Axaftina Serokatiya Partiyê Li Ser Deh Saliya 15’ê Tebaxê
15’ê Tebaxê di xebata mede gaveke, weke gavên dine, wexta hevalan ev gav avêt, nikarîbûn mesûliyeta mezin bigirtana, her roj bar dihate ser me. Me xwe baneda, xwe li paş jî nexist, dijmin digot 48 saet, 72 saet, sê rojan de em ê wana ji holê rakin. Sê roj bû sê meh, sê meh bun sê sal, sê sal bûn neh sal. Niha mirov dikare bêje ji dijmin bêhtir em di welêt de xurt in. Hemû serê çiya me girtine. Dijmin nikare, hamleyan pêk bîne, bi hezaran hamle çêkirin, nikarîbû em rakirana, hilîna. Me bi însanên ji dijmin bêhtir zirarê didin xwe re ev kar meşand, bi sebreke mezin, biaqilbûn jî meşand. Min heyf bi heyfa miletekî, ya rast jî eve. Heyfa din eybe. Ku bi usûla we mirov heyfa hilîne şerm e, di nêrîna min de.
Dijmin nikare, hamleyan pêk bîne, bi hezaran hamle çêkirin, nikarîbû em rakirana, hilîna. Me bi însanên ji dijmin bêhtir zirarê didin xwe re ev kar meşand, bi sebreke mezin, biaqilbûn jî meşand. Min heyf bi heyfa miletekî, ya rast jî eve. Heyfa din eybe. Ku bi usûla we mirov heyfa hilîne şerm e, di nêrîna min de. A rast ev bû. Vî şerî xurt girêdan em bi xwe ve ez bawer nakim di tarîxên gelan de ti kes wekê me wiha xwe ji tunebûnê, li hember dijminekî di aleme de pir xurt, xwe wiha bi ser de û xwe nexe, xwe nekuje, xwe neke tunebûn. Hûn jî baş dizanin ku însanekî din bûya, berde wiqas sal, çend saetan nikarîbû xwe idare bikiraya. Di Kurdistanê de ev hezar sa lin me kir û îspat bû jî mirov dikare dijmin li paşxe. Ev nuqte girîng e, beriya her tiştî. Dijminekî hezar salan te bidehfîne, navê te rake, koka te bikole, te bi tune bike û tu vî dijminî li ser serê xwe ke, mezinê xweke, heta dawiyê peyatiyê jêre bike, muqabilî wî tiştek li hember tunebe, bi kêrekê, bi xeberekê nikarê li hember bisekine; wexta em rabûn li hember dijmin sekinîn rewş wiha bû. Yekî nekarîbû bêje ez Kurd im û ne jî bêje ez tiştekî dixwazim. Tevan serberdayî, tevan welat înkar kirî, nav înkar kirî, xwe berdayî heta ku çû... çû... Me di vir de girt, dijmin girt, me gel girt. Li hember dijmin hinek tişt em fikirîn, me hinek tişt ji yên wekê we re, gel re got. Meseleyrke mezin e; ji destpekê heta niha me çi got, li ser van gotinan çi çêbûn. Di nava hemû gelê Kurd -30-35 milyon insan- de ji xwarin û vexwarinê bêhtir ev mesele tê gotin. Tu kes nikare xwe ji bin tesîrê derxe. Û bêhtir jî roj bi roj tevlê dibin. Mezinên xwe, biçûkên xwe, peyayên xwe, pîrekên xwe, başiyên xwe, xerabên xwe tev tevlê dibin, têde ne, her roj li ser hev in bi mirinê bi mayinê pê re ne. Mesele heta qirikê tu di xerabiyê de be tu bêje bese, heta dawiyê yekî te xistiye bin lingê xwe, bêje bes e, ev meseleye. Ku bi qandî pozê derziyê şerefek hebe bê bes e, ev meseleye. Ez roj bi roj li ser vê meseleye me û ev mesele kûr dibe. Ne ku bi çek kûr dikim tenê, na, çek ne tişteke di nêrîna min de. Niha ez li vir im, min hîn tu çek bi dest xwe nexistiye, hinek heval bi çek me bera serê çiyê dane. Bêhtirî vê di aliyên din de jî êm meseleyê kûr dikin. Li ser xwe disekinin. Tabî ez naxwazim vê pir eyb bihesibînim. Nêrîneke min jî heye ez bi her însanekî qayîl nabim. Ewên dibêjin em mêr in, em jin in. Çi jine, çi mêre, ez her roj ji xwe re difikirim. Çi jiyane, vana çi dikin, çi nakin. Ji zarokiya xwe heta niha ez razî nebûm. Çixareya xwe, çaya xwe vedixwin, xewa xwe distînin, rehetiya xwe digrin, li gorî nêrîna xwe ji xwe re jiyaneke maqûl dibînin, ê min ez her roj li ser im. Hûn tev dizanin di Kurdistanê de pirsa min, pirsa yekê ye quweta mezin niha di destê me de ye. Dîsa jî ez bêhtir li ser xwe disekinim, çi bikim, çi nekim. Başiya te çi ye, kêmasiya te çi ye? Ev 15 salin di vî welatî de min çi kir, çi nekir. Ji tunebûnê çi çêbû, çi çênebû. Gel çi dixwaze, çi naxwaze li ber çavê we ne. Vaye îroj radyoyê got li Serhedê 48 gund bê çek bi ser