HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Mardîn careke din çavên xwe ji xewa şêrîn vedike, ji bona afirandina jiyaneke aza û bi rûmet, careke din zarokên xwe bi hêviya rojên xweş û şad ji bona nûrojeke serfiraz hembêzdike.

Sala 1997 an bû em li qada Mardînê bûn, hejmarê me bi qasî sê heyanî çar hevalan bûn, me xwe mîna yekîneyekî bi rêxistin kiribûn. Ji bona ku em amadekariyên erzaqan têra demekî dirêj bikin, me erzaqên xwe ji gundan derdixist. Bi taybet wê demê û di wan şert û mercan de peydakirina pêdiviyên xwe yên xwarinê pir zor bû. Ji milekî ve operasyon her tim hebûn û ji milê din ve li ser gel zilm û zordariyeke mezin hebû. Li her deverî şer û pevçûn hebûn, ji ber wê hinek zehmetî û zoriyê xwe hebûn.

Hem ji bona Bagokê û hem ji bona deverê din jî ev her wisa bû, tenê li devera Omeriyan hinekî derfetên xwe hebûn. Ji ber vê yekê me xwest ku em hinek amadekariyên erzaq ji wan deran derxin. Çûyîna me ya gund çêbû û du yekîneyên hevalên ku di nava gel de xebatê didin meşandin, wê bi me re hatibane. Me ji derveyî gund hevdû dît, karê xwe bi rêxistin kir û gava ku em ji gund derkevin emê li kûderê hevdû bibînin, me cî diyar kir.

Me ji hev re got: kîjan gurûp berî gurûpa dîtir bigihêjê cihê ku me diyarkirî, pêwîste li benda gurûpa dîtir bimîne û em bi hev re herin cihê xwe. Hevalên din, bi şêweyê du yekîneyan di nava gunde belavbûn, lê belê em sê heval bûn û me bi hev re tevger dikir. Ji ber ku gundê Cinate mezin bû, em di nava gund de belavbûn, wê demê qereqol jî ji gund ve nêzbû. Heyanî derengê şevê em di nava gunde digeriyan. Me karê xwe heyanî astekî bi dawî kiribû, gundiyan jî amadekariyê xwe dikirin ji bona ku xewbikin, me biryar da em ji gund derkevin.

