Rêber Apo
rewşa tendûristiya min de tiştekî cuda nîne, weke berê ye. Eger nebe, ezê pişt re dîsa vegerim ser vê mijarê. Ez nîqaşên di derbarê koma hatî de dişopînim. Tê gotin ku wê di 10ê Mijdarê de li meclîsê nîqaş çêbibin. Min hevdîtina Barzanî û Davutoğlu di nûçeyan de şopand. Davutoglu dibêje ku di derbarê pirsgirêka PKKê de planeke dewletê ango planeke wan a sê alî heye: Tirkiye, Bakûrê Îraqê û Ewrûpa. Eksena yekemîn Tirkiye ye; diyar dike ku wê Tirkiye di nava xwe de hinek mijaran çareser bike. Eksena duyemîn Qandîl e; dibêjin ku wê bi desteka Barzanî çareser bikin. Eksena sêyemîn Ewrûpa ye; aniye ziman ku wê bi hevkariya welatên Ewrûpa hinek mijaran çareser bikin. Ma dibêjin ku wê pirsgirêkê bi vî awayî çareser bikin?
Dîsa Barzanî di daxuyaniyeke xwe de gotiye ku eger PKK xwe neguherîne wê gelê Kurd wê ji ser pişta xwe biavêje. Dixwaze çi bêje? Çawa guherandin, dixwazin çi bibêjin? Divê vana çawa werin şîrovekirin?
Belê, vana bi xwe naaxivin, lê diçin vana tengezar dikin û wan didin axaftin. Wan tiştên ku dibêjin ne hizrên wan e. Ji ber vê yekê ez ji Amedê re dibêjim ku Akademiyên xwe yên Siyaseta Demokratîk pêş bixin, lê kes nîne têbigihije û pêkbîne. Haya we nîne ji talûkeyên ku li benda we ne.
Ez dizanim ku girêdayî bi Emerîka lêkolînên raya giştî çêdikin û raporan pêşkêş dikin. Ango dibêje ku divê AKP heya dawiyê here, ne wisa? AKP li kîjan deveran dengan wenda dike? Belê, di encam de çawa dinirxînin û bi ku derê ve girê didin?
Faiq Tarımcıoglu diyar dike tiştê ku bi plana darbe ango bi plana çalakiya li hemberî îrtîca dihat armanckirin ew bû ku weke rovanşa 22 Tîrmehê hukimet bihata xistin û qeleya Serok-komariyê şûn ve bihata girtin.
Belê, min van tiştan bi caran got. Çima nayê têgihiştin? Ango hunê vê dîrokê zanibin, vana ne tiştên nûne. Loma ez dibêjim li Amedê Akademiyên Siyaseta Demokratîk û ez vana pêşniyar dikim. Li vê derê ez hertim diqîrim; ango ez dibêjim biaqilbin! Ez dibêjim, lê kesê têbigihije nîne. Ji xwe DTP nake, tênagihije û xrya nake ku têbigîhije! Vana weke komika nezanan li naverastê digerin. Pêwîst e mirovên dilsozî gelê xwe, yên biaqil, demokrat, Tirk be Kurd be ferq nake, yên serê xwe bi van pirsgirêkan re biêşînin berpirsyarî bigrin. AKP jî tênagihije, di ferqa xeteriya ku li benda wê de ye nîne.
Dîsa Tarımcıoglu dibêje ku sala 1993 di dîroka Tirkiyê de lekeyeke reş e. Her wisa qala kuştina Ugur Mumcu, mirina Ozal û şewitandina 37 rewşenbîrên li Sêwasê dike. Belê, gelo tiştê ku li wê derê tê armanckirin ew e ku li pêş çareseriyê bibin asteng? Baş e, kî dibêje, kîjan hêz xwest vê yekê bike? Ha qala Dogan Gureş wan dike. Ne darbe ye, ji xwe Demirel bi wan re lihev hat, loma pêwîstî bi darbê tunebû. Ji xwe hertiştên ku dixwestin dikirin. Ma hîn nû tê fêmkirin, dîrokîbûna çi? Lê vana ne