Pênaseya herî watedar ku bikaribe rêhevala Rojîn ku navê xwe ji stêrkan digire, vebêje stêrk e. Hem dayîka wê navê stêrkan lê kiriye, hem jî di refên azadiyê de navê xwe ji rojê girtiye. Rojîn tê wateya jina roj, jîna rojê. Bi qasî ku wek rojê germ û jidil bû, di wateya ku roj sembola Rêbertiya me ye jî, di wateya girêdana jidil bi Rêbertî re herîbaş dikare ev nav wê îfade bike. Navê ku dayîka wê daniye ser jî Sureya ye, di Erebî de Sureya navê kome stêrkekê ye. Em rêhevaltiyê di sînorê afirandina jînê û parvekirina mirinê de parve dikin. Ev jî tê wateya ku em bi her alî ve bi aliyên herî zirav û kûr hevdu nas dikin. Lê em navên hev yên berê nizanin. Qet nayê bîra me ku em bipirsin jî. Navê ku me îfade dike ew navên ku em bixwe hildibijin in. Di wê rêya ku me hilbijartiye de rêya ku me ji xwe re diyarkirî ye. Belê, min navê rêheval Rojîn jî bi şehadeta wê re bihîst. Ez ji xwe re dibêjim ew navê ku dayîka wê daniye ser jî cewhera wê pir baş rave dike. Tenê yek stêrk nikare rêhevala Rojîn bîne zimên, ew encax bi komestêrkan dikare îfadeya xwe bibîne. Encax henga (cumbuş) stêrkan ku çavkaniya enerjî û roniyên cuda ne, dikarin wê vebêjin. Heke yek tefiya, yeke din di komestêrkan, parçeyeke din a gerdûnê dikare wê dewam bike.
Mirov li gor navên xwe dibin xwedî karakter. Navê zarokê/a ku nû ji dayîk bûye, çawa dê wî/wê pênase bike?, ev mijarkeke nakok e. Lê mîna ku ew navê malbatê daniye ser zarok, bi wî navî re bendewariyên malbatê di zarok de diteyîse. Ji aliyê din ve, em şervanên azadiyê ji bo xwe navên nû hildibijêrin. Em bi navê xwe re didin diyarkirin ku dixwazin xwedî sekneke şoreşgerî ya çawa bin û armancên têkoşîna xwe tînin zimên. Ji ber felsefeya me şervanên azadiyê felsefeya ku ‘em yek diçin bi hezaran tên’ e. Dîroka me bi mînakên wiha re dagirtî ye. Navên rêhevalên me Bêrîtan, Zîlan, Egîd, Sema, Çîçek, Rustem îfadeya şênber a vê rastiyê ne, ku li pey çûna yekê bi hezaran kes cihê wî/wê digirin. Lixwekirina navê rêhevalên şehîd ji wan rêhevalan re soza me ye ku em têkoşîna ku wan meşandî, ji cihê ku maye bi awayeke hîna xurt berdewam bikin.
Mirovên herî kevin ên di dîrokê de bi taybet jî jinan navê xwe ji stêrkan girtine. Roniya ku tarîtiyê diçirine hêviya ku di nav tarîtiyê de ber bi jiyanê ve diçe ye. Ji ber ronî heta bi qasî dilopekê be jî xwedî wê hêzê ye ku tartîtiyê kun bike. Jinê ku mirovahî birêxistin kiriye û civakîbûn pêş xistiye, bi îcadên ji nava tinebûnê, ji mirovahiyê re derfeta jiyanê afirandiye û hilberîn pêşxistiye. Jin ji bo civaka wê demê wek roniya ku tarîtiyê diçirîne ye. Lewma jî mirovên wê demê ji jinê re navên stêrkan layîq dîtine.
