Jinên herî mezin di dîrokê de ji van axan, yanî ji Mezopotamya derketine. Em jî li pey wan in, paşhatiyên wan in.
Em tevgera vegera dîrok û evînê ne, li pey nemirinê ne.
Va, ku Ewropayî bi ti awayî fêm nakin û dibêjin, “Ev zilam, li ciyekî weke Rojhilata Navîn ku despotîzm lê serdest e, çawa vê azadiya mezin diafirîne?” Bi ya wan qabeya van xebatan Parîs e, New York e, London e.
Di bingehê hêrsa wan a li hember min û PKK’ê de ev heye. Yanî hun ne navenda şariştaniyê ne, ne navenda sivîlbûnê ne, hun ne navenda xweşikiyê ne. Ev hemû bi me hene. Ez vê hinek tînim bîra wan hêrs dibin. Ez li hember Ewropayê bin neketim, bi misogerî di nava bandordarkirina Ewropayê de me.
Xwedawenda evînê, navenda sivîlbûnê Mezopotamya ye. Ti kesî qasî li ser van axan bi azad nehizirî, bi azad neafirand, bi azad hez nekir û xweşiktî neafirand.
Ma Mezopotamya, geliyên Zagrosê ne qadên pêşxistina çandiniya yekem, şaristaniya yekem, hêlîna yekem, cîûwarbûna yekem û hevalbendiya yekem in? Ma peroşmendiyê nadin? Baş e çima ev dîrok nayê dîtin?
Çalakiya me ev e. Ji bo me dîrok ev e û em mezinahiyê jî wisa digirin.
Hê jî tê bîra min, keçên ku bala min dikişandin hebûn. Min tenê peyvek jî ji wan re negot; min bawer kir ku dê bi şer bê afirandin. Niha ez herim kû derê, hêza min a bandorkirinê heye. Ez bi ser koletiyê de biçim ezê biperçiqînim, azadiyê derxînim holê. Ên ku eleqeya wan ji vê re mezin e, dê bi min re bin, ên ku eleqeya wan nîn e jî dê biçin.
Ez li Mezopotamya xwedî dertêm. Keça Alman rêhevala Kanî jî, ma bi rastî ne bersiveke wisa ye? Hetanî dawiyê berxwedêr, hetanî dawiyê dilsoz, -dirûşme avêt. Va, ev serkeftina Mezopotamya’yê ye.
Serokatiya Partiyê