tiştên nû ne, min bicaran qala vana kir. Eger hun vana nizanibin hunê nikaribin siyasetê bikin. Ji ber vê yekê ez ji Amediyan û ji DTPê re dibêjim ku pêwîst e DTP Akademiyên Siyaseta Demokratîk damezirîne. Eger hun dîrokê nizanibin, hunê nikaribin siyasetê bikin. Hun kuştina xwe fêmnekin, hunê nikaribin van karan bikin. Min berî niha jî bi caran got, ma nikare were vegotin? Çima tênagihijin? Vaye rewşa Dersîmê li holê ye. Eger hun dîroka xwe nizanibin û hun nikaribin kujerên xwe nasbikin hunê nikaribin bimeşin. Hunê vê zîhniyeta ku we dikuje û we diqedîne nas bikin. Ya/ê ku wê/î dikuje û diqedîne nas neke, nikare xwe ji rewşa kesek bêşeref, tolaz (lümpen) û nebikêrhatî rizgar bike. Vaye min berê niha jî got; Seyîd Riza di berbanga sibê de, beyî mayîna li benda Mustefa Kemal, bidarde dikin. Kî ew bi darde dike? Yên lihevhatina Kurd û Tirkan naxwazin ew bi darde dikin. Dîroka vê ya sed salî heye; heya darbeya 1906 diçe û heya roja me ya îro hîn jî hebûna xwe didomîne. Ango ev ekîb bidarde dike. Niha nûnerên vana Kamer Genç, Denîz Baykal û ev Kemal e. Tevahiya vana dewama vê çeteyê ne. Niha jî yên weke Kamer Genç derketine di derbarê Dersîmê de paşevajkî (îlerî gerî) diaxivin. Eger rêza we ji dîroka we re hebe, hunê vana bi navê Dersîmê nedin axaftin. Bila rêza we ji dîroka we re hebe. Sedema ku beyî li benda M. Kemal bimînin Seyît Riza bidardekirin ew bû ku nehêlin ku bi Kurdan re lihev bihata û M. Kemal weke dijminê Kurd nîşan bidin. Weke hun dizanin li vê derê ji min re jî gotin “kujerê dergûşan” û “dijminê Tirk”. Bi vê yekê jî çawa ku M. Kemal weke dijminê Kurd nîşan dan, xwestin min jî weke dijminê Tirk nîşan bidin. Bi vî awayî hewl didin lihevhatina Kurd û Tirkan asteng bikin û dixwazin vê pêvajoyê kûr bikin. Hun rewşa Bahçelî û Baykal dizanin. Dibêjin bila ev pirsgirêk çareser nebe, çi dibe bila bibe. Min berî niha jî neteweperestiya vana vegot. Vana neteweperest in. Li milê din tu dinêrî civak birçî û belangaz (sefîl) e, lê qet ne xema yek ji vana ye jî. Li Tirkiyê û li herêmê sedî ji heştê bêkar hene û civak jî ji sedî heştê birçî ye. Lê kesa/ê ku hişê xwe bi van pirsgirêkan re biwestîne nîne. Pirsgirêk desthilatî ye. Loma ez dibêjim ku pêwîst e diyardeya (olgu) desthilatiyê baş were tehlîlkirin. Min serê xwe bi têgîna desthilatiyê gelek westand. Dema li milekî pirsgirêkên civakî yên dêwane (devasa) li holê ne û mirov bi awayekî aware, tolaz û vingî vala (bomboş) li naverastê têne gerandin, li milê din jî hesabên desthilatiyê û şerên desthilatiyê têne jiyîn. Ma tu desthilatiya çi dijî? Ji xwe kapîtalîzm ev e, kapîtalîzma kurewî (küresel) ev e. Civakê û mirovan dixe vê rewşê. Tarımcıoglu wekî din çi dibêje. Gotiye ku ew ekîba ku Ugur Mumcu, Gun Sazak û Ozal kuşt heman ekîb e. Belê, belê wisa ye. Ev ekîb heman ekîb e.
