Di derbarê meşê de me hindek nirx derxistin holê.
Di derbarê mezinkirinê de, pîrozandinê de giranî ya me ye.
Ne ya we ye.
Ji we kesên gavan diavêjin jî wisa bejn bilind nabin. Ev yek eşkere bû ku, mezinên we, dê û bavên we hun bihêzî mezin nekirine. Mezinbûna we ya bi bandorên kemalîzmê û êşîretger-feodal we bêçare dihêle. Hun ne bi wan taybetmendiyan ve dikarin encam bigrin, ne jî bi şêwaza ku em dixwazin biafrînin hun dikarin bejn biavêjin. Hun di navberê de zehmetiyan dikşînin.
Ji bo em we bi pêş bixin, ma hîna çi ji we bikin?
Tê zanîn, ji karê me re gotin “karên dînan.” Hun jî dikarin bibêjin. Lê dîsa jî karek e. Ev jî dibe karek, dibe şêweyeke jiyanê. Erê, hun dikarin bibêjin dînokî ye, hun dikarin bibêjin ne li gor vace jî. Lê ez jî vê yekê dibêjim: “baş e, sedema te ye dijber çi ye? Tişta tu jê re dibêjî jiyan çend peran dike? Yanî hun dikarin bi navê welatê xwe çi bibêjin, bi navê gelê xwe hun dikarin çi bibêjin? Heta hun dikarin bi navê xwe çi bibêjin?” gelek nikarin bibin darikê tirî, nikarin bibin xulamê malê, li hember efendiyê xwe nikarin bibin xirbeyek. Baş e, ev ên wisa xwedî nirxa çend pereyan in?
Bêguman ev hemû îdiayên me ne. Tê dîtin ku, kesên din jî zêde nikarin gotinên bihêz bikin. Qaşo em ji yên herî mezin bigrin hetanî yên herî hevkar û ketî hemû jî qedî ne. Gotinên bihêz dîsa me gotin. Bêguman ji vê û pê ve gotinên mezintir dikarin hindek kesên din jî bibêjin û dikarin hindek karên mezintir jî bikin. Û em jî amade ne ku xizmetî wan bikin.
Şêwaza me şêwaza xizmetê ye. Şêwazeke jiyanê ya bi kedê ve girêdayî ye. Keda pîroztir û hewlên serkeftîtir, dikare encax pesindariya me ya mezin û çepikên me kombike, dikare piştgiriya me bigre û alîkariya me li gel xwe bibîne.
Tê dîtin ku, ev mijar wisa weke tê hizirîn seranser û sivik bi dest nayên girtin. Karên ku em dimeşînin, wisa karên bêpîvan û bêpirtûk nînin. Ev kar bi sewdaserî, jixweyî û bêpêwendî nayê meşandin. Vac û giyana karên me gelekî cewaz in. Xwedî şêwaz, hewl û pîvan e û gelekî yeman e. Ger hun nikarine bixwînin ma ez çi bikim?
Ev hemû hatine nivîsandin û pirtûkan de ne. Lê hun xwe weke cahilan kor dikin û hun dibin cahilên cahilan.
Bêguman ev rewş xirab e û têperandina vê ji bo we jiyan e. Ciwan her dem dikarin hêzê pê re bigihînin. Di pirtûkên me de gelek tişt hatine nivîsandin, ji kesên xwedî daxwaz re hema her teşeyê zanînê tê dayîn, li ser esasê her tiştî wan hene. Di derbarê her karî de û her mijarê de hene. Di derbarê karê firişteyan de jî, di derbarê karê şeytanan de jî, hema her tişt heye. Di derbarê têkîliyên çalakiyên bêeman de jî, di derbarê rewşa hestên herî pêşketî de jî raveyek peyda ye. Yên ku dixwazin dikarin hemûyan bibînin.
Bêguman ev kar hemû di nava xwe de xwedî girêdanên şidyayî ne. Wisa her tişt ji ber xwe ve, weke hun nêz dibin, yeksan û ji hev qut nîne. Her tişt gelekî xwedî kordîne, rêxistin û yekbûneke bandorkar e. Bêguman ger mirov pir şidyayî li ser van raweste mirov dikare hîn bibe. Zanîna we ya xwendevanekî baş jî, ji bo we gelekî girîng e.