dijmin de meşiyane, zêdeyî dehan jê şehîd kirine, bi sedan birîndar kirine lê belê dîsa jî dimeşin. Ev gel e, pê re ruh çêbûye. Bê tişt dimeşin, meşa azadiyê ye. Li her derê wihaye. Hûn dixwazin li xeberan gohdar bikin, li welat çi bû, çi nebû, çi heye, çi tuneye, her roj li welat şer heye, şer jî ne xerabe, lê bêhtirî vê mirov bi xwe li ser xwe bisekine. Te çiqas xwe çêkir tu yê ewqas li hember dijminê xwe bisekine. Dibêjin dijmin, wiha girt, wiha kuşt. Bi rastî parçe parçe dike. Hûn vê bizanibin, dijminê xwe nas bikin, çi wahşet hebe wî dike. Pir însanên me hay jê nînin, gafîlin, nizanin dijmin bi çi awahî lêdixe. Di xewê de gelek çûn. Hûn baş dibînin ku ronahiya me çêkiriye, naskirina dijmin a me kiriye bê mîsal e. Lê belê dîsa jî nikare hişyar be. Însanê me di xiyanet û gaflete de ye. Mirov ji qelsbûna we jî direve û ditirse. Ev meseleyeke mezin e, arê niha jî ne arekî wekê berê ye. Ku cesareta te hebe jî ne bes e, aqil jî hebe ne bes e. Ji aqil û cesaretê bêhtir jî tişt ji mirov tên xwestin. Li hêlekê sebir, li hêlekê lezgînî, li hêlekê berxwedan, li hêlekê dil tê vana tevan wekê hev derxe. Ku tu yekî kêm bike, ne di wextê de bimeşe, tê bikevî. Tabî yên wekê we hay ji van tiştan tunene, sed salan jî li ser xwe bisekinin ez texmîn nakim xwe pêgihînin, nikarin. Berdin hûn, hevalên me yên 10-20 salan di nava xebatêde nikarin ji hev meseleyan derxin. Tabî hebekî hesasiyeta me heye. Di çi wextê de bi çi awahî çêbibe, di ser vê de hasasiyet heye. Gava di cih de mirov dikare çêke. Me heta niha çêkirin. Li paş nakeve. Ew gavên ku me avêtin pai neketin. Ew Kurdên wekî din, heta dewletên hene li hember vî dijminî çiqas dikarin bisekinin? Serokên wan î berê me dîtin, Talabanî, Barzanî dijminahiyê dikin di kongreya xwe ya dawiyê de. Çiqas tenezula dijmin dike wiqas kêfa xwe xweş dibe, ketine, bi dijmin re têkiliya çêdike. Hevalê me qels in, hîn nikarin xwe biparêzin. Em naxwazin dilê wana bişkînin. Di temenê çil û pênciyî de, ên bîst sal in di nava we de pir in, wekê miriyane. Her roj deh caran ez nebêjim wiha weha bikin, nikarin du gavan biavêjin. Hebûna miletekî, li hember dijminekî pir wahşî şer de dilê mirov di rojekê de diçire. Yekî were mala te çendeka li texe û çendeka ji te bikuje tê dîn bibî. Ê we her roj ne çendek, ne di cihekî de li we dixe, dikuje. Ku xwe girîkin, badin eyba mezin e, ji me bêhtir jî tiştek tuneye. Li dor xwe dinêrim, li hevalên xwe dinêrim tev neçar in. Demekê em xwe sist bikin nizanim wê bi xwe çibikin. Ne pir hişk, ne pir nerm. Yanî wiha usûlekê taqîb bikin ku bila bimîne. Li gorî halê we jiwe çi hate xwestin hûn ê wê bikin. Ji me tevan, ji we çi hat xwestin, kêfa we, quweta we çiqas rakir wiha bikin. Bi sebreke mezin, ji vê bêhtir jî bi çêbûnê li gorî we mirov xwe ayar bike. Ku nebe nabe. Ne wiha be hûnê çi bikin. Ne hûn dikarin me taqîb bikin û ne jî mecala we heye hûn bimeşin. Her roj van hesaban dikin, ev şer çawa dimeşe, hûn jî niha meraq dikin. Şer e, hûn jî nezîk bûne, bi çi awahî meşiya, ji vir û şûn de wê bi çi awahî bimeşe? Dixwazim li ser vê hebekî we ronahî bikim. Ji bo vê ez van tiştna dibêjim.Wekî din ji xwe ne mumkune hûn fêhm bikin. Mesela, pir kes dixwaze me bibîne, ji bo ku ez vana dibêjime. Ji bo gel hemû, ji bo dostan, dijminan tev çi ye, ne çi ye, çi bûye, çi bibe em li ser disekinin. Ez însanekî weke we ne pir bi cesaret im jî, bes usûleke me ya jiyanê heye, li hember pir tiştan şer dikim. Li hêlekê bi tirs im, li helekê bi cesaret im vaya tiştekî din e. Ew jiyana heta niha hûn têde ne ji bo welatekî mirov jê dûr be. Mirov bi şeref bimeşe. Me ehdek wiha kir. Hûn bê çare ne, erd mirov bi çi awahî bistîne, li ser erdê xwe mirov bi çi awahî serxwebûnê bigre, hûn ji vê meseleyê dûr in. Erd heye, tune ye. Kî ne, ne kî ne? Mirov bi tiştek be, ne bi tiştek be? Hûn van pirsan ji xwe