Roj roja namûs û şerefê ye. Bi rastî jêdî dema gotinê derbas bûye. Roj roja liv û tevgerê ye. Ev yek ji bo me jî derbas dibe. Em jî di vir de berpirsyariya xwe dibînin. Lê divê vê bêjim; ji destê kê çi tê divê bike.
Dijmin dixwaze bi gelê me re gav paş de bide avêtin û teslîm bigire. Ev şer di destpêkê de li Îmraliyê hat destpêkirin. Sîstema îşkenceya psîkolojîk a li Îmraliyê dijwar kirin. Herî dawî du heval bê pirs û daxuyanî, ji Îmraliyê derxistin û sirgûn kirin. Ev yek, gavek li dijî Rêberê me ye. Dijwarkirina sîstema îşkenceyê ye. Rêberên me û hevalên li wê derê bi rastî jî sekneke watedar nîşan didin. Li dijî her şêwe zextên psîkolojîk û êrîşan berxwedaneke watedar nîşan didin. Ji bo me hemûyan ev yek mesaje e, ku divê em dersê jê derxînin.
Li gelek welatan di gelek şeran de, şerê bajêr şerê fînalê ye. Ev berxwedana li Sûr, Amed û Cizîrê, bêguman gelekî watedar e. Beriya her tiştî ez wan keç û xortên berxwedêr ên hêja silav dikim, serketinê ji wan re dixwazim. Ew îro li dijî zilma hezar salî li ber xwe didin. Erdogan jî dibêje, 'Em hesabê hezar salî dikin'. Îro li dijî vê zilma hezar salî berxwedana mirovahiyê heye. Gelê Sûr û Cizîrê heta niha di vê berxwedanê de bi ser ketine. Dewlet bi hemû derfet û teknîka xwe re, hemû kadroyên xwe yên şer ên profesyonel bi kar tîne. Tevgera Taybet a Jendermeyan, Tevgera Taybet a Polîsan, komandoyên SAS, herî dawî jî Kumik Sor, nizanim çi kumik, yanî çi di dest de heye bi kar tîne. Hemû çekên xwe bi kar tîne. Bi tenê balafir bi kar neaniye, wê jî nikare bi kar bîne, ji ber ku ew ê zerarê bide xwe jî. Lê belê ji bilî balafirê her tiştî bi kar tîne. Û Sûr 50 roj in li ber xwe dide. Cizîr bawerim 37 roj in li ber xwe dide Ev bi tena serê xwe serketine.
Di şexsê Erdogan de Komara Tirkiyeyê, rejîma AKP'ê têk çûye û 2-3 bajaran pêşî li dewleta Tirk girtine.
Eger hejmara van bajaran bibe 20, wê encameke çawa derkeve holê?. Divê her kes ji niha ve dersê ji vê derxîne. Yanî dewlet ne Xwedayê biçûk e. Sumeran dema dewlet ava kirin gotin, 'Li jorê Xwedê, li jêrê jî dewlet Xwedayê biçûk e'. Bi vî rengî gel xapandin. Na, dewlet zordar e. Û em dikarin zordariyê bişikînin. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ev dîtin. Bi berxwedana ji Sûrê heta Cizîrê re em dikarin bêjin; ev zilm, ev sîstema faşîst dikare bê şikandin. Encamên berxwedana heyî ji niha ve ev e. Pêwîste berxwedêrên li wê derê bizanibin ku ew milîtanên serketinê ne. Milîtanên demokrasî azadiyê yên li dijî keleha zilmê serketin afirandine.
Dijmin dixwaze cebilxaneya berxwedêran biqedîne û gel birçî bihêle. Bi çavtirsandina gel re dixwazin qadên berxwedanê vala bikin. Bi vê armancê, bi çavsorî êrîş dike û çi tê ber xera dike, hildiweşîne. Lê belê divê bi bikaranîna rêbazên van êrîşan pûç dikin re, ev berxwedana hêja bi ser were xistin. Ev pir pir girîng e. Divê sekna hemû bajarên Kurdistanê li gorî sekna Îmraliyê be. Û encamê bi dest bixe. Dijmin dibêje, 'Eger Em Sûrê, Cizîrê bi dest bixin, em ê Tirkiyeyê rizgar bikin'. Ji ber ku niha di çiravê de çikiyane. Di vî warî de ne neheq in. Ne tenê Tirkiye, AKP bi xwe jî di nava çiravê de çikiya ye. AKP ji bo xwe ji çiravê rizgar bike çi ji dest tê dike. Derket holê ku Erdogan mirovekî zordar, nîjadperest û wehşî ye. Yanî heqîqeta AKP'ê derket holê. Pêwîste her kesên xwedî wijdan, her kesên oldar êdî vê rastiyê bibînin. Berxwedana gelê Kurd hem heqîqet derxist holê, hem jî pêşî li serketinê vekir. Yanî encama niha derketiye holê ev e.
