HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Di jiyana Gerîla de nasnameya qehremantiyê xwedî cihekî teybete û gelek hevalên ku bi qehremantî şehîd ketine, bi hebûn û jiyana xwe di nava refên Gerîla de û li ser rûpelên dîroka mirovahiyê evsaneyên zindî xêzkirine. Ji bona vê yekê pirtûka destaniyê ya bizava PKK’ê xwedî dîrokekî şanaze û mîna wê di dîroka mirovahiyê de nehatine jiyankirin. Ji ber ku qehremanên PKK’ê xwedî nasnameyeke cudane û ji mirinê jiyanê diefirînin û heyanî dawiyê bi jiyana xwe û berxwedana xwe cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girtine û gelek destanên bi xwîn û vîna xwe ya azad ji dîrok û vejîna gelê Kurd re kirine mal. Ji ber vê yekê dema ku mirov li ser qehremantiya PKK’ê dipeyive, wê demê ne pênûs û ne rûpel têra vê qehremantiyê dikin. Ji ber vê yekê dema ku serok APO dibêje bizava me bizava şehîdane. Ev yek rastiya vê yekê bi rengekî baş dide xuiyakirin. ji ber ku tenê şehîd dikarin bibêjin me erkê xwe bi cih aniye. Ji ber ku wan heyanî dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji bona azadiyê şer û tekoşîn dane meşandin. Ji ber ku van şehîdan û bi rengekî bê sînor jiyana xwe tev fedayî gelê xwe û azadiyê kirin û gaveke tenê jî li ser riya azadiyê bi şûn ve neavêtine. Ji lewra, em dikarin bibêjin ku gihiştina me heyanî van rojan, bi hemû guhertin û veguhertinên heyî bi saya tekûşîn û cangoriya van şehîdên pakrewan hatiye avakirin.

cudi dagiEm di sal 1994’ê de bûn û li seranserî Kurdistanê oparisyon li her deverî lidarbûn. Ango mîna ku li hemû qadan dijmin dest bi oparisyonan dikirin, li qada Cûdî jî oparisyonê destpêdikirin û di nava opersyona ku li Botanê dihate birêvebirin, giraniyekî mezin dikete li ser milê qada Cûdî. Ji ber ku Cûdî xwedî hin taybetmendiyên cuda ye. Ev taybetmendî çi bûn gelo? Weke ku tê zanîn herema Cûdî dikete sînorê Tirkiya, Sûriya û Îraqê û çiwîn û hatinên me piranî bi riya Cûdî dihate çêkirin. Herwiha ji destpêka şerê me yê çekdarî ve, her tim Cûdî cihê xwe wekî biryargehekî girîng ji bona şerê dihate meşandin digirt. Herwiha, Cûdî mîna navika hemû heremên me yên din bû. Ji ber vê yekê, gelê me yê li Botanê bi giştî û yê li Cûdî bi taybetî gelekî welatparêz bû û bi dil û canê xwe piştgiriya şoreşê dikirin. Ji ber vê yekê dijmin cih û girîngiya Cûdî baş derxistibû zanebûnê û ji bona vê yekê her tim li vê qadê oparisyon didane meşandin. Lwra ez dixwazim li ser oparisyona li herêma Cûdî dihate meşandin rawestim û dersên ku mirov jê derxîne bi we azadîxwazên hêja û bi romet re parvebikim.