Navlêkirina jinan bi navê stêrkan yek ji kevneşopiya axa ku Rêhevala Rojîn jê dayîk bûye ye. Wek kevneşopiya navlêkirinê, pir kevneşopiyên jinan ku yekem car civak birêxistin kirine, li wan axan hîna jî dewam dikin. Rêhevala Rojîn jî jinek bû ku pir taybetmendiyên wê kevneşopiyê di xwe de dida jiyandin. Ruhê azad ê wê erdnîgariyê di rêhevala Rojîn de dihate ziman. Rêhevala Rojîn keça eşîreta Gewda ku li zozanên Feraşîna Colemêrgê dijîn, hatiye cîhanê. Gewdayî ku di zozanên bihûştwarî yên Feraşînê dijîn, di parastina taybetmeniyên civaka xwezayî de li ber xwe dane. Ji ber çavkaniya çanda eşîrê ji azadiyê tê. Li zozanên Feraşînê azad jiyane, hemû tiştên pêdiviyan wan pê hebûye, xwezayê di berdêla keda wan de, pêşkêş kiriye. Wiha dest bi jiyanê kirine, wiha fêrî jînê bûne, li beramberî yên xwestine vê biguherin jî li ber xwe dane.
Rêhevala Rojîn, ruhê berxwedêr û azad ji kokên dîrokî ya rastiya civaka xwe wergirtibû. Tişta di serî de ew ber bi PKK’ê ve kişand jî ev koka dîrokî bû. PKK, xeta azadiyê ji kokên dîrokî ya civakê girtiye, lê belê îro bûye navnîşana têkoşîna ji bo azadiyê. Ruhê azadiyê di PKK’ê de şênber dibe. Û herkesê/a li azadiyê digere wê rêya wî bigihîje PKK’ê. Lewma jî zehmet nebû ku rêhevala Rojîn PKK’ê peyda bike. Hîna dema zarok bû, pîvanên wê yên azadiyê wek ciwanekê bi qasî ku xiyanet û tinebûna ku li ser civakê dihate ferzkirin ferq bike, diyar bûn. Qirkirina ku li Kurdistanê dihate ferzkirin, di salên ku rêhevala Rojîn tevlî bû, bi rêbazên herî hovane êrîş li gel dihate kirin. Rêhevala Rojîn ku di hembêza xwezayê de tama azadiyê dizanî, hîna di temeneke piçûk de, li beramberî xiyanet û qirkirina ku li ser civakê dihate sepandin, pêwîstiya teslîmnebûnê û berxwedanê dizanîbû.
Rêhevala Rojîn pêwîstiya azadiyê wek zerûreteke civakî hîs dikir, lewma di sala 1993’an tevlî nava refên partiyê bû. Di nav partiyê de li ser bingeha ku bi xeta azadiyê re bibe yek, bû xwedî hewldaneke mezin. Ji bo azadiyê bijî kedeke mezin da. Li qada Botanê ku ji wir tevlî bû, bi salan ma, hertim li pêş û bi çalakî tevlî pratîka şer bû. Karakterê hînker ê şer rêhevala Rojîn jî pijand, perwerde û kamil kir. Tûjîtiya şer bû şêwazê jîna wê. Li welatekê ku di çembera qirkirinê de ye ango li Kurdistanê jiyan bi tûjiya şer e. Ji bo jîna li navênga şer tenê biryardarî têr nake, ev tenê dibe yekem pêngav, ji biryardariyê jî wêdetir; vîn, dîsîplîn, xweliqkariya ku ji tinebûnê ava dike û birêxistikarî hewce dike.
PKK’ê ji gelê Kurd ku di xala tinebûnê de bû, civaka ber bi azadiyê ve diçe, bi vê rêbazê têkoşînê afirand. Yên ku vê hêzê didin PKK’ê jî milîtanên fedayî ne, ku karîn bi vê ferasetê têbikoşin. Wek rêhevala Rojîn, yên ku ruhê xwe tevlî ruhê PKK’ê kirine, bi keda xwe re dilop bi dilop PKK honandin. Wan PKK afirandin. Ew, heqîqeta jiyanîbûyî ya PKK’ê ne. Rêhevala Rojîn bi ruh, cewher, ked, rêhevaltî, ken, huzun û bîranînên xwe ve PKK ye. Pênaseya milîtan a PKK’ê, pênaseya fermande û azadiyê di rêhevala Rojîn de şênber bû. Rêhevala Rojîn karî PKK’ê bi cewherê wê ve bijî.
