Nasnav: Dunya Nehîr
Nav û Paşnav: Fatma Huseyîn
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Heleb/1985
Navê Dayîkê: Mewlûda
Navê Baba: Abdulqadir
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Heleb/2001
Cih û Dîroka Şehadetê: Çirav/Botan/2007 –Gulan
Gerîlla Dunya dema dikeve ser rêya Gabarê wiha dibêje: “Navê min Dunya Nehîr. Di sala 2001’ê de ez tevlî nav Tevgera Azadiya Kurdistan bûm. Ez 4 salan li Zagrosan û salekê jî li Metîna mam. Ez Îsal jî diçim Botan Gabarê. Ji bo çûyîna Bakûr pêşniyara min çêbûn. Daxwaza min ne tenê ji bo şer e, di heman demê de jî bo ez ji şert û mercên ku Rêbertî di nav de û dîsa ji bo ez ji berxwedana gel re bibim bersiv dixwazim rol û wezîfeya dikeve ser mile min pêk bînim. Ji aliyê din ve jî çûyîna Bakûr herdem xeyaleke min bû. Naskirina arazî, erdnîgarî û gelê wê armanca min e. Û li ser vî esasî biryardariyek çêbû. Armanca min a çûyîna Bakûr ji bo vê ye. Ez ji hemû hevalan re serketinê dixwazim.”
RÊHEVALEKÎ GÊRÎLA DUNYA WIHA ÎFADE DIKE:
“Rêheval Dunya li Rojavayê Kurdistanê Efrînê di sala 1985’an de tê dunyayê. Di pêvajoyeke ku xebatên me li wê herêmê pêş ketin ji dayik dibe û lewma eger mirov jêre bêje Keça Şoreşê wê gotineke di cihê xwe de be. Bi partiyê re mezin bû. Bajarê Efrînê, mîna dilekî veşartî yê Kurdistanê ye.
Hevala Dunya pir ciwan bû, jêhatî û zekî bû. Tevî ku temenê wê biçûk bû jî xwedî berpirsiyar bû. Tecrûbeya wê ya jiyanê, ew di nav jiyana gerîlla de berpirsiyar kiribû. Û bi qasî ku berpirsiyartiyên jiyanê bide ser mile xwe jî gihiştibû. Hevala Dunya di nav malbatê de jî xwedî berpirsiyartiyê bû. Ji lewra di nav refên gerilla de jî li tevayî qadên jiyanê bibû xwedî sekneke mezin. Di demeke pir kurt de ji aliyê tevayî hevalên xwe ve pir hat hezkirin, li derdora xwe enerjiyeke pozîtîf belav kir. Ji bo cîhaneke azad ku aştî, wekhevî, hezkirin û edalet lê hakim bibe tevlî PKK’ê bibû. Dunya êdî lêgera edalet û heqîqetê bû. Ji bo azadî û aştî pêş ketiba bi îddîaya bilindkirina têkoşînê wê rêwîtiya xwe berdewam kiriba. Di nav refên gerîllayan de qadeke ku hîn zêdetir bi awayekî aktîf beşdarî têkoşînê bibe pêşniyar kir ku ew der jî Botan bû. Heval Dunya di vê rêwîtiya xwe ya Botanê de tevayî çiyayên Botanê û şiverêyên wê bihost bihost geriya. Çûyîna Bakûrê Kurdistan ji bo Hevala Dunya şadî û kêfxweşiyeke mezin bû. Tevî ku hevaleke ciwan jî bû ji berpirsiyartiya ku girtibû ser milê xwe şûnde neda, bêdudilî tevayî berpirsiyartî bi cih dianîn. Li gorî egera berpirsiyartiyên xwe qet gav şûnde neavêt û bi cesaret meşiya. Hêvî û hesreta azadiyê ji bo tevayî zehmetiyan derbas bike hêzeke mezin dida Heval Dunya.
Heval Dunya bi felsefeya jiyana Rêber Apo re hertim xwe pêş dixist. Ji ber ku dizanîbû ji bo mirov karibe têkoşîna azadiyê hîn bi hêztir pêş bixe divê her kêlî xwe ji nû ve biafirîne û şoreşa zîhnî di xwe de pêş bixe. Bi baweriyeke wiha rêya rast ku rêya azadiyê ye hembêz kir, û tevayî berdêlên xwe gihandina azadiyê dabû ber çavên xwe. Ew heta dawiyê bibû şopdarê rêya ku di jiyana xwe de nîşan kiribû.