Sala di navbera 92-93’an de bû, em li qada Botanê diman. Yekîneya me jî ji her milî ve xwedî liv û lebatekî serbestbû. Di wê navberê de, gelek gundên girêdayî me li qadê hebûn û di gelek dibistanan de, me wane didane zarokan. Hêzên dijmin jî bi wî awayî nedikarîn têkevên wan gundan de. Lê car caran hin êrîşên bi balefiran dikirin, belê bê encam bûn. Piştî wê û di sala 93’an de, dijmin amedekariyên xwe dikirin, hêza xwe komî ser hev dikir û dixwest ku rê li pêşiya pêşketina şerê me bigr e. Jixwe di wan salan de em di êrîşê de bûn û dijmin jî di rewşa parastinê de bû. Beriya ku em şer derbasî bajaran bikin, dijmin dixwest ku rê li pêşiya me bigr e. Di vê çerçoveyê de him di warê leşkerî û him jî di warê şerê taybet de, dijmin amedekariya şerekî mezin û berfireh dikir. Ji ber vê û di serî de wê demê girtin Partiya Kurdan ya fermî DEPê û hemû nûnerên Kurdan yên ku cihê xwe di parlementuyê de digirtin û henek ji wan jî derxistina derveyî welat. Herweha sîstema cerdevaniyê jî ji nûve rêxistinkirin û bi gelek dewlet û hêzên derve re ketina nava peyman û hevkariyan li dijî me. Herweha tevahî ragihandin û çapemeniya me desteserkirin, ev hemû heweldan bi hemû leza xwe dihatin meşandin. Siloxana dijmin jî wê demê jî ev bû “Yan emê wan biqedînin, yan emê biqedînin!”

Di destpêka sala 1994’an de û biawayekî bê rawestandin, êrîşên ezmanî dihatin meşandin û li her derî oparisyon bi rêve diçûn. Di meha Çile de oparisyonên berfireh li Gabar, Cûdî, Zagros û gelek cihên din jî bi artêşa taybet dihatin meşandin. Lê her tim jî leşkerê Tirkan di van oparisyonan de bi bindiketin û derbeyên mezin dixwarin. Jiwan dijmin di van oparisyonan de, çi encam bi dest nedixist û di her oparisyonekî de bi sedan wendahî didan û piştî ku hêzên wan tarûmar dibûn bi şûn de dizivirîn û ji kiryarên xwe poşmandibûn. Lê wan ev oparisyon mîna ezmûnan(imtîhanan) li dardixistin û amedekariya wan ya bingehîn ji bona demsala Buharê bû.

Ji ber vê yekê dijmin di 28’ê Adarê de dest bi oparisyonekî li Gabarê dikir û di destpêkê de bi balefiran li gundên Gabar û Cûdî xistin. Di encamê de hin gundî şehîd ketin û piştî wê bi hêz û teknîkeke xurt di 4’ê Nîsanê de dest bi oparisyonê kirin. Armencê wan ew bû ku me ji Botanê derxînin. Oparisyon bi qasî sê rojan berdewamkir, lê ji ber ku me çerçoveya oparisyonê dizanî, me xwe ji qadê paş de kişand. Ji ber ku hejmara hêzên me pirbûn û di warê gerîlatiyê de jî ewqasî ne xwedî tecrubebûn. Pir zehmet bû ku em bi vê hêzê di nava dijmin de bimînin û şer bidin meşandin. Em ji Gabarê derbasî Çiravê bûn û ji wir jî, em derbasî Garisa bûn. Li wê derê jî me hêzên xwe yên heyî ji nûve birêxistinkirin û bi şiklê taximan careke din em vegeriyan Gabarê û me dest bi çalakiyan li ser dijmin kir.

Fermandarê biryargeha Cûdî yê wê demê hevalê Cuma Bilikî bû. Di serê meha Hizêranê de hevalan agir hilkirin û li ser vê yekê kobrayên djmin êrîşkirin ser hevalan. Di wê navberê de hevalê Cuma şehîd ket û bi şehadeta hevalê Cuma re gelek tişt hatin guhertin. Ji ber ku şehadeta hevalê Cuma bandoreke xwe ya mezin li ser hemû hevalan da çêkirin. Herwiha di demeke wisa de, peyda kirina fermandarekî din yê ku heremê û taybetmendiyên wê nasbike û di wê demê de pir zor bû ku were dîtin.