Belê ez Tarımcıoglu nas dikim, ji Betlîsê ye. Di navberê de ez ji radyonê guhdarî dikim. Ev zîhniyet xwe dispêre heya berî sedsal. Heta bi derbeya 1906 destpê dike. Van karan bi xistina Evdilhemîd ji text destpê dike. Di rastî de Evdilhemîd padîşah e û fîlan, lê mirovê serdema xwe ye û pêdiviyên wê pêktîne. Li gorî serdema xwe û li gorî vê zîhniyetê kesekî bêhtir baş e, welatparêz e û serdema xwe baş dixwîne. Xistina Evdilhemîd ji text, bi tena serê xwe karê efserekî (subay) jî nîne, li pey wî Elman û Îngîlîz hene. Rewşa Ermeniyan a 1915 tê zanîn; Hîtler ji bo vana dibêje; “vana mamosteyên min in”. Heta Hîtler dibêje; “vana Ermeniyan kuştin, ma çibû? Tiştek nebû. Em jî dikarin vê yekê bikin”. Bi dersa ku ji vê derê digire, Cihûyan qetil dike ango ji vê wêrekî digire. Dibe hun bêjin nepixokbû (abartılı) lê neteweperestiya Tirk û Tirkîtiya vana bapîrê netewperestiya Hîtler û faşîzma Hîtler e, di ve wesfê de ye. Rewşa Kurdan jî dişibe ya Ermeniyan, heta ji rewşa Ermeniyan zêdetir di rewşeke xirab de ne; Ermenî carek hatin qetilkirin, lê Kurd bi caran di komkujiyan de hatin derbazkirin û hîn jî têne qetilkirin. Ha, heya 1944an Îngîlîz bibandor bûn, piştî 1944an DYE ketin dewrê. Zîhniyeta ku berê di 1906an de Evdilhemîd ji text xist heman hişmendî ye ku paşê hewl da M. Kemal jî bêbandor bikira. Ango tiştê ku îro berdewam dike zîhniyeta wê demê ye. Ew ekîba ku dora M. Kemal pêça û ew bêbandor kir heman ekîb e. Armanca wan ew bû ku M. Kemal derxînin rûyê ezman, wî bikin xweda û li ser rûyê erdî jî karê xwe bikin. Bi vî rengî M. Kemal ji pratîkê qût kirin û ew bêbandor kirin. Rewşa girtina Napolyon li girava Elbe, ku tê de mir û rewşa girtina M. Kemal li Çankaya heman rewş e. Hêz, hîn rasttir, şêwaza siyaseta ku Napolyon girt nava girava ku tê de mir, heman şêwaza siyasetê ye ku M. Kemal girte nava Çankaya. Helbet di ketina nava vê rewşê de para kêmasiyên M. Kemal û ya Napolyon jî heye. Rewşa Napolyon tê zanîn. Dema ew jî hate xistin nava vê rewşê, ew bi xwe jî di ferqa rewşa ku tê de bû de jî nebû. Helbet li pey van hemû polîtîkayan Îngîltere hebû, îro jî Îngîltere û Emerîka hene. Vaye ev polîtîka xwe dispêre nîvên ta sedsa 19. Ji ber vê yekê ez ji yên ku vê polîtîkayê, ji yên ku vê bîrdoziya Tirkperestiya Îtîhatgir afirandine û çêkirine re dibêjim ne Tirk in. Ango damezirînerên Îtîhat –î Terakî –min berê pir dubare kir, tê zanîn- ne Tirk in; yek ji wan Arnawût e, yekî din Bulgar e… Ango ti yek ji wan bi eslê xwe ne Tirk e. Lê belê bîrdoziya ku pêş xistine, bîrdoziya Tirkîtiyê ye.
Ez li vê derê dîsa dûbare dikim; nabe ku ti pirsgirêkên me bi gelê Tirk û netewa Tirk re çêbibe û nîne jî. Ez dizanim, Tirk gelekî jêhatî û zehmetkêş in. Lê haya wan nîne ji vê bîrdoziya Tirkîtiyê ku ji bo wan hatiye afirandin. Herî zêde haya sed hezar kesî jê heye. Na ew qas jî nîne, herî zêde haya hezar kesî ji vana heye. Min guhdariya Mumtazer Turköne kir, qala artêşê kiriye. Vaye hun dibînin hîn nû dest bi têgihiştinê kirine. Ew bi xwe neteweperest e, lê van têkiliyan û kûraniya xeteriyan hîn nû derdixe holê, hîn nû dibîne û têdigihîje. Min rêzenivîsa (yazı dîzîsî) Baskın Oran xwend, ez dixwînim. Vaye dibêje Tirkitiya ku ji jor ve tê ferzkirin û vê Tirkitiyê pir bi xof binav dike. Ez vana nû nabêjim. Ji xwe haya gelê Tirk jî qet nîne ji vê bîrdoziya Tirkîtiyê