HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Medeni Ferho

Ezê Bazara 9ê Cotmehê bi Duşembê ve, bi hefte, meh û salan ve girêbidim.

Da ku, di rojan de, di hefteyan de, di meh û salan de, navê Rustem Cudî li ezmanê Kurdistanê binivîsim. Da ku bibe pelek ewrê baranê, bi bayê xerbî re baqên nefelê û gurzên indekoyê berhev bike.

Da ku, gerdena xizêmþora heyva li çardehan bixemilîne.

Bo bibe kulîlkên bi navê Elîşer Koçgirî û Çîçek Botan...

Bo ku ez bibim Botan, bibim Qendîl, bibim Serhed û Dêrsim, bibim bizavtina bayekî li ser hawara dayikên Kurdistanê.

Bo ez bibim gurzê destê zarokên Kurd, li Amedê, li Mêrdîn û Batmanê, li Sêrt û Serêkaniyê, li Qamişlo û Kobanê û keviran biavêjim polîs û romiyên kujer.

Da ku bibim Bagok û li Binya Xetê bibim helbestek bê dawî û li tevahiya welat bibarim.

Hingî dem nikare bi min, nikare bi navê Rustemê min...

Nikare bi Eliyê min û nikare biçilmisîne, evîna Çîçeka Botanê.

Ne top û tankên dijmin, ne balafirên Tirk û Saddam dikarin Qendîl û Helepçê bişewitînin.

Li ser dezgehekî zêrîn ezê navê lehengên dilê xwe binivîsim, li ser taqên çiyarêzan bi tîpên bizmarî û şibî-kirina zêrîn bikolim.

Ezê bibim çakûç...

Ezê bibm sidan...

Ezê bibim miqar û di destê hostayên kevirê Qatoro de li ser kevir û kûçan bibim nav û li ser avê, li ser axê, li ser ezmanê Kurdistanê û li ser mermerên cîhanê binivîsim…

Êdî kes nikare jibîr bke destanê wan û nikare bêje ez Rustem Cudî me...

Na kes nikare bêje, ez Rustem im û li Cudî destanê azadiyê dinivîsim.

Kes nikare bêje Ez Elîşer Koçgirî me, kes nikare bêje ez Çîçek Botan im.

Ew wek dilopên baranê, wek stêrikên li þînxaliya ezman, wek gotinên di rûpelên dîrokê de, wek pêlên çemê jiyanê ne… Kî dikare bibe Rutem, kî dikare bibe Elşêr, kî dikare bibe Çîçêk? Ew weke navê destanên cengaweriyê û di kêleka promethaus de, bi kûç û berzehên Çiyayê Zagrosê ve zincîrkirî ne…

Wek xwedawendên sedsalê, ocaxa mirovahiyê bi agirê pîroz ronî dikin.

Rustem Cudî navê demê ye…

Elîþer Koçgirî navê demê ye…

Çîçek Botan navê demê ye…

Kes nikare bibe nivîskarê vê dema bi cengaweriyên destanî hatiye xemilandin.

Belkî rêzek gotin, çend stêrik werin darvekirin û hemayilên zêrîn li hev bêne pêçan û wek niviştokên pazîbendan bêne girêdan. Û çend dilopên baranê bibarînin. Û awzekê biqîrin.

Lê, tu nivîskar wê nikaribin navê di atlasê dilê min de hatiye nivîsandin bikdirînin. Ew navên ku li çar taqên Kurdistanê hatine kolan û bi dilopên xwîna xwe, bi parçeyên laþê xwe dirrih û mayinên tixuban parçe kirinê, tunekirine, zengil û naqosên azadiyê lêdane û bûne ronahiya heyva li çardehan… Kî dikare bnivîse destanên bi xwînê hatine mohr kirin?

Roja gonê, Rustem Cudî li Qendîl û Xînêra, li Xakurk û Zapê li hemberî ezmanê sotî kirî û li ser axa şewitî, li hemberî darên kizirî, li ber qeraxê ava jehrkirî, got : « Kurdistan êdî azad e. Azadî rûniþtina di rojeva cîhanê de ye, ev navê qebûlkirinê ye. Êdî Kurdistan heye, nasnameya Kurdistanê heye û Kurd jî xwedî îrade ne. »

Ez û ew çûne Qamişlo, Tirbespiyê, li ser banekî di kêleka gundekî de rûniþtin.