napirsin. Şerefa mezin çi ye, çi nîne? Jiyana mezin çiye, çi nîne? Hebûna mezin, siyaseta mezin çi ye, çi nîne, li ser vê kes pir nasekine. Li dor darê, li dor malê çerx dibin. Ya xwe digihîne cînarê xwe, ya nagihînê, her tişt di hundirê malê de dibe. Xizmeteke teng e. Bi van nêrînên teng ji çar- pênc kesan bêhtir ne mumkune mezin bibe. Nêrinên ji bo miletekî tu dikarê zêde insan çêbike, şerê welat çêbike, ji bo vê hesap, ji bo vê serokî, ji bo vê her tişt, çi lazime tu çêbike. Kî tenezul dike? Bi salan ez dîn dihesibandim. Tenezul nedikirin werin li min gohdar bikin. Hûn jî niha gohdarî dikin, lê gohdariya we, ne pir xurt e. Berde we hevalên li vir li min gohdarî dikin, ez pê nerazî me. Ecaba ev hevalina min rast gohdar dikin? Ji halê însan, ji usûlekê tiştekî fêhm dikin, nakin? Belê bi mirinê bi me re ne, lê mirin ne tişteke, min got ku ji bo me ya muhîm ne mirin e; jiyane, jiyaneke serbixwe dikare çêke, nikare, li ser vê dikare karekî bimeşîne, nikare? Hûn tev feqîr in, bê çare ne û zû dimirin. Ji tunebûnê wexta me dest pê kiriye heta niha dijmin tev li min digere, dinivîsîne em ê li ku bigrin? Ez însanekî ji rêzê me, tim bi tena serê xwe dimeşim. Ewên pir bi deng, xwe pir xurt dihesibînin roja duduyan ketin. Ji destpêkê heta niha ez bi tenê dimeşim, tew dijmin nizane ez çi me, çi nîn im, li kume, ne li ku me? Bi çi awayî çêdikim? Şaxsiyeta tu bimeşînê divê dijminê te nikaribe xwe pêgihîne. A we ne wiha ye. Jiyana we, şexsîyeta we ku dijmin dest biavêjê di deqêde bigre: tevgera we tune ye. Guhertina we, leza we tune ye. Heval hemû zû dikevin. Helbet me xwe elimandiye, me xwe çêkiriye. Kes nikare bêje te tiştek nekiriye û niha mirov nikare bêje tu nebû sedema tiştekî. Na. Tiştên ecêb çêbûn. Tiştên di tarîxêvde çênebûne çêbûn û dîsa jî ez wiha me. Min bi çi awahî xwe wiha kir? Ewên dibêjin ez agîdvim, wihavme, weha me û keç jî bila tiştekî ji me bigrin, ji me bixwazin, bila li me binêrin hebekî bi namûsa xwe ev tişta bi çi awahî çêdibe bila di hundurê xwe de xwe bigihînin rastiyan. Wekî din egîdî nabe. Çima mirov bixwe bileyize?Bi qasî ku tu xwe egîd û şervan dihesibînî de xwe bizanibe. Çiqas ez bi ser de diherim, dibêjin ezê şer bikim bes ne wekê tu dixwazê, wekê em dikarin emê bikin. Tabî wekê hûn dikarin dijmin hiltîne, wekê ez dixwazim dijmin pê nikare. Hûn Kurd in, Kurdayetiyê dixwazin, di Kurdayetiyê de pir tişt niha radibin, çêdibin, deqe bi deqe dixwaze hilîne, alemê tev dixwaze bi ser me de bimeşîne. Lê ji quweta min pir tiştek kêm nebûya. Min hêza xwe di xwe de hişt, ji bo ez bi meseleyan bikaribim. Lê pir bênamûsan sekinîn, gelek betal û sextekaran, di hundurê partiye de, derveyî partiye de, hundirê şer, derveyî şer de sekinîn. Ez hesabê tevan didimê. Di meseleya şer de, di ya siyasete de derket ku kes nikare min bixapîne. Talabanî di dema dawîyê de xwe rovî dihesiband, navê wi rovî ye, xwest ku li ser me rovîtiya xwe bimeşîne, xwe avête Ankara’ye xwe avête cem me, dawiyê Ankara’yê dîsa bang lê kir got were, tirsiya neçû, lê pir dixwest here, xwe parçe dikir, lê pûç bû, kete mala xwe niha, roviyê çend salan niha ketiye kuna xwe. Barzanî jî xwe tiştek dihesibîne, xuyaye çi ye, çi nîne. Ew axeyê me, ew pir kesên me, tu berde wana, dijmin, Demirel ew jî ev sîh sale xwe wezîreki mezin dihesibîne, lê hefsarê wî, ruhê wî di destê me de ye. Tiştê bi ser me de dimeşîne, nikare wî bifilitîne. Generalên mezin, ên koka Kurdan kolane, yên di rojekê de her der şehitandine niha nikarin li hember me xwe bigrin. Wiha destên wana diricifin, nikarin li ser lingan bimînin. Di dest wana de îmkanên alemê hene, dîsa li hember me ne xurt in. Reîsê erkanê re digotin çima saleke din ma, digot ku biçûma wê bigotana reviya.Wexta me ev şer kir, meseleya agir sekinandinê de belkî şika we jî çêbû, we got demek nikarin şer bikin, demek wiqas e. Pir