HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Bîranîneke ku li qada Gabarê hatî jiyankirin û li ser jiyana şehîd aydin. Ji beriya ku em destpêbikin, em dixwazin li ser erdîngariya Gabarê henekî rawestin. Mîna ku tê naskirin qada Gabarê mîna navenda şerê gerîla di nava bizavê de tê naskirin û bi taybet jî cihê fermandarê mezin û yê efsanewî rêhaval Egîd yê ku li wan hereman gav bi gav şerê gerîla bipêşve bir û da rûniştandin. Li ser wî bingehî ji wê rohê heyanî roja meya îro, her tim mîna navenda şerê gerîla tê naskirin. Ji ber ku dema mirov di nava qada Gabarê de dimîne û têde jiyandike, mirov dibêje ku ew qad ji bona gerîla hatiye çêkirin. Ji ber ku çiya, daristan û erdîngariya wê ji her milî ve destekê dide ku gerîla xwe têde li ser piyan bigre û xwe têde bi cîbike.

Rexekî Gabarê dighêje bajarê Sêrtê û rexê din jî dighêje Mardînê, milekî wê jî xwe dighîne Şernexê, ji milekî din ve jî dighêje bajarê Batmanê. Ango mirov dikare bibêje ku Gabar ji her milî ve bi bajarên mezin hatiye dorpêçkirin. Ji lewra derfetên ku li Gabarê heyî destk didin ku gerîla li wê qadê çalakî û xebatê bide meşandin, ji ber ku erdîngariya wê hesane û mirovan naêşîne. Gabar mîna dayikekî li gerîla di nava hembêza xwede xwedîdike, hem ji milê parastinê de û hem jî di milê xwedîkirina gerîla bi fêkî û bereketa xaka xwe ya merd. Ji dema fermandarê efsanewî rêhaval Egîd û heyanî îro, Gabar her tim bûye naveda şer û jiyana gerîla û li wê qadê gelek şehîdên pakrewan bi xwîna xwe axa Gabarê avdane. Ji wan hevalên hêja yên ku li ser wê xakê kar û xebat kirine û xwîna xwe tevlî wê axê kirine. Hevalê Egîd, Erdal, Adil û gelek hevalên din yên ku li vê qadê rojên nayên jibîrkirin jiyankirine û bi jiyana xwe destanên qehremantiyê li ser bedena wan çiyayan kolane. Li gorî vê yekê dijmin jî ji hemû heremên Botanê giranî bêtir dide ser Gabarê û bi hemû hêza xwe dixwaze li wê qadê xwe bi cî bike. Qada Gabarê ji milekî ve xwe dighîne bajarê Şernexê û ji milê din ve xwe dighîne herema Çiravê û ber bi herema bestan ve diçe. Mile wê yê din jî dighêje kerboranê û çiyayê Bizina û çiyayê Findikê. Cidayê wê li qada Gabarê bi sedê gundên ku dijmin şewitandî û valekirî jî hene.

Di qada gabarê de me gelek çalakî pêkanîn ji wan çalakiyên ku hatîn kirin, ez dixwazim çalakiyekî bi we re parvebikim, di wê çalakiyê de jî hevalê Aydin şehîd dikeve, ji ber wê ez dixwazim bi wê wesîleyê li ser jiyana wî hevalî jî henekî rawestim. Hevalê Aydin hevalekî ji mêj ve cihê xwe di nava bizavê de digirt. Ew di sala 1989 an de tevlî nava tevgerê bibû, ew bi xwe jî ji gundê Reşînê bû. Gundê Reşînê jî gundekî ji wan gundê Gabarê bû. Di sala 2005 an de em bi hevre li herema Gabarê bûn. Çalakiya ku me lidarxistî jî çalakiyeke navendîbû û cihê çalakiyê jî jêre digotin barageha “gundikê şêxê”. Bi wî awayî li ser wê baregehê û bi demekî dirêj keşf û hazirî hatin kirin. Hevalê Aydin bi rengekî bênavber di keşf û heziriyê wê çalakiyê de cihê xwe digirt û ji bona ku ew çalakî bi rengekî serkeftî were kirin, hevalê Aydin bi qasî sê mehan li ser wî karî dirawestiya û ji her milî ve keşif û amedekariyên pêwîst didane meşandin. Ji berê vê çalakiyê jî em gelek caran bi hevalê Aydin re ketibûn gelek çalakiyên din jî, ji bona wê şêwe û rêbazê hevalê Aydin yê çiwîna li ser dijmin ji milê me ve dihate naskirin. Ji bona wê mirov dikare bibêje ku hevalê Aydin di milê şêwe û terzê xwe yê şer û çiwîna li ser dijmin de xwedî cesaret û baweriyeke mezin bû û her tim dibû çavkaniya coş û muralê ji bona hemû hevalên ku pêre diketin çalakiyan.

