HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji xweda û xwedawendên Zagrosê bipirsin, ji ax û daristana bipirsin, ji dost û hevalan bipirsin, lawikekî lingê wî tazî bû, çavên wî tijî rondikbûn û cilê wî qetiyayî bûn, ew li kuderê ye? Li dayîka xwe digeriya. Bi hesreta dîtina dayîka xwe, ne serma û seqem, ne jî birçîbûn û westandin bandor lê nedikir. Xwîngerm û şêt bû. Bi ba û bagerên çiyan re dikete nava pêşbirkê de. Tenê ji bo bighêjê dayîka xwe, her tişt hildigirt ser milê xwe. Mîna lawikê xerîb hesreta wî di dilê wî de nema û gihişte dayîka xwe. Lê belê kesekî texmîn nedikir ku wê di hembêza dayîka xwe de çavê xwe li dunyayê bigre. Roja ku hevalê Seyîd Riza çavên xwe li dunyayê digre, asîman har û dîn dibin. Baran dibarê, dil û kezeb li ser gerilayê ciwan dişewitin. Dayîka delal dîsa kurekî xwe wendakir û di quncikên şevan de dilorînê. Bi çûyîna şehîd Seyîd Riza re careke din axa pîroz xwe bi xwîna lehengan şûşt. Di dilan de kîn û kerb zêdetir kir û hêvî mezintir kir. Li ser dil û kezeba mirovan navê Seyîd Riza hate nivîsandin. Hevalên wî yên şerker dilê wan ranakê ku navê wî bi lêv bikin. Her carekê navê wî tînin ser zimanê xwe, bîranîn û rojên ku bi hev re derbaskirine tê bîra wan. Di çiyan de çîrokeke weha jiyankirin, êş û janên pir mezin bi xwe re tînê.

Seyîd Riza Di Nava Pencên Feqîrtiyê De Mezin Dibe.

Mehmed Înce (Seyîd Riza) li navçeya Hezro ya girêdayî Amedê di sala 1984 an de ji dayîkbûye. Rewşa malbata wî ya aborî pir lawaz û qels bû, ji lewma di temenekî biçûk de dixebite. Wekî her zarokekî dixwaze biçe dibistanê, lê belê feqîrtî xeyal û jiyana wî didize. Di temenekî biçûk de desp bi kar dike, pêlavan boyax dike, pirtûkan difiroşe û heta hin caran jî bi hevalên xwe yên feqîr re li kolanan digere. Helbesta feqîrtiyê bi tîpên mezin di ruhê wî de hatibû nivîsandin. Şên û xweşiya jiyanê di ruh û dilê xwe yê biçûk de diveşart. Ji ber pere her çiqasî hebin jî, lê belê tu nikarî bi peran dilşadî û xweşiya jiyanê bikire. Heval Seyîd Riza zarokekî jîr bû, li derdora wî çi tê jiyan kirin dizane. Bîr dibir ku li kêleka wî jiyaneke bê dadî heye. Çima hinek mirov weke dixwazin jiyan dikin û hinek jî di bin lingan de diperçiqin? Çima zarokên Kurd di cîhaneke weha bê dad de mezin dibin? Gelo ji ber em Kurdin pêwîste êş û xemgînî para me be? Ev nakokî di serê Seyîd Riza de mîna pêtên agir gur û geşdibin.

Xezeba xerîbî û feqîrtiyê jî di hundirê xwe de dihewîne. Dewleta Tirk şerê xwe yê taybet çawa bi koçbertiyê li ser gelê Kurd dida meşandin, îro jî bi feqîrtiyê didomîne. Gelek mirovên Kurd ji derdê xerîbtiyê çavên xwe li dinê girtine û bi hesreta vegera welatê xwe di gorên xerîb de hatine bin axkirin. Dijmin ji bona ku vîna gelê Kurd binpêbike û di nava koletiyê de bifetsîne, di rêbaz û siyaseta xwe de berdewam dike. Ne xema dewleta Tirka ye ku zarokên mîna Seyîd Riza di nava pencên feqîrtiyê de bêne daqurtandin. Ne tenê zarokên Kurd ji birçîna dimrin, hemû mirovên ku nasnama wan tê mandila(înkar) kirin, dibin cangoriyên siyaseta dewleta Tirk. Feqîrtî lêgerînên hevalê Seyîd Riza yên azadiyê, ziwa nekirin. Dixebite, ked dide, xwêdanê dirjîne û weha nirxên jiyanê diparêze. Ev jî roj bi roj hezkirina welat di dilê wî de mezindike. Bi naskirina rastiya pergala deshilatdar kîn û qehra di dilê wî de zêdedibe. Li ser riya gihiştina jiyaneke azad lêgerîna wî heye. Heval Seyîd di temenê 22 saliya xwe de berê xwe dide çiyan û beşdarî meşa azadiyê dibe.