kes tirsiya jî ji şer bêhtir divê gavê de me dijmin hilanî. Darbeya xwariye, di sê mehan de, heta niha ne xwaribû. Bi xwe û bi qirarekê me va tişta kir. Yekî jiyana xwe bi şer ke, yekî li hember dijminê xwe her roj xwe çêbike, îmkan tune kes pê bikaribe. Li hember hemû însanan niha ez xwe ayar dikim, li hember we tevan, li hember hemû tehlikeyê, hemû dostan, hemû dijminan, li hember her tişti her roj çiye, çi nîne, çi dike, çi nake dipirsim. Ez însanekî ji rêzê me, karê xwe dikim. Hûn jî karê xwe dikin ez jî karê xwe dikim. Hûn jî dibêjin karê me kar e, ez jî dibêjim karê min kar e. Di destpekê de yeki karê min kar nedihesiband. Û niha jî, ez texmîn dikim ew hevalên pir nêzîkî me jî karê min pir kar nahesibînin, ez çi dikim, çi nakim belkî tew nizanin, ehemiyetê nedinêyê jî. Niha hûn baş dibînin ku di dawiyê de karê mezin, karê min e, şerê mezin şerê min e. Vaya tev ji tunebûnê çêbû, yekî bi aqilbe, ji me alîkariyekê bigre, di cih de, ne pêkan e bikeve. Ez ji we tevan re dibêjim cihekî we tune, hûn xwe nasnakin ji bo wê ye. Alem tev li hember min e, Sovyet, Emerîqa, Elman, Fransî, Îngilîz, Rojhilata Navîn tev, lê niha hûn baş dizanin ku niha me welat girtiye. Vaya çawa çêbû? Yek xwe navêj erdê, xwe inkar neke dibe. Wiqas alem li hember me va tiştna çêbûn. Li ser van tiştên çêbûne mirov çi bixwaze, nikare bi serxe? Ên ku bêjin ez hebekî durust im, mirovekî bi şeref im, egîd im; dikare her tiştî bike Bila bi xwe neleyize, bi derfetan neleyize, dikare her tiştî bike. Tiştên me dayê pêşiya we tevan, bi ziman û bi çek her tişt herkes li gorî xwe dikare her tiştî bike. Ma wexta me li vir karê xwe kiriye çi yê min hebû? Tiştek tunebû. Lê me kir. Yekcaran heval ji min re bêçarebûniyê dileyizin. Ezê çito bikim, çito xwe idare bikim, dibêjin. Li me binêre, bike. Ku tu binamûse, di te de tiştek hebe, li me binêre, bike. Dibêjin, ne ezê bi te bileyizime. Wê çaxê hay ji xwe hebin. Ez ji hevalan tevan re dibêjim. Niha tev tên dibêjin wiha Serok weha Serok, wiha em dixwazin xebat û şer, weha dixwazin. Baqil bin yanî. Hûn dizanin ku li vir me kes bi zorê neaniye cem xwe. Dijmin bi usulên ecêb bi ser me de tê. Heval qanihî dixwazîn, pir tiştan dixwazin. Ez niha dibêjim hay ji xwe hebin, tiştê hûn bi ser de tên tiştên hûn ji mirov dixwazin, nerevin, bikin, li me gohdarî bikin, li ser bisekinin, wekê berê nekin. Dibêjin wiha Serok, weha Serok, nizanim çi serokî ne serokî. Ê min ji min re kar e. Karekî wiha mirov li hember dijmin dihêle, li hember însanê ketî jî dihêle. Ev ji min re muhîm e. Nav û deng ji min re pir ne muhîm e. Ma ez pir însanekî xerab im. Na. Hûn naxvazin biguherin? Belê. De haydê li ser bisekinin. Dibêjin em pê nikarin, em tehamul nakin, em mirinê qebûl dikin, wekê tu dixwazê em nikarin bijîn. Ez vê pirsê qebûl nakim. Ku tu wiha bike, tê herê. Ez zûbizû kêfxweş nabim, zûbizû bi mirovan razî nabim. Her roj em li ser însanan disekinin. Tolhildanê ne tenê ji dijmin hilînin, ji bo neketina me nebe hilînin. Ji xerabiyê tên, ji jiyaneke sivik bêhtir tiştekî naynin ber me.Tabî li hember min in. Heval tên dor min, gêj dibin. Çi ye heval, çi ye? Nêzîkî me nebe. Yan tê xwe bilezîne, tê xwe bi ar kê, yan tê nêzîkî vî şerî nebî. Gel rabûye, tu mecbûrê tê herê kî derê? Reviya, reviya dunya tiji kir, cih jê re tune ye, mecbûre li sêr welatê xwe bimîne. Bi çi awahî? Divê vê bielime. Tê bielime, tê xwe çêbike. Bi revê nabe. Tê xwe çêbike. Çima tu nikarê mezinbûniya xwe bigre? Tu xwe negrî şerê me jî li hember te nasekine. Ez her roj li ser van tiştan xwe çêdikim. Milet dipirse, ji me pir pirsan dipirse, em tim wîha bersivê didin; me şer rakir, ew dijminê lêxistiye, kuştiye û her tişt kiriye ya xwe me qewirand û sekinand, artêşa gel niha li serê çiya dimîne, şer dike roj bi roj. Di van neh salan de bi rastî tê bîra min jî, wexta roja ewil