Cewhera jinê, di zindîbûna ruhê xwedawendan de hilgirtibû, rêgezên xwedawendiya ku di xeta PAJK’ê de tê ziman, di rêhevala Rojîn de jiyanî bibû. Ji jinê bawer dikir, ji jinê hêz digirt û jidil bi azadiya jinê ve girêdayî bû. Bi vegotina Rêber APO “xwedawend ew kes e ku di şertên herî zehmet de bikaribe xweliqkar be.” Rêhevala Rojîn jî hema bêje bi xweliqkariya xwedawendan di şertûmercên herî zor de jî bi şêwazên herî xweliqkar çareserî didît û ji tinebûnê ava dikir. Bi vî awayî kar û xebat sererast dikir û dimeşand. Ev taybetmendiya wê jî baweriya bi jinê û wek jinekê xwe bihêzkirin îfade dikir.
Di heman demê de rêhevala Rojîn şervana bê endîşe ya azadiya jinê bû. Li beramberî nêzîkatiyên serdest ên zilam, her kêliyê hestyar û di nava şer de bû. Li beramberî taybetmeniyên paşverû yên jinê jî ticar tewîz nedida. Bi qasî şervantiya tûj, şerkera afirandina tiştên nû jî bû. Ji ber vê sedemê di şerê bi paşverûtiyê de wê qet kesek nedişkand, di nava pêvajoya pêşketinê de aliyên wî/wê yên xurt derdixiste holê, ticar alîkariya menewî jê kêm nedikir û hertim pêre bû. Feraseta têkoşîna me ya rêgezên rêhevaltiyê hilweşandina xirabiyan û pêşxistina xweşikiyan e. Rêhevala Rojîn jî wek têkoşereke bêeman û bi kedeke mezin re ev feraset jiyanî dikir. Tikes ku ji rêhevaltiya wê bandor nebe, nîne. Yên nedikarîn jê tewîz bigirin, yên herî zêde jê dixeyidîn jî ji rêhevaltî û keda wê re bihurmet nêzîk dibûn. Ew îfadeya wîjdanê bû. Yên wîjdanê wan li herderê belavela bibû jî li beramberî sekna wê ya biwîjdan dihatin ser rê. Carna jî hin kes tenê ji vê sekna wê bandor dibûn û diketin lêgera wîjdanê.
Di şervaniya xwe ya 20 salan de bû şahidê ewqas tiştan ku… Ew klasîkeke jiyanê bû. Bîranînên wê tam mamosteyeke jiyanê bû. Ji fedayî û lehengên herî mezin re şahidî kiribû… Li dijî xiyanetên herî ketî li berxwe dabû… Me bi henekî jê re digot jina bûyerdar (olayli). Li cem wê ti tişt bisergirtî û veşartî nedima. Hele, ger hinekan bixwesta kareke şaş bikin, nedikarîn ji destên wê xilas bibin. Bi rûyê diyar ê cih û bûyeran re teng nedima. Bi pêşdîtin û hîsên xwe yên kûr wek ku kêmanî hîs dikir, li wan digeriya û deşîfre dikir. Lewma jî di şerê xetê de, hin kes ji bo bi wê re rûbirû nebin, sererastkirina xwe tercîh dikirin. Bi vê sekna xwe ve, ew taktîka ku hosteyên şer beriya şer biqewime şer biser dixin, di şerê xetê de pêk dianî.
