Rêber APO
Min duh anîn cîhê nû. Ezê derbarê vê mijarê de daxuyaniyan bidim. Vê derê li gorî cîhê kevin xirabtir e. Hewl didin vê yekê wekî pêşketinek nîşan bidin, lê di rastî de awayê hîn girantirkirî yê tecrîtê ye. Dixwazin li vê derê dora min zêdetir teng bikin, mercên min girantir bikin û bi vî rengî min teslîm bigrin.
Belê, tecrît zêdetir e û merc xirabtir in. Ez li vê derê nikarim nefes bistînim. Heya qirika xwe tijî bûme. Odeya ez tê de dimînim, nêzikî şeş metrekare ye, ango bi qasî nîvê ya berê ye. Tava ku di pencerê de dikeve hundir, bi tevahî dişewitîne; ji bo ku hewa bigrim, ez neçar im xwe bispêrim pencerê, lê vê carê jî tav min dişewitîne, lê ji bo hewa bigrim ez neçar im li ber xwe bidim. Ew pencereya li cîhê berê, ji bo ku ez derve bibînim û hewa bigrim çêtir bû. Berê vê pencerê bi alî şor de ye, loma ez nikarim derve bibînim. Ango mercên min ên niha xirabtir in. Rewş berepaş çû û baş nebû. Min hîn hevdîtin bi wan kesên ku anîne vir re çênekir, gotin ku ancax heya mehekî wê çêbibe. Vê yekê weke vebûn, pêşketin û başkirin pêşkêş dikin lê ne wisa ye. Armanca wan ew e ku raya giştî ya hundirîn bixapînin û zextên raya giştî ya derveyîn û yên CPT (Komîteya Pêşîgirtina Êşkencê) kêm bikin. Divê rewşa min wisa were zanîn, başkirin û filan nîne.
Ji FBIyê hatine vê derê ango hatine Tirkiyê. Wê hevdîtinan çêbikin, emê binêrin ka wê çi biryaran bidin.
Min berî niha jî diyar kiribû. Derbarê min de lêpirsînek hat vekirin. Min derbarê vê de parastineke ji heşt rûpelan pêşkêş kir. Tê îdea kirin ku min li vê derê biryara şer daye. Min di parêznameya xwe de jî diyar kir, ev têgihîştineke şaş e. Nabe ku ez li vê derê telîmatan bidim. Ez tespîteke sosyolojîk û pêşbiniyek dikim. Ez dibêjim ku eger pirsgirêk çareser nebe, wê PKK, kadroyên wê û alîgirên wê riyên xwe yên çareseriyê zelal bikin. Ciwanên PKKê, her wisa kadroyên wê, yên navîn û kal yên bitecrube hene, gihîştine û rewşa wan ji ya berê xurttir e. Li Tirkiyê pirsgirêkên dêwane yen birçîbûn û bêkariyê hene. Eger çareserî çênebe, ev rewş bi serê xwe nîşana xeteriyê dide. Eger pirsgirêk neyê çareserkirin, wê vana xwe biparêzin û çareseriyên xwe bi xwe derxînin holê. Ez li vê derê nabêjim ku riyeke çareseriyê, misoger wê şerek be. Dibe ku riyên din ên çareseriyên jî hebin, wê ew bi xwe biryar bidin. Divê ev wisa were zanîn, min berî niha jî gotibû ku eger PKK biryara xwe bi xwe nede, riya xwe ya çareseriyê pêşnexe, li hemberî tasfiyeyê li ber xwe nede û xwe neparêzin, wê demê ezê ji PKKê re bêjim “basît e û ji rêzê ye” her wisa eger DTP jî bi heman rengî çareseriya xwe pêşnexe, ezê DTP jî weke partiyeke basît binav bikim. Wê biryarên bi xwe xwe bidin. Min gotibû ku eger ez li pêş wan biryarên çareseriyê ku ew bi xwe bigrin, bibim asteng bila ew jî min weke basît îlan bikin. Min ji xwe li vê derê bi rengekî eşkere îlan kiribû ku ezê talîmatan nedim û ezê nikaribim serokatiya pratikî bikim. Lê di derbarê wan axaftinên min ên hefteya ku min vana diyar kiribû de, dibêjin “tu talîmatan didî” û lêpirsîn vekirine! Dibe ku bi rengekî şaş û cewaz hatibe sererastkirin lê dîsa jî van tiştên ez dibêjim dikare bi awayekî guncav were sererastkirin û were ragihandin. Ez ji vê derê talîmatan nadim, ji xwe mercên min ên wisa jî nînin. Min talîmata şer jî neda. Ez tiştên dibe ku bibin dibêjim. Ez dîsa jî dibêjim; eger çareserî pêşnekeve û Meclîs di alî çareserî de gavek neavêje, rîska pevçûnê zêde ye, ez di vê mijarê de cudahiya zivistan û baharê nakim. Em vî karî ji biharê re nehêlin, em bi rengekî cidî kar bikin û em bi aşitiyeke xurt, lê ne bi pevçûnê têkevin biharê. Eger bi awayekî cidî nêzikatî çêbibe wê pirsgirêk di nava sê mehan de çareser bibe. Eger pirsgirêk dewam bike, ew xeterî heye ku pevçûn li her ali li Derya Reş û vir de wê de belav bibin. Ez dibêjim ku ji bo van tiştan nebin, neçar e ku çareserî pêşbikeve. Belê, mijara yekemîn ev e.