Di rojeke ku asîman bi ewere û bahoz bû de, ji dûr ve keştiyek diyar bû ku di bahozên dijwar re derbas bûye, ber bi perava me ve li gel pêlên diherikî ve nêzîk dibû. Weke ku deryayê dike du beş û weke ku ji pevçûnên gelekî xeter direve, bi hemû leza xwe ber bi peravê ve diherikî. Ji xwe werz jî payîz bû. Diyar bû ku keştiyê perava me ji bo xwe weke spartekek didît. Diyar bû ku hatibû perçiqandin. Gelek êşên ku ji ber dijwariya pêlên bê merhemet kişandibû hebûn. Her ku nêzîkî peravê dibû, ew rewşa westiyayî ya keştiyê weke ku diket ferqa dûrketina wan êşan û xwe nû dikir. Rengê keştiyê bi qasî ku nêzî peravê dibû li mirovan hîn germtir dihat. Keştî bi xwe keştiyeke nû bû. Ciwan bû, ne temen mezin bû. Gelo tevî vê jî, ji bo çi ev qasî westiyayî û çilmisîbû? Gelo cihê ku ev keştî jê dihat, gelekî dijwar û jiyan lê zehmet bû? Anjî gelo mirovên li wir, ne dihiştin ku ev keştî li deryayên azad, di nav pêlên weke landikên ku mirovan mest dike de biherike? Tişteke seyr e, di vê werza payîzê de ku hêdî hêdî serma hilma xwe ya ku mirovan dicemidîne dida, bi hatina vê keştiyê re ew hilm guherî. Di damarên mirovan de xwîn bi germî diherikî. Tiştekî din a ecêb jî di dunyayeke wiha bê însaf de navê ajovanê keştiyê ‘DUNYA’ bû. Diyar bû ku tevî her tiştekî hêviya wê bi vê dunyayê hebû. Tevî ku ji vê dunyayê gelekî kişandibû jî. Vê dunyayê gelek tiştên giranbuha jê biribû. Dîsa jî wê digot: “Dibe ku li hin peravên din hêvî hebin. Dibe ku deryayên din hîn azadtir bin.” Ajovanê keştiyê jî weke keştiyê bedew bû. Weke ku hemû xweşikbûnên dunyayê bi xwe re ragirtibû. Weke berfînên ku li hemberî hemû zexta berfa tund û hişk çawa bedewiya xwe parastibe, Dunyayê jî tevî dijwariya dunyaya rastî, ji bedewî û ciwaniya xwe tiştek wenda nekiribû. Tevî hemû êşan jî çawa hîn jî ev bedewî ew qasî zindî bû? Gelo ji ber hatina perava me bû?
Dema ku Dunya ji keştiya xwe ya ciwan daket weke xwedawendayekê mexrûr û bi rûmêt li derûdora xwe şewqek belav kir. Yekser tîrêjên xwe li perava me ya ku Dunya xerîbê wê ye de belav kir. Rast e, Dunya bi keştiya xwe, ji pêlên dijwar xwe spartibû peravên me. Lê weke dibêjin her cihek li gorî xwe xwedî taybetiyên xwe û êşên xwe ye. Dîsa jî tenê tişta ku Dunya dixwest ev bû ku dunyayeke bê pêlên dijwar û karibe li wir bibe ya xwe bû. Ev jî diyar e ku li perava me dîtibû. Di jiyana xwe ya zêde nedirêj de ku tevî wê gelek tişt têde dagirtî jî bûn, dixwest xwe bibîne. Lê, tiştek ecêb bû ku di vê mirovê de tiştekî ji min ne xerîb hebû. Weke ku me hevdu bi dehan salan nas dikir. Weke ku li gel min parçeyekî wê, li gel wê jî parçeyekî min hebû. Gelo ev çi bû? Di rastiyê de min û wê qet hev du ne dîtibû. Cara yekem me li vê peravê hev du dîtibû. Lê, tiştên ku em nêzî hev du dikirin hebûn. Ji xwe dema ku ji keştiyê daket, destpêkê çavên me li hev rast hatin. Di wê li hev rast hatinê de ew germahiya ku li peravê belav kir, destpêkê li ser min bandor kir. Bi rastî jî ew mexrûriya wê û ew sekna wê ya ku weke bibêje “Ey Dunyaya bêînsaf! Her çi qasî tu dijwar be jî, her çi qasî tu bê merhemet be jî, ez ê li hemberî te stûyê xwe netewînim. Ez ê jî navê xwe bikim Dunya û li hemberî dijwariya te bibim remza xweşikbûnê. Ez ê biçim pêravên xweşikbûnê û li wir bi mirovên xwediyê vê remzê ne re te ji vê kemîna qirêjiyê rizgar bikim.” Di vê payîzê de ev germahî û mexrûrî di vê perava me de di kêliya destpêkê de xwe gelekî bi bandor diyar kir.
Di sala 2001’ê li herêma Zagrosê di nav xeleka zêrîn de payîz weke havînê xwe da der. Ji bo çibû hûn dizanin? Ji ber ku Dunya ji keştiya xwe daketibû vê xelekê. Ew ajovanê westiyayî; lê ew qasî jî ciwan û bedew di wê payîzê de weke tîrêjên rojê ji keştiya hêvîdar daket perava li ber deryaya rûmetê. Zagros ji bo Dunyayê çawa ku ji gelek zindiyan re bûye binkeya jiyanê, bibû hêvî û xwezî pê anîn. Tişta ku di vê demê de herî ecêb jî ez ji bo wê bibûm hevalekî rê. Ji bo naskirina perava em lê ne, ez bûm rehberek.