Di encamê de ez ji bo vê wezîfeyê hatim erkdarkirin. Ji bona wê ez wê gavê derbasî qada Cûdî bûm. Lê hîn bandora şehadeta hevalê Cuma li ser hevalan hebû û diviyabû ku em amedekariyên pir bilez li hemberî oparisyonan bikin. Lewra me biryar dabû ku em Cûdî zû bernedin. Ango çawe me heremên din zû berdan, em ji bona qada Cûdî wisa ne dihizirîn û herî kêm mehekî be jî, pêwîstbû ku em li ber xwe bidin.

Ji lewra me di destpêkê de hêzên xwe yên giran ji qadê derxistin û me li hin deveran mayîn çandin, li hin lûtkeyan jî me çekên giran bi cih kirin. Di wê navberê de, gundiyên welatparêz yên ku dixwestin derbasî Başur bibin hatin derbaskirin. Hejmara hevalê wê demê li qada Cûdî diman bi tevî milîsan nêzî 600 hevalî bûn. Ji ber wê yekê me 200 heval şiyandin milê Başur.

Dijmin her roj erîşên ezmanî li ser me dikirin û me jî çalakî li dijî hin kozikên ku dijmin lê bi cih dibû lidarxistin. Heme bibêje her roj çalakî hebûn û ji aliyekî din ve jî, me amedekarî dikir ku ji berya oparisyon derkeve em derbeyekî lêbidin. Ji ber ku qada Cûdî ji bona me û ji bona dijmin jî cihekî xwe yê cuda hebû û dijmin her dem dixwest ku Cûdî têxîne destê xwe de û nehêle ku hêzên gerîla lê bi cih bibe. Ji bona wê yekê, çavê hemû kesî li ser Cûdî bû. Dijmin jî lez dida xebatên berhevkirina istixbaratan û bi amdekariya cerdewan û leşkeran haziriyê xwe yên oparisyonê dikirin.

Lê kêmasiya me ya herî mezin jî ew bû ku me bawer nedikir ku dijmin têkeve Cûdî. Ji ber ku tu caran dijmin neketibû Cûdî û vê yekê jî, dihîşt ku em pir zêde nekevin di nava şik û gomanan de. Ji ber ku me dijmin baş nasnedikir. Lewra ji berya ku mirov bikeve di hindirê şer de pêwîst e ku mirov dijminê li beramberî xwe baş nas bike û dijminê li hemberî xwe cidî bigre. Lê ya rast ew bû ku me wê demê dijmin cidî girtiba.

Herçiqasî dijmin xwedî hêz û teknîkeke mezin û bihaziriyên bê sînor dihate ser me, lê ruxmê vê yekê jî, gelek wendahî di qada şer de dan û bi zor û bela xwe ji nava destê me xilaskir. Lê li gorî vê yekê û herçiqas ku amedekariyên me yên ewqasî tûnebû jî. Lê Ji aliyê din ve jî, heremparêzî (bölgecilik) di nava hevalan de li pêş bû û herkesî herema xwe diparastin û girêdanên di nava hevalan de jî, li gorî wê bi rê ve diçûn. Lê piştî wê bi salan hemû hevalên wê demê derxistin zanebûnê ku hizrandin û şêweyê tekoşîn û şerê wê demê ji gelek milên xwe ve xwedî gelek kêmanî û şaşîtiyan bû û pêwîst e li gorî vê yekê mirov heneke din ji bona giştî bifikre.

Dijmin demeke dûr û dirêj nexşe û amedekariyên mezin li ser Cûdî kiribûn. Li gorî vê yekê dixwest ku derbeya herî mezin di Cûdî de li me bixe. Ango encama hemû operisyonên ku tê de binketî û wendahiyên mezin dayî, ji vê qadê bigre. Oparisyon li heremên din jî dirêj domkirin û dijim hin dever xistin bin destê xwe de. Lê piranî cihên mayî hemû di destê me de bûn. Li gorî vê yekê jî, pêlên oparisyonê hêdî -hêdî xwe dighandin Cûdî jî.

