HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

“Destpêkê li jina bidin, bikujin,“ berhemê hişmendiya kapîtalîzmê ku hovîtiyê rewa dike, ancaq bi kuştina jinên azad bidawî bibe.

Îro bi serê sibihê re bi nûçeya lezgîn ku di radyoya dengê Kurdistanê de hat dayîn, şehîdbûna hevala Sakîne, Fîdan û Leyla, ku bi şêweyekî hovane li Parîsê pêkhatiya, me guhdarkir! Em di serî de vê êrîşa qirêj a hovane lenet dikin.

sara sakine cansizEv êrîşa hovane, tenê ne li ser sê siyasetmedarê gelê Kurd e, li ser tevayî gelê Kurd û mirovatiya azad e. Ev qirkirina ku li paytexta Fransa, Parîsê pêkhatî, tenê ne kiryarê dewletekê ye. Wek qomploya navnetewî ya li ser Serokê gelê Kurd, Rêber APO ku hat kirin, ew jî ewqas girîng û bi hêzên navnetewî hatiya meşandin. Baş agahiya me ji vê qirkirina hovane ku çêbûye, çawa pêk hatiye, heya niha nîne. Lê tiştê diyar eve ku di navenda Ewropa de, bi şêweyekî dizî û bi çekê pêşketî, pirofesyonalî bê ku kes bibihîse, pêkanîn. Karê rêxistiniyeke navnetewi ye. Qaşo Parîs navendeke Demokrasî û pêşketinê ye, lê her kesî dît ku qirkirina herî qirêj û hovane, li hember mirovên azad û azadîxwaz hat kirin. Mirov ji kîjan aliyî ve bigre dest, ev şerma ku mirovatî dixe bin erdê, li navenda kapîtalîzmê, navenda Parîsê cihê herî bi tevger pêk hatiye. Serdema em tê de ne, ya vê demê qirkirina bi vî awayî, pir manîdar e û bi serê xwe rastiya vê hovîtiyê derdixe ber çavan. Di rojeva gelê Kurd û cîhanê de, hevditinên ku bi Rêber APO re çêdibin û hêviya ku pirsgirêka Kurd bi şêweyeke dêmokratîk û aşîtiyane çareser bibe heye, ev êrîşa hovane pir balkêş e. Lê belê wek gelek car ku di dîroka PKK’ê de hat dîtin, demê ku pirsgirêka Kurd dikeve nîqaşê, ku bi aşîtyane bê çaraserkirin, ji aliyê Gladyoya derve û ya hindir, dewlata kûr a Tirk ve tê sabotekirin. Dibe ku di nîqaşên vê pêvajoyê de tiştekî erênî nebe jî, nediyar e, lê tê xuya kirin ku nîqaşên aşîtiyane jî ji bo gelê Kurd zêde tê dîtin, ji aliyê xwînmijên Kurd û Kurdistanê ve.

Mijarek din ew e ku çima ew heval hatin hedef girtin? Heval Sakîne qadroyê destpêka derketina PKK’ê bû û di kongra yekem a damezirandina PKK’ê de cih girtibû. Ji destpêka tevgera Apocî heya niha, ew li her cihî, parêzvanê fikra xeta tevgera Apocîtiyê bû û berpisyar bû. Ev temsîlî di kesayeta xwe de, li zîndanê, Ewropa, Rojhilata navîn û nav PKK’ê de jî, xeta azad û serbixwe, tim parast û bi pêşxist. Yanî bi tevayê hêza xwe parazvan û tekoşereke xeta fikra azadî û serxwebûna Kurdistanê bû. Ew tim têkoşervaneke azadiya jinan bû, parêzvan û pêşxistina nirxê rastiya dayîka Neolitîkê bû. Heval Sakîne di demên dawî de ev têkoşîna birûmet li navenda kapîtalîzmê, Ewropa dimeşand. Em berdin têkoşîna fikrê Apocîtiyê li Ewropa meşandin û belavkirin, xwe li hember helandinê parastin bi serê xwe, fedakariyek û wêrekbûneke mezin tê xwestin. Heval Sakîne bi salan li van qadên navenda kapîtalîzmê ya helandina mirovatiya azad, li hember têkoşîn da û cewherê xwe yên PKK’yîbûnê parast. Biqasî ku ji bo Kurdistan û tevayê gelan, azadî û wekhevî dixwest, têkoşîna wê dida, ewqasî jî ji bo yekîtiya jinên cîhanê û têkoşîna hevpar a azadiyê jî, ristek mezin dileyîst. Ew bi fikrê Rêber APO yê li ser jinê ku ji dema neolitîkê digire û heya îro ku çiqas jin di bin qirkirinê de ye, pir bawer bû û li gor vê perspektîfê xwedî têkoşîneke giranbihabû. Belkî ji bo vê, ew hat hedef girtin û li ser ew hişmendiya kapîtalîzmê ya ku gotiye ”Destpêkê, li jinê bixin” vê carê li ser sê siyasetmedarên jinên Kurd meşandin. Ji ber ku herî zêde hevala Sakîne li dijî vî hişmendiyê ku dibêjin, destpêkê li jinê bide derdiket û têkoşîna birûmet dida. Ji ber vê em dibêjin ku ev êrîşa hovane, ne ji rêzê ye û ne bi derfetê dewletekî tenê hatiye pêkanîn.

