Di 9’ê Çilê de dilê Kurdistanê jan pêket. Di seat 16’an de cîhan ket nav bêdengiyeke mezin. Esman cilê reş lixwe kir. Şaristaniya ku xwe wek nûnerê hemdemtî û pêşketîbûnê nîşan dide malovaniya hovîtiyeke din kir. Di navenda Ewrûpayê de dîrokê rûpelên rûreş hişt ji bo zarokên pêşerojê. Ji bo zarokên li benda rojên ronak bûn, qirkirineke din hate hûnandin. Di nav pêncika Kapîtalîzmê de sê evîndarên azadiyê yê din xwe feda kirin ji bo rojên aram.
Di 9’ê Çile de sê kulîlkên din xwe berdan nav hembêza dayîka xwe ya pîroz. Sê rêhevalên Xwedawend Înana ku bi Enkiyên hemdem re di nav pevçûnê de bûn, bi xwîna xwe av dan kulîlkên azadiyê. Îro Kurdistan ji bo sê kulîlkên xwe yên sor digrî. Ji sûkên qeşagirtî yên Ewrûpayê heya germahiya Kolombiyayê, ji Fîlîpînê heya Rûsya û tevahiya Kurdistanê di nav xembariya oxirkirina sê kevokên xwe yên aştiyê de ye. Pergala zilamsalar ya serdest ji berxwedana azadiyê ya jinan kîndar û aciz e. Di pergala wî de cihê jina azad tineye. Ji ber vê kînê bû ku ji pişt ve gule lê barand. Xwest bi wan guleyan mêjiyê azadiyê bikuje. Xwest bi wan barûtan zanebûna heqîqetê bişewitîne. Û xwest bi kuştina wan her sê jinan têkoşîna azadiya jinê bide sekinandin.
Di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla şaylemez de xwest hêza têkoşînê ya li hemberî pergala serdest ya zilam têk bibe. Têkoşîna azadiya jinê ya ku pêşengtiya lêgera jiyaneke azad dike, ji bo pergala zilam gefeke herî mezin e, lewma jî sê jin hilbijartin. Herkes dizane ku azadiya civakê ji azadiya jinê derbas dibe û heya jin azad be civak nayê kolekirin. Jinên azad li pêşiya mêtina civakê kelema herî mezin in. Ji bo deriyê dewlemendiya civakê heya dawî bi ser kapîtalîzmê vebe divê azadî bê kuştin. Divê jin stûyê xwe beramberî çarenûsa xwe bitewîne û biçe pişt çarşevên reş. Lê belê jinên Kurd serhildêr in, jinên Kurd berxwedêr in û jinên Kurd pêşengê têkoşîna azadiyê ne.
Sakîne Cansiz bi nasnav Sara ku endameke damezêrîner a PKK’ê û endama meclîsa PAJK’ê bû, hemû temenê xwe fedayê azadiyê kir. Dema Sakîne Cansiz tê gotin di serî de berxwedan tê bîra mirov. Herkes, wê bi sekna şanaz û çik nas dike. Rêhevala Sara li hember faşîzma 12’ê Êlûnê ku bi îşkenceyên herî hovanê dixwestin teslîmiyetê pêş bixin, bi sekna xwe ya xawên û efsanewî navê xwe di nav rûpelên dîroka berxwedanê de nivîsand. Ew, dema dijiya bû efsane. Zarokên Amedê bi çîrokên berxwedana Sarayê mezin bibûn. Di dîwarên zîndana Amedê de hîna qêrîna wê deng vedide û gelek dîlên azadiyê bi wê qêrînê birînên îşkenceyan dicebirînin. Pirtûka wê ya bi navê “Herdayîm Şer Bû Jiyana Min” (Hep Kavgaydi Hayatim) bû alfebeya têkoşîna azadiyê.
Hevala Sara xwedî kesayeteke serbixwe bû ku hertim li gorî rastiya xwe dimeşiya. Serê wê jî biçûba ticar ji rastiyên xwe tewîz nedida. Nediket bin bandora kesekî/ê. Nêrînên wê ayîdê wê bûn. Ji ber vê ticar jiyana Ewrûpayê jê re balkêş nehat. Ji ber neket bin bandora bîrdoziya lîberal ya serdestan. Ew keça axên germ a Rojhilata Navîn bû, lewma nedikarî di nav mirovên Ewrûpî ku dilê wan cemed girtiye bijî. Wê dixwest germahiya xwîn û dengê lêdena dilê rêhevalên xwe hîs bike dema ew himbêz dikirin.
Di pêvajoya ku Kemalîzmê li ser Dersim û Elewiyan lîstokên curbecur dida meşadin û ew ji nasnameya wan a netewî û bawerî dûr dixist, ku di hin herêmên Dersimê hinek kes hîna jî Kurdîniya xwe înkar dikin, Sakîne Cansiz li hember polîtîkayên bişaftin û helandinê cewhera Zarîfeyê nûjen kir. Dema ku dewletê di Dersimê de kesayetên xayîn wek Rêber (Birazayê Seyîd Riza) ferz dikir, rêhevala Sara bi ruhê Seyîd Riza li hember pergala Kemalîzmê têkoşîna azadiyê bilind kir. Piştî qirkirina Dersimê ku hin kes xwe bi dewletê ve zelîqandin, ji bo cihekê ji xwe re li ber deriyê desthilatiyê bibînin xwe ji hemû nirxên civaka xwe qut kirin û welatê xwe vala kirin, wê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Rêhevala Sara li çiyayên Mûnzûrê bû helbesta jiyana azad.
Îro bi hezaran Sakîne ji bo doza ku wê canê xwe feda kir, têkoşîn didin meşandin û di rêya ku wê nîşan da gavên saxlem diavjin. Roj tîrêjên xwe hîn germtir belav dike li ser Kurdistanê; ji ber Sakîne bi axa wê re bûye yek. Asoyên sor her roj zerdexendeyeke geş digre ser rûyê xwe, ji ber ku bi hezaran Sakine meşa azadiyê didomînin. Gelawêj bi silaveke jidil şopdarên Sakîneyê şiyar dike ji xewê, ji bo roja wan ronaktir be û ronahiya her sê stêrkên asmîna bêdawî bibe rêberê rêya wan. Bi dil û mêjiyên ku ber bi azadiyê ve her pêşve diçin plan û xeyalên serdestiyê vala derdikeve; têk diçe li pêşberî baweriya Apoyî. Ji ber şerê Sakîneyê dewma dike...
Nûjiyan Erhan