HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Navê Kod: Çavrê Mêrdîn
Nav û Paşnav: Fadîme Bozdemîr
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: 1988 – Dargeçît
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Îlon 2006- Stembol
Cih û Dîroka Şahadetê: Tebax 2008 (di êrîşa hewayî de)

Belê heval baş dizanim li hemberî şehîdan û mirovên wekî we pîroz ê ku li şerbeta şahadetê wexarine nîwîsandin û axaftin wê zor be û kêm bimîne, lê belê mirovên xweşik û bedew û bi jêdert nivîsandin wekî erkekî xwedî derketina xeta wan e û dibe wekî berpirsiyartîyekî wîcdanî û bi cih anîna deynê xwe yê li hemberî wan hevalan. Nivîsandina hevalên şehîd wekî nivisandina dîrokekî ne hatiye nivisandin ji ber ku şervanên heqîqatê di dîrokê de nehatine bibîranîn û nivisandin.cavre Lewra bi bîranîna şerwanên heqîqetê bi navkirin wekî erkê ku exleqî pîroz e ku heyecan û moral dide mirov. Dema mirov bixwaze hevalên şehîd ên jin bigre dest û binirxîne divê mirov nirxê ku Rêber Apo dide jinê tu caran ji bîr neke. Ji berk u Rêber Apo sembola asta mezinbûn, zanistî, bîryarbûn û vîna her jinekê ye. Û jin aniye asta bedewiya gulekê ya ku bi strîyê xwe hatiye xemilandin. Dema ku mirov temaşe dike dibine ku jin bi qasî bedewî ya xwe dibe hêza parastin û şerkirinê ji bo hebûn, jiyan, rûmet û azadiya xwe û jin digihije asta ku mirovên mezin Rêber Apo dibêje “jin kevirê esasî yê goşeya felsefeya min e” bele wekî jin di rojhilata navîn de jiyan kirin em bi tevahî dizanin ku pir zor û zexmetî, dîrok û roja jin bi kuştin, tecawiz, destavêtin derbaz dibe, li hemberî wan hemû leyistik û bêexlaqî yên pergala dest bi qirêj jina PKK’yî bi keda Rêber Apo kariye wê jiyana zor a ku jiyan tê de çuye ser dawî merzarê mirinê zivirandiye. Jiyaneke bedew ji bo jiyan kirine û ev jiyana zor ji bo jiyan kirine ser xistiye û em wekî jin û mîlîtanê PKK’ê û şerwanên heqîqatê yê Rêber Apo em bûn bîryardar û xweragirtên ê jiyaneke her çend bê êş be ewqas bi bedew e û her çend zor be ewqas xweş e jiyan.

Di despêke de dema meşa şehid Çavrê û tarzê wê yê têkoşînê dinirxinim. Di aliyekî de mîna trajediya bi êş a hemû jinên rojhilata navin û jina Kurd wekî jinekê Kurdu û jinekê rojhilata navin Şehit Çavrê di tarzên xwe yên têkoşinê de yê li hemberî rastiya pergalê karî bi serbixwe lê belê şahadeta heval Çavrê ya di demekî zû de, mîna bexteke bed bû ji bo tevahî rêxistinê. Ji ber ku ew bû sedemê ku wekî tê xwastin heval Çavrê baş neyê naskirin, di despêkê de min heval Çavrê li Zagrosê naskir, naskirina heval Çavrê, meşa wê, tarzê jiyan û tekoşîna wê ez ji wê fêr bûm û ez dixwazim nîqaş û famkirina xwe, naskirina xwe bi we re jî parve bikim. Heval Çavrê bi nawê xwe yê rast Fadîme ji Mêrdînê beşdarî rêxistinê bû. Tevlîbûyîna wê ya refên tekoşînê û hatina wê ya çiya di dîroka 2006’an de bû. Li Xakurkê perwerdeya şervanê nû dit. 2007’an de hate Zagrosê û min ew li Zagrosê naskir. Di serî de