emelî çêbû, min got bi çi awahî wê dewam bikin? Saet saet em li ser bûn. Komek heval in gavek avêtine, dawî wê bi çi awahî were? Tu nikarê. Dijmineke her aliyê xwe are û bi ser te de tê. Tê çito neşewitî? Giraniyeke mezin heye li ser mirovan. Dema gav avêtiye jî hay ji dawiyê tunene, çi were serî, ew hesabê xwe tune ye. Ew hesap tev tê min dibîne. Pir pir dibê em bimrin, wekî din hûn ji me çi dixwazin? Lê ji bo min jî ya muhîm, şer domandin ûneketin e. Ji wê rojê heta niha ev neh sal tije dibin. Dîsa li vê sahayê bûm. Van neh salan bi çi awahî derbas bûn, komeke biçûk bûn, lê ev kom li hemberî hezaran leşker û pêngavên dijmin sekinîn! Bila hemû heval li ser vê bifikirin. Ew heval nikarîbûn mehekê tehamul bikirana. Xwe bihiştana, çûn. Min got ku bê wext şehîd ketin. Bi hezaran hatin girtin. Ji tunebûnê me derdixist tijî dikir. Sala çûyî dixwestin dîsa rakin, hema hema tev ji dest çûbûn, di şerê Başûr de. Em bi çi awahî li hember sekinîn? Dijmin digot qediyan, Demirel dibêje “Paşayê min çi çax wê biqede?” Dibêje “Vê biharê wê biqede.” Bihar nebû havinê. Niha lê binêrin ew bi xwe bê neçar e. Jiyana me jî wekê ya miriya bû, niha girêdana me ya bi jiyanê re xurt e. Tev bi şer dibe. Ku şerê te çiqas xurt be, tê wiqas xwe bi bend kê. Xurt bû, bû bend, bendeke ku dinya were nikare qut bike. Quwetan çêdikin, em jî çêdikin. Di encamê de quweta me niha wiha bû. Di hundir de çiqas bileyîzin jî ne mumkun vê quwetê qut bikin. Zirara heval didin, dijmin nikare bide, dîsa jî dar xurt dibe, benda şer xurt dibe. Min got ku ez pir ditirsîm, nefes bi nefes bûm, mana min di şer de ye. Ku ev şer bisekine, bikeve wê dijmin te ji hev bixe. Tu berde Kurdayetiyê, jiyana te namîne. Tabî tu niha hilma serxwebûn û azadiyê dikişînî, ne hindike. Em serê salan pîroz dikin, cejnan pîroz dikin, ji bo min cejn niha bi wateya xwe şer e. Lê jiyan ji bo we, rezîlbûyîn ye. Ew jiyana hûn tê de ez nikarim rojekê jî tehamul bikim. Vana hîn ez biçûk dihesibînim, yanî ev şerê bûye, ev quweta çêbûye ez dibêjim zîkê mirov an têr bike, yan têr neke, min têr nake ev şer. Şerkirina me divê ne wiha be. Hûn xwe pir mezin dihesibînin, ewk dihesibînin lê acemîtî heye, li ku wê gavên mezin çêbibin. Ku nebe jiyan disekine. Tabî hûn jiyanê çi dihesibînin. Ez ji hevalên baqil re dibêjim, waye di şer de ne, li dor me xwe dicivînin, de wekê me jî xwe çêbikin. Ziman heye zimanê xwe naşixulînin, çav hene, nizanin binêrin, dil heye nizanin dilê xwe bişixulînin. Dîsa ji derin xwe dicivînin, nikarin tabî. Ez bi vana nikarim xwe bixapînim. Wekê zarokiya min digotin, tu dînekî, ma kes wiha dike, kes wiha tehamul dike? Temam, belkî hûn wiha bibêjin, heqê we ye, çi dibêjin bila bibêjin, lê ez jî tiştekî dibêjim. Hûn mirî ne, ji xeraban xerabtir in. Zimanê te tune tu tiştekî bêjî, dibe ku dîn bim lê dîsa jî ez tiştekî dibêjim. Tu tune bûyî. Heqê te yê jiyanê tune ye. Di aliyê jiyanê de tu ketiyekî. Wexta ez wiha dibêjim, ez tiştekî dibêjim. Berê egîdî bi şiklekî dikirin, niha jî egîdî wiha dibe. Tê li ser doza xwe be roj û şev. Hilm bi hilm. Yê bê welat, bê azadî, bê her tişt kî ye, tu yî. Tu jiyanê dixwazê, li welatê xelkê, li Ewrûpa, li Emerîka, li Efriqa, li Erabistanê jiyanê dixwaze! Ez dibêjim ma qey jiyan wiha tê xwestin? Ji xelkê re çi tê gotin wî dike, ji xwe re tiştekî nikare bike. Ma wiha jiyan dibê? Ez zarok bûm, min ev tişt fêhm kir, tu çima wiqas mezine vî tiştî fêhm nake? Ez bahsa şerê xwe dikim. Hîn jî di meseleya şer de min got ku hîn di dema, acemîtiyê deye. Ji vê şûn de wê hîn xurtir bimeşe. Em li wedinêrin, hevalên xwe, hevalên bîst salî bi min re rabûne wekê bêçareyan e, ez naxwazim wana bişkînim. Ew bi xwe jî dizanin ku ji zarokekî qelstir in. Çima te xwe wiha hîşt? Nikare hevaltiyê bike. Birayekî min heye, hate bîra min ez ji were bibêjim; xebatkareke,17-18 sal in jî