Gerilayekî Ku Bi Rêncbertî Û Dilnizmiya Xwe Dihate Naskirn.

Hevalê Seyîd Riza di sala 2005 an de beşdarî gerila dibe. Roja ku bejna xwe ya dirêj bi cil û bergên gerila dixemilîne, pêlava xwe dike lingê xwe, çeka xwe dide milê xwe û rext li newqa xwe girêdidê, ew roj cejna wî ye. Ji bîr nake ku kefiya gerila bide ser milê xwe û weha ji xwe re bibêjê “ez jî bûme gerila û li serê çiyan jiyandikim”. Nasnama xwe weke gerilayekî dihilbijêre û di çiyan de dest bi têkoşînê dike.

Perwerda xwe ya şervanê nû li herêma Xinêre dibîne. Di demeke kin de fêrî jiyana gerilayetiyê dibe. Bi biryar û baweriyeke xurt derbasî herêma Xakurkê dibe û tevlî piratîkê dibe. Pir zêde di şert û mercên çiyan de zehmetiyê nakşîne. Bi xebata xwe zû bi hevaltiya çiyan hevsengiyê çêdike. Di çiyan de her gaveke ku tavêjê, bi armanca pêkanîna erkên xwe yên şoreşgerî, meşa xwe didomîne. Bi hestên hezkirinê, hevaltî û rêzgirtinê dilê xwe tijîdike. Di paşerojê de, wan rojên ku bi êş jiyan kirine tu carî ji bîr nake û weha nirxên hevaltiyê û jiyanê dizane. Pênûsa ku tu carî nexistiye destê xwe, êdî dikare têxê nava tiliyên xwe. Ji bona ku li ser parêznameyên Rêber APO dahûrînê bike û kûr bibe, li çiyan xwe fêrî xwendin û nivîsandinê dike. Êdî dikare pirtûkê bigire destê xwe û bixwîne. Bi lênûsa xwe re hezkirina xwe ya jiyanê parvedike.

Zagros Li Benda Lawikê Xwe bû

Bi heybeta şoreşgertiyê di dawa Zagors de gerandin, di asoyên çiyan de hilkişandin, di deşt û zozanê wê de rêveçûn û ji ava wê vexwarin, dilê hevalê Seyîd Riza hînik dikir. Ew li benda wan rojan bû ku weke şoreşgerekî di çiyan de têkoşînê bike. Bi wê xirûşmendiyê derbasî qada Gerdiyan dibe. Li Govendê, Şemzînan û Xapûşkê dimîne. Li qada Gerdiyan gerilayetî kirin, kedeke mezin dixwaze, hevalê Seyîd Riza jî her çiqasî kar bikrana û westiyabûna jî, ew qasî wijdana wî rehet dibû. Heger tevlî jiyanê nebûna, sebra wî nedihat. Her rojeke ku di çiyan de derbas dikir, bi rastiya jiyana gerila re dipijiya. Ev pijandin jî ristekî(rol) wî ya mezin di jiyanê de çêdikir. Ne xerîbe ku hevalên li derûdora wî pêve werin girêdan, ji ber ji hevalên xwe pir hezdikir. Di demeke kurt de dest bi çûyîna çavdêriyê dike. Li ser tektîkên şer lêhûrbûna wî pêşdikeve. Di çelakiyên leşkerî de pêşengtî dike û hêdî- hêdî bi rastiya şer re rûbirû dimîne. Hevalên wî li kêleka wî birîndar dibin û şehîd dikevin. Şopên xwîna hevalên wî li ser kincên wî dimînin, ev dide xuya kirin ku gelek heval di hembêza wî de şehîdketine. Gerilayê şerker her ku diçe girêdana wî ya bi jiyanê re zêdetir dibe. Di jiyanê de gelek bê deng e. Di çavên wî de nepeniyên ku nedihatin xwendin û veşartîbûn dihatin pêjinkirin. Kesayeteke pir hestiyar û dilovan dihate naskirin. Di qada şer de berpirsyartiya yekîneyeke biçûk dikir. Li gorî vê yekê çi tişta ku ji serleşkerekî şer tê xwestin, ewî ked dida ku wî tiştê pêkbîne. Her weha bê hesab bi ser kar de diçû.

