HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

akif mehmet sirin cebe1Nav û Paşnav: Mehmet Şîrîn Cebe
Navê Kod: Akîf Doxan
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Mardîn
Cih û Dîroka Şahadetê: 13 Çile 2013 Niseybîn Mêrdîn

Belê, me doh li nûçe guhdarkir ku Heval Akîf di 13’ê Çile ya 2013’an de, li navçeya Nisêbînê di encama şerekî giran de, li hember artêşa Tirk, saetekî bi berxwedaniyeke mînak, şehid ketiye û ew jî derbasî nav sitêrkên asîmanan bûye. Heval Akîf di fermandariya eyaleta Mêrdînê de cih digirt û ji ber ku eyalet baş nasdikir, xwediyê xebatekî pir sekeftî bû. Ev sala derbasbûyî, heman demê fermandariya herêma Bagokê jî bû. Bi qasî ku min Heval Akîf naskir, çend rastiyên heval ez di xwazim binivîsim. Ew jî wek gelek têkoşerên azadiya Kurd û Kurdistanê, ku bi fedakariyek mezin heya îro ku bi qehremantî çû şehadetê, deynek li ser milê me hişt. Bêguman bi çend xetik nîvîs nivîsandin, em nikarin deynê wan ê li ser milê xwe bidin. Biqasî ku nivîsandin, dem kurt tol ji dijmin rakirin, pewist e, xebatê hevala ku heya cihekî anîn û birina serkeftinê, armanca wan pêkanîn, erkê me hevalên wan e. Dibe ku erkên herkesî ku dibêje ez mirov im ku li hember van kesên ku xwe ji bo azadiya mirovatiyê, fedadikin, birêzbin û wan bidin jiyankirin. Lê herî zêde hevalên ku bi wan re şoreşgeriyê dikin, ew berpirsyar in ku wan rast jiyankin û bidin jiyankirin. Ji ber ku herî baş jiyan û rastiya mirovekî anîna ziman, ancaq hevalên ku bi wan re di zorî, zehmetiye de jiyankiri be, dikare rast û baş bîne ziman. Bêguman berpirsyariya mirovekî li hember mirovatiyê jî, vê ferz dike ku mirov mêrxasî û paqijiya van têkoşeran jiyanke û bide jiyankirin.