Di rêhevaltiyê de xwedî ruheke zindî bû. Welê ku dûrahiyan nedikarî wê asteng bike, kesên dûrî çav bûn, lê ji dilên wan dûr nedima. Bihorîna demê jî germahiya rêhevaltiyê sar nedikir. Teqez bêku ferq û cudahî bixîne navberê, li her kesê/î dipirsî, mereqa wan dikir û ji wan re xeber dişand. Rêhevaltiya bi wê re dihate wateya ku mirov qet bitenê nemîne. Rêhevaltiya wê wek çiyayeke qahîm her li cem me bû. Çiyayeke sipsax, kip (dîmdîk), bi qasî serhildêr ewqas jî sade û ji rêgezên xwe tewîz nade, li beramberî hercure xiyanetan ji pakiya xwe tiştekê wende nake û li pêşberî dîrokê li ber xwe daye. Rêhevaltiyeke wek çiya ku li ber çavan nebe jî, me dizanî ew li wir e, kengî em bixwazin dikarin xwe pispêrinê û dê me biparêze. Çawa ku ji dûrve em hîs dikir, me jî kêliyên dûrî wê nedikarî bêyî wê derbas bikin. Mutleq me behsa wê dikir, bêriya wê dikir û bi bîranînên wê re ew li kêleka xwe hîs dikir. Heke ew li cem me nebûya jî herî zêde me behsa bîranînên wê dikir. Bi bîranînên wê ku bi germahiya rêhevaltiyê, bi xwezayîbûna jinê û tûjîtiya şer bû, em carna dikeniyan, carna dilêş dibûn û me heyfa xwe pê dianî. Lê ew carna aciz dibû ku em çima her behsa wê dikin. Ji ber, tu rêhevala me ya herî xwoşewîstî Rojîn.
Rêhevala Rojîn karî bibe rêhevala herî xoşewîst a herkesê. Heke were pirsîn di cîhanê de ya herî zêde dilovan e û tê hezkirin kê ye? yên ku wê dinasin yekem kesa ku bê bîra wan rêhevala Rojîn e. herkesê/a rêhevala Rojîn naskiribe, dê bi vî awayî wê rave bike. Ew rêhevalek e ku di dilê rêhevalên xwe de cihê herî xweş girtiye. Wê karî bibe ya herkesê/î. Yên ew nasîn, ji ber bi kesayeta PKK’ê ya jiyayî re rûbirû bûne pir bextewer in. Tiştên ji rêhevala Rojîn fêrbûne bi qasî imrekê wê hêz, moral û bawerî bide wan.
Rêhevala Rojîn bi rengê evîndariya xwedawendan bi xaka xwe bi welatê xwe Kurdistanê ve girîdayî bû. Ji ber gêrîlatiya xwe di salên herî zehmet li Botanê bihorandibû, Botan îfadeya nasnameya wê bû. Ewçend jê hez dikir, bawer dikir û bêrî dikir. Rêhevalên ku li Botanê bi wan re rêhevaltî parve kiribû ruhên wê yên jînê bûn. Pir rêhevalên şehîd wek nîviya ruhê xwe dijiya, dida jiyandin. Yek ji wan rêhevalan jî Sorxwîn bû. Bi pir aliyan ve birastî jî ruhê wê dişibî rêhevala Sorxwîn. Rêheval Rojîn piştî şehadeta hevala Sorxwîn paşnavê xwe danîbû Sorxwîn. Dixwest herkes wiha xîtabê wê bike, lê belê ji ber hevalan ew bi navê Rojîn Gewda nasîbûn, wiha gazî dikirin. Aciz dibû, dixeyidî. Ger yekê/î jê re bigota Rojîn Sorxwîn wek zarokekê kêfxweş dibû, wek ku hemû cîhan dabine wê.