Ji ber wê di hemû keşf û çalakiyên ku ez bi hevalê Aydin re diketimê, min ji bona xwe gelek cesaret û bawerî ji wî hevalî digirt. Me çalakiya Gundikê Şêx di Payîza sala 2005 an de lidarxist. Jixwe bi qasî demekî dirêj keşfa çalakiyê hate kirin û piştî ku keşfa çalakiyê bi dawî bû hemû heval li hev kombûn û civîna çalakiyê hate lidarxistin. Di hindirê wê civînê de hemû tiştên girêdayî çalakiyê hetin gutûbêjkirin û yekîneyên ku cihê xwe di çalakiyê bigrin hemû hatin belîkirin. Hevalê Aydin jî berpirsyarê yekîneya êrîşê ya ku cihê xwe di pêşde digirt bû. Rojekî ji beriya ku em biçin çalakiyê hevalan rêya di navbera Nisêbîn û Bagokê birîbûn û di encamê de leşkerek êsî girtibûn. Ji beriya ku em biçin çalakiyê weke din dijmin bi qoberyan êrîşî li ser mekirin û di wê êrîşê de hevalekî me şehîd ket û sê hevalên din jî birîndrbûn. Piştî wan şehadet û birîndariyên ku di encama wê êrîşê de rûdayî, li cem hemû hevalên ku cihê xwe di çalakiyê de digirtin giyanê tolhildanê û heyfhilandinê xwe bi rengekî berbiçav dida xuyakirin û bi taybet mirov ev rih di kesayeta hevalê Aydin de bi rengekî pir baş ferqdikir. Ev yek jî di nêrîn û danûstindinê wî yên ku bi hevalan re dida çêkirin û asta hers û baweriya ku li cem wî peydadibû û bandora xwe li ser hemû hevalên ku li derdorê diman jî dida çêkirin. Em birêketin û me xwe gihande cihekî nêzî cihê çalakiyê û me li wêderê bêna xwe veda. Di wê navberê de hevalê Aydin bi henekî ji me re got; em li ser riya çalakiyê ne û dibe ku em careke din hevdû nebînin, ji bona wê çû û ji hevalan re masî girtin û anîn dane hevalan. Di her warê jiyanê de hevalê Aydin xwedî coş û heyecaneke mezin bû û bandora vê yekê li ser hemû hevalên ku li derdorê wî jî diman pir dihate xuyakirin. Jiyana hevalê Aydin, kesayeta wî ya ku di her milê jiyanê ve xwedî hebûneke zindîbû û ji bona her karî hazir û amedebû û bi giyanê serkeftinê di ser hemû karê xwede û bê ku bikeve di nava diduliyê de diçû. Hevalê Aydin û bêyê ku bihna xwe vede, her tim dixwest ku ji hevalan re xizmetê bike, di dema rêdejî ji hevalan re timî digot, pêwîst e ku em vê çalakiya xwe biserbêxin. Ji bona gihiştina vê yekê jî pêwîst e ku hemû heval bi hişyarî û baweriyeke mezin û bêyî ku şaşîtiyan bikin biser çalakiyê de biçin. Wê demê min ji hevalê Aydin re got; çime tu li ser hev vê yekê ji me re dibêje û li pey hev dubare dike? Hevalê Aydin bersiva min da û got; di dema çalakiyê de şaşîtiya hevalekî dibe sersebebê binketina çalakiyê û şehadeta hevalan. Ji ber vê yekê ew baldariyê ku hevalê Aydin destnîşandikir her tim di hindirê mirovan de dispilîn û baldariyekî dida çêkirin. Bi wî awayî em di nêzî gunde jî derbasbûn û hêjî hemû leşkerê baregehê şiyarbûn jî, lê heyanî ku me xwe gihande nêzî baregehê jî kes bi me nehesiya. Ji bona wê erkê hevalê Aydin hem di milê keşfa çalakiyê û di milê çiwîna ser dijmin de cihekî xwe yê cuda hebû. Di demjimê 8ê êvarî de me dest bi çalakiyê kir. Yekîneya ku hevalê Aydin li ser disekinî, wan di destpêkê de dest bi êrîşê kirin. Lê dema ku hevalê Aydin û hevalên ku pêre dest bi çalaiyê kirin, di temasa yekê de hevalê Aydin şehîd ket û sê hevalên pêre birîndarbûn. Piştî wê hevalan hevalê Aydin û hersê hevalê birîndar ji wêderê xilaskirin. Ji derveyî hevalekî tu hevalan nedizanî ku hevalê Aydin şehîdketî ye. Ji ber ku tu hevalî bawernedir ku hevalê Aydin bi wan cerbandin û ezmûnên xwe yên ku jiyankirî bi wî rengî şehîdbikeve. Piştî ku me