Di şeva 19’ê Tîrmehê de dijmin dest bi bombardûmanê kir û bê rawestandin bi şev û roj bi kobrayan û balefiran êrîşî ser me dikir. Xwesteka dijmin ew bû ku derûniya hevalan tevlîhev bikin. Hejmara hêzên Dijmin ên ku cihê xwe di wê oparisyonê de digirtin, drdorî 30.000 leşkerî bû. Jixwe oparisyon bi biştgiriya her corê teknîkê bi rê ve dimeşî. Li beramberî vê yekê û ji bona ku em bi hijmarên mezin nebin armenca teknîka dijmin, xwe li gelek basik û eniyan belavkir. Ji ber ku şêwazê şerê me li gorî şerê gerîla bi rê ve dimeşî, vê yekê hemû teknîka dijmin bikartanî valederdixist. Bi vî halî û heyanî sê rojan dijmin nedikarî bi pêşde wer e. Di şeva 24’ê Tîrmehê de dijmin xwest ku bi hilkopteran hêzên xwe yên taybet daxîne cihên bilind, lê ev hewldan jî hemû vale derketin û hevalan derbe li pey derbeyê li wan dixistin. Di wan şer û pevçûnan de gelek kuştî û birîndarê dijmin çêdibûn. Lê ruxmî vê yekê jî, dijmin hîç behsa windahiyên xwe nedikirin.

Êdî armanca dijmin a sereke tûnekirina me bû. Li ser vê yekê, kordîneya giştî (heval Cemal) ferman da me ku em hêzên xwe bi awayekî saxlem vekşînin Heftenînê. Ji xwe di nava Cûdî û Heftenînê de nêzî 5 demjimêran hebû.

Leşkerên dijmin wê çaxê perîşan bûbûn û ji hal ketibûn. Li ser vê yekê, fermandarê hêzên dijmin (Hesen Kondakci) gelek leşker ji tabur û heremên din anîne cihê oparisyonê. Jixwe heta wê demê me çi windahî nedabûn. Lê dema me biryara xwevekşandinê da, wê demê dijmin cihê me yê derbasbûnê, ango xeta Zêrînger girtibûn. Ew xet jî ji bona me gelekî girîng û stratîjîk bû. Piştî ku dijmin ew xet girt, vekşandina me ya Heftenînê jî gelekî zehmet bû. Dijmin çembera xwe pir teng dikir û li her derî tang bi cihkiribûn. Hêzên me bê xew û birçî mabûn û gelekî westiyayîbûn. Ji ber van sedeman hin windahiyên me çêbûn. Di van windahiyan de kêmasiya fermandarên me jî hebû. Piştî ku vekişîna Heftenînê zehmet bû, êdî me biryar da ku em li ser gelek baskan belavbibin û derbasî heremên din bibin. Li gorî vê yekê, me însiyatîfa xwe da meşandin, heyanî ku me hêzên xwe bi awayekî saxlem ji nava çember û oparisyonê derxistin. Ango armanca me vale derxistina êrîşên dijmin bû. Ew jî bi kêmkirina hêzên me yê li Cûdî bû. Ji ber ku 400 heval ji bona cihekî weke Cûdî pir zêdebû û li gorî wê, encax 100 heval bikariba li wir şer bike û cihê xwe li wêderê bigre. Jixwe gerîla şerê xwe bi yekîneyên biçûk dide meşandin û li gorî vê yekê ji her milî ve êrîşî ser hêzên dijmin dike. Ango ta ku bikaribe bi hesanî di nava dijmin de tevbigere û xwe veşêre û li dijmin bixin. Herwiha bi yekîneyên biçûk, mirov dikare li hemberî êrîşên dijmin jî xwe biparêze û dijmin vale derxîne.