Belê, min Hevalê Akîf Mêrdîn, sala 1999’ê li herêma Gabar dît û naskir. Heval Akîf ji gundê girêdayî Midyadê, Hêştirekê bû, lê bi malbata xwe re koçî navçeya Nisêbînê kiribûn. Dema ku min ew dît, wê demê ji qada Serok APO dihat û wê biçûna eyalate Mêrdînê. Ew jî di nav koma ku bi Heval Huseyîn re ku ji Kongra PKK’ê ya 6 mîn de hatibûn eyaletê. Bihar bû, dawiya meha Adarê bû, her çi qas carna baran dibarî jî, lê şînkayî û kulîlkên behîva, çiyayê Gabarê xemilandi bû. Ev xweşikbûna Gabarê di serî de, Heval Akîf û tevayê hevalên ku nû hatibûn Gabarê, pir kêfxweş kiribûn û moral dabû hevalan. Wek tê zanîn Rêber APO di 15`ê Sibatê de hatibû girtin û tevayê gelê Kurd û gerilayên Kurdistanê bi rihekî fedayî têkoşînek li hember vê Komployê didan. Tevayên têkoşerên Rêber APO xwe pêşniyarî çeperê herî pêş dikirin ku çalakiyên fedaî jî têde, li dijî vê êrîşa hovane ya navnetewî bisekinin. Ev koma dawî hatibû jî, bi vê xwestek û germahiyê hatibûn. Heval Akîf jî yek ji wan hevalan bû ku bi girtina Serokatiyê hêrs bûbû û wek fedaiyê Rêber APO , dixwest ku xurt tevlî vê pêvajoya şer bibe. Li ser vî bingehê wî xwe pêşniyarî eyaleta Mêrdînê, çeperê herî pêş kiribû. Heval Akîf bihara 99’an piştî çend roj li Gabar, li cem me ma, piştre bi Heval Huseyîn re derbasî eyalata Mêrdînê bû. Heval Akîf demek dirêj û xebatekî serkeftî li vê eyaletê meşand. Ji ber ku gelê herêmê baş nasdikir û dihat hezkirin. Têkiliyên fireh bi gel re danîbû û xebatên xwe berfireh kiribû. Demek şunde, ew carek din derbasî qada Başurê Kurdistanê bû, piştî tevlîbûna perwerdê, ew ji bo xebatên civakî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dimeşin hate vesazkirin. Demek dirêj ev xebat li herêma Kelareşê ya ku di navbera Urmiyê û Wanê de bû, bi bandorî meşand. Jixwe heval di rêveberiya wê herêmê ya herî jor de cih digirt û berpirsyariyek mezin jî li ser milê xwe bû. Biqasî ku min ji hevalên di wê xebatê de pê re dixebitîn bihîst, Heval Akîf ji metropolên Tirkiyê heya Kurdistanê, tevger kirinek xurt di nav gel de çêkir û gelek ciwan tevlî rêxistinê kirin. Ji vir cardin tê Başurê Kurdistanê û li vir perwerdeyek din dibîne. Piştî demek li Başur dimîne, ew bi pêşniyar û daxwaziyek mezin, dîsa dixwaze here eyaleta Mêrdînê. Heval Akîf carak din di sala 2010’ê de, ji ser Rojavayê Kurdistanê re berê xwe dide eyaleta Mêrdînê. Ji destpêka gihiştina eyaletê heya ku şehîd ket, di sêyemîn fermandariya eyaleta Mêrdînê de cihê xwe digirt. Bi giranî xebatê xwe li derdorê Nisêbîn, Midyad û çiyayê Bagokê dimeşand. Heval Akîf gelê van herêmê û erazî tev, pir baş nasdikir û bixwe bawer xebatê xwe li vir dimeşand. Heval Akîf hem ji xebatê parastina cewherî ya eyaletê berpisyar bû, hem jî ji xebatên giştî berpisyar bû. Ji bihara 2012 ve, heman demê fermandariya herêma Bagokê jî dikir. Ji dema ku em gihiştin qada Botanê û heya niha, ji ber ku ew girêdayî me bû, min xebatên wî ji nêz de şopand. Divê salê de herêma ku herî zêde çalakî lê çêbûn, dibin berpirsyariya Heval Akîf de ya Bagokê bû. Rexmê ku hejmarek kêm heval li herêma wî hebûn jî, lê dîsa li gor derfetên xwe, gelek çalakiyên baş kirin. Bi rê qutkirinê, bandor li ser herêmê çêkirin û pêşveçûnên rêxistinê bi gel re parkirin, mamosteyê perwerda Tirkî didin, girtin û qewitandina wan, herî zêde li gel Heval Akîf ev xebat serkeftî hat meşandin. Di vê demê de herî zêde li herêma Heval Akîf perwerda Tirkî hat seknandin û daxwaziya zarok û xortên Kurd a perwerda zimanê dayîkê dîtin, bi xebatên wî pêşket. Yanî xebatê Heval Akîf, yê li hember qirkirin û tunekirina çand û hebûna Kurd, xebatek serkeftî meşand û pêşya vê van polîtîqayên qirêj tim wek astengekî sekinî.