Esas ev dibistanek e. Ji beriya her tiştî divê hun bawer bin ku ya me jî dibistanek e. Hun dê vê yekê bi dibistanên kesên din re têkîlhev nekin. Ev dibistan jî li gor xwe xwedî nasnameyekê ye. Divê hun ji vê bawerbin û ger gengaz be divê hun bigihên pêwîstiyên vê. Belkî bi navûdeng nîne lê dibistan e. Bi xwe jî dikare şêwaza xwe bi pêşve bixîne.
Dibistaneke gelekî azad e.
Ev kevneşopiya ku me li vê derê avakiriye, hun dikarin wisa li çiyan binexşînin ku, dikare hezar salê pêş jî diyar bike. Ger hun nikarine vê yekê bikin, ji ber lewaziya we ye. Ev, ji ber sedema nebûna we ya xwendevanekî baş e. Hun dişipin şivanên kevin. Şivan bi çêrandina çend bizinan ve jiyanê îdare dike. Hun dişipin cotkarekî xwedî helatekî ku weke din tu kar ji destan nayê. Lê dibistana me gelekî tevlîhev û xwedî waneyên şidyayî ye. Ger hun bikaribin vê bi dest bixin û pêk bînin, bi rastî jî hun dikarin rê li ber pêşveçûyînên mezin vebikin.
Em bi karên kûr ên dîrokî ve mijul dibin.
Ger hindek bi israr bêfêmî û bêkarînê bikin, emê jî rastiya xwe bisepînin.
Kesê ku me rûser bi dest digre kî ye?
Kesê ku bi layiqî yên pêwîst pêk nayne kî ye?
Kesê ku waneyên me vala derdixe yan jî wateya wan dide wendakirin kî ye?
Kesê ku ji dehan yek bala dibistana bûrjuva nade me kî ye?
Kesayeta ku ji bo fermanberiyeke pergalê çil teqlan diavêje û li vê derê rûyê xwe ji zêrên me vedigerîne kesayeta kê ye?
Kesê ku li hember xwe evqas bêrez, bêguman rast nabe.
Kesê ku nirxa pêwîst nede hînkariya xwe, nikare bibêje ez cidî me.
Hun gundiyên hişdar in, hun bûrjuvayên biçûk ên hişdar in, hun dê hemûyan li gor xwe rêkûpêk bikin. Lê rastî wisa nîne, zimanê rastiyan cuda ye. Hun her xwe hişdar dihesibînin û wisa kûr dibin. Ez jî, dubare dikim ku, zimanê rastiyan cuda ye. Rastî, ji hemû xapandinên we û ji hemû çavreşiyên we zêdetir rikdar in. Wan jî bi zêdetirîn em temsîl dikin. Jixwe em hêza xwe jî ji vê derê digrin. Wisa weke hindek kesên ku dihizirin, em hêza xwe ji otorîteya hişk û rêkûpêkiyên erzan nagrin.
Ji ber ku em ji sifirê hetanî vê derê hatine û em baş dizanin ku çawa tên.
Ez hêvî dikim ku hun fêm dikin.
Hun diçin şer, hun bi xwe soz didin xwe û dibêjin ku, “em di eniyên cuda de ji tekoşînê re amade ne.” Ev tiştên baş in, lê zimanê rastiyan weke gotina min e. Ger ji we zilamên yeman derbikevin emê misoger li çepikan bidin. Em hesûd nînin. Ez hîna li dûv lêgerîna mezinahiyan im. Misoger nexweşiya min a xwe xistina şûna yê herî mezin nîne. Ger xwedê be jî ez derdikevim lêgerîna mezinahiyan. Li gerdûnê, di hucreyan de hetanî atoman di her tiştî de digerim. Vaye em evqas lêkolînêr in. Weke ku gelek kes dikin, bi xwe çewisandinê em nabêjin “kesê ji min mezintir nîne.” Îdeolojiya “ji min mezintir nîne” çavreşî ye. Rebeniya bi şêweyê “ez ne tu tiştek im” jî rewşa vî ya berovajî ye. Bêguman em ne wisa ne.
Hun dibînin ku, zimanê rastiyan hindekî dibe zimanê jiyanê û zimanê şoreşê.