Di wê oparisyonê de bi giştî 19 hevalên me şehîd ketin. Piraniya şehadetan jî di dema xwe vekşandinê de çêbûn. Piştî xwevekşandinê me ji nûve hêzên xwe di berçavan re derbaskir û em bi hêzên biçûk careke din vegeriyan Cûdî û me li se dijmin dest bi çalakiyan kir.

Di encama vê oparisyonê de, gelek gund jî hatin valekirin, hin ji miletê li wan gundan bi cih dibû hatin aliyê me û derbasî başur bûn; lê hin jî derbasî aliyê dijmin bûn. Bi vî rengî têkiliya me bi gel re qut bû. Jixwe gundiyên ku di cihê xwe de mayîn hemû girêdayî dijminbûn. Herwiha, têkiliya me ji bajaran jî qutbû û rê ji bin hakimiyeta me derketin. Van mercên nû, hêzên me xistin nava tengasiyên ku em jê re ne amedebûn. Lê gerîla xwe li gorî hemû mercên zehmet xwe bi tevgerdik e. Belkî em dîse jî, li Cûdî man. Lê ne wekî berê, diviyabû ku em di destpêka sala 1994’an de derbasî pêngaveke nû bibin û şêwazê çalakiyên nû biafrînin. Lê dijmin ji beriya me ketibû nava tevgerê de û hemû rê li pêşiya me girtibûn.

Dijmin di wan oparisyonan de ne gihişte armanca xwe û hemû hewildanê wî bê encambûn û vala derketin. Herwiha di nava hemû herem û hêzên me de hevkarî û piştgirtineke pir xurt derdikete holê. Ku dijmin giraniya xwe bide ser heremeke me, wê demê hemû heremên me yên din wê bi hevre çalakiyan li hemberî dijmin li cihên din jî li darbixin, ta ku barê wê heremê sivik bibe. Nimûne dema ku dijmin êrîş bire ser Gabarê. Hêzên me yên Cûdî, Besta û hêzên din bi hev re bûn yek û bi çekên giran û bi hêzeke mezin Şirnex xistin nava çemberê de. Vê yekê jî hîşt ku dijmin gelek hêzên xwe ji Gabarê vekşîne Şirnexê. Dema ku dijmin derbasî Cûdî bû hemû hevalên li qadên din dimînin jî, li hemberî dijmin ketin nava şer û pevçûnê de. Ango kordîneyekî di nava hêzên me de hebû, vê yekê jî oparisyon vale derdixistin.

Dema ku behsa oparisyona 94’an ya li ser Cûdî tê kirin, divê ku mirov behsa qehremantiya hevalê Behadîn bik e. Hevalê Behadîn (ji rojavayê Kurdistanê) li gel 4 hevalên din, bi komployekî wê gavê ketibûn destê dijmin de. Di nava van hevalan de heval Yilmaz jî hebû, ev heval cîgirê min bû. Dijmin işkenceyên hovane li van hevalan kiribûn, lê hevalan çi tişt ji dijmin re negotibûn û îxanet qebûlnekiribûn. Di dawiyê de, heval Behadîn ji dijmin re dibêje ku cihê erzaq û teqemeniya hevalan dizanê û dixwazê nîşanî wan bide. Wisa jî, heval Behadîn li gel hin serleşkeran diçe Cûdî. Heval Behadîn li gelek deran berê mayîn çandibûn û cihê wan baş dizanîbû. Wisa jî, dijmin dibe ser mayînan û him bi xwe de û him jî, bi wan de diteqîne. Çend serleşker wê demê têne kuştin. Di kesayeta heval Behadîn de, êrîşa dijmin vale derdikeve. Qehremaniya heval Behadîn li seranserî Botanê, dibû sembola berxwedaniyê ji bona qada Cûdî bi taybetî û ji bona hemû hevalan.

 

Rê hevalê tekoşînê