HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Dibe ku gelek rexên jiyana gerîla neyên naskirin. Ji ber vê yekê gelek kesayetiyên afrêner û xuliqkar jiyana wan naye naskirin. Lê şûna ku mirov dihêle li ser rûpelên dîrokê, bi tena sere xwe rastiya vê jiyanê bilêvdike û tine zindî dihêle. Mîna birûskan her tim bi dengvedana xwe mirovan ji xewa mirinê şiyardike. Ango mirov dikare bibêje ku pêşbaziya mirin û jiyanê ji nû ve destpêdike û cenga azadiyê li her qadê govendê digerîne. Lê tenê heskiriyê  jiyana azad û bihêvî  dikarin li ber xwe bidin û di vê tekoşînê de biserbikevin. Ji ber vê yekê her mirovê azadîxwaz bi tîrêjin rojê remanê xwe ronî dike û bi tîna wê giyanê xwe avdide. Lê yê ku vê rojê nebîne û bi tîna tîjikên azadiya vê rojê nehise. Nikare bibe rê hevalê vê tekoşînê û nikare mirovatî û heskirina mirovan di hindirê dilê xwe de bihewîne. Tenê yê ku dikare li dengê dilê xwe guhdarî bike, dikare bibe rê hevalê vê şoreşê û dikare cihê xwe di nava vê rêwîtiya dem dirêj û zor de bigre û bi giyanê xwe yê pakrewan cîhanê bi tevahî hembêzbike. Di wê demê de mirov dikare bibe xwediyê vê jiyanê û weke stêrkekî her tim geş û tijî coş, heyecan û ronahî di ezmanê dilê her mirovekî azadîxweazde biçirise.

Weke ku tê naskirin bajarê Dêrika Hemko û bi taybet herema kuçeran, heremekî naskiriye bi tekoşîn û welatparêziya xwe ya ku xwedî cihekî taybete di dîroka tekoşîna bizava PKK’ê de. Ji ber vê yekê dema ku em vegerin salên destpêkê ji tekoşîna bizavê li qada Başurê Rojava. Bê guman emê şert û mercên xebat û tekoşîna gelê me yê ku li wî parçî dijî nasbikin.

Ango mirov dikare bibêje, hemû qezencê ku me di wan qadan de bi dest xistî. Di serî de bi ked û tekoşîna Serok APO û bi xwîna hezarê şehîdan gihiştiye van rojan. Ji ber vê yekê dema ku em  herema koçeran di navbera salên 1989-1990î û heyanî salên 1991'an, ango çaxên ku ji nû ve remanê bizava PKK’ê li başurê rojava belavdibû û demarê xwe di hindirê xaka vî beşî de belavdikir. Her tişt ji bona Kurdê başurê rojava nû bû û pir bala gel dikşand. Dibe ku gelek bizav û tevgerên kurdan derketibin holê û bandora xwe heyanî astekî li ser gel dabin çêkirin. Lê bi qasî ku bizava PKK’ê bandora xwe li ser başurê rojava dayî çêkirin, tu bizavên din nekarîn wê bandore çêbikin.

Ji ber vê yekê di serî de dema ku em li ser herema koçeran rawestin, em dikarin bibêjin ku ev herem heremekî ji hemû heremên li başurê rojava heyanî astekî cudaye. Ji ber ku heremekî jiyana xwe û debara xwe li ser çandinî û xwedîkirina heywanan e. Lewra gelê wê bi ked û xwîdana xwe dijî û asta xizaniyê jî li vê deverê pir li pêş e. Ji milekî din ve jî mirov dikare bibêje ku ji ber siyaseta ku pergala serdest li ser heremê dimeşîne, ji xelkê vê deverê bi qasî 300000 hezar heyanî nehajî bê nasnamene û ji wanre tê gotin ejnebî ango biyanî.

Di salên di navbera salên 1990î û heyanî sala 1992 mirov dikare bibêje ku hêza tekoşîna pKK’ê xwe gihande astekî herî jor de û xwe li her deverê başurê rojava bibandorkir. Hevala Tolan (Dîlan) jî naskirina wê di wan salan de ji bizavê re çêdibe. Li ser vî bingehî û ji ber ku malbata hevala Tolan bi xwe jî malbateke welatparêzbû. Ev yek ji tevlîbûna hevala Tolan re dibû destekeke herî mezin. Malbata hevala Tolan malbatekî xizanbû û wan jî weke hemû xelkên deverê debara xwe bi çandiniyê û xwedîkirina heywanan dikirin. Ango mirov dikare bibêje ku malbata hevala Tolan malbateke welatparêz bû û girêdayî rêxistinê bû.

Hevala Tolan di nava malbateke wisa de çavê xwe li dinyayê vekir. Tekoşîn û xwendina xwe bi hev re dida meşandin û xwendina xwe heyanî dibistana amedayî dewamkir. Dema ku Hevala Tolan derbasî bajarê Dêrikê bû ji bona xwendina xwe temambike. Hevala Tolan di ber xwendina xwe re kar û xebatê gel jî dida meşandin. Ji perwerda şagirtin dibistanê bigre û heyanî qumîtên taxa û xebatên çandî û hunerî jî dida meşandin. Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku hevala Dîlan ne mîna hemû şagirtên dibistanê yên ku tenê bi xwendin û dibistana xwe ve mijûldibû û hayê wan ji bayê felekê jî nebû. Lê belê hem karê dibistanê û hem jî kar û xebatê şoreşê jî bi hevre dida meşandin. Ji ber van teybetmendiyên ku hevala Tolan pê dihate naskirin pir ji milê gel ve dihate naskirin û heskirin.

