Rêber Apo
Tênegihîştina rêhevaltiya partiyê û hevaltiya dozê ya berxwedêran, xerabiya herî mezin li xwe kirin e.
14’ê Tîrmehê bibîrtînin. Îro, komek berxwedêrên zîndanê di şexsê xwe de; li hemberî dijminê ku dixwest hêviyên gelekî ku heta kurtêlên dawîn jiholê rabikin, berxwedêriya PKK’ê ku di xwe de bi cî kiribûn nîşan dan. Ev rastiyeke bênîqaş e. Di demên herî zor ê destpêka sala 1980’î de, çi nirxên li piyan hebin, bi tevahî jiholê rakirin û bi zanebûn hemû tedbîran dan pişt xwe, da ku careke din şîn neyê. Li hemberî van polîtîkayên jiholêrakirinê, çi berxwedêrî pêwîst dike kirin, wekî berxwedaniya dawîn laşê xwe helandin, henasa xwe ya dawîn bi vî awayî mezaxtin û bi biryara çalakiya berxwedaniya herî bi hêz li ber xwe didin. Tam di vê xalê de, bi dirûşma “berxwedan jiyan e”, ji xwe re vê şîarê dipeyitînin û dertên holê. Ev bi tevahî dibe hêviyeke esîl a gel û banga jiyanê. Dibêjin; “Dev ji hêviyê berdan nabe, dev ji partiyê berdan nabe, emê xwe bihelînin û bizivirînin jiyanê.”
Berxwedaniya zîndana Amedê, di wateyekê de dibe berxwedaniya hebûn û tunebûnê ya Kurdistanê; lêdaneke li çarenûsa mirinê xistinê ye û berxwedaniyeke ku gengaziya qonaxeke girîng a jiyanê ye. Ji nava wê tê. Me berxwedaniya tîrmehê a rêber, bi girîngî û wateya wê danî holê. Berxwedaniyeke ku bi çarenûsa Kurdistanê re eleqedar e. Pêşengê vê berxwedaniyê hene. Teqez beşeke girîng, bi berxwedaniyeke dîrokî ya girîng de şehîd ketine.
A rast, rêhevalên wisa ne ku, dixwazin berxwedaniya herî mezin bidin. Em Xeyriyan û Kemalan baş dinasin. Hevalên ku bi azweriya têkoşînê tijî bûn. Pratîka şoreşgerî, ji bona wan jiyan bixwe ye. Xeyrî, kesayetiyeke ku xebat û propandayên rêxistinê henas bi henas dijiya, ji bilî vê yekê kesayetiyeke ku yek rojeke wî vala nîn e. Kemal, kesayetiyeke ku ji goşt heta neynûk her tiştê xwe têxistiye xizmeta partiyê, bi her tiştê xwe xeta têkoşînê ya partiyê dijiya û dîsa kesayetiyeke ku henas bi henas tarza jiyana partiya birêve dibe. Li ser vê mijarê pir tişt hatin gotin, dibe ku zêdetir jî bê gotin û ewê bê gotin jî. Ew rêhevalên me yên ku, xwe bi rastiya partiyê re, di şert û mercên herî zor û bêderfetî de, xwe bi pêş ve birine û ji bo dev jê bernedên, bi berxwedêriyeke mezin bûne bersiv. Ew kesayetiyên ku gelek caran vê yekê peyitandine. Biryarîbûneke berxwedêr a bi vî rengî, van kesayetiyan pêşengî kirine. Vê yekê, divê em baş fêm bikin.
Di berxwedaniya 14’ê Tîrmehê de, em Ferhatan jî bibîrbînin. Berxwedaniya çaran jî berxwedaniyeke mezin e, ew jî yek ji berxwedêrên dîrokê yê kêmdîtî ne. Berxwedaniya Mazlûm, Ferhat, Xeyrî û Kemalan, xala lûtkeya berxwedaniyê ye.
Vaye berxwedaniya Newrozê ya Mazlûman, vaye biryara berxwedêriya 14’ê Tîrmehê, vaye xwe kirina meşale ya Ferhatan, bi tevahî tevahiya xwe wisa ye.