Niha ez derbasî mijara duyemîn dibim. Min kêliyek berê bi Miheme re hevdîtin çêkir. Min ji wî re jî got niha bi yên ku ji me reviyane, bi Osmanan, bi Nîzamedînan re, bi riya bikaranîna vana hewl didin hinek tiştan bikin. Vaye dibêjin ku wê ji van pispayeyan (alçaxan) komek ji sed kesî were. Diçin û bazariyan dikin, peyam didin, dibêjin em dikarin hinek tiştan bikin. Lê divê zanibin ku wê nikaribin bi vî rengî bimeşin û wê bi vî awayî nikaribe şensê wan ê jiyanê hebe, nikarin bijîn jî. Ez ji vê derê bi rengekî eşkere bang li vana dikim, û wan hişyar dikim: yan wê biçin teslîmê PKKê bibin yan jî wê nikaribin bijîn û wê dawiya wan xirab bibe; ez êdî nabêjim bira-mira jî. Dewlet jî vana bi vê rewşa wan qebûl nake, bi vê rewşa xwe ya qediyayî bi kêrî dewletê jî nayên. Dibe ku rewşa wan weke rewşa îtîrafkaran bibe, dawiya îtîrafkaran jî diyar e; dawiya îtîrafkaran çibe, wê rewşa vana jî eynî wisa be. Wê wan her bikar bînin pêhnek li wan bidin û biavêjin. Divê Tirkiye jî vê yekê zanibe; bi riya bikaranîna vana û bi riya tengavkirina me bi Berzanî û Talabanî, nikare vê pirsgirêkê çareser bike. Û wê nikaribin PKK jî tasfiye bikin. Ev pirsgirêk wisa bi rêbazên erzan nikare were çareserkirin.
Pêwîst e MA (Meclîsa Aşitiyê) di vî warî de xebatên hîn berfirehtir bike. Di rastî de ez xebatan teng dibînim, divê MA berfireh bibe û rêxistingeriyên xwe pêşbixin. Dikarin li her bajar, herêm û navçeyan komîteyênxwe yên aşitiyê avabikin. Dikarin xwe li navçeyan weke komîteyên aşitiyê birêxistin bikin. Komên ku hatine ji xwe heyetên aşitiyê ne û vana jî ji xwe wê di nava MAê de cîh bigrin. Pêwîst e em pêşî aşitiyê di nava xwe de pêkbînin. Komîteyên aşitiyê dikarin vê mîsyonê bigrin ser xwe. Van komîteyan dikarin biçin Başûr bi yên ku reviyan e, bi Osmanan, bi Botanan û bi rayedarên li Başûr re jî hevdîtinan çêbikin, wan derbarê pêşketinan de agahdar bikin û nehêlin ku vana gavên şaş biavêjin. Her wisa divê biçin bi cerdevanan re hevdîtin çêbikin û hewl bidin ku wan îkna bikin. Vayê tê dîtin, dibe ku bi dehan bûyerên weke Komkujiya Zangirtê çêbibin; pêwîst e mirov pêşbîner (öngörülü) be. Li Mûşê reşkujiyek li hemberî karsazek çêbû, her wisa li Rihayê kuştin çêbûn. Min rojnameyan xwend, min tê de bîst planên reşkujiyê dît. Ez ji vê derê dibînim, lê qet haya we ji yek ji vana jî nîne. Û ti yek ji vana netesadufî ye. Van hemû tiştan planên wisa ne ku li hemberî aşitiya civakî tên pêşxistin. Û armanca wan ew e ku di şûna aşitiya civakî de pevçûna navxweyî kûr bikin. Li hemberî vê yekê ji bo ku di pêvajoya aşitiyê de dijminahiyên ku bi vî rengî dema bihurî mane çênebin, pevçûnên navxweyî çênebin û pêvajoyên hîn bixwînî neyên jiyîn, divê MA bi van pirsgirêkan re mijûl bibe, karibe xwe bigihîne van beşan jî û bi wan re hevdîtinan çêbike. Ez bawer nakim ku dewlet ji vê re tiştek bêje. Jiber ku vê yekê guncav e li gel çareseriya demokratîk û feraseta aşitiya civakî.
Vaye di doza Ergenekonê de ji bo min dibêjin ‘Têkiliya Ergenekon-Ocalan’. Vaye dibêjin Ocalan û PKK Ergenekonparêz in. Di raporek a Miduriyeta Emniyetê ya derbarê min de qala vê yekê hatiye kirin. Tê gotin ku min bi yekî re hevdîtin çêkiriye. Heta min bi rêxistinên veşartî yê îstixbaratê û hwd re têkildar nîşan didin û tê gotin ku ez ji alî wan ve têm arastekirin. Ez di vê mijarê de bi rengekî eşkere dikarim vê yekê diyar bikim. Belê, hem berî niha li derve û hem jî di pêvajoya jêpirsînê de li vê derê hevdîtin bi min re çêkirin. Lêbelê, nekarîn me bînin xala ku ew dixwazin. Min bi caran got û ez dîsa dibêjim, her çend bandora xwe li ser hinek kesên ji nava me kiribin jî, nekarîn me bikişînin wê xalê. Vaye ji nava me komên tasfiyekar derxistin. Komên tasfiyekar jî wisa derketin holê, lê nekarin me tasfiye bikin. Û hîn jî nikarin bikin. Van komên tasfiyekar gelek hevalên ji me kuştin. Bi vî rengî deh-panzdeh reşkujî hene. Yek ji vana reşkujiya li hemberî Hesen Bîndal e ku min berî niha bi berfirehî vekir. Min ji rayedarek re ku li vê derê jêpirsîna min kir, gotibû ku “ez şervanê namûsê me”. Derbarê vê de bîranîna min heye. Ji ber ku ez bi Hesen Bîndal re ku hevalê min ê zaroktiyê ye û pir nirx didimê, digerim û pê re dem derbas dikim, pîrika min ji ber pirsgirêkên di navbera malbatan de ji min re digot “çi karê te bi wî bênamûsî re heye?”