HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Rêber Apo

Doza me ya mezin, bi grubek heval, bi îddîayên zêde ne kemilî û bi derfetên pir biçûk li gundê Fîsê, dest pê kir û heya roja me ya îro pêvajoyeke efsaneyî da jiyandin. Bêguman, dîroka partiya me hîn kevintir e. Di bihara 1973’an de bingeha partiyê hate avêtin. Ev gaveke pir cîddî bû û her salekî din î piştî vê gavê, ji bo partiyê bûne salên avabûnê. Çawa ku her bihar destpêka jiyaneke nû ye, her der şîn dîbe, aj dide û dibe toxim, her saleke partiya me jî, bêguman xwedî wateyeke bi vî rengî ye.

Di salvegerek nû de ku em careke din lê mêze bikin, berhemên ku çêbûne pir in û cur bi cur in û gelekî hêja ne. Me di nav vê dewlemendiyê de PKK’ê heta roja îro anî. Bi tenê rizgariya netewî berhem neda, her wiha partiyê, sosyalîzma herî jixwebawer û tevgera azadiya jinê berhemên xwe dan. Digel van yekan, li beramber şerê taybet a herî tirsnak, tevgera me li ser piyan sekinî û berhemên vê jî derketin holê. Cîhan jî bibe yek, derfet heye ku em bi ser bikevin ango berhemên serkeftinê jî derketine meydanê. Ev hemû berhemên han; ew kesên di doza partiyê de jixwebawer in, ji bo xwe bi hêviyeke mezin bi çek û rext bikin, gencîneyên yekta ne.

Lê belê digel van yekan, ew kesên ku doza partiyê fêm nakin û ji hemû mezinbûna wê re nabin bersiv û nanirxînin, bêguman kêmasiyên mezin jiyan dikin û divê ji bo vê yekê, ber xwe bikevin. Di vê qonaxê de, ji doz û armancên partiyê zêdetir, tu doz û xebat, bi nirxtir nîne.

Bifikirin, wekî we derfeta min a ku di nav gel de an jî di qada şer de xebat bikim nîne. Lê belê, ez li ser partî û ramanê partiyekê, bi taybet jî, li ser xebata kadroyan bi kûrbînî rawestiyam û min da nîşan ku ez dikarim çi destanan biafirînim. Gelo ji vê xebatê, hêjatir xebat heye? Hûn bi xwe jî dikarin bibînin, di şert û mercên herî dijwar de ev xebat gihişt vê astê. Heke hûn vê bibînin, hûnê bighijin vê rastiyê; “Doza partiyê bûyereke mezin e, partîbûn hêza herî mezin e”. Bifikirin; ji bilî vê, tu çavkaniya hêzeke min hebû? Nîn bû! Ez hemû hêza xwe ji partibûnê digrim. Kûrbûna li ser partiyê, jiyana li gorî prensibên partiyê, bihêzkirina rêkxistina partiyê bingeha hemû hêz û quwetan e. Ev rastî li ber çavan e. Kadroyên partiyê bi rastî jî, ku dixwazin xwe ji dil bidine kar û di nav partiyê de xwe bi hêz bikin, divê li ser bingeha prensibên partîbûnê xwe bighînin şêwaza rast. Xurtbûn rasterast bi vê ve girêdayî ye. Bi awayekî din li vî welatî di nav artêşe de, heta li hember dijmanan, riyekî din î xurtbûnê nîne.

Hûn dibêjin “Xeta Serokatiya Partiyê”, “Hêza Serokatiyê”, vaye ev hêz, partibûn bi xwe ye. Di hundirê vê de prensîp hene û li ser van prensiban hewl û xebat heye. Divê ev hewldan, di cih de û bi hostane bê dayîn. Vaye Serokatî, vaye serkeftin.

Ez, bi navê hemû şehîdên PKK’ê dikarim bidim xuyakirin ku; tu hewldan qasê xebata partîbûnê hêja nîne. Îsrara di pîvanên partiyê de, îsrara di şêwaza partiyê de û îsrara di erkên partiyê de, ji serkeftinên cepheyê hêjatir in. Serkeftinek bêyî partibûnê, dibe û derbas dibe, lê dibe ku pişt re binketin jî li pey were, lê belê li pêşiya partîbûneke berfireh her dem û her tim serkeftin heye. Yê ku bi rengekî berfireh partibûnê di jiyana xwe de ava bike, misoger ew kesayetiya serkeftinê ye. Ji lewra ew kesê/a ku bi biryar û dixwaze xwe bighîne armancên xwe, tiştî pêwistî pê heye partîbûn e. Jiyana min ji bo vê nimûneyeke baş e; di cihekî evqas teng de û di nav bê derfetiyan de, me xebata xwe ya partiyê heta vê derê anî û gihişt astekî nêzikê serkeftinê. Mezinbûna serkeftinên ku me bi dest xistiye, li ber çavan e. Wê demê, ji dîroka partiyê xisûsa herî bingehîn divê ku hûn fêr bibin ev e; partîbûn, mifteya hemû serkeftinan e.

