Rojekê havînê bû em ê biçûna peywirekê, du heyv bû ku qet şekirê me nema bû. Hevala Rojînda got; dema ku hûn zivirîn bi xwe re şekir bînîn, ez ê helaw çêbikim. Piştî em zivirîn û di nav çiyayên Çiravê yên asê û bilind de ber bi nokteya xwe ve hatin, ji girekê dengê teqandinekê hat! Piştî em gihan cihê xwe hevalan got; heval çûn kemîn daynin. Me, bê dengî û tarîtiya şevê diçirand û em diçûn girê ku heval li wir bûn. Wê demê Hevala got, Rojînda Şehîd ket… Lê di nava barê me de tişta ku hevala Rojînda xwestibû û negihabûyê- şekir jî hebû…
Pir car rondikên çavan, zimanê êşên bê deng in. Ew hişê min ku bi bîranînan ve tijî bû û qareyên ku di hafiza min de zindî dibûn, rondikên min bi ser rextê min de danî. Rûyê hevalên min ên şehîd dihat ber çavên min. Ên ku diçûn ji her kes û tiştan re meydan dixwendin. Hin caran di berbanga sibê de, hin caran di dawiya rojê de, bê dem û zû ji nava me vediqetîn û diçûn. Ew hebûn, rûmet û sedema jiyankirina me ne. Her gavê li çiya pir tişt li şûna xwe dihêle. Dem wek avek bi coş diherike û jiyan dewam dike. Lê tişta ku nayê guhertin ew rûyên hevalên me yên şehîd in.
Botan; azadiya ku tê hîs kirin e, welatê lehengan, çeperên şervanan û kulîlka min a îsyanê ye… li ser Botanê nivîsandin cesaret dixwaze. Ji ber ku ji fêmkirinê wêdetir, hîs kirin esas e… Li beramberê rastiya Botanê efsûna gotinê xirab dibe. Ked, giyana azadiyê û dilên berxwedêr di mejiyê me de hatine neqişîn. Lê mixabin hê ev bihûşt ku di bin dagirkertiyê de ye, ji bo em azad bikin, me serê xwe di riya evîna jêneger de da…
Dilê Botanê yê cesur gotinên hevalê Adil, ên “Şehîd Namirin,” “Bijî Serok Apo.” Hevalê Hemze Erkendî bi kenê xwe “silavên min bêjin” bû.
Botan, “Bêhna Şehîdên Bihûştê, Bêhna lehengên Gabarê ye”…
Mirov li Gabarê dengê lingê Egîd û şopa Erdal dibîne.
Pir car li Botanê jiyan, zanîn û fêmkirin nîne, hîskirin e. Lewma ji bo şoreşgeran jiyankirin, ji hevalê xwe tiştek girtin û dayin jiyandin e. Tu êdî aîdê xwe nîn î, her tiştên te yê şehîdan e. Hêvî, bêrîkirin, xeyal her tim barê rêwiyên vî rêyê ye. Rêya şoreşê dirêj û barê rêwiyan giran e. Ji xwe şoreşgertî zehmetiyan bi hêz pêşwazîkirin e. Ev rê bê bidawî û bê sînor e. Gerîla di qada şer de xwe bi baweriyeke bê dawî xemilandiye, şovalyê esas û evîndarê azadiyê ye… dema ku tê gotin Çiyayê Botanê tişta ku herî destpêkê tê bîra mirov gerîla ye. Her tişt bi dara jiyanê ve di tehma dilopeke avê bi niqutandina azadiyê ye. Ji bo wê her gavên gerîla hêza xwe ji êşên wê digre. Çav, di pêşerojê de hêviyên xwe yên di aso de xeyal dikin… Ev tablo berhemekê bêmamend e(bêemsal), hemû rengan dibîne, bêhnan digre û xeyal dizivirin rastiyê. Lewma di Pirtûkên Pîroz de tê gotin; ku jiyan ji Cûdiyê Mirada dest pê dike û tofan li wir bi dawî dibe. Waye piştî sed salan, li Qontarê Cûdî û di kûrahiya Besta de, di axa Gabarê ya nazdar de bi vîna xwe ya tazî disekinin. Ji ber ku ev welet, welatê wan e.
Min bi vê bîranînê dest bi nivîsa xwe kir. Lê ez bi atmosfera bîranînekê bi êş bidomîn im. Dema ku min xebatê eniyê dikir, ez ji hevalan veqetîm, hevala Dîdar ji min helbestek xwestibû. Ji ber ku helbest ne li gel min bû min nedayê. Min jê re gotibû dema carek din em hevûdu bibînin ez ê ji te re helbestê bînim. Dema ku me dê hevûdu bidîtana min helbesta xwe xistibû berîka xwe ya çepê û ez li benda hevalan bûm. Heval hatin, di nav wan de hevala Dîdar nebû. Bê ku ez bipirsim, hevalan got, Dîdar şehîd ket. Wê demê bi aliyê min ê çepê re ew helbesta di berîka min de jî digirî…
Çîroka vê helbestê
Gelo ez behsa te ji kê re bikim..
Gelo ev dilê vê demê ku bûne kevir,
Wê karibin çîroka vê helbestê guhdar bikin?
Ev şervanên mezin ku di nava rûpelên dîrokê de Jiyana Zêrin bi cih kirine wê karibin binivîsin?
Botan bûye cihê hestên xwe tevlîkirina Med –Cizîrî
Lewma divê çîroka gerîla ne dirêj be, lê baş bê nivîsin…
Di kesayeta hemû şehîdên Botanê de ez hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîrtînim.
Hezar silav li wan lehengên nemir ku bi jiyana xwe rêya me ronî kirine.
Piştî pevçûnên germ..
Me qovanên fîşekên vala kom dikir…
Kî dizan e?
Dibe ku lîstoka me ya mezin ev be…
“Dibe ku ev jî lîstoka me ya zarokatî
Ya xizaniyê be”
Îskan AMED
2005/Gabar