. Min hîn wê demê jî bi guman li vê feraseta namûsê dinêrî. Ji bilî van reşkujiyan, li hemberî min jî êrîş û reşkujî çêbûn. Ez qala bîranîneke xwe bikim, ku ez dikarim wê weke yekemîn hewldana reşkujiya li hemberîxwe binav bikim: dema em li Şamê bûn, di sala 1982 de me xwestibû ku em bi Rêya Şoreşgerî (Dev-Yol) re Eniya Berxwedana Yekbûyî li Hemberî Faşîzmê avabikin. Wê demê Taner Akçam serkeşiya wan dikir, Ergenekon xwestibû xwe bi riya vana bigîhine min. Ez vê yekê weke yek ji hewldanên yekemîn ên reşkujiya li hemberî xwe dinirxînim. Wê demê dema ku ez li hundir bûm, dema ku ez li malê bûm kesekî bi rêbazên ku têzanîn bi qebzeya sileha xwe bi tikinî li derî da, lê em pêhesiyan loma nekarîn biserbikevin. Ez li vê derê yekser Taner Akçam tewanbar nakim, lê derbarê vî kesî de gumanên min hebû û hîn jî hene. Dîsa li vê derê di dema jêpirsînê de erkdarek ji min pirsî û got “APO ma tê bîra te?” û bûyerek anî bîra min. Dema ez li Surî bûm, ez di apartmaneke 13 qetî de dimam. Dema ez bi asansorê derketim cîhê ku lê dimam, keçikek biçûk li asansorê siwar bû; ew di qata duyemîn de peya bû û min jî heya qata dehemîn dewam kir. Ew keça Ataşe (rayederekÎ konsulxanê) bû ku li wê derê bicîh bibû. Me wê demê vê yekê weke nîşanek bi armanca tunekirinê şîrove kir, axo (meger) nîşana wê yekê bûye ku xwestine pêwendî bi me re deynin. Min wê demê xeta kir, min xetayek taktikî kir. Di dema Ozal de jî, pêşî min gotibû qey Ozal taktîk dike, lê paşê me fêm kir ku Ozal di vê mijarê de samîmî bûye. Ez dîsa dibêjim li vê derê jî diyalogên curbecur çêbûn û çêdibin. Ez ji wana re jî van tiştan dibêjim. Eger aşitî çêbibe, divê aşitiyeke birûmet û rasteqîn be. Berî niha jî hatin bi min re hevdîtin çêkirin. Di demên Karadayi û Kivrikoglu de hevdîtin çêbûn. Di dema Kivrikoglu de albayek jî ku got bi navê Kivrikoglu hatiye li vê derê bi min re hevdîtin çêkir. Gotin “em pevçûnan bidin rawestandin, em çareseriyê biguhezînin warê siyasî û bi riya siyasî çareser bikin”. Min jî got ku weke rêbaz dibe ku bibe û em dikarin vê yekê bikin. Heta Ecevît jî di vê demê de bi rengekî erênî nêzî min dibû. Efûyek cûda ya dirûbê Efuya Rahşan hatibû rojevê. Lê Bahçelî vêya asteng kir û îro jî asteng dike. Wekî din di dema Çîller de astengî çêbûn. Ez Kivrikoglu û Karadayi wan wekî Ergenekonparêz nanirxînim. Hilmi Ozkok bi tena serê xwe li hemberî vana li ber xwe da. Bi vî aliyê xwe rewşa wî dişibe rewşa berê ya Mistefa Kemal. Ez dibêjim Hilmi Ozkok M. Kemal e. Di rojnivîsên Mistefa Balbay de ji bo Hilmi Ozkok tê gotin “ew ji sedî yek in, lê em sedî nod û neh in”. Hilmi Ozkok yek e. Bi tena serê li balafirê siwar dibe û xwarinên xwe ji malê tîne. Daxwaziyên Karadayi û Kivrikoglu yên weke sînordarkirina pevçûnan hene, niha jî Başbûg heye, ew jî dişibe wan, lê emê binêrin, emê di dema pêş de bibînin.
Di rastî de niha ew tişta ku bi navê Ergenekonê derxistine holê beşeke pir biçûk a Ergenekonê ye. Bahçelî ne kesekî wisa ji rêzê ye, cidî ye û sert e. Her wisa CHP ji alî JİTEM ve tê arastekirin. AKP jî xwaro-maro (zikzag) diçe û bi rengekî cidî nêzîk nabe. Vaye bi riya bikaranîna aboriyê û bi riya avakirina holdîngên bixwe ve girêdayî li Kurdistanê, dixwaze Kurdan bi van holdîngan ve, lewre bixwe ve girêde. Vayê yên weke Baykal niha dibêjin ku wê nasnameyeke jorîn hebe, dibêjin Tirkîtî nasnameya jorîn e û di bin wê de jî wê nasnameyên jêrîn hebin; ev tiştekî bixof e. Ji bo baştir were têgihîştin ez dikarim mînakek wisa bidim we: hûn kuna reş dizanin, tiştekî wisa bixof e ku dawiya wê nîne û her tiştî dadiqurtîne. Ez ji vê pênasekirina nasnameya jorîn a Tirk re dibêjim kuna rej. Tiştekî wisa ye ku ne tenê nasnameyên dîtir, lê di serî de nasnameya Tirk dadiqurtîne. Mumtazer Turkone bi xwe netewperest e lê ew Tirkîtiya ku tê xwestin were pêşxistin fêmkiriye û di ferqa wê deye. Di têgîna nasnameya ku ez dixwazim pêşbixim de nasnameya jorîn nîne. Min berî niha jî qal kir; teoriya çemberên ku ketine nava hevdû. Ezê vê yekê pişt re biberfirehî vekim. Sistemek wisa mijara gotinê ye ku tevahiya nasnameyan dikevin nava hevdû, bi hev re di nava aşitiyê de ne, lê li hemberî hev serweriyê ava nakin. Ango rewşek e ku hema hema hemû nasname bi hevdû re wekhev in û azad in, her wisa li kêleka hev, di nava hev de û bi hev re dijîn. Ne Tirkitî ne Kurdîtî û nejî nasnameyên din wê li hemberî hev serdest nebin, wê yek ji ya dîtir raser (üstün) nebe; wê hemû bi heman rengî xwe biparêzin, hevdû biparêzin, xwe pêşbixin û hevdû jî pêşbixin. Mirov dikare vê yekê weke netewa demokratîk pênase bike. Baskin Oran jî tiştên weke vana dibêje. Qala Netewa Demokratîk a Tirkiyê dike.
