Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Operasyona ku artêşa Tirk a dagirker 14'ê Mijdarê li herêma Zapê da destpêkirin, hîn jî dewam dike. 14'ê Mijdarê li dijî dagirkerên ku hewl didan li qada Qela Bêdewê bi cih bibin, bi rêbaza sabotajê çalakî hate lidarxistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 dagirker di encama çalakiyê de hatin cezakirin. Lê belê hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn zêdetir e.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
19'ê Tebaxa 2020'an artêşa Tirk a dagirker êrişeke hewayî biribû ser mintiqeya Kanîmezinê ya herêma Metînayê. Di vê êrişa hewayî de hevrêyên me Sara, Azad, Şerzan, Rûmet û Erdal şehîd bûbûn.
- Ayrıntılar
Li eyaleta we, di dema operasyona berfireh de ku 2'ê Cotmehê di encama xiyanetekê de dest pê kir û heta 27'ê Cotmehê dewam kir, berxwedana ku hêzên we yên eyaletê nîşan dan, serketineke girîng e. Rûpeleke nû li dîroka têkoşînê ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê zêde bû ku bi lehengiyan dagirtî ye.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Sibeha 14'ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê ji qada Kinyanişê heta Dola Bîra dest bi operasyonê kir. Roja 14'ê Mijdarê saet di 02:30'î de qada Kinyanişê bi balafirên şer hate bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Hêzên me 17’ê Îlona 2020’ê li dijî hêzên dagirker ên li Girê Şehîd Bîlal yê Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiyeke bi bandor kirin. Hevrêyên me Berxwedan û Gaber ên bi şêwazê fedayî pêşengtî ji çalakiyê re kirin û derbên giran li dagirkeran da, bi lehengî şer kirin û tevlî karwanên şehîdan bûn.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di 2'ê Cotmehê de li herêma Glîdaxê ya eyaleta Serhedê kesekî xiyanet kir û teslîmî dijmin bû. Li gorî agahiyê ku wî xayînî da dijmin, artêşa Tirk a dagirker li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kir.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Artêşa Tirk a dagirker piştî ku 3'ê Cotmeha 2020'an li mintiqeya Horselê ya qada Şehîd Serxwebûn a Amedê bombardûmaneke giran kir, 4'ê Cotmehê bi helîkopteran hêzên xwe danî herêmê û dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Ev operasyon êvara 4'ê Cotmehê bi vekişîna hêzên dagirker bi dawî bû. Ji ber bombardûman û şer hevrêyên me Amara û Doga şehîd bûn.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Hêzên me di çarçoveya ‘Pêngava dem dema azadiyê ye’ çalakî kirin û agahiyên li ser çalakiyan wiha ne;
1. 4’ê Mijdarê hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li devera Deriyê Girana ya qada Govendê ya Herêma Avaşîn saet 06:25’an de ji du çalakî kirin. Baskê yekem ê çalakiyê 2 çeper kirin hedef û lêdan. Dagirkerên di her du çeperan de hatin cezakirin, çeper bi temamî hatin rûxandin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 5'ê Mijdarê saet di 15:00 li qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Rojîn ji du baskan ve çalakî li dar xistin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de hêzên me 4'ê Mijdarê saet 16.30'an li qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê li dijî dagirkeran ên li Girê Mele Yehya ya Koxê bi cih bûbûn ji du baskan ve çalakî birine ser wan.
- Ayrıntılar