Me pişta xwe da Çiya û deştên Serê Kaniyê û heya bi Bagokê me hespên xwe bezandin.

Me stêrik ji ezmanê Amedê kom kirin û bi ezmanê Sêrtê, yê Hewlêrê ve daleqandin.

Me li hemberî gorîstanên kêlên şikestî çend stran gotin û me bi zimanekî nenas, got ; « çermê me kolan berîk çêkirin û xwê kirin. Bedena me gule kirin, parçe kirin, dîse jî, em sunda azadiyê xera nakin, riya me ya azadiyê ye… ”

Rustem Cudî got, “êdî hêvî mezin e, kes nikare bêje cengawerên Kurd bê nav in û Kurdistan bêxwedî ye. Xwîna me bû kilîda azadiyê. »

Hingî strana Ferhat Tunç, “Uyyyyyy uyyyyy hawar” hate bîra min.

Dilopek rondik li ser mijgulên min peyda bû. Bêhna kizîra dilê min hat, dilopên xwîn niqutî ser kezeba min. Dilopa rondika min, hat û li ser kulîlkên berxwedanê û wek dengê naqosa banga hawarê olan veda. Dengê zengilê azadiyê û qîrêna cengaweriya Rustem Cudî li çar aliyên cîhanê hate bihîstin.

Zengilên zarokan û pîpîkên gizîran li kolanên bajar û gundan bûne kevir...

Hingî, dengê spîkerê Radyoya Dengê Mezoptamya Serîhildan hat û got: Zarokên Amedê bi keviran re diaxivin, bi keviran re radizin, tirsa xwe di berîka polîsên hov de, tirsa xwe di çavên polîsên har de, tirsa xwe di paþil û pêsîra polîsên dirrinde de diqîrin û agirê dilê xwe li nav serûçavên panzerên polayî didin.”

Ew zarokên Rustem Cudî ne û hevokên cengê diqîrin.

Ew zarokên Elîþêr Koçgirî ne, çakûçê li ser sidan in.

Ew zarokên Çîçek Botan in, dengê herka dîrokê di mista xwe de haveyn dikin.

Îro dilekî min çilmisî, yek pûnijî. Dîse jî sê gulên basimbarî di mista cengawerên min de kat dan; zengilê valahiya demê lê da û hawara 9ê Cotmehê daket...

Sal dirêj bûn, bihar winda bû û lingê min riya xwe şaş kirin. Mêjiyê min dem û heyam tevlîhev kirin. Roj bûne sal, sal bûne sedsal… Ez ketim xewneke þityar û bêyî ez bigirîm, min dilê xwe sotî kir, kezeba xwe dax da...

Di xewê de ez birîndar bûm û ez ne ez bûm. Dil û mêjiyê bûne stranên dilojarê lorandin... Piþtre, dilojarê bûne destan û helbest tevlî çemê dîrokê bû.

Di vê dema kuştî de, min xwe nasnekir. Kuştinek nû, birîndariyek nû, windahiyek nû diafirîne. Dixwazim ji nû bibim û nav li xwe bikim û di jiyana nû de, wek Rustem Cudî got, “gerila nave jiyana nû ye” ez jî bibim gerilayek.

Gerila heyamên vala didagirin, bi navên nû, di jiyana nû de, jiyaneke nû diafirînin.

Di vê heyama vala de, di vê kêlîka ku dilê min digirî, çavên min xwînê dirijînin de, dixwazim bibim gerila, da ku biqîrim û jiyana nû biafirînim. Navê jiyana nû Rustem Cudî ye û ronahiya cîhanê bi kululkên xwînê vedikin.

Di 9ê Cotmehê de, destanek bi nave Rustem Cudî hate nivîsandin, lê dîse jî dilê min dieşe..

Destanek, bi nave Çîçek Botan hate nivîsandin, dîsa jî dilê min dişewite.

Destanek bi navê Elîşêr Koçgirî hate nivîsandin, dîse jî dilê min dihelike.

Dîse jî dilê min digirî û ez di nava xwîna dîrokê de difetisim.

Hey hawaar!...