beşdarbûyina heval Çavrê ya ji tekoşinê re hin milên xwe yê xweser hene û ji tevlêbûyînê têkoşîna zêdetir heval Çavrê ji aliye dijmin ve tê rêkirin, wekî sixur tê amade kirin. Şandina wê ya çiya tê çêkirin. Em bi tevahî siyaseta dijmin ya ku li ser civaka me û jinên ciwan dimeşîne dizanin. Di milekî de xizan dike û bi her awahî bêçandî, bêexlaqî û neçariyê ferz dike. Li ser civaka me û bi vê awayê dest daiawêjin civakê, jinan û ciwanan. Rêheval Çavrê bi hevkariya xal û dayika wê ya bi devletê re, gef li wê xwarina ji milê dewletê ve, bi birayê wê û bavê wê tê çêkirin û bi wî rengi devleta TC dixwaze heval Çavrê bike sîxur û bi wî avahî bahaneyên ku me diyar kiri bû dijmin dixwaze heval Çavrê bê deng bike. Heval Çavrê ji milê istixbarata MİT’ê de tê perwerdekirin û şandina wê ya çiya bi armancên ku dijmin dixwaze tê çêkirin û ji bo ku dewleta TC ajantiyê bi heval Çavrê bide pejirandin pir bihêz siyaseta reşkirina tevgera PKK û rastiya jiyana wî dide kirin. Lê belê pişti demeke kurt heval Çavrê sucên ku nav de ye ji rêxistinê re mikur tê. Piştî ku rastiya jiyanê bi çavên xwe dibîne û bi taybetî jî tarzê têkîlî û hevaltiya PKK’ê û fedakartiya hevalan pir bandor li ser wê dike. Tiştê ku hişt heval Çavrê sucên xwe mikur were ew rihê wê yê ku wekî jin ê ku ti caran gemar nebû û lêgerîna wê ya jiyana azad a ku bi sed salan mîna her jinê ku mehrûm mabû û hêza wijdan ê pişti dîtina hin rastiyan bi çavên xwe, ji hevalan re dibêje “rastiya min ev e” ger ku hesabê wê mirin be ez amade me di vê astê de li xwe mikur hatin hêz dixwaze. Li xwe mikur hatina heval Çawrê mîna vereşandina hemû gemariyên pergala dagirker û mêtînker û despêkirina ketina pêşbirka li pey ked û lêgerîna li jiyana azad û heqîqatê ye. Dema heval Çavrê hat Zagrosê di demekê ji lêpirsînê re derbaz bibû. Û heta demekî neendamtiya rêxistinê û bê çek bû. Cara yekem li Zagrosê di 8’ê Adarê de endamtiya rexistinê û çek girt. Bilêvkirina kelecan û moralê heval Çavrê ya ew dema di destpêkê derketina li pratîkê wê hinekî zor be, li wê demê ez ketim ferqa ku milîtaniya azadiyê wekî jin bingeha şervantiya heqîqetê çiqas pîroz e. Em demekî dirêj di nava pratîkê de bi hevudu re man, di milê heval Çavrê de her dem tevlîbûyîneke bi moral û kelecan hebû û xwesteka xwedî derketîna li Rêbertiyê û şehîdan di warê pratikî de hebû, wekî kesayet li gor tevlibuyîna xwe ya demeke kurt xwedî seknekî bû û herdem ji pêşketinê re vekirîbû. Pirtûkên Rêbertî dixwand û li gorî wê xwe digirt dest û dikir pivanê têkoşîn û xwe pêşxistinê. Pir caran stran gotina wê ya “Beritana min” û strana Dîno ya “Oy yarê û oy hevalê” heskirina wê ya ji jiyanê û ya hevaltiyê û şehîdan bilêv dikir. Pir caran heskirina wê ji nîqaşkirinê re û bi xwezayê re yekbûyina wê û heskirina wê ya ji zinarên bilind re sekna Şehid Beritan dianî bîra mirov. Beriya heval Çavrê Şehid bikeve rapora xwe nivîsandibû. Li ser bingehê dîtina perwerdeyekî akademik ji