HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Gerîlla her biharê, bi hêviyekê dikevin rê. Bi derbaz kirina çiyayên welatê xwe yên fireh, bi derbaz kirina avên ku diherikin re birêwî dibin. Ji bo ku di rojnivîs û di dilên xwe de pevçûnên nû, weke dilopekê pevçûnên azadiyê bikin hêvî, dikevin rê.

Belê, par û pêrar (2010-2011) van çaxan bû. Em jî li qadên parastina medyayê li cem gerîllayan bûn. Wê demê demsal bihar bû û cardin gerîlla bi hêviyekê mezin diketin rê. Vê carê komeke gerîllayên jin berbi hêviyê de bi rêwî dibûn. Çantayên wan li ser pişta wan û rûyê wan li rojê bû. Yanî rêwiyên xwezaya bakur bûn. Min navê vê rêwîtiya wan xist, rêwîvanên berbi hêviyê. Ji ber di çavên wê koma gerîllayên jin hemûyan de jî, hêviya hevdîtinekî azad hebû. Di nêrînên wan de ka bê wê careke din hevdû bibînin, yan jî nebînin serwer bû. Arjîn, Silav, Ronahî, Hêvî, Berfîn, Diljîn, Yerîvan, Rojda, Viyan, Ruken, Bêrîvan, Ronahî, Mizgîn…

Ew dembûn ku, van gerîllayên jin di ronahiya pêtan de bihevre vedişartin ramanên xwe. Xwe spartin tarîtiya stêrkan û wexta ku berbi hêviyê de dikenîn, rondikên xwe xwedî dikirin. Gelek gerîllayên ku di vê rewîtiyê de bûn çûn cîhana nemiriyê û di semahên çiyan de cara dawîn bû ku li avabûna rojê temaşe dikirin. Weke ku roj jî ji wana xatir bixwaze, tîrêjên xwe yên sorxunavî li nava rûyê wan dida. Ji ruyê wan bedewî, evînbarî, heskirin û dilgermî dibarî. Gelek bîranînên xweş li pey xwe hiştibûn û bi lezeke bihêz xwe ji deşt û çiyan berdan û tevlî windahiyê bibûn. Li aliyekê roj li aliyê din jî te digo qey baran dibarî. Ji ber bi evînbariya dilê xwe, her çar demsalên salê di dilê xwe de jiyan dikirin. Ji lewra bêhna axê ya ku ji biskên şahmarî dikete rayê canê wan, bi qasî ji dilê wan dihat dikişandin hundirê xwe.

Ne rengê ewran û ne jî yên demsalan, navê rêhevalên xwe, daxwazên xwe dinivîsandin li kunyeyên dilê xwe. Bi herikîna bayeke sivik re, bêrî kirinên xwe yên kur derbaz dikirin. Çavên wan her li ser şopa şûnpêyên rêhevalên wan bûn. Li tehtên ku navber didanê, li çiyayên ku lêgerîne û têde derbaz bûne, di geliyên kur de jiyan kirina elenda sibehê… Van hemû hest û xuruşiyên xwe di xendeyên xwezayê de vedişartin. Tenê çend gotin dibinê turikê hestên wan de mabû, ew jî dilê wan yekbû, baweriya wan yek bû, armanca wan yekbû…

Gelek gerîlla ji bo ku bigihin armanc û hedefa xwe, bi heskirinekê mezin berê xwe dan van rêyan. Ewana kesayetên ku di nava zor û zehmetiyê de hatine xuliqandinin. Di hundirê jiyanê de pir caran keyfxweş, pir caran jî kêliyên xemgîniyê bi hevre derbaz kiribûn. Pir caran di hundirê êşan de gevizîn, lê pir caran jî di hundirê bedewiyê de berê xwe dan asîmanên jorîn. Carna bihevre rondik barandin û carna jî bi înada dilê xwe kenîn. Lê ji van hemûyan cudatir jî, di nîvê rêya jiyan û mirinê de bêyî ku bizanin kîjan ji wan rêyan siberojên wan in, berê xwe didan rêyên zehmet.

Ev dem ji wana re demên bi wî rengî bûn ku, bi ruxmê dizanin ku mirin li ber deriye jî, lê ji bo ku xwe bigihînin armancê xwe bi evîneke mezin berê xwe didin van rêyan. Di vê rêyê de gelek berdêl hate dayîn. Gelek gerîlla bêyî ku bigihin vê xwesteka xwe canê xwe di ber vê rêyê de dan.