Girêdayî bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê mayîn meseleyeke mezin e. Rêhevaltiya partiyê û hevaltiya dozê, ger bi her awayî rastiya herî bingeh a berxwedêran tênegihîje, wê demê li xwe xerabiya herî mezin dikin.
Ji bona ku em careke din wate bidin salên ku di vê bingehê de hatine qezenckirin û li ser navê berxwedaniya 14’ê Tîrmehê biaxivin, divê em PKK’yîbûna wê demê têbigihîjin û bikin. Di vê wateyê de, karê we zor e. Lê ew qas jî nêzîkî serkeftinê ye. Bila tu kes, li ser mîrateyên ku wê demê hatine qezenckirin, hêviya rojên xwe xelaskirinê neke. Ev ji îxaneta aşkere û xefletê xetertir e. Divê em xwe bidin qanîkirin ku, vîneke me û biryareke me û sîstemeke me ya nirxên pîroz heye. Li hemberî her tiştî derketin û bêhay dibe, lê baş bizanibin ku li hemberî van nirxan wisa nabe. Ger hêza we nîn be, bizanibin di ciyê xwe de bisekinin. Şer, ne karê her mêrxasî ye. Ez bixwe jî, xwe li vî şerî kêm liyaq dibînim. Min kir û nekir, xwe li vê serokatiyê nedam rûniştandin. Gotin di cî de be li ser daxwazê, dîsa li ser daxwaza şehîdan û pêwîstiya wesiyetan, min nedikaribû di çarçoveya hêza xwe de neanîna cî. Lewre em dibêjin, berxwedêriyek û biryareke fedakar.
Em vê yekê aşkere bêjin ku, di nava partiyê de; ne liyaqbûna bîranîna şehîdên berxwedêr ên mezin, li hemberî kêmasiyên xwe kirina perde, li ser wan bi erzanî jiyandin, pêre sekna her curê paşdemayînan, nefêmkirina biryarên vê roja mezin ku tê wateya banga şehîdên berxwedêr, bê têgihîştin jî neanîna cî, jiyana şehîdên berxwedêr tengkirin, mîna ku roj bi roj bîranînên wan jibîrkirin, xwe bi bîranînên şehîdan bi hêzkirin bidin aliyekî, li ser mîrateyên wan xwe debarkirin heye. Ger kar hatibe qonaxeke wisa, bizanibin ku ew partî û hevaltiya riyekê, bi rewşeke xeter re rû bi rû maye.
Me her dem vê yekê got; ger em hinek be jî li peywirên xwe xwedî derketibin û hêjî me dev ji berxwedaniyê bernedabe, babeta bingehîn a erka xwe diyarker e, teqez ev berxwedêr in û bi taybet girêdaniya me ya bîranîna şehîdên berxwedêr e. Bi qasî ku gengaz bû, me ew di xwe de hîs kir.
Li hemberî biryarîbûna 14’ê Tîrmehê, hûnê encameke çawa derbixînin? Pirsa herî balkêş ev e. Bi taybetî wan ji bona partiyê ji me re wesiyet kirin, me jî hinek girt. Gelo, wekî milîtanên ku dijîn, hûnê çawa bersivek bidin. Ji bona min, ev pirs pir sotîner e. Teqez divê, ciyê we di jiyaneke şoreşger û şer de hebe, serkeftineke we hebe. Ew belasebe, vê biryarê pêk neanîn û xwe şêst rojî nedan jiyandin. Bi berxwedanî, jiyankirinê wisa nîşandan. Gelo, hûnê çawa bi şer jiyankirinê nîşan bidin? Ku ew bi vî halê xwe li ber xwe dabin û şer kiribin û jiyan kiribin, hûn bi hemû derfetan lîstinê û rê li ber her curê binketinan vekirinê, çawa bêjin em jiyan dikin? Di vê bingehê de, gengaza ku hûn xwe bidin efûkirinê? Rastî li holê ye; liberxwedan, xwe helandin û “jiyan ev e” gotin. Girêdana di navbera şer û jiyanê de wisa raberî me kirin. Tiştê ku dikeve ser milên we jî, bi rêzkarî derbasî jiyankirinê ye.