Heval Seyîd Riza di sala 2009 an de derbasî qada Avaşîn dibe û beşdarî perwerdeyeke bîrdozî û leşkerî dibe. Di kevîkên Avaşîn de şopên lingê wî dimînin. Li ser kevirên Avaşîn bîranînên wî dimînin, lê mixabin Avaşîn texmînnake ku wê hevalê wê, jê qutbibe. Di perwerdê de li ser parêznameyên Rêber APO lêhûrbûnê dike û xwe amade dike ji bo ku bikarbe di pêvajoya çaramîn de erkên xwe pêkbînê. Piştî qedandina perwerdê dîsa jî derbasî qada Gerdiyan dibe.

Şehîd Seyîd Riza Bi Xwîna Xwe Peyva Berxwedaniyê Dinivîsîne.

Hevalê Seyîd Riza vedigere Gerdiyan. Derbasî Xapûşkê dibe. Gelek xwîngerme, gava ku diçe keşfê herdem li bendê ye ku dijmin derkevin erazî. Vê carê şensê wî heye û leşkerên Tirk derdikevin erazî. Hevalê Seyîd Riza gurûpa xwe komdike û pîlansaziya xwe çêdikin. Gurûpa wan çar hevalên xortin û hevaleke jine, ango pênc kesin û hevalê Seyîd Riza serleşkerê wan e. Bi hev re dijmin ji sibehê heya nîvro keşfdikin. Pişt re li gorî pîlansaziya xwe dikevin tevgerê. Sê hevalên xort di gurûpa parastinê de cihê xwe digirin. Hevalê Seyîd Riza û hevala jin jî cihê xwe di gurûpa êrîşê de digirin. Piştî ku gurûpa parastinê cihê xwe digre, Seyîd Riza û hevala xwe dikevin tevgerê. Çeka wan di destê wan deye û hêdî-hêdî ber bi dijmin ve diçin. Xwe digihînin serê gir. Hevala jin bumba xwe dixe destê xwe, hevalê Seyîd Riza jî çeka xwe digre destê xwe û ber bi armanca xwe ve diçin. Hevala jin çawa bumba xwe tavêje nava leşkerên Tirk, hevalê Seyîd jî dirabe ser xwe ji bo ku guleyan bireşîne, lê belê dijmin wî ji dûrve gulebaran dikin û giran birîndar dibe. Gotina wî ya yekem dibêjê “ heval ez birîndar bûm”.

Hevala jin bi lez ber bi wî ve direve. Lê mixabin birîna hevalê Seyîd gelek girane û nikare bimeşe. Lewre hevala jin di milekî de bi dijmin re ketiye nava pevçûnê, di milekî dîtir re wî bi erdê ve dixişikîne heya deverekê. Hevalê Seyîd Riza ji hevala xwe re dibêjê “ tu biçe gazî hevalan bike ezê li benda we bim heya hûn werin” hevala jin naxwaze biçe û wî tenê bihêle, lê belê ew israr dike. Di dawiyê de dibêjê “silavên min li hevalan bike û ji wan re bibêjê ez gelek ji wan hezdikim.” Bi gotina van peyvan re xatir ji hevdû dixwazin.

Hevalê Seyîd Riza bi birîndariya xwe li dijî dijmin şerdike. Dibe ku pir bi êş be ez vê hevokê binivîsînim, lê belê hevalê Seyîd Riza jî weke hevalên dîtir radestbûnê napejrîne û bumba xwe bi xwe ve diteqîne. Bi teqîna wê bumbê ve dilê hemû hevalan bi xwe re perçekir. Ji ber ku şehadeta hevalê Seyîd bandor li hemû hevalan kir.

Hevalên wî yên şoreşê