibe. Îro di rastiya tekoşîna me de vê têgihiştinê hiştiye ku hemû şêwazên siyaseta li ser gelê Kurd tê meşandin vala derbikeve. Ango bi dana berdêlan û bi şêwazekî fedayî di her milê jiyanê de ancax mirov dikare bi vê riyê hem xwe û hem jî welatê xwe ji bin destê nîrê desthilatiyê rizgarbike û hemû xeyal û asoyên azadiyê bi cih bîne. Ji ber ku insan ji bo azad  bijî hatiye li ser rûyê vê dinyayê.

Hevalê Qehreman weke zarokekî  Kurd dema ku ev rastî dît û zanî ku ancax bi tekoşînê dibe nesîb, berê xwe da çiyayên azadiyê û her tim bi hêviya gihiştina azadiyê kar û xebatê xwe da meşandin. Heyanî ku bi rastî xwe gihande wê xewna xwe û bi jiyana azad re bû yek bi giyanê ku ti caran  jê qut nabe û weke pêşengê ciwanên gelê Kurd, rêya hemû ciwanan bi hestê xwe yê nûranî ronîkir. Li  ser  rûpelê xaka Kurdistanê bi xwîna xwe ya pîroz destan û çîroka qehremantiya û vîna zarokatiya azad xêzkir.

 

Hamid Dêrik