û ji van lîstokên ku tê xwestin werin pêşxistin. Tirk ne di ferqa vî barî de ne ku li wan hatiye siwarkirin. Heta qet ne di ferqa wî de ne. Lê em hewl didin van hîle û lîstokên ku li ser wana têne lîstîn deşîfre bikin. Dostaniya rasteqîn ev e. Em dostaniya rasteqîn a gelê Tirk dikin. Divê ev wisa were zanîn. Ji xwe dîrok bi vî rengî hatiye çewtkirin. Vaye M. Kemal weke kujer û dijminê Kurdan tê zanîn! Vaye navê min jî weke kujerê derguşan û dijminê Tirkan derxistin. M. Kemal, dijminê Kurd; Apo dijminê Tirk! Çawa ku M. Kemal ne dijminê Kurd de, ez jî ne dijminê Tirk im. A ku M. Kemal dijminê Kurd û min jî weke dijminê Tirk nîşan dide heman zîhniyet e. Ji xwe ev heman zîhniyet di nava me de jî hebû. Li cem me Hogir hebû; ew kesê ku li Mêrdînê cara yekem dergûşan kuşt ew e. Eşîreta Jîrkî hebû; her wisa ew kesê ku yekem car mirovên welatparêz, ku li herêma Geverê ya Colemergê xwarin û vexwerin ji hevalên me re dianîn û alîkarî didan kuşt jî ew e. Dergûş, mirov û lawên herî hêja yên eşîretê dikuje, lê belê navê min derdixin weke “kujerê dergûşan!” Vaye derkete holê ku Hogir ji JÎTEMê re xebitiye. Kamil Atak, ku ji doza JÎTEMê tê darizandin, di îfadeyên xwe de dibêje ku Hogir alîkarê Cemal Temîzoz bûye. Weke hûn dizanin ev Kamil Atak ê navdar û yên din lawên herî jêja yên Cizîrê kuştine û qetil kirine. Dîsa wêneyek hebû; Aygan û ew –çibû navê wî yê paşayî? Necatî Ozgen, -fermandarê Kolorduya Heftemîn- û Barzanî. Barzanî, Aygan û Necatî Ozgen di heman fotrafê de têne dîtin. Vaye pêwîst e mirov vê pir baş fêmbike. Xelîl Ataç û Botan, te dît di demekê de di nava me de fermandarbûn! Şemdîn Sakik, Seît Çurukkaya vana dûvdirêjiya wê zîhniyeta di nava me de bûn û tiştên ku kirine li holê ne. Çawa ku derdora M. Kemal hate vala irin û ew bi tena serê xwe hate hiştin, hewl dan derdora min jî bi vana dorpêç bikin û min tenê bihêlin. Vaye bûyera kuştina Hemze-Hasan Bîndal heye. Di nava vî karî de Şahîn Balîçan hebûn. Tişta ku li vir hate armanckirin ew bû ku yên herî nêzî min tasfiye bikin, bi vî rengî min bi tenê bihêlin û min têxin bin venêrîna (denetim) xwe. Dikarîbûn min bikuştana. Lê belê dîtibûn ku eger ez hatibama kuştin wê nikarîbûna PKKê têxin bin venêrîna xwe. Me jî li hemberî vê yekê tevdîrên xwe girtibû. Min ji herkesî re li gorî wê rol dabû û min wan bicîh kiribû. Heta dibêjin ‘Apo bidin jiyandin, lê derdora wî vala bikin’. Sedema ku ez îro hîn jî li vê derê dijîm, ji ber wê armanca wan e ku min bêbandor bikin û bi riya min, rêxistinê têxin bin destên xwe. Di kuştina Hasan Bîndal de Baranê Zer û Şahîn Balîç hebû. Di rastî de di biryargehê de biryargeh xistibûn bin destê xwe. Ew kesê ku nekarîbin têxin bin destê xwe, tenê ez mabûm. Vaye bi riya kuştina hevalê min ê zarokatiyê Hasan Bîndal hewl dabûn ku min bi tevahî bi tenê bihêlin. Piştî ku min vê yekê ferq kir, min bi manewrayeke zirav xwe paşve kişand û min mudaxelaya vê yekê kir. Vana hewl dan ku min jî bikin xweda, min bi tenê bihêlin û min bêbandor bikin. Wekî din gelek ferasetên tasfiyekar habûn. Lê min li hemberî vê tasfiyekariyê têkoşîn kir. Weke hun dizanin berê vê tehlîlên min ên bi navê “Tasfiyekirina Tesfiyekariyê” hene. Dibe ku we xwendibe. Me li hemberî vana têkoşîna xwe berdewam kir. Dîsa van Osmanên me yên pispaye û bêşeref hebûn, armanca vana jî tasfiyekirin bû.