Di vê payîza bi bê xiroş(heyecansız) û bi hêvî de weke hemû mirovên xwedî rûmet û bendewarê xwebûnê, bi germahiya ku ji vê keştiyê û ajovana wê ya ciwan û bedew berbelav kiriye, hêviyên di dilan de careke din şîn bû û careke din bi xwe re ji bo bihareke ku bi hêza berfînê wê qeşaya zor û zehmet kun dike, pelên xwe ji tîna rojê re vedike, ew mirov jî bi vê hêzê dilşad bûn. Dunya êdî ji “cîhanê” re bibû spartekeke jiyanê. Bibû hêviya ku bi salane li bendê ye. Hêviya ku bi salan e di kûrahiya dilê xwe de ji xwe re veşartibû. Weke çûkekî di nav qefesekê de hatiye dîlgirtin. Di carekê de bi germahiya Dunyaya bedew ji qefesa zordar fir da û çû. Cîhan êdî bi vê germahiyê ji qerîsekên bêxêr(uğursuz)rizgar dibe. Êdî dil weke çirpîna perikên çûkeke bendewar lêdide. Êdî çavên ku ji dîtina gelek tiştan westiyabûn, bi bedewiya vê Dunyayê gihiştibû çêja dîtinê. Dîtin li gel bibû sedemeke bextewariyê. Êdî dîtin biriqî bû. Êdî çav ji bo wê watedar bû. Çav êdî bêtirs diaxivî. Di çavan de êdî çirûskên hêviyê xuya dikirin.
Dunya şewq bû. Dihat hezkirin. Navenda kişandina cîhanê bû. Bedewiya ku li ser rûyê Dunyayê, bêhempa bû. Ew xwedî îrade bû. Ji bê edaletiyê re stû ne ditewand. Li gel wê bê edaletî û çarenûsa ku ji jina Kurd re rewa dihat dîtin, ne dihat pejirandin. Êdî ji bo wê bê vîn jiyan, bê rûmetî bû. Êdî kesekê/î nikarîbû wê neçarî peravên bê însafên jiyanê bike. Çi dibe bila bibe, wê venegeriyaba peravên ku jê hatiye. Ew bi biryar e ku li vê peravê xeyalên xwe pêk bîne û bijî. Divê kesek nebe asteng, ji bo vê. Ger astengiyek hebe jî wê li hember têbikoşe. Gelekî balkêş bû. Bi taybet di vê perava me de. Heta wê gavê ez bawer nakim ku tiştekî wiha ecêb hatibe jiyan. Ji xwe taybetmendiyeke vê peravê jî ev bû. Ango mirov eger li beramberî hev du ji dil bin, tu sînor nayên naskirin. Ez û Dunya di vê peravê de ji hev dûrketibûn, lê belê em gelekî nêzîkî hevbûn jî. Dibe ku hûn bipirsin ma çawa çêbû? Ma tenê bi nêrînekê ev nêzîkbûn çêbû? Na, bê guman wisa nebû. Ji bo ku ev nêzîkbûn çêbibe, em di pêvajoyên gelekî dijwar re derbas bûn. Ji ezmûnên gelekî giran ên vê peravê û mirovên vê peravê re derbas bûn. Gelek êşên giran hatin jiyan di vê perava hîlalî de. Di kûraniyên Zagrosan de gelek serpêhatiyên giran, lê ew qasî jî watedar hatin jiyan. Dibe ku Dunyaya ciwan û bedew ji peravên ku jê hatiye girantir bi pêlên dijwar re rû bi rû bû. Keştiya lêgerînerê dahatûyeke aram bû, di nav pêlên dijwar û xeteriyên gelekî metirsîdar re rû bi rû ma. Em di nav bahozên ku di demsala payîzê de mirovan hişk dikin, bê ruh dihêlin, xwîna di nav damaran de diqerisînin de man û bi berxwedana li hember vê bi bahoza bêxêr, ev nêzîkbûn çêbû.”
Piştî ku dema min şahadeta keça bedew bihisît, min bi xwe qet bawernekir û nedixwest bawer jî bikim. Ji ber ku hîna pir tiştên ku keça bedew û ciwan jiyan bike û bi wê coş û xiroşa xwe hevalên li derdora xwe bi ezbûnên xwe yên ku di warên Gulbihar û Sorxwîna de girtî, bi wan re parve bike hebûn.
Ji bona ku ez bikaribim bibim rêhevaleke wê keça bedew û ciwan, divê hertim di nava hewlidanekê bê hempa de bim ku bibim şopdarê rêya hevala xwe ya hêja û bedew. Ji ber ku hevalên me yên şehîd hertim rêya me ronî dikin û mîrasên pir bi nirx û wadetar ji me re hiştine ku em têkoşîna xwe bigîhînîn lûtkeyên herî bilind.