Vaye tê gotin ‘vebûn’. Di rastî de ti tiştekî ku AKP dike nîne. Dewlet vê vebûnê dike, AKP tenê îmzevan e. Waye wan hemleyên weke TRT-6, hêzek diyar di nava dewletê de heye, vana biryara wan dan û AKP ê jî pêkanî. Rola ku dikeve ser AKP pêkanîn e. Lê di nava AKPê de jî yên ku çareseriyê dixwazin hene; ji bo mînak daxuyaniyên Arinç weke erênî xuya dikin. Wekî din derbarê têgîna nasnameya jorîn de ku dixwazin bidin qebûlkirin, tiştên ezê bêjim hene. Vaye hûn CHPê dibînin, bi nasnameyeke Tirkitiyê girtiye û pêde diçe, dibêje “wê Tirkitî bibe nasnameya jorîn” min berî niha bi caran got, wan kesên ku vê birdoziya Tirkitiyê pêş xistine, ji xwe ew bi xwe ne Tirk in. Li vê derê Tirkitî dibe maskeyek. Ew pêkhateya xwedî vê zîhniyeta Tirkitiyê, xwe ji salên 1906 û vir ve bi vî rengî dide jiyandin. Rewşa ku Mistefa Kemal anînê li holê ye. Derdora wî dorpêç kirin, bi provakasyonan û herî dawî bi reşkujiyê ew tenê hiştin û teslîm girtin. Û bi vî rengî politikayên xwe zal (hakim) kirin. Tê zanîn ev pêkhate-komik (klik) komikek wisa ye ku polîtikayên Îngiliz dide meşandin. Heta dema li derve bûm, min di vê mijarê de tiştekî bihîstibû; M. Kemal dema li ber mirinê ye – ez nizanim gelo mirov vê peyvê bikarbîne wê rast be an na, lê M. Kemal wisa aniye ziman- gotiye “ji xwe ez diçim, van fahîşeyên İngiliz dikarin her çi bixwazin bikin. Tê zanîn dema ku Îngilizan Îstenbûlê dagir kir, Fewzî Çakmak Wezirê Parastinê yê Osmaniyan bû. Îngilizan Fewzî Çakmak û Îsmet Înonu şandin Enqerê, vê çûyîna wan ne ji berxwe ve ye. Armanc ew e ku M. Kemal û tekoşîna pêşdiket têxin bin kontrola xwe. Hûn Fethî Okyar dizanin, hevalê M. Kemal ê zaroktiyê ye, Firkaya Serbest pê dide damezrandin û pişt re bû Serokwezîrê Hikumetê. Ji ber helwesta wî ya di bûyera Şêx Seîd de wî di hikumetê de didin îstîfa kirin û di şûna wî de Înonu tînin. Bûyera Şêx Seîd provakasyonek bû. Di bûyera Şêx Seîd de du kesan dikujin û jê re dibêjin “te wan kuşt”; rayedarek leşkerî jî li cem wan heye, du leşkerên ku li cem vî rayedarî ne dikujin û dibêjin “Şêx Seîd wan kuşt” û bi vî rengî berê xwe didin Şêx Seîd; qet haya Şêx Seîd jî ji van bûyeran nîne û wisa ne serokê serhildanê ye jî. Weke hûn dizanin di rastî de li pey wî Rêxistina Azadî heye. Û serokê wê jî Xalid Begê Cibranî ye. Wê demê di girtîgehê de ye.
Dîsa li vê derê min bi caran qala Dersîmê kir. Daxuyaniyên Oymen li holê ne, çawa niha derdikeve holê? Tiştên ez dibêjim niha baştir tên fêmkirin, ne wisa ye? Helbet wê têkevin nava vê rewşê. Ev sed sal e ew bi xwe vê sîstema ku bapîrên wan û kalikên wan dikuje û qetil dike, xwedî dikin. Kujerên xwe li ser piya dihêlin. Ên ku zîhniyeta CHPê li ser piya dihêlin dîsa ew bi xwe ne. Ango eger hûn kujerên xwe nasnekin, vana baş tehlîl nekin û dîrokê baş nizanibin, hûnê nikaribin têbigihijin. Ez ji vê derê dîsa diyar dikim ku pêwîst e Aysel Dogan li xwe miqate be.
Her wisa rewşa Mistefa Suphî li holê ye. Gelo kî M. Suphî ji holê rakir? Eger hûn vêya nizanibin û tiştên anîne serê Mistefa Suphî nizanibin, hûn nikarin li Tirkiyê têkoşîna çînî û çepgiriyê bikin. Dibêjin Mistefa Kemal ew “kuşt”. Lê M. Kemal di rewşeke wisa de ye ku ew bi xwe nizane ka M. Suphiyan ji bo çi hatine kuştin. M. Kemal jî pir dinitirînin (abartma) her tişt dikin malê wî û hema hema wî dikin pût. Lê ew jî mirovek e. Vaye hûn Can Dundar dizanin fîlima bi navê ‘Mistefa’ kişand. Hewl dide ku M. Kemal bi aliyên wî yê mirovî vebêje. Divê M. Kemal wisa were dîtin, M. Kemal ê rastîn ev e.