Li herêma Mardînê car caran dijmin li derûdorê gundan kemîn tavêtin, ji ber vê yekê bi şev derketina ji gund hinekî xeteriyên xwe hebûn û em her dem şiyarbûn. Lê belê vê carê me hesabê vê yekê nekiribû, wê demê tava heyvê hebû û ronî bû. Demjimêr di navbera yazde û dozdehan de bû. Ji ber wê yekê min digot em zû ji gund derkevin û biçin, heval li benda me ne û dem dereng e. Wê demê ez bi bayê bezê li pêşiya hevalan bi rêketim, hejmarê me jî wê demê bi qasî sê hevalan bû, lê hevalên din hejmarê wan şeş heval bûn. Dema em ji gund derketin bi qasî bîst gavan ez li pêşiya hevalan bûm û dema em nêzî cihê rendewiyê bûn, min dît sê kes li cihê rendewiyê hereket dikin, wê demê min ji xwe re got: “ew hevalin li ser rê ne, li benda me sekinîne, da ku em bigihêjin hev û bi hev re biçin cihê xwe”. Wê gavê ne dijmin û ne hizrandina kemînê di bala min de hebû, ji ber wê yekê heyanî çeka xwe jî min ji milê xwe ne anîbû xwarê. Gava ku em nêzîkî cihê rendewiyê bûn, ewê li wê derê sekinîbûn dijmin bûn û di kemînê de li benda hatina me bûn. Ew cihê ku me lê rendewî dayî hev, cihê gihandina riyan bû, cihekî kavil bû, dîwar û kevir li wê derê hebûn û ji bo vedana kemînê cihekî herî baş bû. Dema ku bi qasî pazdeh heyanî deh gavan em nêzî cihê rendewiyê bûn, min bihîst dengek tê û bi tirkî gazîdike û dibêje “dûr sen kîmsin”, ango bisekne tu kiyî û pêre pêre wan ez dame ber gulayan, min xwe avête erdê, lê belê hevalên ku li pişt min dihatin hêstir di destê wan de bûn. Gava ku dijmin gule berdane me, wan hevalan serê hêstiran berdan û hêstir di nava gund de belavbûn. Ez di nava wan de mabûm û gule weke baranê bi ser min de dibariyan, lê belê guleyên dijmin li min neketibûn. Dema ku leşkeran li min dayî jî min texmîn dikir ku hevalin, ji ber wê yekê min bi dengekî bilind gazî dikir “hevalê Sadiq guleyan nereşîne ser me de, em hevalin”. Heyanî wê gavê jî min texmîn nedikir ku dijmin e. Min ji xwe re digot qey, hevalê Sadiq, Serdar, Dijwar û hevalê dîtirin. Piştî wê leşkeran tekmîla xwe dane qereqolê û ji wan re gotin: Me gerila xistine kemînê û me du heb ji wana kuştine, fermandarê wan jî sipasiya wan dikir û ji wana re digot: “Destê we saxbe, destê xwe nedin cenazê wan emê seharê werin wan bibin”. Lê piştî xolekî du xolekan dema ku leşkeran xwestin sacûrê xwe bigherin, wê gavê min firsend bi destê xwe xist û min Qilêşa xwe li wan rastkir. Sê leşker li pêşiya min li ber dîwar xuyadikirin, dema min gule yek bi yek li wan didan. Min guleyên xwe didîtin çawa li wan diketin, ji ber ku wê gavê min didît ew leşkerê li ber dîwar sekinîn, yek bi yek dikevin erdê. Piştî wê êdî deng ji wana derneket, lê di wê navberê de min hew dît ku bumbeyek li ber min ket û teqiya. Ji ber ku ez pir nêzîkî wan bûm, gelek perçeyên bumbê li min ketin. Piştî ku bumbe teqiya, min ji xwe re digot: “xilasiya min nîne”, ji ber ku perçe gelek li canê min ketibûn û xwîn ji cihê birînan dihat. Min ji xwe re digot: “çi dibe bila bibe pêwîste ez di nava lepê wan de nemînim û ez zû ji vê derê derkevim”. Min xwe bi şûnve da û min xwe hilda saxlemiyê. Bi qasî sed gavan min xwe ji cihê kemînê dûrxist. Min ferqkir ku xwîn gelek ji birînên min diherike, min şûtika xwe li cihê birîn girêda da ku xwîn hinekî bisekine û ez hêza xwe wenda nekim. Hevalên dîtir hemû ji hevdû qutbibûn û di nava gund de belav bibûn. Yê ku hinekî ew dever nasdikir ez tenê bûm. Dema heval pêdihisin ku kemîn heye, bi riya Bêtêlê xeberê didine hev û piştî demekî digihêjin hev, heyanî wê demê min jî xwe gihande wan. Dema ku ez gihîştime wan alîkariya min kirin heyanî me xwe gihande cihê xwe. Heyanî du rojan derman nînbû, rewşa min jî ne baş bû. Piştî ku em gihîştin hevalan, me derman peyda kir û hevalan birînên min dermankirin. Di wê navberê de dijmin kete nava tevgerê de, lê mixabin tu encam bi dest nexistin. Dijimin digot me du gerila kuştine, lê belê seharê gava ku hatin cihê kemînê û dîtin du leşker hatine kuştin û yek jî birîndare. Ji dîne xwe derketin û xwestin ku qehir û kerba xwe bi serê gundiyan de derxînin. Gundî dibihîsin ku tiştek ji hevalan ne hatiye û du leşkerên dijmin hatine kuştin, gelekî dilşad dibin.

Diyar Afrîn