Wekî toximeke biçûk dema ku em hatin reşandin, ji bo ku ev toxim nerizê, me tevdirên pêwist girtin. A herî girîng jî, ji dijmin hate parastin. Ev çawa çêbû? Çawa ku dayikekê da ku zarokê/a xwe mezin bike şev û roj li xwe heram dike, me hin zêdetir li ser hewl û ked raber kir. Xebata îdeolojîk ji bo vê bû û ev jî bi ser ket. Pêvajoya kemilîna îdeolojîk, pêvajoyeke mecbûrî bû. Gel, di salên berî wê de jixwe şerm dikir û xwe biçûk didît. Şexs di hemû hêlan de hatibû lawazkirin. Bawerî, biryar, yekbûn hîç nîn bû. Te nikariye du birayan ligel hev bida seknandin. Pêvajoya pêngava me ya îdeolojîk, dawî li vê rewşê anî. Kesên ku bi çavê xayinan li hev mêze dikirin, êdî wekî dost û bira li hev temaşe kirin, yên ku li hemberî hev xeribiyeke mezin jiyan dikirin hatin gel hev û hevdû naskirin. Ev hemû berhemên şerê me yê îdeolojîk e.

Nêrîneke hate afirandin!

Nêrîna dostaniyê, nêrîna yekîtiyê, nêrîna welat çêbû û her wiha ji milê giyanî ve nêzikbûnek ava bû. Girîngiya van, kes nikare înkar bike. Yê ku dixwaze di hundirê me de karekî serkeftî bike, mecbûr e, vê rastiyê bibîne û baş fêm bike. Ku ev nebe, yek gav nayê avêtin.

Piştî ku nêrin hate afirandin û tiştên pêwist ku hatin destnîşankirin, êdî ber bi meşa pêkanîna armancên wan ve gav tê avêtin ango ber bi wan ve meş tê destpêkirin. Bêguman meşa ji bo welat û ax, bi yek kesê nabe, bi rêxistin ve, tê lidarxistin. Ji ber ku, armanca netewî ji bilî hinek xayînan, armanca her kesê ye. Azadî ji bo herkesê ye, ji bo gel e. Ji lewra pêwistî bi meşa her kesê heye. Yên ku bi rêxistinê re nemeşin, nikarin bibin xwedî doz û nêrînekê. Ew li hember welat û gelê xwe bê nêrîn e.

Destpêkirina vê pêvajoyê, bi serê xwe bûyereke mûcîzevî ye. Dî dîrokê de, tu serhildanên Kur-dan, çend meh neajotin û binketin. Yekemîn car qonaxa serkeftinê ya ku hêviyeke mezin dide mirov, niha me bi dest xistiye. Ev derfet, pêwist e bi berpirsyariyeke mezin bê nirxandin.

Ez di vê salvegerê de bi awayekî eşkere careke din vê rastiyê bînim ziman; yên ku li ser bingeha partibûnê, di xwe de guherînê çênekin û pêwistiyên wê pêk neynin, ji wan re tu hurmetek min nîne û qasê nisqalekî qîmetê nadime wan. Li gorî min şêwaza partiyê hemû tişt e. Yên ku wiha jiyan bikin û têbikoşin, ew hemû hebûna min in, rihê min in û dilê min in û hezkiriyên min in. Hebûna me jixwe ji bo vê ye. Bi cureyekî din kes nikare me bi kar bîne û bi me re jiyan bike.

Wekî hûn dibînin, dîroka partiyê bi heybet, bi ronahî, bi hêrs, bi şer, bi serketfin û bi têkçûnên trajîk, hemû di hundirê hev de jiyan dike û her rojên ku ser re dibore, bêhtir mezin dibe û hêviya serkeftin û azadiya gelê me mezintir dike. Li ser vê bingehê, bi kûrbûneke bilind, divê em rê nedin, kemasiyên ku serkeftinê ji destê me bike û bangê hemû têkoşerên tevgera azadiyê dikim ku van salên pêş bikin salên serkeftinê.