Belê, van revok û bêşerefan dikarin vana bikin. Helbet di serkêşiya van de Osman nîne, Osman ne tiştek e, bêbandor e, di rastiyê de yên ser serê wana û pişt wana hene, yên ji pişt wana rêve dibin hene. Botan û wanan, Xelîl Ataç wana hene. Tê zanîn Xelîl Ataç fermandarekî me yê kevn bû. Vaye hefteya bihûrî xwîşka min hat, me pê re axivî. Wê jî qala hinde tiştan kir. Vaye ji rêxistinê reviyane, ji bo hinek din jin, hinek din pere dijîn! Hîn jî vê rewşa xwe berdewam dikin. Belê, vana dikarin vê jî bikin; ango wê di berdêla pere û jin de paşve jî vegerin. Dibe vegera wan baş jî bibe, bi vî rengî wê derbikeve holê ka çi ne, bandora vana çi qas e, wê bi temamî maskên wana bikeve. Wê hîn zelaltir derbikeve holê ka lîstokên kî ne. Lê pêwîst e Tirkiye vê yekê baş bizane; bila li gel bikaranîna van pispaye û bêşerefan û bi bikaranîna Talabanî û Barzanî ve hewl nede ku bi PKKê çekan bide berdan û PKKê tasfiye bike. Wê nikaribin PKKê tasfiye bikin. Dîsa hûn wan holdîngên ku li Betlîsê, li Agirî û li cihên din damezirandine dizanin, dibe bi van holdîngan ve, bi mîlyon dolaran ve beşekê Kurdan bi xwe ve bidin girêdan. Lê, wê nikaribin tevahî Kurdan bandor bikin, piraniya Kurdan wê ti carî dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê û rûmeta xwe bernedin. Li Başûr di çar perçeyan de Kurd li ser piya ne, ez li vir dîsa bangawaziya xwe nû dikim; bila Kongreyên xwe yên netewî pêkbînin, bila rêxistingeriya xwe pêşbixin. Kurdên Bakûr bi awayekî xurt li ser piya ne, di nava helwesteke bibiryar û birûmet de ne. Ez li vir bang dikim; ev lîstok nagire, wê ev lîstok bi her kesî bide windakirin. Ez bang li birêz Erdogan dikim; eger tu vê pirsgirêkê çareser nekî, tu vê ji rast û çep re belav bikî, tu wekî ku te heft salan kiriye demagojî bikî û tu bêcidiyet nêzîk bibî, wê rewşa te bibe wekî çil û heşt saetên beriya mirina Ozal. Di nava çil û heşt saetên dawiyê de her çi anîbin serê Ozal, wê bînin serê wî jî, wê wî jî tne bikin. Pêwîst e hûn wêrek bin. Vaye dibijin “Emerîka destekê dide AKPê” lê, divê were zanîn ku rewşa wî ne ji rewşa têkiliyên Ozal ên bi Emerîka re baştir e. Ji ber beriya hertiştî nasnameya Îslamî ya AKPê heye lê, ev yeke di Ozal de nebû. ABD vê nasnamê pir napejirîne, nagire. Helbet di pişt tevahiya van karan de DYE heye. Vaye dawiya Ozal li holê ye. Tirkiye di salên 1950an û pê ve bi temamî tînin rewşa girêdayî polîtîkayên Emerîka.
Tarımcıoglu dibêje ‘li Tirkiyê di nava artêşê de jî diçin ser vê cuntageriyê û dawiya demekê hatiye, lê belê yên ku li hemberî vê li ber xwe didin jî hene. Temam, wê hêza vana bê bisînorkirin, diçin ser wan, wê wan xelas bikin, lê wê çi deynin şûna wana, negirîng e ka wê çi deynin şûna wana?
Tê fêmkirin ku wisa ye, wana bisînor kirine, lê nikare were gotin ku bi temamî tine bûne. Vaye Çiller ji salên 1967an û pê ve sîxura CIAyê ye. Hate dîtin ka bi navberkarîya (aracılığıyla) Çiler welat anîn kîjan rewşê. Dema Ozal rola ku Emerîka di çareseriya pirsgirêka Kurd de dayê neanî cîh û jê re hêz neanî hate tasfiyekirin. Ewrûpa jî nedixwest pirsgirêka Kurd çareser bibe, hewl dida neçareseriyê kûr bike. Ozal nemir, lê hate kuştin. Vaye Rewşa AKPê jî dişibe vê.
Belê, wisa ye. Ditirsînin, tehdît dikin. Helbet van karan ne wisa hêsan in. Ez li vir tevahî talûkeyan didim ber çavên xwe û vana deşifre dikim. Ji bo vê jî dibe min ji holê rakin, ez di ferqa tevahiya vana de me.