Bûyîna rastiyan a zimanê şoreşê mijara gotinê ye. Ger hun jî li ser şiyarbin, hun dikarin hindekî din baş bibin. Weke din cihgirtina di bûyera PKKê de, pê re meşîn, jiyîn gelekî zor e. Ev vê yekê ji bo her kesî dibêjim. Wisa hosteyên PKKê nînin. Hemû yek in. Ên kevin jî, yên nû jî hemû weke zarokan in. Ez jî di nav de em hemû encax dikarin bibin xwendevanên vê dibistanê. Ger kesekî baş bixwîne û jiyanî bike hebe, dikare erjeng dijminahiyê, kirêtiyê, xirabiyê tune bike. Bi wê wateyê ku, gelek hîna di rewşa xuşînê de ne, hîna dixebitin ku ABCyê hîn bibin. Lê rewşa heyî dîsa jî hînbûyînek e. Zêdetir li ser hişyarbin, zêdetir hîn bibin û zêdetir pêk bînin. Xwedî terbiye bin, qet nebe hedê xwe bizanin û xwe weke cahilên kor nesepînin. Kêm hîn bibin, cewherî hîn bibin û bikin, ev yek jî tê pejirandin.
Weke din em dikarin li dij dijmin çi bikin?
Vaye em hindek tiştan dikin. Rexmî ku qada me gelekî teng e, em hîna jî van hewlan raber dikin. Em weke we nabêjin, “cihê me teng e em nikarin bilêyîzin.” Em di cihekî pir teng de jî pir xweş dilêyîzin. Bi qandî ku bala hemû cîhanê bikşîne, di me de lîstika siyasî ya mezin û lîstika leşkerî ya mezin bi pêş ket. Rexmî ku cihê we fireh e, hun nizanine bilêyîzin. Ez tu caran negihiştim çiyayên azadiyê, lê dema ku ez bigihêmê jî, ez bawerim ezê di cihekî ji yê we tengtir de û di demeke ji ya we kurtir de, karên mezin bi ser bixime.
Lewra heval diçin welat, û ji bo şorbeyekê xwe didine qedîn. Bi fêrbûnekê û kevneşopiyeke kor ve dizeliqin û xwe diqedînin. Ev yek çawaniya wan eşkere dike, baş jiyîna wan naderbirîne. Na, diyar dike ku evdalekî kor bi xwe ye. Wateya xwe nedaye, şêwaza xwe negirtiye û çiqasiya evdaliya xwe peyitandiye, ewqas. Rexmî evqas hînkirinê, tu tiştekî fêm nake, ma tolazên wisa dikarin kê bixapînin, kê bidin bawerkirin!
Erê, rastiya me ya serokatiyê, rastiya me ya tekoşînê û rastiya me ya berhemê wisa ye. Ya ku ji destên me tê ev e. Tu kesî qet tu tiştek neda me ku, bikaribe ji me zêdetir bixwaze. Hun wisa, we tu tişt neda ku hetanî hun bikaribin hindek tiştan bixwazin. Me hindek tişt li hev anîn, dîtin û em wê jî didine we. Ya ji destên me tê ev e. Hun nikarine ji hindek cihên din bigrin û hun nikarine bi xwe jî avabikin. Lewma divê hun ji vê yekê re jî bibêjin, “hezar şûkir.”
Radestî nîne, di serhildanê de şikestin û weşîn nîne! Hindek kes çiqas radest bibin jî, çiqas biweşin jî, bi giştî dimeşe. Derbasbûna meşê ya gel û bandorkariya wê pir kêm didome. Pêşeng bi zorê bin jî dîsa ji piyan in. Ev bûyer di dîroka me de yekem care ku em dikarin jê re bibêjin meşa azadiyê û şerê azadiyê. Çalakiyeke mezin e. Emê vê yekê hîna jî bi hişyarî bimeşînin. Ez daxwaz dikim ku hun weke fermandarên baş beşdar bibin, daxwaz dikim hun weke şerwanên yeman beşdar bibin. Ji bo vê me jî gelek tişt dan û bi rastî jî bi qandî ku tu kes nikaribe bi kar bîne me amrazên teknîkî ji asta wan bilindtir bi kar anî, heta ji berovajiya wê ve bi kar anî û ji bo ku heval bikaribin hindek tiştan jê bigrin em bi ser de çûn. Di van şertan de û di vê çerçoveyê de ji vê zêdetir dayîn ne gengaz e. Ger hun bizanibin bigrin, esas her tişt heye. Kesê ku bixwaze peyamê bigre, çi bixwaze dikare di nav de bibîne.
Ji aliyê me ve ya pêwîst kir, emê encamên wê bibînin, ger temenê me têr bike misoger dê ji encaman re bersiveke me jî hebe.
