Cardin asoya hilata rojê em girtin nava dilê xwe û em birin bihûşta renga reng a lûtkeya çiyayên Kurdistanê.
Sibehê zû me xwe amadekir û em ketin ser rêya diçe Kuro Jehro. Heval Laleşîn, Hewlêr, Azîme, Helbest û ez. Erê îro em ev heval bibûn nobedarê tirêjên roja mizgîniya hemû hêvî û baweriya me...!
Berî roj derbikeve me cihê xwe girtîbû û bi awayek hesret li benda rûyê rojê bûn.
Li her cirkê me li demjimêrê mêzedikir û çavên me li çiyayên Çarçêla bû, ka wê kengî roj hilbibe...!
Êdî dem hatibû, ronahiya li pişt çiya hêdî hêdî şewqa wê zêdetir dibû. Roj diyarbû û êdî hildibû. Rengê xwe yê zer da rûyê me û em bi hev re rûken dil arambûn. Em û roj tam beramberî hevbûn, di navbera me de tu tişt û çiya nebû.
Qey te digot em di nava diyalogê de ne û bi hev re dipeyvin. Roj kêyfxweş û şanazbû, ji ber ku nobedar û şervanên azadiyê yên welatê rojê ji mêj ve benda rûyê wê bûn. Ji ber vê em gelekî bi coşbûn, tîrêjên rojê li dilê me dixwest û bi rojê re hildibû asoyê esmana Ahura Mazda...!
Em pir sivikbûn, baskên dilê me em difirandin û dibir welatê azad, bi xwe bawer û azad dike, dilê min mezin dibe. Giyana min hênaseyek ji baxçeyên xwedawendan dikişîne...!
Dema herî ez xwe bi aram, rihet û şanaz dibînim, bêrî roj hilbibe, dema hildibe û dema diçe ava li lûtkeya çiyayê welatê xwe vê dîmenê temaşe kirine. Ew dem e ku dil jî ji bedena min firbûye û li gel daxwazên xwe dîtwarbûye...!
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Ş. Cesur ROBOSKÎ
27.07.06.Kuro Jehro.
ZAP