bi me re ye. Hevalan qereqoleke Barzanî bê sîlah kir, silah ji dest girtin, tabî ew bi xwe li Başûr e, dibêj; “Lazime mehkeme bibe.” Hesabê Berzanî wana dike. Min got li cihê xwe rûnê. Taktik wiha nabe. Feqîreke, tabî dixwaze tiştê baş bike, ditirse pir tişt wê ji dest here, belkî rê qut bikin, zexîre qut bikin. Tabî nizane siyaset bi çi awahî dimeşe. Huqûq çi ye, çi nîne, taktîk, gav herdem çine, çi nîn in, vana pir nizane. Ji bo vê di destpêkê de li ser biratiyê min bi ti awayî bawerî nekir. Bi alîkariya bira, bi alîkariya meriyan ez gava biavêjim, imkan tunebû jê direviyam. Encam; ez yê bi heq derketim. Birakê min diçe bi Talabanî re îmze dike, di şer de qereqolek tê bê sîlahkirin, xwe pir acis dike, xwe diavêje erdê dibê “Çima wiha dibe?” Biratiyê wiha fêhm dike. Berî biratiyê jî hevaleke wiha fêhm dike. Ev 18 sal in nikare xwe çêbike. Hevalên me wekî din jî kevin hene, bi biryar in, ji bo min jiyana xwe feda kirine, lakin dizanin ku tev sûcdar in, nikarin. Min di wextê de pê re got tê wiha bike, nikarîbû bikiraya. Madem tu hevaltiyê dixwazî, tê heqê hevaltiyê bidî. Ji bo vê niha ez xwe bi tenê dihesibînim. Dibêjin, ka navend, nîzam, ka politburo kî ye, ki dikare du gavan biavêje? Ez ji bo her tiştî heme; ji bo navendekê, ji bo çi kom çêdibin bila çêbibin, ez pê re heme, lê ew bi xwe nikarin. Şer meseleyeke mezin e, ev sala çûyî jî ez dikarim bêjim ku tarîxa Kurda nuh çêkir, ketin jî çênabe, ne mumkun e ku mirov xwebixwe xwe gêr neke. Baqil be, hebek tiştê me kiriye pê re be van bide ser hev wê ji min bêhtir dikarin tişta çêbikin. Ez ji bo hevalên li dor xwe behsa vê derfetê dikim. En bi me re hevaltiyê, şer dikin, ez ji wana re dibêjim ku hay ji xwe hebin. Niha quwet heye, tu çiqas bixwazî pereyên gel li cem min in, çekên gel li cêm min in, roj bi roj jî pir dibin, wek berê bêje başî - xerabî têde heye, tuneye. Ku yekî ehmeq be wê xwe bixapîne, wê xwe bide razandin. Dema ev tişt tên pêşiya te tiştên ji te tên xwestin ji kesî nehatiye xwestin. Tiştek heye yan tê pê bileyize, yan tê bireve. Va serokiya bi çi awahî dimîne? Ma ez pir dixwazim? Na. Xwe wiha bihêle, wiha biparêze. Ez jî mirovek im, hilma min jî heye, ji bo xwe bijînim. Min tev berdan. Usûla min mirovan bi meşê xistin bû, vê yeke kesî ne dikir û ne jî difikirî. Min tev kirin. Wexta tu dixwaze li hember dijmin xwe bihêle çi tedbîr hate sere te tê wê bike. Dijmineke, te dadixe, heta ji te bê tê li hember bisekine. Ma tê di rojekê de bimire? Ew ehmeqiya berê ye. Dibê ez neketime vî şerî, ez yek caran ji xwe ditirsim. Hevalên te wiha şewitîn, hevalên te wiha parçe parçe bûn, tê bi çi awahî tehamul bikî. Em disekinin. Tu ne hevalek têr û tije yî. Ku tu tam heval bûya heval îmha nedibûn. Nikarîbûn xwe tam bikin heval, ez çi bikim? Hevalê min jî ez bi xwe me. Ji xwe re hevalê xwe me. Niha dijmin nikare min bigre. Û nikare min bixe, qels bike. Ji ber ku ez bi xwe hevalê xwe me. Peyveke min heye, tim dibêjim; “tu bi kesî nikaribî jî, bi xwe bikaribe; te nêrî ku nikarî hinekan mezin bikî, xwe mezin bike. Lê em hemûyan mezin dikin. Navê gelê Kurd me çêkir, ev hevalna dîsa me bilind kirin. Di alemêde navê we dîsa me bilind kir. Pir tişt mezin bûn lê hûn baş dizanin ku min xwe mezin nekiriye, vaya bi xwe bû. Çima ez wiha xwe bi deng bikim û bela mezin bînim serê xwe? Çare tune. Alîkariya min ji hevalan re kiriye, ji hezarî yek min ji xwe re nekir. Heta niha alîkariya min bi dora xwe re kiriye hînkirina dor xwe, elimandina dor xwe min ji xwe re nekiriye. Min nêrî ez derim, wê çaxê min got bi ser xwe de were. Ev hevalên te, te diavêjin. Bi ser xwe de were û xwe xurt bike. Ji bo vê min xwe xurt kir. Di destpêkê de ti mebesta min a serokatî tunebû, hevalekî hevalan bûm. Min nêrî mirov nikare bi hevalên me pir baweriyê bike, qels in, bêçare ne, min got bi ser xwe de, bi xwe