Ji Zagrosê ku herî dawî lê ma, pir cuda hez dikir. Bi heyranî behsa xweşikiya Çarçêla dikir. Wek ku di cîhana xwe de tişta herî xweşik dîtibe, bi huzûr û şanezî xweşikiyên wê vedigot. Rêhevala Rojîn bi caran birîndar bibû. Ji pir derên bedena xwe ve birînên ku birastî jî zora wê dianîn, xwaribû. Zagors jî biqasî xweşikiyên xwe, bi serhildêriya xwe ve jî zehmet e, hêz dixwaze. Wê bi evîna çiya, bêyî sekn û rawest her xebitî. Ne bi hêza qeba, bi vîna xwe re bi serhildêriya wir re kete pêşbirkê. Lûtkeya hemû tecrûbeyên xwe ên şer li Zagrosê pêşkêş kir. Wek fermandera YJA-Star di birêxistinkirin û pratîkirina şerê şoreşgerî yê gel de bi ked û xebata xwe ya mezin mohra xwe li pêvajo û şer xist. Ev şer biqasî ji bo hemû milîtanên azadiyê, ji bo wê jî bi armanca têkbirina tecrîda li ser Rêber APO û pêkanîna azadiya ku heq dikin bû. Rêhevala Rojîn bi hemû azwerî û hêza xwe erka dîrokî girte ser milê xwe, wek temsîla xeta rêhevaltiya şanazê Rêbertiyê, navê xwe li dîrokê nivîsî.
Zagros cihê ku herî zêde li dijî dijmin şerê giran lê tê meşandin, herwiha ciheke ku dijmin jî di vê qadê de bi rêbazên herî hovane ji bo tinekirina gêrîla êrîş dike û wiha navê xwe li dîrokê nivîsiye. Bitaybet wendahiyên li Geliyê Tiyarê li gor rêhevala Rojîn teqez divê tola wan werin hilandin. Xeyalên dijmin bi van wendahiyan re ku vîna gêrîla bişkêne, di sala 2012’an bi şerê ku pêşengtiya wê rêhevala Rojîn kir, vala derket. Rêhevala Rojîn bû fedayî û pêşenga têkoşîna ku layîqê Rêber APO û rêhevalên Şehîd e.
Di 20 salên jiyana xwe ya têkoşînê de di çemberên herî nêz dijmin de şer kir. Ji ber dizanî rêya parastina civaka xwe ev e. Ev derê nêzîk dijmin, li dijmin xistin û ew tiştên dizîne jê stendin biqasî ku zerûrî bû, herwiha cihê ku herî zêde nêz mirinê jî bû. Azadiyê bedel dixwest. Lewma jî rêhevala Rojîn qet ji mirinê netirsiya, lê bi hêsanî jî teslîmê mirinê nebû, bi mirinê re şer kir. Ji mirina ji bo welat wêdetir, ji bo pêşxistina serketinê, bi caran mirina ku hatibû ba wê qewitandibû û binxistibû. Di şertûmercên herî zehmet de karî çembera mirinê hilweşîne. Ji bo azadiyê ji bo heya dilopa herî dawî ya xwîn û enerjiya xwe şer bike bi caran mirin binxist. Ji bo mirina li ser Kurdan bide şikandin dijiya. Ezma wê ya jiyan û azadiyê biqasî mirinê bin bixîne, xurt bû.
Yên xwediyên dilên ketî û zalim in bila vala vala kêfxweş nebin ku ew tine kirine, stêrk natefin, namirin. Kêliya ku enerjiya wan dawî dibe, ew kêlî ye ku stêrk enerjiya xwe li hemû gerdûnê belav dike. Dibe yên wek stêrkên geş nabînin, dibêjin qey tine bûye, lê ew êdî bi roniya ku bi salan li gerdûnê belav kiriye, gihîştiye her derê, li her derê dijî. Rêhevala Rojîn girê bi girê ruhê xwe yê ku bi azadiyê honandî, di her rêhevalên ba xwe de teyisand. Roniya wê di me hemûyan de dijî. Bi şehadeta wê re baweriya me ya nemirinê hîna şênber bû. Şehadeta wê kêliya ku bi tevahî mirin binxist û gihîşte nemirinê ye. Ruhê azadiyê di jiyan û têkoşîna xwe de şênber kir û vê jî ew kire nemir. Dema jiya Rojîn ango jina rojê li dor xwe ronî belav kir, bi şehadeta xwe re jî bi Sureyan re bû komestêrk û di dilê rêhevalên xwe de dibiriqe.
Emîne Erciyes