hevalên birîndar ji gir derxistin, bi yek carî me hemû yekîneyên din dest bi çalakiyê kir. Heyanî wê gave min jixwere digot; hevalê Aydin di pêşde li benda me ye. Bi qasî 30 xolekande beregeha dijmin hemû kete destê mede, baregeh bi temamî hate şewitandin û leşkerê saxmayîn jî hemûyan sengerê xwe berdan û reviyan. Hemû sengerê dijmin ketin destê hevalan û her tiştê heyî hate şewitandin, hevalan gelek çek jî ji ser leşkeran rakirin, fermandarê wê baregehê bixwe jî di wê çalakiyê de hate kuştin û gelek leşker jî di wê çalakiyê de hatin kuştin û gelek jî birîndarbûn. Tişta ku em dikirin tengasiyê tanga ku di wî girî de heyî bû, lê hevalan ew jî di demeke kin de bê bandorkirin. Hês û giyanê tolhildanê yê ku li cem hemû hevalan di astekî pir bilind debû. Ji milekî din ve jî didema ku qobrayê êrîşî ser me kirî û di encamê de şehadeta hevala Gulan a ku nebûbû sê rojê wê hatibû qada Gabarê û birîndariya sê hevalên din, hîn bêtir hês û kîna hevalan bilintirdikir. Ji ber vê yekê di dema çalakiyê de mirov dikare bibêje ku di dema çalakiyê de hemû hevalan erkê xwe bi cî tanîn û fidekariyeke bê sînor û di asteke bê sînor de raber dikirin, ev jî dibû neden ku çalakî ji hemû rexên xwe ve bi serkeftî bû. Heyanî ku hevlên çalakî birêve dibirin xeberê vekişandina çalakiyê dane me, hîn jî me nedizanî ku hevalê Aydin şehîdketî ye. Hevalan çek û rextê wî bi xwe re anîbûn, lê ji ber ku tangê bê navber li me dida, me nekarî ku em cenazê hevalê Aydin bixwere bînin, tişta herî ku em pê êşiyan jî evbû. Dema ku hemû hevalan bihîst ku hevalê Aydin şehîd ketî ye, nedixwestin ku ji cihê çalakiyê bizivirin. Min bixwe jî bawernedikr ku hevalê Aydin şehîdketî ye, ji ber ku min qet bawer nedikir ku hevalê Aydin bi wî rengî şehîdbikeve. Ji ber ku di gelek şer û çalakiyên ku em bi hevre ketinê de, rojekî ew di wan çalakiyan de qet birîndarjî nebûbû. Di nava mede hevala Roken hebû, dema ku bihîst hevalê Aydin şehîdketî ye, digriya û digot ez naxwazim ji vêderê biçim û digot; pêwîst e em çalakiyeke din bikin û tola hevalê Aydin hilînin. Dema ku em ji çalakiyê zivirîn cihê xwe yê destpêkê em lê disekinîn û hemû heval li hev kombûn, bandora şehadeta hevalê Aydin li ser hemû hevalan û bi rengekî berbiçav xuyadikir. Herçiqasî çalakiya ku me lidarxistî bi serkeftîbû jî, lê şehadeta hevalê Aydin ji bona hemû hevalên qada Gabarê û bizavê wendahiyekî mezinbû. Ji ber ku hevalê Aydin, hem di milê hevaltî, jiyan û şêweyê xwe yê şer û çalakiyande xwedî ezmûn û cerbandinên salanbû. Hevalê Aydin bi hemû xisletên xwe tirs û xofeke mezin kiribû dilê dijmin û neyaran jî. Ji ber ku ew di qada Gabarê de mîna pêşengekî bû û di nava gel de jî pir dihate heskirin, hemû pîlanê dijmin jî ew bû ku wî hevalî şehîd bêxîne. Ji bona vê yekê gelek caran bi riya gundiyan dixwestin ku bêbextiyekî bînin serî wî û wî şehîdbêxin, an jî dîlbigrin. Piştî şehadeta hevalê Aydin bi salan jî dema ku ez di qada Gabarê de bi kûve jî biçûman, her ew heval li ber çavê minbû û qet wêne û dîmenê wî hevalî ji ber çavê min qutnedibû. Herçiqas min dikir û nedikir min nedikarî ku ez wî jibîr bikim. Ji lewra min nedixwest ku ez li Gabarê bimînim. Ji bona vê yekê min jixwere digot, ji bona ku ez vê yekê ji ser xwe bavêjim, pêwîst e ku ez derbasî qadeke dinbibim. Herçiqasî li qada Gbarê gele heval li cem me şehîdketin, lê qasî ku ez bi hevalê Aydin bandorbûm û êşiyam, ez dikarim bibêjim ku ez bi hevalekî din wisa neaşiyam.