Di çapemeniyê de berevajî tiştên ez dibêjim dixin rojevê. Her wisa nivîsek Ahmet Altan jî hebû, min xwend. Li wê derê qala wê yekê dike ku Anatoliya were kirin Selanîk a Mezin. Ev ne wisa hêsan e. Nikarin M. Kemal tam têbigihijin. Sosyalîstên li Tirkiyê jî nikarin M. Kemal tam tehlîl bikin. Eger vana neyên fêmkirin û neyê têgihiştin ka kî M. Suphiyan kuşt, wê nikaribe tekoşîna çep û sosyalîst a Tirkiyê bi rengekî rast were meşandin. Ji xwe ev Partiya Komînîst a Tirkiyê û Perînçek û ew hene; ew ji xwe di bin kontrolê de ne, û têne kontrol kirin, loma nikarin bikin. Riya Şoreşger jî nekarî wêya têbigihîje. Çep neçar e vê yekê têbigihîje. Fîliz di Meclîsa Partiyê de erk girt ne wisa ye? Gelo bû hevserok? Di rastî de dikaribû bibûya.
Tevgerek bi navê Tevgera Demokrasî û Azadî hatiye avakirin. Dixwazin bi perspektîfek wisa bixebitin ku di nava DTPê de xebatek hevbeş bidin meşandin. Ev dibe, wê pir baş jî bibe. Divê Fîlîz xweseriya xwe biparêze û bi vî rengî nûneriya ekîba xwe bike û vêya bide hîskirin. Hûnê weke DTPyiyek li Colemêrgê nexebitin, wê ew jî li Rojava bixebitin. Me pênaseya Kurdan kir, rengê wê da, divê ew jî karibin rengên xwe bidnê. Ji Tirkan re jî aşitî pêwîst e, heta zêdetir pêwîst e, pêwîst e mirov vê yekê ji wan re baş vebêje. Min berî niha jî gotibû ku pêwîst e DTP bibe sîwan. DTP dikare xwe weke Partiya Sîwan birêxistin bike, ew jî dikarin tê de cîh bigrin, heta dikare were berfireh kirin û beşên din jî dikarin tevlî bibin. Eger DTP were girtin jî, ji ber ku wê pêkhate û gewdeya wê hebûna xwe biparêze, dikare bi navên nû ji nû ve were cem hev. Tedî dibêjin Rojavayê Firatê; dikarin li Mereş, Dîlok, Meletî û Elezîz û li van deran rêxistingeriyê pêşbikin. Li metropolên Rojava jî li Stenbûl, Îzmîr, Enqere, Marmara, Ege, Derya Sipî heta di xeta Derya Reş de xebatek wisa dikare were meşandin. Wê vê yekê Tirkiyeyîbûnê jî çêbike. Yên ku dibêjin pêwîst e xebata çînî were meşandin jî, divê di nava rêxistingeriyeke wisa de cîh bigrin. Ez di vî milî de bangawazî li tevahiya rewşenbîran, sosyalîstan û beşên çepgir dikim. Heta divê parêzer û rewşenbîr jî vê yekê baş têbigihîjin û di vê mijarê de rol bigrin. Dîsa hûn dikarin biçin bi rewşenbîran re, bi Hesenan û Cengîzan re hevdîtinan çêbikin û vana vebêjin, dikarin nîqaş bikin. Ji bo ku bi modeleke nûtir ya xebatê û şêwazeke nûtir ya rêxistinê were meşandin, hûn dikarin ji parêznameyên min jî sudwerbigrin.
Hûn dikarin bi vî rengî xebat bidin meşandin û xwe pir berfireh bikin. Ciwan jî dikarin tevlî bibin. Bi hezaran ciwan dikare were kişandin nava xebatê. Divê sosyalîst jî li hember dernekevin ku pêkhateyên xwe yên kevneşopî biterikînin. Divê were gotin ku “Mahîrparêzê herî kevn, vê yekê dibêje” ez ji Mahîran bibandor bûm. Ez şopvanê herî kevn ê Mahîran û Denizan im. Me mîrasa wan wergirt û heya van roja anî, divê ev wisa were zanîn. Divê qet weke ku ez pesnê xwe d idim neyê têgihîştin. Lê şêwaza me ya pêşketinê li holêye. Dikare weke mînak bê wergirtin. Eger pirsgirêk baş were teşxîskirin û ji mirovan ea were ragihandin, wê bi hezaran ciwan werin. Bawer dikim hat têgihiştin. Di vê rasterê de dikare xebat were kirin.
Qala planeke wisa ya dewletê tê kirin ku PKK derkeve derveyî sînoran, endamên rêxistinê ji xala 221. ji zagona poşmaniyê sûdwerbigrin, kadroyên rêveber ên ji sed kesî werin şandin Ewrûpa û pişt re guherînên destûra bingehîn û zagonî werin çêkirin.