bo naskirina Rêbertî, rêxistin û şehîdan bi rengeki kûr û jiyanî kirina xeyalên xwe yê çundina Gabarê, pir caran ji hevalan re digot “ezê biçim Gabarê û ez ê ji we re silav û notên xwe binivîsim” lê belê ew xeyal û xwestekên heval Çavrê pêk nehatin û wekî hesretêkê man, piştî demeke kurt bi şahadeteke bêtalih ve rûbirû ma, ew şahadet ne heval Çavrê, ne tevgera jin û ne jî rêxistinê heqnekiri bû. Dema ku şehîd ket li pey xwe rojnivîska xwe hîşti bû. Û piranî jî di rojnivîska xwe de di destpêka her nivîseke xwe de Serokatî muhatap girtibû. Dema ku heval Çavrê şehîd ket rojnivîska wê ji aliyê hevalan hate xwendin. Wê demê me hemûyan fêmkir ku di naskirina heval Çavrê û tarzê wê yê tekoşinê û lêgerîna wê de em pir kêm mane. Beriya ku şehîd bikeve pir caran şahadeta xwe hîskiri bû. Gelek caran dema em diçun peywiran, heval Çavrê digot “gereke ew cih û ew kaniyên ku heyî bi navê min bin, dema ku ez şehid ketim” pişti ku şehîd jî ket ew kaniyên ku wê vasiyet kiribû hevalan navê wê li kaniyê kirin. Şahadeta heval Çavrê li Zagros li ber Avaşîn, dema ji peywirê tên ji ber xumxuma avê ti deng nabihîzin. Bi qazana balafirê şehid ket. Dema ku şehîd ket di destpêkê de hevalan nedizanibûn ku şehîd ketiye, heta demekî heval lê geriya bûn, digotin “belki xwe li cihêkî veşartiye” ji ber ku ji cenazêyê wê ti nîşane nîn bû. Piştî wê heval ketin fikara ku cenazeyê wê li ber Avaşîn çûye. Ketin şopa avê lê belê cenaze peyda nekirin. Pişti wê heta qederekî hevalan cihê ku qazanê lê dabû kolan, digotin belkî cenaze çû be nava axê û winda bûbe. Piştî du rojan şahadeta heval Çavrê, cenazeyê wê li milê avê yê din hate dîtin. Ji ber ku hêza avêtina qazanê ew firandi bû. Pir hevalan, ên ku di nava şer de jî mabûn serpêhatiyeke ewqas ecêp texmîn nedikirin. Piştî dîtina cenazê heval Çavrê li kêleka Avaşîn, “şehîtlîk”a wê hat çêkirin. Beriya ku şehîd jî bikeve hezkirineke wê ya pir mezin ji Avaşîn re hebû. Pir caran dema ku karek çêdibû digihişt cihê ku lê şehîd ketiye, qîr dikir û bi navê azadiyê bang dikir. Wekî ku bizanibe dê li wir şehîd bikeve. Dema ku ez li herî dawî Zagrosê derketim em ji cihê ku heval Çavrê şehid ketibû re hatin, li ber Avaşin re, wê deme hevalan cenazeyê wê derbazî şehitlika giştî kiribûn. Û di wê merzarê wê de yêlekê wê û kita pêlavê wê mabû. Dema ku şehîd jî ket heval çûbûn li ser cenazeyê wê ji hêza avêtina qazanê hemû cepxaneya wê, li sew wê teqiyabûn. Ji rext heta çek. Cenazeyê wê jî pir xira bibû. Dema heval çûn porê wê şehkirin û cenazeyê wê xwestin ku ser rast bikin. Cihê ku heval Çavrê lê şehîd ketî li ber şikefta Qehreman, kaniya esasî ya Avaşîn nêzî sêgoşeya Basya û Avaşîn e. Niha ev şikeft bi navê Şehid Çavre tê nasîn. Roja şahadeta wê 16’ê Tebaxa 2008’an bû. Roja şahadet û tevlîbûyîna wê heman rojê bûn û hevalan re jî goti bû “ez roja ku tevli bûm di wê rojê de jî şehîd bikevim” rastî jî wiha derket…

Silav û rêzên şoreşgerî

Peyman Hesekê