HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

gerila newrozEz û hevala Dorşîn em berbi dola Keşane ve çûn. Dola Keşane ne tenê bi daristan û ava xwe xemiliye, bi şopên xwe yên veşartî jî xemilî ye. Heyanî tu digihîje dola Bîtalma ava Keşane bi te re rê hevala. Dola Bîtelma jî dûv û dirêje. Hem daristanên wê hene, hem jî zozanên wê hene. Ew ava kaniyên wê jî, dilê mirov hînik dike. Hilkişandina Deriyê Dawetiyê li pêşiya me bû, eraziyê Deriyê Dawetiyê nêz dixuya, lê ne wisa bû. Bi gavên westiyayî em hilkişiyan Deriyê Dawetiyê, lê em bi wê westandine nehisiyan, bergeh û bedewbûna wî çiyayî wext nade te ku tu biwestê. Hîna em negihîştibûn ciyê yekîneya hevalan, heval ji dûrve dibînin em hildikişin Deriyê Dawetiyê. Piştî du demjimêran em gihîştin hevalan. Heval dizanin piştî wê westandine çayek vexwarin xerab nîne.

Yekîneyeke gelekî dêhna mirov dikişand, li ser hendefan dibezîn, liv û lebata wan moralekî mezin dida mirov. Her me dixwest em bi wan re têkevin nava xebatê de, lê destûr nedidan. Yekîneyeke zehf dewlemend bû, hevalên kevn û yên nû hebûn, bi giştî hevalên ciwan bûn. Hinek ji wan bi salan di şer de mane, hinek jî nû dikevin şer de û heyecana wê dijîn. Şên û şadiya hevalan diberiqî û me nizanîbû wextê me çawa derbas dibe. Bi roxmî ku di ciyê xwe de nedisekinîn û diwestîn, moralê wan di cî de bû. Dizanîbûn ji bona çi diwestin. Hemû lêhûrbûna wan li ser çalakiyan bû. Qereqolên dijmin kêlî bi kêlî çavdêr dikirin. Berpirsyara yekîneya Şehîd Xwînrêj hevala Nûjîn Ersî bû. Hevalên jin û hevalên xort çawa hevala Nûjîn didîtin digotin “hevala Nûjîn ka emê kînga çalakî bikin?” Ji bo tevlîbûna çalakiyan bi hev re diketin nava pêşbirkê de. Şensê wan hebû, berpirsyara wan hevaleke jin bû. Jixwe dema min bihîst hevaleke jin berpirsyara yekîneyê ye, heyecanek kete dilê min de. Ew yekîne gelekî nêzî dijmine, bi çavê xwe leşkerên dijmin dibînin û herdem lêhûrbûna wan li ser dijmine, ji ber vê yekê divê qomîtana wan di tektîk û şer de zîrek be, eger zîrek nebe û tecrûbeyên wê di şer de nebin, wê wendahî bidin. Gava ku ez hevalên jin weha zîrek dibînim ez hîn zêdetir bextewer dibim. Min her dixwest ez bi wan re suhbet bikim, şevtarîbû û me nikarîbû em suhbeta xwe bidomînin.

Nîvê şevê heyanî sibehê qereqolên dijmin derûdora xwe topbaran dikirin û hawan tavêjtin. Ji tirsa hevalan newêrin xewbikin. Di berbanga sibehê de min bi xwe jî meraqkir û ez çûm keşfê. Leşkerên dijmin newêrin tevger bikin, herdem di tirsa ku heval êrîşî ser wan bikin, dijîn. Erazî tarûmarkirine, girên derûdora xwe derbedar kirine û ziyanê didin gel. Gundê Roboskî û Bêcehê nemumkine ku jiber dengê hawan û obîsan aram bijîn. Qereqolên dijmin texmîn dikin ku bi hawan avêtine wê ziyan bidin gerila, lê weha nîne. Heval dema ku dengê hawanan nabihîzin dibêjin “gelo dijmin westiya ye, yan jî cepxana wan nemaye.” Birastî hawan û obîsên ku tavêjin, encam jê nagirin, lê dîsa jî eraziyê Qelaban topbaran dikin.

Em nêzî heftiyekê li gel yekîneya şehîd Xwînrêj man, em fêrî wan bibûn û me nedixwest em ji wan qutbibin.

Dûnya Cemîl