Hevala Bêrîtan sala 2009 an hate yekîneya me. Di destpêke de bêdengiya wê û xemgîniya çavê wê bala min kişand. Jineke gelekî ked dida. Wê keda wê ya jiyanê bû sedemê ku ez li hemberî wê rehet bim. Bê dengiya wê jî ji naskirina wê ya yekîneyê dihat. Qutbûna wê ya ji yekîneya xweser gelekî bandor lê kiribû. Di warê fêzîkî de zehmetî dikişand. Mîna ku roj bi roj li hemberî xwe têkoşîn bike û weha tevlî jiyanê dibû. Destûr nedida ku nesaxiyên wê, wê ji xebatên jiyanî dûrbixîne. Ji bo bawerî bide te û bi te re hevaltî bike, wext dixwest. Zûbizû bawerî nedida mirovan. Hevaltiya wê nehesan bû, ked û durûstbûn dixwest. Eger tu durûst nêzî wê bûbane, bawerî dida te û bi te re hevaltî dikir.
Jineke di jiyanê de xwedî tecrûbe bû, bi êşa jiyanê re mezin bûbû. Berî ku tevlî partiyê bibe, gelekî zehmetî dîtine, di temenekî biçûk de xebitiye, gelek caran birçî mane, ango malbateke bi keda xwe dijîn. Hevala Bêrîtan hem ji bo te heval bû, hem dayîk bû hem jî xwedî li te derdiket. Bi roxmî ku nû bû jî, min gelekî pêdiviya xwe didît ku ez pêre hevaltî bikim. Bêhna jin jê dihat, te di jiyanê de ev yek hîsdikir. Hevala Bêrîtan gelek êş ji destê mirovan xwaribû, bi taybet ji destê zilam gelekî êş kişandibû, di kesayeta bavê xwe de lanet li zilam danî, lê belê bi birayên xwe ve gelekî girêdayî bû.
Pîvanê wê li hemberî hevalên jin û xort li gorî rastiya ku jiyankiribû, bû. Hinek karekterên hevalên jin yên ku nediketin serê wê de nedipejirand. Di jiyanê de ev nêzîkatiyên xwe diyarnedikirin, lê belê te hîsdikir hevala Bêrîtan ji kîjan jinê heznake. Di pîvanê xwe de bi îsabet bû, birastî dizanîbû kîjan jin rast tevlî jiyanê dibe. Carne jî bê rehmet nêzî wan dibû.
Pirsgirêka wê ya mezin wate nedida mirovan, kesayeteke mukemel bû, vî mentiqê wê gelekî bandor li nêzîkatî û têkiliyên wê bi mirovan re dikir. Herdem xeyalê wê jiyaneke wekhev û tejî hezkirin bû, gava ku ew jiyan nedidît, li zora wê diçû. Ew jiyana wê ya malê di warê ruhî û piskolojîk de gelekî bandor lê kiribû. Gelek caran mafê xwe nedidît ku bikene, êşa ku berê jiyankiribû, dizanîbû niha jî gelek keç û jin dijîn.
Armancê wê rast tevlî jiyanê bibe û erkên xwe baş pêkbîne, lê belê tehemula wê ya dîtina kêmasiyan nînbû. Êşên ku jiyankiribûn, hêviyê jiyaneke bedew tê de lewaz hiştibû. Gelekî hestewer û hesas bû. Bi taybet eger te wê naskiribane, pêwîst bû tu gelekî hesas nêzî wê bane. Ji ber wê hertim tevlîbûneke rast ji te hêvî dikir. Ew mentiqê reş û spî yê em jê re dibêjin dogmatîzm gelekî bandor li têkiliyên wê dikir.
Min û wê me gelekî li gel hevdû jiyankiriye, êdî perçek ji jiyana min bibû hevala Bêrîtan. Wexta ku li gel te bane, di milê jiyanî, rêxistinî, zor û zehmetiyan de bi te re hevalbû. Ew bawerî dida te, di zor û zemhemtiyan de, te wê li gel xwe didît. Mîna min di destpêke de diyar kir, eger tu ketibe serê wê de, her tiştê xwe fedayî te dikir.