Di vê koma gerîllayên jin de jî ew gumana ku wê bikaribin van rêyan bi awayekê têkuz derbaz bikin û bigihin armancê xwe, di hemûyan de hebû. Destê her gerîllayekê li ser dilê wê bû.

Gelek hest bi hevre dihatin jiyandin. Yek ji van hestan jî, hestên demê veqetînê bû. Ew dema veqetînê hatibû. Dîmenên ku di van kêliyan de hatî jiyan kirin, di dilê her gerîllayekî de bi şopekê cuda mabû. Li aliyekê gelek keyfxweş bûn, lê li aliyê din jî xemgîniya ku gelek rêhevalên xwe nedîtibûn, jiyan dikirin. Heskirina wan ya ji rêhevaltiyê re di astekê mezin debû.

Veqetîn, yek ji kêliyên herî zehmet yên ku gerîlla jiyan dikeye. Lê di hemwext de yek ji kêliyên ku herî pir bîranînên xwe yên xweş jî bi hevre parve dikine. Ji lewra di her kêliya veqetînê de, bi qasî ji dilê wan tê hevdu himêz dikin. Daxwazên xwe yên dawî ji hevre vedibêjin û bi vî rengî xatirê xwe yê dawiyê dixwazin. Çi zû û çi jî derengtir, yek bi yek di wexta xatir xwestinê de, bi dilgermî û xendeyên ku li ser lêvên wan mabû, hêdî hêdî çavê xwe li bêdawî bûnê digirin. Gelek dixwestin daxwaziyên xwe, hêviyên xwe yên pêşerojê ji hevre vebêjin, lê vê carê ne stêrkek, 15 stêrk bi hevre xurucîn valatiyê. Vaye bi yekbûna ruh û dilên xwe ji hevre dinivîsandin û vedigotin zimanê jiyanê.

Bi dengê xweş yê Berfîn û Yerîvanan lê dida newaya azadiyê….

Ji çavên Hêvî û Silavan hêvî diherikîn.

Ji dilsoziya Arjîn û Rojdayan bendewariyên rojên azad dixuliqîn.

Ji xende û kenê li ser lêvên Bêrîvan û Ronahiyan evînbarî diza….

Carna weke kenê li ser rûyê xwezayê dildar, carna jî weke giriyê li rûyê mirov xwedî rastiyeke jandarin. Geh di adareke biharî de şên û şanaz in, geh di kewçêreke payîzî de xemgîn û çilmisîne. Di rastiya jiyana wan de jiyan li ser pişta mirina hespê rewane. Weke rastiya ku gerîllayên ku heman helwestê, heman pariyê, heman pevçûnê, heman rêhevaltiyê bi hevre derbaz kirine îro li cem hev, lê sibe jî di singa axê de radizin.

Wê hîn bi hevre binivîsîna çîrokên xwe yên hatina biharê. Wê bi berxwedanî û lehengiya xwe pêşwazî bikirana bêhna axê. Wê bi hevre ji çiya re vegotibana newaya dar, demsal û xwezayê. Wê ji nû de heskirina xwe di nepeniyê de veşartibana. Lê guleya rênenas ya ku dibe mirina mirovên ku bi hesreta welatê xwe jiyan dikin, wana yek û yek spart dilê axê.

Bi hevre rûniştin, bi hevre rabûn, bihevre parve kirin û bi hevre çûn cîhana nemiriyê. Ewana ti carî ji hev veneqetiyan. Di her demê de hestên wan yek bû, dilê wan ji xwezaya Garzanê re dişewitî. Wê vê carê jî çîrokên xwe yên ku di nivî de mane, di cîhana stêrkan de temam bikin. Wê bi hevre di elenda her rojê de li deriyê azadiyê bidin. Wê di destê wan de destegulên serkeftinê, di rûyê wan de girnîjkên xemgîniyê, di weciyê wan de rondikên hîlawê (soylu) û ya li pişt wê jî wê her panzdeh stêrk hebin.

Her dayîkbûnek janek xwe heye û her îsyan dibe qêrînek, dibe bangek. Her 15 gerîlla jî bûn dengê azadiya tevahî jinan. Ji lewra ewana di dilê rêhevalên xwe de nemirin û di quncika dilê her mirovhezê azadiyê de bicih bûne.

Bi vegotina rêhevalên wan, ‘‘her dilekî ku di lûtkeyên çiyan de were avêtin, ji bo wan 15 gerîllayan wê hilpeke. Jiyan kirina her hestekê întîqamê, ji bo întîqama wan wê lê bide.’’

Hindistan PENABER