Di sala 1992'ê de hevala Tolan derbasî Ekadimiya Mezûm Qurqumazbû û tevlî perwerdeyekî bû. Piştî ku hevala Tolan dewra xwe ya ekadimiyê temamkir, derbasî qada şer bû. Dem ku derbasî qada şer bû, şerê me û yê îxanetê li dar bû. Ji ber ku li herdeverî şer û pevçûn dihatin jiyankirin û derfetên heyî dest nedida hevalên ku nû derbasî qada şer dibin hemû pêdiviyên wan ji cil û bergan pêkwere. Ji ber vê yekê piranî hevalên heyî cilê wan yê leşkerî nebûn û gelek ji wan hevalan hîn çek negirtibûn. Ji lewra dema ku ev yekîne bi hêzên îxanetkar re dikevin di nava şer û pevçûnê de, dikevin dest. Lê ji ber ku henek mirovê hevala Tolan di nava PDK’ê de hebûn û wan hevala Tolan nasdikirin, bi rengekî cida nêzîkî wê dibin. Hevala Tolan derdorî 40 rojan dimîne di hindirê zindanêde, di dema zindanê de hevala Tolan û hevalên ku pêre heyanî demekî çalakiyê dikin û dev ji xwarê berdidin. Ew kesên ku hevala Dîlan nasdikin jê re dibijin, ji ber ku tu mirova me yî emê te berdin. Lê hevala Tolan dibêje, eger ku hûn me hemûyan bernedin ez bi tena xwe dernakevim.

Ji ber hewildana hevala Tolan, hêzên PDK’ê mecbûr dimînin ku hemû hevalên din jî berdin. Bi vî awayî wan hevalan, derbasî milê başurê Rojava dikin û wan li wir berdidin. Hevala Tolan heyanî demekî li malê dimîne û jê bi şûn de derbasî cem Serokatiyê dibe. Heyanî demekî li cem Serok dimîne û dewreyekî din a Akadimiyê dibîne û ji boan meşandina xebatê gel, derbasî herema cizîrê dibe. Di wê navberê de perwerda xwe ya bijîşkiyê jî dibîne. Bi vê rewşê heyanî 1993'ê de hevala Tolan cihê xwe di nava xebatên gel de digre. Di sala 1993'ê de hevala Dîlan derbasî milê Botanê dibe. Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku hevala Tolan di destpêka tevlîbûna xwe de di gelek zehmetî û tengasî jiyankirin. Lê bi bawerî û girêdana xwe ya mezin bi serokatî û şehîdan re, di dawiyê de xwe gihande armanca xwe û hemû engelê li pêşiya xwe yek bi yek şikandin.

Piranî cihê ku hevala Tolan lê mayî û xebat lê dayî meşandin qada Hekarî û Beytulşebab bû. Hevala Tolan cihê xwe di wan hereman de digirt û bi xwe re gelek pêşketinên mezin dane avakirin. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku hevala Dîlan bi van teybetmendiyên xwe yên cuda, cihekî xwe yê  di dilê her hevalekî digirt. Ji ber ku hêza wê ya coş, heyecanê pir li pêş bû û dema ku bi ser karekî ve diçû, bi dilê xwe û ji ber xwe bi serde diçû. Ji milekî din ve jî, ew di her karê xwe de serkeftî bû û ji derveyî serkeftinê ji bona xwe nedipejirand. Bi kerê xwe yê leşkertiyê re, xebatê bijîşkî jî dida meşandin. Piştî wê û dema ku yekîneyekî hevalên jin derbasî qada Garisan bû, ew heval jî di nava wê yekîneyê de derbasî wê qadê bû. Em jî wê çaxê li wê heremêbûn û baş tê bîra min dema hevala Tolan wê çaxê berpirsyarê yekîneyekî bû. Ew yekîna hevalên jin di wê Zivistanê de li cem me li qada Garisan disekinî. Piştî wê û bi hatina Buharî re careke din derbasî qada Hekarîbûn û bi guhertinên ku di her Buharê de çêdibin û di navbera salên 1996- 1997 de ew heval derbasî qada Gabarêbû.

Hevala Dîlan heyanî Payîzê li herema Gabarê xebat dane meşandin. Lê rojrkî ji wan rojên Zivistanê dema ku baran dibariya, yekîneya hevalên jin berê xwe didine şikeftekî ji wan şikeftê li wê derê heyî. Di wê navberê de û dema ku heval daran kom dikin û dixwazin agirekî hilkin û xwe li ber ziwa bikin. Lê dema ku agir hildibe û hemû heval jî li derdorê agir dirûnin, narinceyekî di nava agir de diteqe û parçek ji wê narinceyê li serê hevala Tolan dikeve. Di encamê vê yekê de û piştî demekî hevala Tolan  şehîdikeve.

Meş û tekoşîna hevala Tolan (Dîlan) di nava şoreşê bi serê xwe şoreşeke di hindirê şoreşê de bû. Her cihê ku hevala Tolan lê kar û xebat  dayî meşandin, cihekî xwe yê cuda di dil û mejiyê gel û hemû hevalan de dabû çêkirin. Ji milekî din ve jî mirov dikare bibêje ku hevala Tolan û bi hêza ku ji Serokatî, şehîdan û gel girtî. Di her warê jiyanê de xwe gihande astekî herî bilind û bi kesayeta xwe ya azad û bigiyanê xwe yê pakrewan bû deng û vîna her jineke azadîxwaz û her mirovekî welatperwer.

Bahoz Koçer