Gulereşandin li girseya gel a li Cizîrê hewl dida cenazeyan û birîndaran rake ku piştî dîtina van dîmenan divê ti kes bi asayî nêzî pêvajoyê nebin, her kes bikevin nava tevgerê.
Di nava koma hewl dida birîndaran û cenazeyan rake de Parlamenterê HDP'ê, hevşaredar, endamê Meclîsa Şaredariyê jî hebûn û dixwestin, birîndarekî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî wî biryara tedbîrê girtiye rakin.
Lê belê dewleta Tirk di qanûnan nas nake. Di şerê dewleta Tirk niha dimeşîne de ne qanûn, ne exlaq, ne terbiye, ne namûs, ne jî însantî heye. Ti tişt nîne. Ne di eşrê xwe yê niha li Îmraliyê de qanûn û exlaq heye, ne jî di şerê li Sûr û Cizîrê de qanûn, exlaq û însanî heye. Vana qet qanûnan nabînin. Em ê bibînin ka DMME wê çi bike. Vana hînê hovîtiya AKP li Kurdistanê dike fêm nekirine, yan jî naxwazin fêm bikin. Em di sala 2016'an de ne, bajarên mezin bi tankan hatine dorpêçkirin û tên topbarandin. Yanî nizanin ka di malên ew bombe dikin de zarok heye, extiyar heye, jin heye. Ji xwe ji bo wan negirîng e kî tê de heye, dibêjin 'kî hebe bila bimire'. Bi şev û roj bombe dikin. Li kîjan dewletê, li kîjan welatî ev rewş heye? Gelo Ewropa vê nabîne? Bêguman dibîne, dibe ku naxwaze bibîne. Li Kurdistanê wehşet heye. Û ev dewlet li hemberî gel şer dike. Binêrin dubare dikim; li wir gerîlayê profesyonel nîne. YPS heye ku nû ava bû, ew şer dike. Yê heyî gel e. Li cihê ku gule li parlamenterê Kurd reşandin, li wir kesekî bi çek tinebû. Gelo mirov vî tiştî tîne serê mirovekî bêçek? Dûre Anadolû Ajansi radibe dibêje '9 teorîst birîndar bûne, 5 hatine kuştin'. Halbûkî yê di nav de parlamenter e, hevşaredar e, endamê meclîsa şaredariyê ye, rojnamevan e. Yanî hemû sivîl in. Derewan dikin. Di derewan de sînoran nas nakin. Bi kurtasî ya li Cizîrê qewimî, mirovan gelekî diêşîne. Her Kurdek, her demokratek ku li cem xwe mirovahî ma be, nikare li cihê xwe bisekine. Êdî sînorê tehemûlê derbas kiriye. Erdogan dibêje 'ez çiqasî li hemberî Kurdan şer bikim, ez ê ewqasî jî dengê şovenîstên Tirk werbigirim û her tim li ser desthilatdariyê bim'. Encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê ev bi wî daye qebûlkirin. Ji xwe li cem wî ne wijdan ne jî merhamet heye. Êrîşî gelê Kurd dike û zilmê dike.
Gelo hûnê ewqas tiştan bînin serê gelê Kurd, piştî wê gelê Kurd wê çawa bi we re bijî?"
Dixwazin bi tank û topan re serî lê bidin tewandin. Ev gel, ev ciwan wê vê yekê çawa qebûl bike? Qebûlkirin bêşerefî, bêrûmetî ye. Lewma ya ku tê kirin, gefê li yekîtiya Tirkiyeyê dixwe. Erdogan bi vê pratîka re ber bi zinarekî ve dehf dide. Ji encamên derkeve holê ew ê berpirsyar be. Hesab wê jê bê pirsîn. Ewqas zarok, jin û dayikên me şehîd xistin. Gelo hesabê vê wê li erdê bimîne? Wellehî wê li erdê nemîne, hesabê hemûyan wê were pirsîn. Ewqas sal in di navbera me û dewleta Tirk de şer tê meşandin, lê belê bi qasî du sê mehên dawî ewqas texrîbat derneket holê. Dewleta Tirk niha rê li ber texrîbateke mezin vedike. Gelê me bi temamî tîne hemberî xwe. Bûyera li Cizîrê qewimî, nîşan dide ku ev gel li hemberî sivîlan şer dike. Li hemberî gelê me şer dike.