bikaribe xwe çêbike. Netîce niha min xwe xurt kir. Barê her kesî min da ser xwe. Ji xayinan bigre, heta mijokdaran, ango yên li ser Kurda çi dixwazin bikin ew barê wana hemûyan niha li ser min e. Ez nabêjim hûn tev wiha bikin. Yên li hawirdorê dibêjin em bi te re ne. Belê, bi dil dibe, biçûk nabînim, pirsek jî, dostaniyek wiha bi du peyvan jî qîmeta xwe mezin e. Lê belê meseleya Serokatiyê, meseleya tu bêje ez heme ji bo her tiştî tê dîqat bike. Ez dixwazim meseleya Serokiyê vekim. Ew serokên heta niha tev bûn lîsk, ji miletekî re guneh in. Mirov wiha neke. Miletekî ketî, tu bixwazî dikare bixapînî. Vanê din wiha kirin. Bê hudût bi dijminê vî miletî re bûn dost. Tabî em va tiştna qebûl nakin. Dijmin, dijmin e. Şerefa însên ev e, bêşerefî jî nayê qebûlkirin, jiyana bêşeref tê çi jê bikî? Belê, mezinên gel wer qebûl kirin, çiqas mezinên me hebûn tevan wiha qebûl kirin. Me xwe jê dûr xist, sedema şer, serokiya şer wiha li serê min bû bela. Em nereviyan, min xwe ba neda, me pê karîbû. Vaye heqîqet û baweri heye, roj bi roj xwe digihîne hukmê xwe. Di we de ku mirovên egîd hene, lazime rastiya esasî wiha bînin ber çavên xwe. Qedera Kurdan mirov wiha teyîn dike. Ew ketina berê divê êdî ji holê rabe.Li ser sala 9’an, ketina salan l0’an di şer de ya 15’ê Tebaxê van tiştna tîne bîra mirov. Ez hesabê xwe wiha dikim û wiha didim. Ez alîkariya dostan inkâr nakim, ne ew bûna ne mumkune ev kar bimeşiya, lê belê wekê min gotiye, girani tev jî min da ser xwe. Yê zû ketî, yê zû fîşeng teqandî barê me giran kiriye û hîna jî dike. Demirel, niha pîrekek li hember me rakiriye, ji bo milet bixapîne. Dibêje “Ez wiha xwişk im, ez wiha dayik im, bila werin li min xin.” Wexta hate Kurdistanê ev tişt gotin, Dixwaze bi navê xwişkbûniyê, dayikbûniyê milet bixapîne. Jê re maske çêkirin, ji bo milet bixapîne. Niha bi ser me de tên. Pir xwînxwar e, helbet yên wisa pir bêedeb, pir xerab derdikevin, ev jî jineke wiha ye. Dibêje, “Ez pir bi biryar im.” Ewana çiqas bi biryar in, ez jî wiqas bi biryar im. Dewleteke tabî pir însanan dikûje, dixwazin artêşeke taybet çêbikin. Artêia taybet çi ye? Însanan bigre, ser jêke. Ji bo wahşetên bi vî rengî dixwazin artêşa taybet ava bikin. Artêşeke ku bê nizam, bê qeyd. Pîreka dijmin ji peyayê dijmin bêhtir zirarê didin mirovan. Mana wê li ser vê ye. Mirov xwe bişidîne. Va wezîra, va reîsa li ser te çi dixwaze dike, bi halê xwe ye. Dijmin tê ser te wê te parçe parçe bike. Ê tu yê jî dijmin parçe parçe bikî. Xwe bi ar ke, xwe bi bombe ke, dijmin bişewitîne, tu çima sekiniyî? Dijminekî bê hedef, heta hedefa xwe digre emê bi ser de herin. Me ji tunebûnê heta vir anî, ez bawer im; em ê hedê vî dijminî bidinê.Ev pêngav hîna destpêkeke biçûk e. Li ser vê destpêkê tiştên wiha mezin ji vê şûnde em ê karibin bikin. Ez nabêjim besî min e, ez ne wekî we me. Ez her roj li ser xwe disekinim, xwe wekê we biavêjim erdê, razêm. Na! Mirin ji me tevan re heye, bes jiyaneke însaneki çiqas tiştê mezin pê karibe ez ê bikaribim pêk bînim. Çiqas mezin ji min were xwestin ezê pêk bînim. Tiştê me heta niha kiriye jî, îspat dike ku em li ser soza xwe ne. Di destpêkê de tevan digot, wê te bikujin tu ji Ankara’yê, ji gund dernakevî, vir vir vir tu wiha dike, digotin û bi min dikeniyan, te divê serê xwe parçe parçe bikin, ez çi bikim? Ez xurt dibêjim, viqas tişt vedikim, hûn li gorî kêfa xwe dimeşin, ez çi bikim. Niha dimeşe, li ser pirsên min e. Ne ku li gor ez dixwazim hûn dikin. Pirs pirsê Serokatiyê ye û wê bimeşe. Madem serokiyek çêbûye, ew serokatî wê serokatiya xwe bimeşîne. Dê we tevan jî di bin tesîra xwe de bihêle. Tê hay ji xwe hebe. Di destpêkê de jixwe tevan digot, em nikarin bikin, em tunene, em mirî ne. Ez li van peyvan gohdar nakim… Vê jiyanê ez dixwazim bisekinînim. Sekinîm, sekinîm niha dibêjim di vî laşî de jiyan heye. Yanî nexweşeke, lê