Di dirêjiya zivistana derbasbûyî de her tim Aso ji bavê xwe daxwaza cil û soleke nû dikir... Aso jî dixwest ku weke kurê muxtarê gund(Hîwa) ew jî, cil û solên nû lixweke û di nava hevalên xwe de pesnên xwe bike...
Her ku Aso behsî cil û sola nû dikir, bavê wî, bi dilekî xembar û bêçare destê xwe di ser serê Aso re dibir- dihanî û digot:
“Kurê min yê delal! Niha zivistane, berfê hemû rê girtine... ka bila bihar were û rê vebin, ezê biçim bajêr(Silêmaniyê) û ji kurê xwe re cil û solên pir xweş û rengîn bînim... tenê li benda biharê bisekin...”.
Çendî ku bavê Aso, bilengaz û feqîr bû, lê wî tu caran nedixwest ku dilê Asoyê xwe yê nazik û delal bihêle... Aso li ber dilê dê, bav û şeş xweşkên xwe pir biqîmet û buha bû. Aso kurê malê yê herî biçûk bû... Aso kurekî tenê bû, lewra jî tu kesî nedixwest ku ew xemgîn û dilşikestî bibe. Lê her tim tiştên ku mirov ji wan hez dike biparêze. Ne sirûşta bê rehm û ne jî zagona faşîst ya ku ruhê zarok çi ye nizanê!
Aso yê ku di mercên şerê dem dirêj de, di zaroktiya xwe de, birçîbûn, tazîbûn, tirs û serma her dem mêvanên wî bûn... ji xwe Aso jî wekî bi hezaran zarokên welatekî dilbirîn, li şûna lorî-lorî ya dayîkan, li ber dengê teqandina çek û narincokan di xew ve diçû û li ser qîre-qîra jinan û nala-nala birîndaran şiyar dibû.
Lê her tim jî hêviya Aso û bi hezaran zarokên wekî Aso, bi hêviya dîtina rojên germ, gîhayê şîn, kulîlkên rengîn û cilên cejnê yên nû ew mercên herî zor û zihmet derbas dikirin. Hêviya wan bi tenê bihar bû... Newroz bû, cejin û cilên nû bûn... Êdî newroz û cilên nû di xewnên şevan de jî dibûn mêvanên xeyalên wan yên pak û bêguneh! Lê kî ji serdarên cîhanê yên qelew bi yên wek Aso difikîrîn? Kî bi pêşeroja wan, dilşadiya wan, hêviyên wan yên zelal, dilên wan yên kubar û tijî hezkirin difikîrîn? Kî difikîrî ku xelatekî cejnê ji yên wek Aso re bişîne? Kî?
Heyanî vê berbangê ku bavê Aso 3 pezên xwe yên ji ber birçîbûn û nesaxiyan zeyîf û bêhal bibûn, dan pêşiya xwe û bi çend gudiyan re berve bajêr ve çûn. Berî ku biçê, Aso rengê cilan û solê jê re nîşan dida... Êdî Aso nikaribû di cihê xwe de bitebitê... Ew bi hemû mejî û xeyalên xwe li benda cilên xelata xwe ya cejna Newrozê bû... Êdî Aso ne bi lîstikan difikirî, ne bi xwarinê û ne jî bala xwe dida dengê çek û topên ji derdorê tên. Aso ketibû deryayê kûr û dûr yê xeyalan û nedixwest ku tu kes wî ji wan xeyalên şêrîn derbixîne... bihar hatiye, ku cil û sola nû jî werê, wê di cîhanê de bi qasî Aso ti kes dilşad û bextewer nebêye.
Dema ku Aso û bi hezaran yên wekî Aso bi xelata cejnê difikîrîn û bi dilekî pak û mêjiyekî zelal û rind li jiyanê û kulîlkên biharê mêze dikirin û bi çavên tijî hêvî û evînî li bihara nûhatî vedikirin. Wê demê li bajarên dûr, kesên qelew û simbêl mezin û dilhişk, bi darikê xwe li ser neqşa cîwarê Aso nîşa didan û planên xwe dikşandin.
Ew kesên qelew, simbêl mezin û çavtarî ji bo Aso û hezaran yên wek Aso re dixwestin ku xelata cejnê bişînin. Xelateke pir cuda ye, pir bi nav û bange, pir buhaye û evqasî buhaye ku bavê Aso hemû pezên xwe yên zayîf û nesax bifroşê jî, dîsa jî nikare xelateke wisa bidest bixe... Lê ev sermezinên qelew, li bajarê dûr ji bo Aso xelatek amade dikirin û dixwestin ku berî cejna biharê vê xelata xwe ya pir mezin diyarî Asoyan bikin.