Xuya ye vê yekê di çarçoveya konseptekê de dikin. Lê belê vala ye. Beriya niha jî ketibû nava hewldanên bi vî rengî. Êlih û Şirnex kiribû bajar. Dewletê bi vî rengî xwest xwe li van herêman xurt bike. Herhal ji aliyekî ve amadekariya şer dike. Şirnex û Colemêrg ji aliyê erdnîgarî ve çiyayî ne. Ji wan heye ku nikarin biparêzin. Cizîr û Gever hîn bêhtir li deştê ne. Bi teknîk û hemû derfetên xwe re di wê baweriyê de ne ku dikarin van deran biparêzin. Lewma dixwazin navenda bajaran bînin van deran. Lê belê tiştek heye ku wan ji bîr kirin; ev her du herêm cihê welatparêziyê ne. Gelê Gever û Cizîrê hesab nakin. Hewldanên wan beyhûde ne. Li aliyê din, bi gaveke bi vî rengî re dixwazin dor li gel bigirin û gav paşde bidin avêtin. Wekî din dixwaze balê bikişîne ser hedefa şaş. Nêzîkatiya dewleta Tirk bi vî rengî ye. Yanî, li şûna ku giraniya xwe bide ser meseleya bingehîn, bi tiştên cuda re mijûl dibe. Jê heye ku Cizîr û Gever bibe bajar ew ê gel ji dewletê re li çepikan bixe! Ev herêm cihê welatparêziya Kurd e. Ji xwe ji sedî 95 ê mirovên li van deran hevgirtî ne. Di zîhniyeta xwe de dagirkerî qedandine. Nepêkane ku dagirkeriyê qebûl bikin. Bajarê di nêrînê de azad bûne. Bi taktîk û polîtîkayên bi vî rengî re kes nikare bi ser bikeve.
Binêrin parlamenterê Botanê Faysal Sariyildiz di hevpeyvîneke xwe de, ji bo pirsa 'banga we çi ye?' got, 'Bangek min nîne, ji xwe dijmin me li vê derê dikuje. Em her roj bang dikin, lê tiştek nayê kirin'. Pêwîste her kes vê qîrîna ji Cizîrê bilind dibe bibihîze.
Lê em demokrat û çepiran deynin aliyekî, Kurd eger li cihê lê ne vê qîrîna Cizîrê bibihîze û bikeve vana hewldanan, wellehî wê AKP were sekinandin. Lê nayê kirin. Mînak; Kurdên li metropolan gelo çawa dikarin ji xwe re bêjin 'ez demokrat im, welatparêzim' ez fêm nakm. Bi tenê temaşe dikin. Dijmin her roj lê dixe, zarokên me, jinên me dikuje. Ciwanên me yên birîndar ji ber ku nikarin rakin nexweşxaneyê ji ber jêçûna xwînê şehîd dikevin. Bajarên me tên wêrankirin. Hûn li benda çi ne? Lewma mirovên me yên li Cizîrê gotin 'em bang nakin'. Mafdar in bêguman. Roj roja namûs û şerefê ye. Bi rastî jî dema gotinê derbas bûye, dem dema tevgerê ye. Ev yek ji bo me jî derbas dibe, em jî xwe berpirsyar dibînin. Lê vê bêjim, eger Kurd çi li hundir çi jî li derveyî welat, eger rabe ser piyan, li metropolan û çar aliyên Kurdistanê bikevin nava tevgerê, dikarin her tiştî bikin.
Heta niha rizgariya gelê Kurd ti carî neketibû destê Kurdan. Niha ketiye dest. Lewma divê her kes zanibe ku pêvajo awarte, lezgîn û girîng e. Divê qîrîna bajarên berxwedanê bibihîzin û ya pêwîst bikin. Eger ev were kirin, wê keleha zilmê were hilweşandin, demokrasî û azadî bi ser bikeve. Ev bîr û baweriya me ji her demê zêdetir e. Li ser vê bingehê bi rêzdarî her kesî silav dikim, serketinê dixwazim.
Endamê Komîteya Rêveber A PKK'ê Mûrat Karayilan Ji Radyoya Dengê Kurdistanê Re Axivî.