HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Jiyana Gêrila meraq kirin, bêhna çiyayê azad kişandin bi nefeseka kûr ew derdê dilê  pir ciwanên Kurd e, herkes meraq dike gelo Gêrilayên jin çawa jiyan dikin di van çiya de, taybet şervanên nû, di nava kûrahiya van  hestan de dijîn.

Çend Gêrilayên jin ê ciwan ev hestê xwe anîne ser ziman.

Heval Viyan Koçer:

  di destpêkê de xwesteka min ya bejdarbûna Gêrîla hebû, bi hatin û çûyîna hevalan min hêz girt ez bejdarî Gêrîla bibim. Sê mehan  li Garzanê em bi hevala re man. Ji bo hatina Behdînan em mehekê di rê de man, em nû bûn lêbelê dîsa jî me pir zorî nedikşand. Sê mehan em di perwerda şervanê nû de man, ji mere meraqekî pir mezin bû gelo perwerda Gêîla  çawa ye? Heval çawa perwerdê didin, ji mere bibû mereqek? Piştre dema me perwerde dît pir li xweşiya me diçû, me gelek encam ji xwe re girtin. Min zoriyeke mezin ne didît, me bi xwe mangê xwe çêdikirin, karê xwe ê piratîkî dikir. Çima me zorî ne dikişand ji ber me dizanî em vî karî jibo xwe û hevalê xwe dikin. Di nava şervanê nû de min zorahiyeke mezin jiyan nedikir, berovajî wê jiyana şervanê nû pir xweşe, hevaltiya wan pir li xweşiya min diçû, cihê şervanê nû weke gul û gulîstana. Dema ez di despêkê de hatim vir ji mere digotin jin bi xwe karê xwe dike, tabûrê hevalê jin ê xweser hena,  min bawernedikir, min digot: Çawa dikarin bixwe ewqas kar bikin, piştre min dît li şervanê nû jin dikare bixwe hemû karê xwe bike,  jiber ku min jî kar dikir, ew rihê serkeftinê di jin de min didît. Em neha hevalê bihevre jiyan dikin her yek heval ji cihekî ye, lê belê dema heval diçin cihekî ez pir bêriya wan dikim,  ji ber ku em ewqasî bi hev ve hatine girêdan. Ji ber ku hevaltî heya tucara xwîşk û bira di bîra min de nînin, dema hevaltî hebe ez tucarî naxwazim civakê têxim hişê xwe de. Hevaltiya Gêrîla hertim bi coşa jiyana Gêrîla tê xemlandin. PKK heqîqeteke ji ber wisa hevaltiya wêjî heqîqeteke û her tim tê jiyan kirin.

 

Heval Sila Tekoşîn Colemêrg:

Min di malê de heval nasdikirin û min dîtibûn, min jiyana Gêrîla pir meraq dikir, liserê çiya çawa jiyan dikin, min herdem pirs dikir ji hevalan. Min nizanîbû heval çawa jiyan dikin û min texmîn ne dikir heval wisa li cihê xweş jiyan dikin. Min digot: Heval herdem dibin zinar û keviran de jiyan dikin, min nedizanî wargehê wan wisa xweş hene û her tiştê wan heye.

Ez bi xwesteke xwe bejdarî Gêrila bûme, çend caran dema min xwestiye ez bejdar bibim, ez hatime girtin. Dema ez hatim gel hevalê kevin ez pir dilşad bûm, heya 10 rojan ji kêfa re min nikarîbû ez xwarinê bixwim. Ez hatim cihê şervanê nû, min dît her yek ji cihekî bejdarî Gêrîla bûye, lewra min xwe pir biyanî hisdikir jiber wisa jî ez destpêkê di koşa de bûm, heta fêrî hevala û jiyanê bûm min zorî kişand. Min tucarî karê piratîkî nekiriye, min dît hevalê  jin jî karê piratîkî dikin, hemû karê hevalên xort dikin hevalên jin jî dikin, jiber wisa ez kêmekî şaş mam, min digot: Hevalê jin çawa van karan dikin, min dît hevalên jin ji hevalên xort xweştir kar dikirin. Dema destpêkê min karê piratîkî kir min zorî kişand,  jiber min tucarî kar nekiriye, lêbelê bi demê re ez fêrî kar bûm. Perwerde bîrdozî destpêkir, me dizanî em Kurdin lêbelê me nedizanî em Kurdê çawane û me dîroka xwe nasnedikir,  Piştî me dîroka partiyê dît piştre me fêhim kir ku Kurd çiqas bi şert û mercên zor re derbasbûne.