Helbet tê de ne. Nêzîkê van pêşketinan in. Ez li vir careke din jî bang li Serok-komar û Serokwezîr dikim: Hun neçar in dilawer (cesur) bin. Dibe 9, 10 û 11ê Mijdarê be, ferq nake, lê belê divê pirsgirêk were anîn parlamentoyê û were çareserkirin. Divê parlamento biryara aştiyê bide, pêşiya aştiyê veke. Divê biryara çareseriya demokratîk a siyasî bidin. Em dixwazin pêşî li windahiyên nû û êşên nû bigirin. Ev şanzdeh sal in ku min ev biryar daye, ez ji bo vê hewl didim. Em dibêjin dibe aştî çêbibe. Cengîz Çandar berê nivîsîbû, min xwend; Ozal ji Çandar re gotibû; “çareserkirina vê pirsgirêkê deynê ser stûyê min e, deynê min ê li hemberî vî gelî ye”. Ez dibêjim divê hinekê jî ji bo pêdiviya rêza li hemberî bîranîna Ozal ev pirsgirêk were çareserkirin. Min li vir di mijara bêçekdarkirina PKKê û xistina wê ya nava pêvajoya aştiyê de xwe îqna kir. Ez guherîm, em guherîn. Me xwest em vê pirsgirêkê bi Ozal re çareser bikin, lê nebû. Min hinekê dereng bersiv da bangawaziya Ozal. Dîsa ez xemgîn im ku me nikarî em bi Erbakan re çareser bikin, wî jî xwest çareser bike, lê belê di encam de tê dîtin ji aliyê hinek hêzên diyar ve herdû serok jî, him Ozal him jî Erbakan hatin tasfiye kirin. Niha AKP heye. Eger AKP jî çareser neke wê bê tasfiyekirin. Wisa ne pir mereqdarên AKPê ne jî. Ez ji vir dibêjim. Vaye Husamedîn Cîndoruk fîlan hene, tê dîtin, bûne yek. Hinek çêbûnên din jî hene. Ez dikarim li vir bi hêsanî vê bêjim. Alternatîfê AKPê jî amade dikin, pêwîst e ev wisa bê zanîn. Eger di vê pêvajoya zivistanê de aştî pêşnekeve, wê bi baharê re pevçûneke hîn pir xurtir bê jiyîn. Pêwîst e hukimet û dewlet jî biryara aştiyê bigrin. Eger biryara aştiyê dernekeve, ji xwe tişta ku van hêzan dixwazin pevçûna navbera gelê Kurd û Tirk e. Vana mirina du mîlyon mirovan jî dane ber çavên xwe. Wê bibe Iraq, wê bibe weke Iraq û Efganistanê. Ez hewl didim ji bo ku vana çênebin.
Pêwîst e PKK jî bikaribe biryara xwe bi xwe bide. Pêwîst e Kurd jî bikaribin biryara xwe bi xwe bidin. Pêwîst e bikaribin li her qadan rêxistingeriya xwe ya cewherîn û parastina xwe ya rewa pêşbixin. Ez PKKê nas dikim. PKK ne tenê hêzek e ku ji pênc hezar kesên çekdar pêk tê. Bi hezaran pêkhateyên wisa di nava xwe de dihewîne ku xwe vedişêrin û xwedî wê potansiyelê ne ku karibin yekser derbasî çalakiyê bibin. Eger çareserî pêşnekeve wê ev hêz Tirkiyê tengav bike. Zivistan, bahar û havîna vî karî nabe. Çiya û deşta wê jî nabe. Wê van pevçûnan li her cîh û wextê belav bibin. Ez li vir tespît dikim. Bila kesek li vir li bendê nemîne ku ez Rêbertiya pratîk bikim. Bila min mirî bizanibin. Çawa ku nikare di gorekê de term (ceset) were zîndîkirin, nikare ji min Rêbertiya pratîk jî were hêvîkirin. Ez di tabûtê de me, pêwîst e wisa bizanibin. Vaye li her derê tiştên ku ez dibêjim û dê bêjim têne meraq kirin, li benda min in. Bila careke din tiştekê li min pirsyar nekin. Dibêjin çawa be Ocalan dijî, emê îdare bikin. Ne wisa ye, vaye ez her roj li vir bi mirinê re rûberû me, heta berê niha bû, ez dirêjî erdî kirim û gotin “wexta ku tu yê bimrî jî wê bê”. Van gotinan ne vala ne. Ez îdareya girtîgehê û hukimetê tewanbar (suçlu) nakim, lê vana li vir in, pir nêzî min in. Ez vana vala nabêjim. Ez nizanim ka ezê li vir çi qas li ber xwe bidim, ezê nekevim nava tiştên xwekujî, tevî hertiştî ez hewl didim li ber xwe bidim, lê belê ez dixwazim bê zanîn ku ezê heya bêhna xwe ya dawiyê bidostî, bi hevaltî, bi rengekî girêdayî bi gelê me re bimeşim, ezê lir vir bêhna xwe ya dawiyê bi vî rengî birûmet bidim, wê ev wisa be. Ez li vir misoger daxuyanî didim, bikin sernûçe (manşet): Ezê bêjim eger PKK di van mercan de ji min Rêbertiya pratîkî hêvî bike wê demê PKK basît nêzî dibe, ezê li vir vê yekê îlan