Ez misoger vê yekê red dikim, pêşniyareke min a wisa nîne. Ev xala 221. misoger xaleke tasfiyekirinê ye; ji Efûya Rahşan jî paşdetir e. Nabe ku tiştekî wisa bibe. Di nexşeya me ya rê de tiştên wisa nînin. Min di nexşeya xwe ya rê de qala planekî sêalî kiribû. Ez dikarim li vê derê rave bikim. Qonaxa yekemin ew e ku li Meclîsê Komîsyoneke Lêkolînê were avakirin; ez jî dikarim tevkariya (katkı) xwe li van xebatên komîsyonê bikim, wê guhdariya min jî bikin. Paşê wê li Meclîsê di derbarê me û çareseriya pirsgirêkê de biryarek bigrin. Eger biryarek wisa were girtin, wê qonaxa duyemîn têkeve dewrê. Weke qonaxa duyemîn; wê vekişîna derveyî sînoran a hêzên çekdar têkeve dewrê. Ew li cihekî ku ji bo xwe guncav bibînin, her wekî li Bradost, Qendîl û li Bakûrê Iraqê wê kom bibin. Wê rewşa nepevçûna bitemamî were pêkanîn. Piştî vê, wê qonaxa sêyemîn têkeve dewrê. Di qonaxa sêyemîn de wê sererastkirinên destûra bingehîn û zagonî werin çêkirin û bi vî rengî wê bê misogerkirin ku hêz vegerin welat. Ti pêşniyar yan jî nêrîn, ên li derveyî vana, ne çareseriya me ne.
Ez ji bo Mexmûrê jî heman tişt dibêjim. Mexmûr yekeyeke (birim) KCKê ye. Sê xetên sor ên Mexmûrê hene: meclîsên wan, rêveberiyan wan û parastinên wan ên cewherîn hene. Pêwîst e vana werin pejirandin, nikarin dev ji vana berdin. Eger li ser van mijaran hevdîtin çêbibin, nîqaş bên kirin û bêne pejirandin wê bi rengekî tomerî (toplu) –lê ewê bixwe biryar bidin- şûn ve bizîvirin. Wê wisa belav jî nebin û herkes neçe cîhê ku jê hatiye. Eger ji bo vegerê merc çêbibin û biryar bidin, ji bo wan pêşniyara min a derbarê bicîhbuyînê de ev e: wê ji wan re bajarek di qûntarên Cûdî de were avakirin û xwe li wê derê bicîhbikin. Eger hatinek hebe, ancax bi vî rengî dibe. Ji bilî vê, ez ti şêwazeke hatinê napejirînim. Pêwîste xwerêxistinkirina sîstema KCKê ya çar rehendî (dört boyutlu) were pejirandin. Min di mijara KCKê de berî niha jî qal kiribû. Min di nexşeya xwe ya rê de jî çar rehendên têkîldar bi sîstema KCKê re diyar kir: aborî, civakî, siyasî-dîplomatîk û parastina cewherîn. Rehenda civakî: di binnivîsa vê yekê de huqûq jî heye. Rehenda siyasî û dîplomasî: li her cîhê ku Kurd lê dijîn, bêyî destlêwerdana sînoran, divê ew serbestî hebe ku xetaba demokratîk were meşandin û rêxistingerî û kordînasyon bi hev re çêbibe. Rehenda sêyemîn: parastina cewherîn e. Ew rehend e ku ewlekariyên xwe bi xwe pêkbînin. Rehenda çaremîn: aborî ye. Divê rêxistingeriya KCKê were pejirandin. Feraseta me ya çareseriyê ev e. Ez diyar dikim ku çareseriyên li derveyî vê yekê, wê nikaribin bibin çareserî. Min di pêşniyarên xwe yên çareserî yên beri niha de jî vana diyar kiribû.
Belê, ne tenê nexşeyeke rê bû, xebateke berfireh a derbarê çareseriyê de bû. Xebateke 160 rûpelî bû. Nexşeya rê di nava vê de cîh digre. Nexşeya rê ku min amade kiriye, wê rojek bigihîje we. Li wê derê pêşniyarên min ên watedar ên çareseriyê hebûn, hûnê bigrin û bixwînin.
Wê pêwendiyên bi Barzanî û Talabanî re ewqas xirab nebin. Ew dizanin ku wê nikaribin bê PKKê bikin. Rewşa niha destkeftiyeke giştî ya Kurdan e. Ev nêzikatiyeke hevbeş a gelemperî ya Kurdan e. Ew jî vê tabloyê dibînin û li gorî vê tevdigerin; wê nekevin nava rewşek wisa ku Kurd bêne hemberî hevdû.
Gelo ew ciwanê ku li Îranê hatiye dardakirin, ji rêxistineke cûda ye? Wekî din yê/ya hatibe dardakirin heye? Ez ji bo bîranîna wan pir mezin dihizirim, ez aramî û metanet ji bo wan dixwazim. Wê di dîrokê de cîhê xwe yê mezintirîn ku heq kirine bigrin, ez silavên xwe ji gelê me yê li Îranê re radigihînim. Divê rêxistingeriyên xwe pêşbixin.
Di stratejiya ku Davûtoglu li Rojhilata Navîn dide meşandin de, ji ramanên min sûdwerdigrin, lê ev ne tiştekî wisa ye ku bikin û biserbixin, lê tiştekî wisa ye ku xwediyên wan ên rastîn dikarin bikin û serbixin. Ji xwe hikumeta AKPê ev heft sal in tiştên ku ez li vê derê dibêjim, digre û hewl dide li gorî xwe pêkbîne. Hewldidin PKKê bi PKK tasfiye bikin. Bi riya bikaranîna ramanên min, hewl didin dîplomasiyek li Rojhilata Navîn pêşbixin û li bingeha vê jî tasfiyekirina PKKê danine, lê nikarin vê yekê biserbixin. Dema ku xwediyên rastîn ên projeya me hene û li holê ne, eşkere ye ku wê teqlîta wê nikaribe vê yekê biserbixe.
Xebatek çêbûye ku di nava wan de Vamik Volkan heye. Vana xebatên psîkolojîk in, dikarin bikin û tevlî bibin. Lê ew û dewlet diyar dikin ku li vê derê PKK yan jî ez, em nikarin bibin mixatab. Ji xwe bi tena serê xwe ne ez, ne PKK û ne jî DTP ne mixatab in. Dema ku cîhê wê bê, vana hemû mixatab in.