Şehadeta hevalê Aydin ji min re pir xerîb bû, ji ber wê min ji hevalên ku cihê xwe di çalakiyê de li cem wî digirtin fêrbûm ka ew bi çi awayî şehîdketî ye. Di destpêkê de hevalê Aydin û yekîneya xwe di derî re dixwazin derbasî baregehê bibin. Hevalê Aydin dikeve cihê hişedaran û wan tunedike, lê leşkerên li wan derdoran heyî piştî vê yekê guleyan li hevalan direşînin, di encamê de hevalê Aydin şehîd dikeve û hersê hevalên ku li cem wî birîndardibin, ji wê yekîneyê tenê hevalek saxlem xilasbûbû. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku qada Gabarê mîna kelha qehremantî û berxwedanê tê naskirin. Jixwe piştî çalakiyê derdorê 5-6 mehan ez ji qadê derketim, heyanî wê demê her dem û wextî û dema ku ez bi kûve diçûm, ew heval her tim li ber çavê min bû û qet ji ber çavê min nediçû. Her deverê ku me bihevre lê digeriya û me gelek bîranîn li wan deveran jiyankirî, her gav ew dem û bîskên heyî yek bi yek dihatin ber çavê min. Ji ber şêwazê şer û jiyana hevalê Aydin û nêzîkatiyê wî yê xwe parastinê û hevalê xwe parastin, cesaret, fidekatî hişyaria ku li cem wî peydadibû, min tu caran bawernedikir ku ew şehîdketî ye. Di her çalakiya ku hevalê Aydin cihê xwe têde digirt, hemû hevalan baweriya xwe heyanî dawiyê bi serkeftina wê çalakiyê tanîn. Piştî wê û heyanî ku em derbasî qada başûrbû jî û heyanî îro jî û di her perwerdeyên ku min dîtî jî û di hemû rexên jiyanê de jî, ez her tim li ser jiyan û kesayeta wî hevalî dihizirim û ez dixwazim di her warê jiyan û kesayeta xwede layiqê ked û bexwedana wî hevalîbim. Deha zêdetir jî ji bona tolgirtina wî hevalî ez diketim di nava ked û xebatêde. Di encamê ez dikarim bibêjim ku bandora wî hevalî li ser min dayî çêkirin, ji milekî ve ez gelekî pê êşiyam û ji milekî din ve şehadeta wî hevalî ez gelekî dame hizrandin û ji gelek milan ve dihate xwestin ku ez şopdarê jiyan û xesletên wî hevalîbim. Li gorî vê yekê mirov dikare bibêje ku hevalê Aydin birastî mîna memûstayekî şer dihate naskirin û ji her milî ve destk û alîkarî dida derdorê xwe. Ji ber wê ez dikarim bibêjim ku asta hêz û baweriya ku me ji wan hevalên ku li qada Gabarê û hemû hevalên ku di tekoşînêde şehîd ketîn girtî, em hayanî îro bi wê hêzê dimeşin û xwe li ser piyan digrin û emê heyanî gihiştina serkeftinê û azadiyê şopdarê rêç û doza wan hevalanbin. Herçiqasî di destpêkêde bandora şehadeta hevalê Aydin li ser min birengekî hestewarî bû, lê ez dikarim bibêjim her ku sal li ser şehadeta wî re derbasbûn, hîn bêtir min rastiya kesayet û jiyana wî hevalî hîn baştir derxiste zanebûnê.

Doxan Varto