bikim. Eger DTP jî di van mercan de tiştekî ji min bixwaze ezê bêjim “DTP basît e”, ezê li vir vê îlan bikim. Eger Kurd di van mercan de Rêbertiya pratîk ji mi hêvî bikin -ev yeke jî dikare di sernûçe de were dayîn- ezê bêjim Kurd, Amed basît e, ezê li vir vê yekê îlan bikim. Bila di nava xwe de nîqaş bikin, bila bikin biryar, bila ew bi xwe biryara xwe bidin ka wê çi bikin. Eger ez jî li vir têkilî (müdahale) biryarên ku PKKê girtine bibim, bila ew jî bêjin Ocalan basît nêzî dibe, bila vê yekê îlan bikin. Eger ez têkilî gel bibim, bila ew jî bêjin Ocalan basît e, bila vê îlan bikin. Ez xwe li vir ew qas didirînim (diçirînim), vaye hun dibînin derfetên min bisînor in. Lê eger dixwazin ku ez rol bigrim, wê demê pêwîst e mercên min bêne sererast kirin, pêwîst e ez bigihijim her derî. Pêwîst e ez werim derxistin, me kir yanzdeh sal, pirsgirêkên min ên tenduristiyê jî bi van ve girêdayî ne. Ez nikarim qet tiştekê taqîp bikim, xebera min ji gelek tiştan nîne. Ez dûbare dikim; Pêwîst e Meclîs biryara Destûra demokratîk, çareseriya demokratîk û aştiyê bigre. Vaye tê gotin 10ê Mijdarê, ferq nake, pêwîst e li parlamento biryara aştî û çareseriya demokratîk were girtin. Pêwîst e gel ji bo vê yekê, ji bo çareseriya demokratîk çalakiyên xwe yên demokratîk bilind bike, berdewam bike, pêşbixe û bi topyekûn li ser lingan bin. Eger Meclîs vê biryarê negire wê PKK û Kurd biryarên xwe bi xwe bigrin, ez jî xwe têkilî vê yekê nakim. Eger ez xwe têkilî biryarên ku girtine bikim, bila min basît îlan bikin. Bila PKK, gel û DTP jî ji min Rêbertiya pratîk hêvî nekin, pêwîst e biryarên xwe bi serê xwe bidin. Lê belê eger vîna çareseriyê çêbibe, ez dikarim wê demê tişta ku dikeve ser milê min bikim. Bila dewlet ji vê şûndetir tiştekê ji min hêvî neke, tişta ku kete ser milê min, min kir. Dewlet nikare min îqna bike. Ez ne dijberî dewlata biaqil-biplan, bikarger (işlevli) û koordînator im. Ez amade me ku ji dewleteke wisan re tevkariyê (katkı) bikim.
Min beriya niha nedaxuya, ezê cara yekem li vir rave bikim. Dibe hinekê giran bê. Rayadarên ku li vir bi min re hevdîtin –destpêka 2000an bû- çêkirin ji min re gotin “hun pir paqij in”. Û digotin “tu dizanî APO, dema em diçûn li gel Barzanî, Talabanî û dema em diçûn serdana wana li hemberî me bi awayekî stûxwar (el-pençe dîvan) disekinîn, me wana pir basît dîtin”. Dîsa heman rayedar gotin “gelo hun rewşa Amedê, Mêrsînê dizanin?, wana di rewşeke xiraptirî mala giştî (genel ev) de ne”. Dîsa karkerên ku ji bo paletiyê diçin Mêrsînê, Edenê û Karadenîzê hene. Yên ku di bajarên herêmê de eware eware digerin hene. Niha vana jî hatine ji me re dibêjin “xwe biguherin”. Ez dixwazim li vir diyar bikim; di demên ku em tê de herî zêde lewaz bûn de êrîşî me kirin, lê tê zanîn me ew anîn çi rewşê. Nikarin wiha PDKê û YNK bajon ser me û bi êrîşên wana pirsgirêkê çareser bikin. Nikarin vê pirsgirêkê bi çêkirina zextên li ser wana ve çareser bikin. PDK û YNK nikarin êrîş bikin, eger êrîş bikin jî wê gelê me yê li wir rabe ser piyan, ji ber vê jî nikarin bikin. Dîsa, nikarin bi bikaranîna pispayeyên weke Osman ve vê pirsgirêkê çareser bikin. Vaye hûn dibînin, hemû xwe li wir bi awayekî bêrûmet didin jiyandin.
Balyozxaneya Mezin a DYê jî dibêje; saleke Tirkiyê maye ku pirsgirêka Kurd çareser bike.
Karayılan ji bo pêvajo ber bi pêş ve biçe di derbarê pêkhatina du mercan de daxuyanî daye. Ya yekemîn ew e ku yekser dawî li operasyonan were anîn, ya duyemîn jî ew e ku gûftugo bi nûnerên Kurdan re were çêkirin. Di vê mijarê de diyar kiriye ku ya yekemîn; divê giftugo bi min re, eger nebe bi PKKê re eger PKKê jî nebe bi DTPê re were çêkirin, eger çareserî pêşnekeve wê PKKê bi dehan salên din, di bingeha parastina rewa de li ber xwe bide.