Daxuyaniya KJBê nirxandineke girîng e. CHP, MHP û AKP di rastî de dabeşiya rolê kirine. Ji Kurdan re bi CHP û MHPê mirinê nîşan didin, û bi AKPê jî wan raziyê tayê (sıtma) dikin. Mînaka ku ezê bidim bila şaş neyê têgihîştin lê eger em Kurdan weke keçeke ciwan a 18 salî bihizirin, van partiyan jî weke kalemêran lê disepînin (ferz dikin) û jê re dibêjin “neçe cem wî were cem min” heşmendiyeke wisa nikare were pejirandin. Kurdên birûmet û azad vê yekê napejirînin.
Ez serkeftin ji KJBê re dixwazim. Dikarin xebatên amadekirina Destûra Bingehîn a Jinê, xebata pirtûkê ya Jina Azad Kî ye û Çawa Dijî û xebatên Konferansa Netewî ya Jinên Kurd, ku ji çar perçeyan tevlê bibin, bikin. Min ji bo pirsgirêka jinê got çanda tecavuzê ya 5000 hezar salî. Çawa ku tê gotin ku ji bo mirov Marks têbigihîje, pêwîst e mirov Hegel têbigihîje; her wisa ji bo ku mirov bibe şervanek baş a azadiyê jinê jî pêwîst e mirov çanda tecavuzê ya 5000 hezar salî, ku serwer e, baş têbigihîje. Ew diyalektîka kole-efendî ya di Hegel de, min de bi awayê diyalektîka jin-zilamê serwer ê zorba, hatiye pênasekirin. Pêwîst e ev têkilî baş were dîtin. Hegel li ser bingeha diyalektîka kole-efendî digre dest, lê me nakokiyeke 5000 hezar salî ya jin-zilamê zorba dahûrand, me xwe û vê pirsgirêkê tehlîl kir, bi vî rengî me heya îro anî. Min berî niha jî gotibû “berdana bêsînor, evîna bêsînor” berdana ji çi? Ev berdana ji çanda serweriya 5000 hezar salî ye. Divê jin ji vê gemariya 5000 hezar salî rizgar bibin. Dîsa ez bangawaziya çawa ji bo evînê dikim? Bangawaziya min a ji bo evinê bi vî rengî ye. Ew jî ew evîna ji bo jiyaneke azad û demokratîk e. Bila jin jî piştî ku temenên wan zêde dibe, her wisa dema temenên wan dibe sîh-çil, bila nebêjin “eman, em li malê man” û bila netirsin, pêwîst nake ku bitirsin. Divê herkes vê yekê têbigihîje ku eger jin azad nebin, ti kes û civak nikare azad bibe. Di vê mijarê de dikarin ji parêznameyên min û nêrînên min ên berî niha min diyar kir jî sûdwerbigrin. Ez silavên xwe ji hemûyan re radigihînim û di xebatên wan de serkeftin dixwazim.
Name ji girtîgehan hene. Min nameya Latîf Sonmez ji girtîgeha Mûşê girt, kûrbûna wî baş e, lêhûrbûna wî li ser Musil û Kerkûkê heye. Derbarê vê mijarê de weke bersiv ez dikarim vana bejim: wê demê Îngilizan di beramberî perçebûna Kurdan û pejirandina Tirkan a kapîtalîzmê de, destûr dan Komara Tirkiyê. Ev planeke hevbeş a Îngilizan û Fransizan bû. Pêşî bi riya perçekirina Kurdan di nava Iraq, Surî û Tirkiyê de û bi vî rengî di beramberî xizmeta ji bo xwe de destûr dan Komarê. Ez dîsa dibêjim navbera salên 1921-1925 girîng e. Pêwîst e were lêkolînkirin. Pêwîst e ev serdem baş were têgihîştin. Min berî niha jî gotibû serdema 1921-23 serdemeke wisa ye ku wê ji bo Kurdan bibe roman. Mirov dikare li ser vê serdemê raweste. Hevalên li girtîgehan dikarin vê serdemê bikin mijara romanê. Min nameya Ebedîn Abî ji girtîgeha Semsûrê girt. Min nameya Mesîr Demiralp ji girtîgeha Bakirkoy girt. Nameyên cûda ji girtîgehên Semsûr û Mûşê jî hene. Dîsa nameyên ku ji girtîgehên Ordu û Trabzonê jî hatine hene. Min nameya Îsmet Ayaz girt. Rewşa wî ya tenduristiyê xirab e. Ez jê re aramî dixwazim. Her wisa min nameya hevalek ji Kurdên Başûrê Biçûk (Suriye) girt, ez silavên xwe jê re radigihînim. Ez silavênx we ji tevahiya hevalên li girtîgehan re radigihînim.
Ez silavên xwe ji gelê me re ji yên li girtîgehan re û ji Fîliz wan re radigihînim.
Ji herkesî re silav
Rojbaş.
18 Mijdar 2009
Ez bawer nakim ku cîhê nû pir bixêr be. Ji cîhê berê xirabtir e. Hucreya ku ez tê de dimînim, li gorî ya berê nîvbinîv tengtir e û ez qet nikarim hewa bigrim. Sankî nefesa min tê kişandin, sankî kezeba min tê devê min. Cihekî pir xirabtir e. Ez nizanim ka ezê fêrî vê derê bibim an na, lê di vê merhelê de di alî fîzîkî de jiyîna li vê derê pir zor e. Dema ku ez ji cîhê hewagirtinê mêze dikim, tenê ezman xuya dike, tiştekî din xuya nake. Ev başkirin û filan nîne. Ev ji bo xapandina gel e. Ev vebûn-mebûn nîne.
