HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Min dilê xwe qewîm kir û lênûsa şehîdan vekir, nav û wêneyê şehîdekî ku min pê re jiyankiriye û qomîtantiya me kiriye li ber çavên min ket. Ne balkêşe ku axînek bi dilê min bikeve. Weke her carî hestewerî dilê min dorpêç kir, ji ber ku di şopandina rêya wan de ez kêm mam. Min hevalê Medenî sala 2005 an naskir û di wê salê de derbasî Dêrsimê bû. Şert û mercên heyî destor nedan ez dîroka 17 salên ku heval Medenî di şer de jiyankiriye, nasbikim. Firseta naskirina gêrîlayekî ku di şer de pijiyaye, min wendakir. Lê belê dîsa jî sîmeyên rûkenî û sadebûna riwê wî min jibîr nekiriy e.

Hevalê Medenî li Norşînê ya girêdayî Bidlîse sala 1966 an ji dayîk bûye. Piştî ku li İstanbulê zanîngeh bi dawî dike biryar dide û sala 1990 î tevlî partiyê dibe. Berî ku derbasî çiyê bibe diçe saheya Rêbertî û li Akademiya Masum Korkmaz ya Lubnanê dewreyeke perwerdê dibîne û weha derbasî çiyê dibe. Piştî ku derbasî welêt dibe diçe Zagros e.

Hîna du salên wî temam nebûne, beşdarî şerê başûr yê sala 1992 an dibe. Roxmî ku nûye, lê belê bi wêrekî ser şer de diçe, li hemberî tesfiyeciyan dibe xwedî helwest û bi gurûpek hevalan re li berxwedide.

Hevalê Medenî demekî dirêj li Zagros dimîne. Her rojeke ku li Zagrosê jiyankiriye bi şer re derbas bûye. Ew rojên xwe bi ked, westandin û bi têkoşînê hûnandin e. Li kêleke wî gelek heval şehîd ketine, di canê wî de jî gelek birîn hene û carne ji mirinê filitiye. Hevalan di nava gotinên xwe yên ser hevalê Medenî digotin canê wî ji perçan û fîşekan kun bibû, lê belê bi wan fîşekan re mîna çîçeke ku were avdan geşdibû û xwe nedida paş. Li Zagrosê şopên wêrekî, heyecan, hezkirina jiyanê û têkoşîna hevalê Medenî her dem hene. Bi dilopên xwîna xwe li ser xaka Zagrosê cihê xwe çêkiriye. Hevalê Medenî jî yek ji wan qomîtanê ku pêşengtiye şer dikirin. Li Zagrosê şervantî jî kiriye û bûye qomîtanekî mezin yê şer.

 

Hevalê Medenî li beramberî zoriyan tucarî xwe radest nekiriye

Şehîd Medenî di nava şer de pijiyaye û bi keda xwe mezin bûye. Gava ku di şert û mercên zor de derfet kêmbin, her kes nikare di wan zemana de afirîner be û moralê xwe nexîne, lê belê şehîd Medenî di şert û mercên herî zor de xwe nedaye paş û di warê manewî de qelsbûn jiyan nekiriye. Ev hêza manewî çavkaniya xwe ji girêdana bi Rêbertî, gel, şehîd û hevalan re, digire. Gava ku mirov di jiyanê de çavkaniya moralê xwe ji tiştên vala û betal bigire, mirov gelekî bê arame û nikare di zoriyan de serkeftine bidestbixîn e. Kesayetên ku bi kedê xwe dibin xwediyê tecrûbeyên şer û jiyanê, dibin xwediyê armancên mezin. Hevalê Medenî jî bi hesanî kesayeteke wiha xurt di xwe de nedaye avakirin. Bi qasî asêbûna çiyayên Zagrosê dil û mejiyê xwe asê û torîn kiriye.