Sala 2011 derbasî Akademiya Şehîd Bêrîtan bû. Di wê perwerdê de û bi hevalên jin re jiyankirin, baweriyekî mezin dabû wê, hem bawerî dida xwe hem jî bawerî dida hevalên li derûdora xwe. Ji Akademiya Şehîd Bêrîtan gelek moral digirt. Gelekî mereqdikir ku Rêbertî bibîne. Carne te hîsdikir ku hevala Bêrîtan dilşadiyê û kêfxweşiyê mafê xwe nabîne, qedera wê ye ku êş bikişîne. Ya rastî fêrbibû ku êş bikişîne, eger ku êş nekişandibane, hedara wê nedihat.
Girêdana wê ya bi xwişka wê Nalîn re gelekî cûda bû. Piştî ku dayîka wê nesax dikeve ew xwişk û birayên xwe xwedî dike. Ji ber wê girêdana malbata wê pêre, gelekî cûda ye.
Hevala Bêrîtan ticarî dîlan nedigirt, lê belê piştî ku çûbû Akademiya Şehîd Bêrîtan êdî xwe fêrî dîlan girtine kiribû. Çawa di malê de fêrî berpirsyartiyê bibû, di jiyana xwe ya çiyan de jî weha bû. Xwe ber her tiştî de berpirsyar didît. Hemû hevalên Akademiyê gelekî jê hezdikirin.
Wexta ku yek heval nesaxketibane misoger hevala Bêrîtan li ber serê xwe didîtin. Her çiqasî ji mirovan heznekiribane jî, wexta ku zorî kişandibane misoger destek dida wan, ev yek jî ji hesteweriya wê dihat.
Nexwendibû, ev jî hesreteke mezin di dilê wê de bû. Dixwend û dinivîsand. Ji bo bi destê xwe name ji xwişka xwe Nalîn re binivîse, gelekî hewl dida. Xwe fêrî zimanê kurdî dikir, bi roxmî ku tevlî hemû karên piratîkî dibû, lê dîsa jî eger wextekî kêm dîtibane, xwe fêrî ziman dikir. Di kesayeta wê de min nirxê xwendin û nivîsandine naskir. Min di kesayeta wê de hesreta jinên ku nikarin xwe îfade bikin, hîskir.
Her çiqasî dixebitî têr nedibû û di milê wijdanî de rehet nedibû. Ji ber wê pêşniyar dikir ku biçe herêmeke zor. Birastî çû Zagrosê. Gotina wê ya ku “ ez naxwazim hevala Nalîn berî min şehîd bikeve, û eger ez xebera şehadeta wê bibihîzim, wê gelekî ji bo min zor were û ez nikarim rakim. Ji ber wê pêwîste ez berî wê biçim bakur.” Dilê wê ranedikir ku hevala Nalîn zorî bikişîne.
Gelekî serhişk bû, carne li gorî hestê xwe tevdigeriye. Bi taybet carne li gorî xwe nêzî bûyeran dibû û ev dibû sedemê ku nikarbe wate bide kesayeta û bûyerên têne jiyankirin.
Gotina dawiyê ez bibêjim eve; gava ku hevala Bêrîtan Şîn şehîd ket, ji canê gelek hevalan perçek jêbû û heya niha jî naxwazin bawer bikin ku ew heval şehîd ketiye. Bi taybet malbata wê nikarîbû cenaze wê bibin rojhilat û di goristana bê xwediyan de veşartin, vê yekê gelekî bandor li hevalan kir. Ew ne bê xwedî bû û çûyîna wê dilê herkesî birîn kir. Berî her tiştî pêwîste ew heval ji wê goristanê were derxistin. Ji ber wê herdem xwe tenê û bê xwedî hîsdikir.
Dunya Cemil