Tu pêwendiya min bi yên nû hatine re çê nebû. Ji min re gotin “dibe ku piştî mehekî têkilî çêbibe.” Lê ne diyar e ka wê çê bibe an na. Dilê min pir yên hatine vê derê re dişewite.
Ez dizanim ku wê ew li vê derê pir tengav bibin. Ji xwe piştî ku hatin, ez tenê dengên qîrîn û qîjînê dibihîzim. Rewşa hevalên li vê derê weke ya kobayan e. Hema hema wan feda kirine û ji çavan derxistine. Pir zor e ku xwe li vê derê ragirin, dilê min pir bi wan dişewite. Ev vebûn-mebûn nîne. Çiye? Em dikarin navê vê wisa deynîn. Ew tişta ku jê re dibêjin vebûn ew e ku hinek mirovan bixapînin, wana bi xwe ve girêdin û piştî ku wan demek ji bo armancên xwe bikarbînin, pêhnekî li wan bidin û bêjin “karê te qediya” û wan biqewtînin.
Bila ew ji partiyê re dua bikin, eger min hevalên xwe ranewestandiba, ew niha nedikarîn li wê derê bijîyana. Lê vana xwe bazar dikin. Wê Tirkiye vana negre cîdiyê; ew jî dizanin ku wê bikêrî Tirkiyê neyên, dibêjin “me bikarbînin”, lê rewşeke wan a ku were bikaranîn jî nemaye. Ji xwe heya demekî hatin bikaranîn. Lê êdî ti tiştekî wan ku were bikaranîn nemaye, wan bi xwe, xwe qedand. Yekane çareya wan ew e ku xwe bi partiyê bidin efûkirin, wekî din ti çareyan wan nîne. Ji xwe qediyane, ti kes wan nagre cidiyê.
Haya min ji nîqaşên Meclîsê heye. Eger vebûneke rastîn çêbikin, emê heya dawî tevkarî ji vebûneke wisa re pêşkêş bikin. Em vê yekê nû çênakin, ji mêj ve ye em dikin. Lê divê vebûneke bi xapandin, bixapkirin û bihîle nebe, vebûneke rasteqîn be. Me heya niha vebûneke rasteqîn nedît. Eger vê carê vebûna rasteqîn çênebe, eger bixitime, wê demê wê şer bi awayekî zêdetir pirrehendî (çok boyutlu) belav bibe û pêşbikeve. Û li hemberî vê jî ne ez dikarim bibim asteng ne jî ti kes. Ev tespîtek e. Ji ber ku min vê tespîtê kir, li hemberî min lêpirsîna cezaya hucre vekirin. Dozger hat ji min re got: “tu vî şerî teşwîq dikî” min jî got “eger vebûn nekeve riya rast û çareseriya demokratîk pêşnekeve, wê şer pêşbikeve û ev tespîtek e”. Min got ku ez tespîtek dikim, min ti kesî teşwîqî şer nekir, biryara wan e, ka wê şer bikin an nekin. Ev min eleqeder nake. Ji min re dibêje “tu araste dikî” min got “na ez araste nakim, ez tespît dikim ku eger çareserî pêşnekeve, wê şer pêşbikeve”. Min ji ti kesî re ne got şer bikin, berevajî, bi salan e ku min li vê derê ji bo çareseriya demokratîk şer da rawestandin. Ev du-sê carên dawî jî min agirbestê pêkanî. Lê eger çareserî pêşnekeve, ti tiştekî ku ez bikim nîne, wê herkes biryara xwe bi xwe bide.
Li navenda Rihayê çi heye, çi nîne? Ne tenê Riha, lê bi giştî xeta Bakûr heye ku ji Rihayê despêdike, heya Erdexanê dewam dike. Ev xet xeteke bipirsgirêk e. Divê DTP giraniya xwe bide ser cihên lewaz ên weke -em bêjin- Riha, Semsûr, Dîlok, Mereş,Meletî, Elezîz, Dêrsîm, Erzirom, Erzîngan, Qers û Erdexan. Divê DTP pir giranî bide ser vê xeta Bakûr. Ji Riha heya Erdexanê herêmeke lewaz e. Eger van deran xurt bibin, wê demê wê çareseriya demokratîk zûtir û hêsantir bibe. Her wisa divê giranî were dayîn ser Tirkiyê; Marmara, Ege, Derya Sipî û Derya Reş. Divê vê yekê bi demokratên Tirk re were pêşxistin. Diyar e yên ku di Partiya Sîwan de dixebitin hene.
Li Rihayê poleke yekwaneyî (bir derslik sınıf) pir teng e, yekwaneyî têrê nake. Min gotibû Akademî. Divê dibistanên wisa çêbibin ku di hemû navçeyan de û, eger pêwîst bike, li hemû bajarên derdorê, kadroyan bigihînin. Ji mêj ve ye ku ez vê yekê dibêjim, pêwîst e vêya were kirin.
Pêkanînên li vêderê û mercên li ser min giran in, kezeba min tê devê min û ez nikarim nefes bigrim. Divê tevahiya raya giştî mercên li vê derê û ka ev der cîhekî çiqas dijwar e bizanibe, divê ji raya giştî re were pîşandan (teşhîr kirin) û were ragihandin. Wisa vebûn-mebûn nîne, merc û cîhê nû ji yê berê xirabtir e, tengtir e û bêhewatir e. Ê berê li gorî vir pir çêtir bû. Hîn ne diyar e ka ezê hevdîtin bi yên ku hatine re çêbikim an na; divê gelê me vê yekê wisa bizanibe. Ez silav û rêzên xwe ji tevahiya gelê me re û herkesê ku pirsa min bike re radigihînim.