Dema em wisa ketin nava pêngaveke mezin, bêguman em naxwazin xwe bişkînin û birijînin. Em naxwazin weke wesayiteke frêna wê teqyaye, li hindek cihan biqelibin û hûr hûr parçe bibin. Em li hember jirêderxistinan jî hişyar in û em çiqas lêzê bi dest bixin jî, em dixwazin dîsa pêşbirkê zexm bidin meşandin. Ev jî şiyariyeke girîng pêwîst dike. Vaye şêwaza me ev e, him bi zexmî bersiv dayîn, him zexm temsîlkirin û him jî dema bi lezgînî dimeşin, bêyî ku biqelibe zanîna bi rê ve çûyînê ye. Gelo ma ya we jî wisa ye?
Lez li ku ye? Ma lêdan an jî lênedanê ferx dike? Ma dibîne ku çiqas dişkîne û dirijîne? Ev pirseke wisa ye divê em her dem bikaribin ji xwe bikin. Hindek nikarine bi qandî kerekî jî xwe lez bin. Dema hindek kes dimeşin, li der û dora xwe tu tiştî nahêlin her tiştî dişkînin û dirûxînin. Lewra şoreşa me, meşeke pir hişyar ferz dike. Leza wê li gor xwe ye. Lezeke ku ne dijmin dikare bigihê, ne jî bixwe xwe dişkîne.
Bêguman ev hemû di xizmetên me de peyda ne û em jî dixwazin vê yekê temsîl bikin. An jî ma zora me li me heye? Na şêwaz bi xwe vê yekê difermîne. Ger hun wisa ne, hun dikarin bi saxlemî keştiyê bigihînin lîmanê. Berovajiya vê yekê dê biqulibe û hunê di gêrekê de bifetisin. Vaye hun hindekî wisa ne.
Bêguman mirov li ber ev rewşa we dikeve. Mirov ji rewşa we êş û jan dikişîne, ji ber mirinên we yên zû, ji ber şehadetên we, ji ber girtinên we, heta ya herî girîng di nava refan de ji girtîmayîna we û ji ber neafirandina we ya nirxan. Lewra tu têkîliya ev şêwaza we bi şêwaza me re nîne. Şêwaza me lez e, bi rastî jî bar dikşîne û digihîne lîmanê.
Ciwan û kesên newestiyan e; ger hun ferasetê rast bigrin û helwesta xwe rast bizanibin, ma kî dikare we bigre? Ger hun bibêjin, “a rast ev e” û hun rikdar bin û hun di vê de jî tam xwedî hesab bin, tu kes nikare asteng bike ku hun bi teşeyeke zexm barê xwe bigihînin lîmanê û bêyî ku hun bişkînin û birûxînin, bikaribin bi dewlemendiyên mezin ve bigihînin armancê.
Vaye ev derfet di destên we de ye. Bêguman ne barekî kêm e. Barê azadiya netewî, azadî û wekheviyê, barekî bi nirxa zêr e. Hun dê wê bi zexmî bigihînin lîmanê. Hun dê ala serkeftinê bilind bikin û li bin wê bicivin. Xwediyên vê karwanê kesên wisa ne. Gelo ma hun jî di ferxa vê yekê de ne? Ma we hetanî niha pirsên wisa ji xwe kirine? Ma li gor vê yekê we xwe rêkûpêk kiriye, hun bi rê ve çûne, we rêxistinî û pêşengî kiriye? Divê hun her dem van pirsan ji xwe bikin. Wane wisa tên girtin.
Pir eşkere vekiriye ku, ev kerwan bi zimandirêjiyê, bi demogojiyê û bi pêvçûyîna rast-çep ve nameşe. Ger hun xwedî niyetên baş bin jî, kesên ku bixwazibin kerwanê ji rê derbixin û bi vekirina kunan re avê berdin nava keştiyê kêm nînin. Ma hun wan dibînin û dikarin hêza rawestandinê raber bikin? Serkerwanekî hişmend, kaptanekî hişmend divê van hemûyan bihizire û ya pêwîst bike. Yan jî zehmet e, dê kerwan bitirse, fîncan li hev bikevin û dê bişkên. Divê hun misoger van bi kûrahî fêm bikin.
Ji ev kerwanê barê dewlemendiyên mezin re pêşengiyê bikin, rêberiyê bikin û saxlem bigihînin armancê…!
Rêbêr Apo