Hûre-hûra firindeyan bala Aso yê ku di deryayê xeyalan de çûyî nekşand. Aso tenê bi cil û sola xwe difikîrî, lê nedizanî ku xelata wî di vê firindeyê de ye!
4-5 roj ji cejna Newrozê re mabûn, berxikên ber kuza li dora makên xwe bêxem-bêxem dilîstin, kulîlkên nû bişkifî bê hesab reng û bêhna xwe ya jiyanî didan zarokên welatê dilbirîn... Êdî newroz çend roj mabûn, dilê zarokan bi cil û şekiran şa dibû, keç û xortên nûgîhayî jî, bi hêvîya dîtina eîvndara dilê xwe, xwe davîtin bextê biharê û jê tika dikirin ku dilê evîndarê ji wan re veke... Pîr û kal bi melulî û çavbendî hatina biharê pêşwazî dikirin.
Lê sermezinên qelew yên ku bêhna gulê, rengê gîha, kenê zarokan, lîstika berxikan, hêviya çivîkan û dilê dayîkan nizanin. Ew tenê bêhna xwînê û dumanê, girî û qîrîna zarokan, mirin û moranê hezdikin. Jixwe ew firinde jî yek ji barbirê xelatên wan yên hov bûn... Wan sprîza mirinê ji Aso yê çavkejal re anîbûn. Aso li benda xelata bavê xwe bû, lê firindê bi lezgînî xelatek ji Aso û bihezaran yên wek Aso re diyarî kir û got: “Fermo ji we re xelata cejn û biharê” û bêyî ku li paş xwe mêze bikê, di riya xwe de çû.
Yekser her tişt hat guhartin, cîhan bû xiroşe û qîrînî bi zarokan, dayîkan, kala, berxikan û ezmana ket. Her der bû mij, hewa giran û bijehr bû, gîha şewitî, sewal mirar bûn, zarok di himbêza dayîkê xwe de, li ser kolanan can dan. Xwedayê mirinê îro serlêdana bajarê dilbirîn kir, hemû giyan girtin û ew bê bihar, bê cejn û bê xelat hîştin.
Aso jî derket derve, bi gêjî û bê armanc riviya û qîr dida: “Bavo, dayê... Bavo, dayê... Bavo”... Lê ew rojeke wisa bû ku ne bavo, ne jî dayê dikarê ji bo Aso yê xwe yê delal û nazdar tiştekî bike... Êdî Aso xelata xwe ji xwe bîr kir, wî tenê dixwest ku hilmek bayê pak bikşîne... lê ew tiştekî pir zor bû... mirin bibû mêvanê vî bajarî û cihê zindiyan nemabû. Li ber derî Aso li laşê dayîka xwe ya bê lebat, çav werimî û ziman derketî hat. Aso kete xwarê, dixwest bigrî, qîr bide, birive, bêje (daya… daya… daya…)... lê hêza wî nema bû û xwedayê mirinê destên xwe li dora qirka wî dişidand û giyanê pak jê distan. Aso jî bi hêza xwe ya firişteyî li ber xwe dida û nedixwest biçe... ew li benda biharê bû, li benda cejnê bû û li benda cil û sola xwe ya ku nedît bû...
Çend saet derbas nebûn, Aso û welatê wî yê dilbirîn bûn mijara hemû medyayên cîhanê... êdî Aso jî bû birîneke din di dilê welatê xwe yê dilbirîn de. Her kesî navê Aso û bi hezaran yên wekî Aso ji bîr kirin... li wan navekî din danîn! Êdî navê Aso bû “Helepça Şehîd”, Helepça jî bû sembola birîna bê dawî û evîna bê hêvî, bû Asoyên bê cil û gulên bi xerdelê fetisî û çemên bi jehrê şîn bûyî.
Sermezinên qelew jî, bi serkeftina xwe şahî û cejin dikirin û ji hemû cîhanê re digotin: “Em bi we dikarin, ji me bitirsin... Bila Helepçe ji we re bibê dersek” û bi dengên xwe yên qalind dikeniyan. Ha ha ha aha a... ha ha ah aahaaaaaaa
Polat CAN