Belê, Heval Akîf zarokekî herêma Torê bû û bi fikrê Apocîtiyê, ew di nav malbatekê welatparêz de mezin bûbû. Malbat û derdorên wan, wek ku di nav têkoşîna serhildana, Mala Haco ya Elîkê Betê de cih girtin, li gel têkoşîna PKK’ê jî cihê xwe pir zû girtin. Ew zarokê nav van serhidanên ku li Bagok û derdorê wê jiyan bûne, ji dayîk bû û li vir mezin bû. Belê, ew şopdariyê kalkê xwe yên serhildêr bû û bi ronahiya PKK’ê re wî çavê xwe li cîhanê vekiribû. Serhildana gelêrî ya bi welatparêziya PKK, destpêkê li herêma wan destpêkirbû. Ew zarokê dîtina serhildan û berxwedana gelê Nisêbînê bû. Êrîşa hovane, qirkirina ku dewlata Tirk li ser gelê Nisêbînê meşandibû jî, wî bi çavê xwe dîtibû. Jixwe tiştê ku Heval Akîf xiste nava gerîlayên Kurdistanê ev dîroka bi êş û xweşî bû . Rastî jî me di tevayê xebat û têkoşîna wî de dît ku çiqas bi nirxê gel, şehidan, Serokatiyê û yê hevaltiyê ve girêdayi ye, ev yek baş dihat dîtin. Têkoşîna wî tim ji bo ku van nirxan mezinke û wan biparêze bû. Heval Akîf di hevaltiya xwe de jî, paqij û dilpak bû, tu heval jê aciz nedibû û bi fedekariya xwe ya mêrxasî, heval li derdorê xwe dicivandin. Jixwe ku ev nebana, li hember ewqas êrîşên artêşa Tirk a li ser wan, berovajiyê vê ew li Bagokê ewqas serkeftî nedibûn. Ji ber ku baweriyek xurt bi xetê û hevalan hebû, ev êrîş berteref kirin û bandora rêxistinê tim li herêmê parast. Çend car min pêre bi cîhaza mezin axift û min nêrînên wî li ser herêmê û giştî pirsî û girtin. Tim nirxandinên xwe pêgihiştî bû û biqasî ku nêrînên wî ji bo tevayê herêman ronahîbûn, ewqas jî li hember Serokatî û şehidan jî rexnedana xwe jî dida.

Berxwedaniya wî ya herî dawî jixwe nîşandide ku ew çiqas, mêrxas û fedaiyek gelê Kurdistanê ye. Tenê li gor me li radiyo guhdar kir, bi tena xwe, li hemberî dorpêçkirina, bi hezaran leşker, polis û xayînê dewlata Tirk, saetekî li berxwedaye. Berxwedana wî ya giranbiha, ewê bibe ronahiya azadiyê, ji bo mirovatiyê. Tu car ciwan û gelê Kurdistanê wê vê ji bîr neke û cihê wî wê vala nehêle. Bi salan, wî ji bo vî gelî azad bike, di nav ewqas zorî û astengiyan de, têkoşîneke lehengî meşand. Ew tu car ji bo xwe nefikirî ku bi xwe bijî, tim ji bo gelê xwe û mirovatiya azad û bingehê serxwebûnê, xebitî û têkoşîn kir. Heval Akîf çima bi xwe çûye Nisêbînê? Min hêj baş fam nekirye. Rastî jî hevalakî wek Heval Akîf di fermandariya eyaletê ya jor de, pêwîst bû neçûbana wir. Ev mijarek rexne û rexnedanê ye, ji ber ku ew nasbû û dijmin jî ew baş nasdikir, hevalak din rêkirin bêhtir rast bû. Hevalê wek wî pêgihiştî, ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd, pêwîstbû ku xwe biparêsta. Lê dema ku ji bo karekî pîrozbe û pêwîst be, tev fermandarên HPG fedaî ne û pêwîst e ku di dema xwe de erkên xwe bînin cih. Jixwe em tev jî ji bo azadiya mirovatiyê derketine serê çiya û me hertişt daye berçavên xwe, tenê bila gelê me azad bibe. Xuya ye ku Heval Akîf jî, armanca wî çi xebat be, em heya niha nizanin, lê tiştê diyar ev e ku ew bi armanca têkoşîna azadiyê çûye wir. Di dawî de ez vê dibêjim ku ew berxwedanî û fedakariya Heval Akîf a bi salan, emê tu car ji bîr nekin û heya armanca wî em bînin cih, emê bênavber tekoşîna azadiyê bidin. Biqasî ku tola wî emê ji wan leşker û polisên Tirk ên hovane rakin, armanca wî ya serxwebunê jî wê erkê me yê yekem be. Ronahiya fedakarî û berxwedaniya şehîdên me, vê yekê ji bo me emirdike. Hevaltiya rast jî ev e ku di ronahiya şehidan de têkoşîn domandine. Careke din ez soza xwe ya girêdana nirxên şehîdan tînim ziman û têkoşîna min wê ji bo armanca wan anîna cih be.

Heqî Mardîn