Belê, cihê Hevala Sakîne di nava tevgera PKK’ê de jî pir bi wate û bi mînak bû. Rastî jî bi danûstandinên rêxistinî û pir kûr, rêzgirtinek mezin li hember hatibû çêkirin. Cihê ku ew diçûyê, heval li hember diketin rêzgirtinekê bi hirmet û herkes li bendî axiftina ku ji devê wê derkeve û disekinîn. Ew bixwe pir dilnizm û xwedî jiyanek hevpar bû, lê sekna wê û axiftinên ku ji devê wê derdiketin, hemû nirxê pîroz yê mirovatiya azad bûn. Gelek cara ez jî rastî van dewlemendiyê ku bi Heval Sakîne re hebûn, hatim û min pir hêz ji nêrînên Hevala Sakîne girt. Di sala 1971’ê de di nava şoreşgerê Tirkiyê de cih girtibû û bi tercîha xwe azadîxwaziyê, xwedî têkoşîneke hêja bû. Ew jî wek Hevalê Cuma, Abbas, Karasu, Fuat, dema ku min didît! kêfxweşî û tenê ez li bendî axiftinek ku heval bike bi sebir disekinîm. Ji ber ku ew xezîneya kesayeta azad û fikrên serbixwe bûn, û tim perspektîfê azadî û serxwebûnê bûn. Van kesê temenê wan gihiştiye 60 û derbazkirye, lê ev jiyana xwe tev ji bo azadî û wekheviye mirovatiyê dane û xizmeta vê kirine. Ew Hevalên Rêber APO, yên ciwantiyê bûn û tu car lê îxanet nekirbûn, tim di çarçoveya perspektîfên Rêber APO de, xwedî xebatek mezin û fedakariyek giranbihabûn.    

Belê, Hevala Sakîne jî nirxekî pîroz yê berhemê nirxê Rêber APO bû ku bi van nirxê hevaltiya rast hatibû xuliqandin. Heval Sakîne herî dawî ku min dît, serê bihara sala 2012’ê bû, du cara hat Ocaxa PKK’ê cem me, her du cara jî bi me re axifî û nêrînên xwe yên li ser pêvajo, dîrok û li ser Rêber APO bi dewlemendî bi me re parvekir. Rastî jî Heval Sakîne di çarçoveya parêznameyên Rêber APO de, pir kûr û fireh xwedî nêrîn bû û bi kurtayî bi me re parvekir, em jê bandorbûn. Bi giranî li ser rûyê qirêj yê kapîtalîzmê ku çawa li ser civak û kesayeta azad, bêbextî û hovîtiyek mezin dimeşîne, bi nêrînek zelal bi me re nirxand û di vî warî de fêmkirina xwe parvekir. Dîsa pergala kapitalîzmê ku bi pir reng û pir şêwazan, li ser jinê bi armanca qirkirina jina azad, dimeşine. Ji van parvekirinan û nirxandinên wê yê kûr ne pêkan e ku mirov hestiyar nebe. Bi taybet jî rûyên kapîtalîzmê yên ku nayên dîtin, bi çend qilifa xwe vedişêre û civakan bi dagirkeriya xwe ve dimeşîne, rûyê wê qirêj di derxistina holê de têgihiştîbû. Jixwe ev rastiyên ku wê dîtibûn û li dijî wan têkoşîn dida, wek Rêber APO, ew jî bû hedefa êrîşên gladyoya kapîtalîzmê.

Nêzîkbûneke Heval Sakîne ku em pir pê bandor dibûn jî, di wê temenê xwe yê mezin de jî pir zindî û zîrekbûna wê bû. Rastî jî ew ciwantiya destpêka PKK’ê, hêjî di kesayeta xwe de diparast û dida jiyankirin. Carna dibû mijara henekan, hevalan digotin , “ev heval tu car pîr nabe, tim ciwan e”. Ev rastiyeke Hevala Sakîne bû ku ew hestê ciwantî di dil û mejiyê xwe de jiyan dikir. Ew li kû ba, tim serê sibehê spora xwe dikir û fizîka xwe jî wek ciwanekî diparast. Axaftina ku tê gotin, “PKK bi ciwantî dest pêkir, wê bi ciwanî jî serbikeve”di kesayete xwe de jiyan dikir. Guman tune ye ku ev êrîşa hovane bi destê Tirkê sipî ku di tunekirina gelê Kurd de, tim qirkirin meşandine, hatiye kirin. Bêguman destê gladiyoya derve têde heye, lê dewlata Tirk wek piyon hatiye bikaranîn. Kê ev êrîşa hovane kiribe, ez sedcarî nalet û şermezar dikim. Lê ez baş dizanim ku bi nalet û şermezarkirinê, em nikarin erkê xwe yên hevaltiya şoreşgerî li hember van hevalan bicih bînin. Enceq em têkoşîna wan a azadî û serxwebûnê bi xurtî berdewam bikin û armanca wan bînin cih, mirov dikare layîqî wan be. Tol rakirina wan, ew e ku em dijminê azadiyê bişkênin û ala zaferê bilind kin, wê viha pêkan be. Soza me ya ji bo van hevalan jî ew e ku emê li du şopa wan têkoşîna azadî û serxwebûnê heya dawiyê bimeşînin. Ev nirxê pîroz parastin û bilind kirina wan, erkê me yê bingehîn e. Kesekî/ê ku van nirxan nebîne û neparêze, bila ew ji mirovatiya xwe guman bikin. Dewlemendiya mirovatiya azad, rastiya jiyana van şoreşgerên mezin e. Cardin em vê êrîşa hovane ya li ser van nirxên pîroz, ê gelê Kurd û mirovê azadîxwaz, nalet dikin û di têkoşîna li dijî vê hovîtiyê de serkeftinê dixwazin.

Silav û Rêzên Şoreşgerî

Heqî Mardîn