Helbet ez li vir nabêjim bila ilehî bi min re hevdîtinê çêbikin. Yên din hene. PKK heye, DTP heye, hevdîtin dikare bi wan re were çêkirin. Vaye Cemal-Murat Karayılan dibêje, em dikarin li ber xwe bidin, hêza me heye. Biryar a wana ye, dibe şer jî bikin, aştî jî bikin, dibe windahiyên pir mezin jî werin jiyîn, dibe bêne kuştin jî, dibe tevahiya vana bibin, lê biryara ku bidin, bila ya wan be. Li vir ya girîng ne hesabê ‘min li vir ew qas kes kuştin’ ango ji hev kuştina ew qas kesan e. Du eşîr jî şer dikin, beyî ku binêrin ka kê çi qas mirov ji hev kuştine biryara aştiyê didin û silhê çêdikin. Min li vir, di vê mijarê de xwe di çareseriya demokratîk û aştiyê de îqna kir, ev nêzîkatiya me dostaniya rast a ji Tirkiyê re ye.
Tê gotin li vê Bîngolê (Çewlikê) Fermandarê herêma Bingolê jiyana xwe wenda kiriye. Rewşa gelê me yê li Surî, Îranê û Iraqê çawa ye, gelo ti pêşketin hene? Girtiyên li Surî bi daxwaza başkirina mercên girtîgehê ketine greva birçîbûnê. Ma mercên wan pir giran in, hejmara wan çiqas e, gelek in? Li Îranê rewş çawa ye? Tiştekî cuda heye? Ez ji gelê me yê li van deveran re silavên xwe radigihînim. Bila rêxistingeriya di navbera xwe de saxlem bikin, bila parastina xwe ya cewherîn pêşbixin. Ez dîsa bangawaziya xwe ya Kongreya Netewî nû dikim. Bila hewl bidin Kongreyên xwe yên Netewî çêbikin. Bila gelê me yê Iraqê jî rêxistinên xwe pêşbixe.
Dikare tevahiya van tiştên ku min gotine ji rewşenbîr û nîvîskaran re werin ragihandin, bi wan re li ser vana hevdîtin bêne çêkirin û van xalan werin nîqaşkirin. Ji Ewrûpa ti nûçeyek heye? Gelo Nexşeya min a ê hatiye dayîn?
Ez silavên xwe ji gelê me yê li Ewrûpa, ji xebatkarên Roj TV re dibêjim. Dikare van tiştên ku min gotine têra xwe di televîzyonê de bêne bikaranîn, dikare bi rengekî panêlan werin bikaranîn. Pareznameyên min hatin daktîlo kirin? Eger were xwestin ez jî dikarim ji bo beşa ku kêm mabe tevkariyê pêşkêş bikim, ez dikarim temam bikim.
Nameyên ku ji girtîgehan hatine hene. Beriya hertiştî ji girtîgehê nameyeke hevalek ku rewşa tenduristiya xwe girane heye. Beriya hertiştî ez silavên xwe yên taybet ji hevalên li girtîgehan ku rewşa wan a tenduristiyê giranin re dişînim. Dîsa nameya Aysel Dogan heye, ez silavên xwe jê re dibêjim. Bila li Dersîmê tevlî xebatên Akademiyên Siyaseta Demokratîk bibe. Enver Ozkartal, ji girtîgeha Amedê, ji Tîpa D nivîsandiye. Lêhurbûna wî baş e. Lê ez bawer im şaş nivîsandiye. Gotiye dîaspora Amadê, lê ez jî nabêjim dîaspora Amedê dibêjim nîjadkujiya Amedê. Dîsa nameyeke Îsmet heye. Ji Mîdyadê Încî Roj nivîsandiye. Bila hewl bide bi hevalan re ahengdar (uyumlu) be, bila di navbera xwe de biaxivin. Dîsa ji Mîdyadê Şadiye Manap nivîsandiye. Ji Adiyamanê Latîf Sonmez nivîsandiye. Nameya Abedîn Abî heye. Min berî niha jî nameya wî girtibû, lêhurbûn û kûrbûna wî baş e. Dîsa ji girtîgehên Tekîrdag, Bîngol û Sêrtê name hene. Ji girtîgeha Bakırkoy nameya neviya Xalid Begê Cibranî, Mesîl Demiralp heye. Ji girtîgeha Ordu name heye. Dîsa nameya Îlyas Dogan heye. Ez ji hemûyan re silavên xwe radigihînim.
Ez silavên xwe ji Ciwanên Welatparîz ên Demokratîk re radigihînim, ez ji wan re pêşniyar dikim ku pareznameyên min bixwînin. Bila bixwînin, li ser lêhurbûnê bijîn, kûr bibin. Ez serkeftinê ji wan re dixwazim.
Roj baş
Ji herkesî re silav
04 Mijdar 2009