Piştî ku sala 1999 an Rêbertî biryar da ku gêrîla xwe paşde bidin, hevalê Medenî jî derbasî Qendîlê dibe. Piştî ku stratejiya şer hate guhertin her kadroyekî rêxistinê nakokî jiyankirin û nikarîbû wate bidin wê donemê. Lê belê yên mîna hevalê Medenî xwestin stratejiya nû fêmbikin û xwe nedan paş. Di hemleyên bi YNK ê re tabûr qomîtanî bû û weke her carê pêşengtiye şer kir. Ferasetên kesayetên tesfiyecî bandor li ser wî nekirin. Di donemên xeterdar yên ku rêxistin tê de derbas dibû, hevalê Medenî durûst nêzî rêxistinê dibû û mîna kadroyên dîtir nedigot “ min bi salan şer kiriye û hesab nexwestiye”. Xizmetkirina rêxistinê ji xwe re kiribû armanc. Di her şert û mercan de xizmeta rêxistinê dikir û erkên xwe bi cih tanîn. Gava ku di jiyanê de yan jî di wezîfeyekê de kêmasiyên wî derketibane gelekî li zora wî diçe û xwe dide lêpirsîn kirin. Mîna me, hevalan û jiyanê tewambar nake, xwe dide lêpirsîn kirin û jidil rexnedayîna xwe dide. Hevalê Medenî di nava hevalan de bi dilnizimiya xwe dihate naskirin. Gava ku diçe nava hevalan kesek nizane ku hevalê Medenî rêveberiyekî jor e, ji ber ku gelekî xwezayî nêzî jiyanê û hevalan dibe. Dilê xwe bi sadebûna jiyana xwe dixemilîne. Hevalê Medenî piştî ku derbasî Behdînan dibe li Zap û Gare jî dimîne. Piştî wê bi pêşniyarê xwe dixwaze tevlî hemla 1 ê Pûşberê bibe û sala 2005 an derbasî Dêrsimê dibe. Di rêya çûyîna Dêrsimê, ji ber birînên xwe gelekî zorî dikşîne. Rêya çûyîna Dêrsim dûre û zehmetiyên xwe hene, di wê rêkê de hevalê Medenî bi îradeke mezin li berxwedide û digihîje Dêrsimê. Ew cara yekeme ku hevalê Medenî derbasî Dêrsimê dibe û araziyê wê jî nasnake. Lê belê bi desteke tecrûbeyên xwe yên kevin zû fêrî araziyê wêderê dibe. Bi bagerokê hemla 1 ê Pûşberê xistine piratîkê de, dest bi xebatê dike. Bi ruhekî germ dikeve nava kar de. Armanca wî ewe ku wezîfeya rêxistinê daye pêşiya wî pêkbîne. Di konferansê HPG ê yê çaremîn de biryar tê girtin ku şer ji Kurdistanê derbikeve û derbasî Tirkiyê bibe. Ev wezîfe ji hevalê Medenî jî tê xwestin. Hevalê Medenî jî bi bona ku wezîfeya xwe bi cî bîne dikeve nava hewledayîneke mezin de. Hîna di sala 2003 an de heval diçin Derya Reş û Koçgirî, lê belê mîna koçeran jiyandikin. Di Havînê de diçin û Payîzê vedigerin Dêrsime. Di wê rêkê de gelek hevalên hêja şehîd dikevin. Lê belê armanca hevalê Medenî ewe ku van saheyan vekin û gêrîla li wêderê bi cî bibin. Ji ber vê yekê dixe rojeva hevalan de û baweriyekî mezin dide wan ku wê biserbikevin. Gurûpê ku biçin wan qadan wana perwerde dike, bi wana re mijûl dibe, tenê ji bona ku heval di hundir de bi cî bibin û dest bi çalakiyên xurt bikin, dikeve nava hewldayînekî mezin de. Roxmî hemû zor û zehmetiyan dîsa jî bi azadî, bi têkoşîna demokrasî û bi pêşketina gêrîla bawer e.

Gava ku dijmin dibihîse ku projekî hevalan yê weha heye, dikeve nava xof û tirsekî mezin de. Dijmin xeteriya wê projê hîsdike û dest bi operasyonan dike. Wê demê hevalê Medenî bi pênc hevalan re li Munzurê ye. Dijmin cihê wana dibîne û heval bi wana re dikevin nava pevçûnê de. Hevalê Medenî mîna hinek kesan li hemberî êrîşên dijmin nakeve parastina pesîf de û xwe ji ber dijmin venaşêre. Bi dijmin re dikevin nava pevçûnê de û di encamê de hevalê Medenî û pênc hevalên dîtir di roja 1 ê Tebaxa sala 2007 an şehîd dikevin.

 

Rêka wî tê şopandin

 

Hevalê Medenî 17 salan di piratîkên şer de cihê xwe digire û qomîtantiya şerdike. Heya roja dawiyê jî xizmeta rêxistinê dike. Di meha Tebaxê de şehîd dikeve, bi wan perçe û fîşekên ku di canê wî de derbas bûne, rastiya şer dîtiye û nivîsandiye. Mirovên xwedî wicdan wê tenê navê hevalê Medenî di rûpelên dîrokê de nehêlin, lê belê wê di jiyana xwe de durûstbûn û fedakartiya wî bidin jiyankirin. Tenê ji bona ku rêxistin biserbikeve hevalê Medenî kedekî mezin dide. Ji ber serkeftina kesayeta xwe di serkeftina rêxistinê de dibîne. Xwe bi armanca xwe ve daye girêdan û di her şert û mercî de nehejiya ye û dev ji armancê xwe bernedaye. Lê belê em bi hatine bayekî biçûk re, dihejin, ji ber ku me jidil ew biryar nedaye ku em xizmeta rêxistinê bikin û bi armancê xwe ve negirêdayî ne.

Piştî ku hevalê Medenî şehîd dikeve, hemû heval bandor dibin, lê belê her kes wê sozê dide ku saheya Derya Reş û Koçgirî vekin û tê de gêrîlayetî bikin. Hevalê Medenî girîngbûyîna vekririna van saheyan ji bona gêrîla tê çi wateyê bi hevalan dabû fêmkirin û qenaetkirin. Ew ruhê biryarê û israrkirinê di wana de dabû avakirin. Gava ku dijmin hevalê Medenî şehîd dixîne, hesab dike ku wê heval xwe bidin paş, lê belê berevajî wê piştî şehadeta hevalê Medenî heval hîn zêdetir isrardikin ku derbasî Derya Reş û Koçgirî bibin. Heval wê hesret û miradê di dilê hevalê Medenî de nahêlin û derbasî wan qadan dibin. Heval li qada Derya Reş û Koçgirî çalakiyên gelek bi bandor lidardixînin û mîna berê dev ji wan qadan bernadin.

 

Hevalên Rê