Li ser singa Welatê Rojê destanên siwariyên dil dane deryayek kûr û fîreh tên nivîsandin. Bi tavbaniyê re qêrînên lehengiyê bilind dibin ji çar kenarê vê erdnîgariyê û dar û ber şahîdiya berxwedêriya wan zarokên dilkoçber dike. Erd û esman di bin bêzariyeke dîjwar de dijîn. Ji ber ku bedenên hê di bahara temenê xwe de ne, stranên veqetînê distirên. Rastiya dîroka vî welatî nîşaneya heqîqeta vî welatiye. Li ser van axan jiyîn li ser Pira Siradê meşîn e. Zarokên vî welatî bi berxwedanê digirin hênaseyeke azad û birûmet. Bi bedenên xwe yên ciwan dirêsin evînên Derwêş û Edûleyên hemdem. Ji bo kêliyekê bi Rojê re bijîn ketine vê rêwîtiya bêhempa.
De werin! Berxwedana li ser vê xakê tê jiyin binêrin. Robarên ji dilê şervanên Apoyî diherikin ser pênûsa dirok nasan ji bo bê nivîsandin ji destanên şanaziyê re melevaniyê dike.
De werin û li vê heyama bêbext û xapînok mêze bikin! Van axan civakîbûn û mirovati li dergûşa xwe de hêjandiye. Lê mirovatiya ku di bîra desthilatdaran de fetisiye dengê qêrîna lehengiya keç û xortên vê xaka pîroz ji nebihistî ve tê.
Dîroka vê xakê tejî destanên mayînde ne. Yek ji wan jî destana Cûmayê ‘temen biçûkê dil-mezin’ e. Belkî hûn jî vî gerîlayê dil koçber meraq dikin;
Rêheval Cûma zarokê Kêla Memêye, lê bi hesreta dîtina Kêla Memê mezin dibe. Zarokatiya wî li diyarên xerîbiyê derbas dibe… Kêla Memê çiyayekî serhildêr e. Li hemberî hemî êrîşên hovane yên dijmin û şert û mercên dijwar ên xwezayê her tim zaniye xwe biparêze. Li hemberî sir û seqemê, bi bawariya hilma Memê Şivan hemêza xwe ji çar demsalan re vedike. Zarokên Kêla Memê jî wekî wê dilsoz,wêrek, cengawerin û parezvanên kevnariyên xwe ne.
Gerîlayê dilpak Cûma yê rûken û jiyan hez li gundê Bileh ku girêdayî Qilabanêyê ji dayik dibe. Hê di dema silavdayîna jiyanê de ji ber zilm û zordariya dagirkeran dikeve riya xerîbiyê û li ser warê xwe yê qedîm dibe penaber. Di temenê xwe yê pîr biçûk de şahîdiyê ji hemi êş û azarên penabertiya li ser xaka xwe dike. Ew ji wekî hemi zarokên vê erdnîgariyê bi hesreta xeyal û leyîstokên zarokatiyê mezin dibe… Rastiya Kurd û Kurdistanê ya dilsoj wekî pir ciwanan hundirê wî jî bi agirê tolhildanê dagirtibû. Êdî diviya bû vî agirê ku bi kîn û hêrsê her diçe mazintir dibe li ser dijmîn de bibaranda. Sala 2009’ê bi hest û ramanên tolgirtina dirokê dikeve ser rêya evîndariyê û tevlî nava refên gerîla dibe. Kulmek ji ava heqîqeta Apo gêriyê vedixwe. Dilê ji bo tolhildanê lê dide av dide ku li zeviya hebûnê de kulîlkek dî jî bejin bide. ji bo hebûn bi xwe re hêvî bîne; Ku hêvî evîn û jîn e.
Wî dilxwazê azadiyê bi sekna xwe, bi ruhê xwe yê hevaltiyê, bi meraq,xwestek û hewldana xwe ya fêrbûn û pêşketînê di demeke kurt de xwe li hemî hevalên xwe yên çiyayî dide heskirin. Heta ev sekna wî dibe sedem ku gerîlayeke kevin wiha bêje;’’Ev 20 salin li serê van çiya me, cara yekêye ez hevaleke wek heval Cûma dibe û evqas zû pêş dikeve, dibînîm.‘’
Bêguman xeyala her Kurdekî birûmet û azadixwaze ku serokatî bibîne û bi wî re bimîne. Rojekê ji hevalên xwe yên têkoşînê re xeyalên xwe vedibêje Cûmaye leheng. Dibêje ‘piştî ku em şoreşa kurdîstanê pêk bînin, min dixwest bi Serok APO re biçûma çiyayê Cûdî, têra xwe bi wî re bigeriyama, niqaş kiribama û min ji wî re behsa serpêhatiyên zarokên penaber bikira. Û disa, tevî hevalan me bi Serokati re woleybolek bileyîsta. Xeyala min a diduyan jî, ew diyarên ku lê ji dayik bûme zarokatiya min nivî mabû. Bi ruhêkî azad biçûma wan deran û min xeyalên xwe yên zaroktiyê temam bikira. ’
Li vê erdnigariye jiyîn, di nava çolê de wek gulekê şînbûnê dixwaze. Her tîşt bi berdêlên giran têne bidestxistin. Ev çiyayên hêja jî welê hatine bedewkirin û azadkirin. Şehîd Cûma, her tim bi xwestekekî mezin xwe tevlî erkên xwe yên milîtanî kiriye. Her tim bi dil û can xwe daye eniya herî pêş. ji ber ku wî wateya vê jiyanê fêhm kiribû; jiyan encax bi tekoşînê û bi berdelên mezin dihate bidestxistin. .
Sala 2012’yê di pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî ya ku peşketî de heval Cûma bi awayekî pir aktîf cihe xwe tê de digire. Li Şemzînan bi awayeke fedaîyane di calakiyekê de, di asta pêşengiye de cîh digre û bi ritmên berxwedanê tevlî wê gowenda mezin dibe. Li ser gowendiyê dihejine desmala tola dîroka Kurd û Kurdîstanê. Rêheval Cûma bi heft hevalên xwe ve, wê rojê li Şemzînan destaneke nû ya ku layîqî haqîqeta dîroka wê xakê ye dînîvîsînin û koçî warê sterkan dibin…
Silav û rezên şoreşgerî
Şansstêr Tavbanî