dîsa radibe. Birîn bûye, lê dîsa jî îşaretên jîyanê tê de hene. Karê min ev e. Ez ji bo hemû gel eşkere dibêjim. Li me dipirsin, meraq dikin, soza xwe didin bi me re dîtinan, civînan çêdikin ez tim dibêjîm, narevim, xwe pir jî mezin nahesibînim, bi rastî, bi nizam, ez pê re me. Tu caran bi min lîsk nabe. Ew hevalên xort nuh tevlî me dibin, tên, dixwazin xwe û min bixapînin. Wiha nekin. Li vir me rast fêhm bikin. Diçine ku derê bi mirinê jî xwe didine ser, lê me nas bikin û wiha werin. Hûn xort in, newestiyane, meseleya şer wekê agir fêhm bikin. Tim ez amadekariyê dikim ji bo xwe bigihînim çiyê. Ji bo ez xwe bigihînim çekekê min hîn xwe negihandiye. Me sîlah dane we tevan. Hinek hevalên xurt, bi bawerî me tev kirin ser hev, me ji were cih çêkir û van tiştna hîn jî min xwe negihandiyê. Di meseleya şer de ez wiha li ser disekinim. Ev panzdeh sal in ez sebir dikim. Jiyan çiye, çi nîne, min her tim sebir kir. Kes wekê min di vê dinyê de ne bi leze jî. Ê we ne sebir heye, ne lez heye, destê we jî tim di agir de ye. Hûnê bişewitin, ez li ber we dikevim. Tên nexweş in. Hineka çavê xwe kor kiriye, hineka lingê xwe parçe kiriye, tê çi bikê? Min got wiha bikin? Na! Wekê min xwe bihêlin. Ez ê rojekê xwe tevlî şer jî bikim, yanî ez di şer de me, ezê xwe hîn nêzîkê bikim. Wexta ez xwe nêzikê bikim dijmin nikare bisekine. Berê digotin Cebraîl hat, nizam melîke hatin, di zemanê îslamiyetêde kafir wiha reviyan, ê me jî wiha ye, wexta em herin, em ê wekê Cebraîl herin, dijmin wê bireve. Va tiştna bi zanebûn çêdibin. Di zemanê Hz. Pêxember de wiha bû, di zemanê me de jî wiha ye, wekê ez dikim dibe. Em ji xwe bêtir li ber hevalan, li ber we dikevin. Barê min giran e, ez dizanim. Dijmin deqe bi deqe li ser me ye û ez dikarim xwe biparêzim, xwe bimeşînim bi şerefa xwe, lê hûn ê xwe çawa bikin. Hûn ê xwe çawa bi rûmet bikin? Hûn ê xwe çito bihêlin? Bi cehaletê ev kar nabe, tu xwe bikûje jî nabe. Tê bi dijminê xwe bikaribe, tê xwe jî dor xwe jî bihêle. Peyva min niha wihaye, hûn meraq dikin, ez wiha dibêjim. Hûn xwe rast bi ser karê xwe din hûn jî dikarin tiştna bikin, xwe bi tiştek kin. Temenê we hîna bîst, bîst û pênc an jî sî ye. Çima nikarin xwe bişidînin? Çima nikarin mejiyê xwe bişuxulînin? Mejiyê we ji yê min nûtir e, hûn dikarin baş bişuxulînin. Xwîna we ji ya me germtir e, dikare baş bişuxule. Xwediyê xwe bin. Va şera me ji tunebûnê destpê kir û heta vir anî, we hineka girî kir, hineka kenî kir va şera me wiha kir. Dinya li pêşiya me sekinî, lê bi me nikarîbû. Lê çawa dibe bila bibe ez ê vî şerî mezin bikim, hûn jî hay jê hebin. Heta niha di şer de hêsrek jî ji çavên min nehatiye. Serkeftin çêbibe ez dibêm hin kêmasî tê de heye, ango pê nerazî me. Ez bi xwe wiha dimeşînim. Tiştên ez dibêjim tê fêhm kirin, evana tev ji boyî gel in. Dîsa hûn dikarin pirsan bipirsin, dikarin neqda bikin. Hûn dikarin tiştinên din ji me bixwazin. Çi dixwazin, bixwazin lê ji min re bejin û bi min re bikin. Hûn bi çi awahî min dihesibînin, bihesibînin, însanekî wekê we, me di rêka şehîdan de; disa me xwe gihande vir. Li ser vê însanên bi rûmet, yên dost hebûn me xwe gihande vir. Hûn bi çi awahî dixwazin ez wiha li ber mirovan dikevim, encam jî ez dimeşînim. Ji tunebûnê niha me va mileta tev kire rê. Hûn dikarin ji min bêhtir jî bikin. Milet dixwaze, me wiha bersiv dayê. Nizanim jê razîye, neraziye bila ew bibêjin. Tiştna wekî din dixwaze, naxwaze bibêjin. Hûn dikarin bikin, dîsa bibêjin. Tiştên hûn dixwazin ez dimeşînim, lê bêhtir jî tiştê ez ji xwe dixwazim bi xwe jî dimeşînim. Tu kes jî nikare min bide sekinandin. Dayik, pir kes li pêşiya min sekinîn. A rast mirov baş bimeşe. Ez ji xortan re dibêjim, va bi çi awahî dimeşe. Hêza we ya durist hebe, bi me re bimeşin. Dîsa meşa we bi me re baş e, bi şer re ne. Pêşveçûna miletê Kurd niha baş e, bi xwe re ye, bi