HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

gerilla01Xweza di zemanên qedîm de bi wate bû, nirxê wê hebû û mirovan îbadeta wê dikir, lê ew ruh çima niha ziwa bûye? Gelo nesaxiya pergala desthilatdar e? Ruhê îbadetkirina xwezayê min jî hîsnedikir. Hatina gerila ya çiyan, min ji bona şer şîrovedikir, lê min texmîn nedikir ku xweza û dîrok te perwerde bike.

Ez û du hevalên jin me berê xwe da geliyê Perex yê herêma Heftenîn, lê heyanî em bigihîjin geliyê Perex emê di gelek dol û bergehan re derbas bibin. Heyecana wê bergehê dîtin min jidil hîsdikir. Lê divê ez tîpên ku çîroka wan çiya, dol û kaniyan pê hatiye nivîsandin, fêmbikim. Çiyayê ku dilê gelek mirovan bi hesreta spehîbûna xwe hiştiye; Cûdî kete ber çavê min, lê min nikarîbû destê xwe bidime û hembez bikim, dîmenê qereqola Kirya Reş bi min da hîskirim ku Cûdî azad najî. Cûdî bi heybet bû û serbilind bû, ji ber yên wê diparêzin di hembêza wê de ne û wê tenê nahêlin. Mayîna wê qereqolê di quntarên Cûdî de ji bona min mirin bû, qeşengbûna Cûdî dilewitîne û azadiya wê bi sînor dike.

Em gihîştin sêkoşa Qesrokê. Qesrokê hem navê gunde hem jî navê çiyayê li ser gunde. Sêkoşa Qesrokê jî sêkoşa Kirya Reş, geliyê Perex û Qesrokê ye. Me berê xwe da geliyê Perex û em bûn mêvanê biheşta wê. Fîrdewse û spehiye, carne şade û carne jî bi dil kovane. Rê û malên ruxiyayî di wê dolê de hene. Vê dawiyê jî dijmin erazî topbarankiriye û gelek daristan şewitîne. Ew şewat mîna leke li bejna geliyê Perex dixuya, tenê girî jê kêmbû û wê xemgîniya xwe bi herkesî re parvedike. Rast û çepê dola geliyê Perex çiyayên berzbûn, sukira me qerimî bû, hingî me li bejna wan çiyayan meyzadikir. Bi taybet dîmenên ku gelekî bandor li ser min dikir, dîmenê malên xerabe bûn. Ew malên xerabe diyardikirin ku mirovan bi darê zorê dev ji gundê xwe berdane. Xwezaya biqasî zêr beraqe û ji zîv zêdetir dilê mirov dîldigire, nemumkine ku dev jê were berdan. Mirovên ku mirina xwe didin ber çavê xwe, dîsa jî di palên wan çiyan de bûn. Xortên ciwan li ber pez bûn, jin û mêrên kal jî di nava bexçan de dixebitîn. Henaseke gund ji bona wan derman e. Min çawa ji wan dipirsî we çima dev ji gundê xwe berdaye? Çavên kelegirî, bi hejarî li min dimeyzandin û digotin “xwedê mala neyaran xerab bike.”

Girêdana wan mirovan ya bi gundê wan ve ew xweza bedewdikir. Nirxê xaka xwe dizanîbûn. Bi rojên ku tê de jiyankirine girêdayî bûn. Di kontara wan çiyan de bexçe çandin, ji bona wan dermanê dil e. Ji kaniya gundê xwe av vexwarin biheşte.

Li dola Şîşê gundê Mêrgeşîşî û Dêraşîşê heye. Gundê Mêrgeşîşî Sindî ne û bi aslê xwe ji Garisa hatine. Misilmanin û ji gundê xwe koçberî Zaxo bûne. Gundê Dêraşîşê jî gundê Keldaniya ye. Gundê wan ji milê hikûmetê ve hatiye avakirin, lê ew ji tirsa Tirkan newêrin vegerin gundê xwe. Her du gund jî di palên çiyan de ne û mirov guneh dike li wan binêre. Ciwanên ku me di rêka xwe de dîtin nexema wan bû ku ji gundê xwe koçber bûne, lê bav û dayîkên wan dixwazin vegerin gundê xwe û ji nûve avabikin.

Dema ku min bedewbûna wan gelî û çiyayan dît, min nirxê mirovan jî naskir. Girêdana wan mirovan ya bi gundê wan ve ji bona min dersekî mezin bû. Ruhê xwezayê û mirovan, nirxê dîrokê bi te didan hîskirin. Ji ber ez dûrî dîroka gel û xaka xwe mezinbûme, min ji xwe şermkir.

Dûnya Cemîl