Di dersa dîroka jin de me ji nûde fêhim kir jin çiqas zorî kişandiye, dema em di civakê de bûn em ne di ferqa tiştekî de bûn û me nikarîbû em rewşa jinê di civakê de fêhim bikin, em ne di wê ferqê de bûn dayîkê me çiqas zorî û zehmetî kişandine. Ev perwerda me di şervanê nû de dîtî ez nabêjim bese, rexmî pir xweş derbas bû, pêwste di demê pêş de hîn zêdetir em xwe xurtbikin. En dersa bandor liminkir dersa dîroka PKK’ ê û dersa dîroka jin bû.

Ez hezdikim bibim milîtaneke gelek baş û herdem ji bo piratîkê amedeme.

 

Heval Gulan Sason: Herdem xwesteka min ya bejdarbûnê hebû, min nedizanî jiyana Gêrîla çawa ye min digot: Pir zore, min ji xwe re digot gelo ezê bikarbim şert û mercên wê derbas bikim, yan jî nikarbim derbas bikim, min dîsa digot ezê biçime, ma qey yê diçin ji me çêtirin. Ez bejdarbûm û min dît jiyana Gêrîla pir hesane û rehete, ez pir dilşadbûm ez dikarim di nava Gêrîla de jiyanbikim. Ez du mehan li bakur di nava hevalê kevin de mam, pir xweş bû biwan re jiyankirin. Şervanê nû her yek ji cihekî bejdar bûne û ne weke hevalê kevinin, min zorî nekişand di jiyanê û karê piratîkî de.

Dersa dîroka partiyê pir bandor liminkir, ewqas hevalê me şehîd ketine û canê xwe feda kirine. Dersa dîroka jin jî dema me dît, di wî zemanî de me fêhimkir çiqasî jin di nava civakê de bi zorî û zehmetiya re derbasbû ye, weke em nû ji xew şiyar bibin û me nû dît liderdorê me jin çi jiyan kiriye. Lewra min dixwest weke jinekê ez xurt bejdarî jiyanê bibim.

Li malê jî acizbûna min pir lihemberî zilam hebû, niha jî ez dibêjim ma qey ewê hertim xwe liser jin bibînin, bila em jî ser wan re bin, dîsa jî livêderê şerma me lihemberî wan hebû me nedikarî xwe bidin îfadekirin wekî wan. Di malê de me hertim zor û zordariya dijmin dîtiye lewre ez kînekî lihemberî dijmin jiyan dikim, jiber wisa di jiyana Gêrîla de ez hertim bi heyecan û coş nêz dibûm.

 

Heval Roj Ayvan: Ez ji Mexmûr bajdarbûme, ji ber wisa min di temenekî biçûk de jiyana rêxistinê nasdikir, min pir bi hevalanre jiyankiriye, zor û zehmetiyên ku me jiyankiriye em fêrî pir tiştakirin. Piştî bejdarbûne min ji Gêrîla re min pir tiştê cûda didîtin û ez fêrî, cilê Gêrîla lixwekirinêbûm û di çiya de jiyankirin jibo min wateya xwe pir cûdabû. Êdî ezê weke leşkerekê jiyanbikim. Di perwerdê de rewşa jinê di nava civakê de û di nava şoreşê de me naskir. Em niha dikarin rewşa jinê hîn zêdetir dahurandinbikin. Tiştê pir em liser sekinîn ew bû weke jinekê xwe amedekirin ji bo piratîkê. Di jiyanê de min zêde zorî nedikişand, ez dixwazim bibim milîtaneke baş weke heval Zîlan, Sema, Bêrîtan û Viyan, xwe di piratîkê de pêşbixînim, jibo ez dema biçim tabûra zêde zorî nekşînim. Meraqa min ya mezin ez Serok APO bibînim û serê xwe deynim ser milê Serokatî, ev jî hertim xeyalekî min ê zaroktiyêbû.

Dema ez nû hatim nava jiyana şervanê nû herkes balkêş dima emê çawa mangan çêbikin û wate nedidan jiyana Gêrîla û digotin: Em nehatine mangan çêbikin, em hatine şerbikin, lêbelê min divir de nakokî jiyan nedikir,  jiber min rewşa çiya kêmekî dizanîbû. Dema me bihevre kardikir, me perwerda xwe bihevre didît ez pir dilşaddibûm, lê belê tişta min zorî dikşand tê de rewşa jinêbû, ango min digot: Jin çawa ewqas tişt jiyan kirine, zanebûna me nînbû em ewqasî dahûrandin bidinkirin. Dîsa jî ez hertim amede me ku lihemberî zor û zehmetiyê tekoşîn bikim di piratîkê de.