“Dewrêşê Evdî bixwe gerîlayekî mezin e.
Edûl, ew keçikê me yê ku her xwe dişewitînin...”
Rêber Apo
Dengbêjî dîrokeke zindî ya gelê kurd e. Bûyer, qewimîn, şer, mêrxasî, ziman, erdnîgarî, evîn, destan û gelek mijarên dîtir, bûne mijarên kilamên dengbêjan. Kurd neçar mane ku zargotinên xwe, destanên xwe li hember dîroka kambax ku cî nedaye wan bi devkî bidine jiyandin.
Pêwîst dike ku mirov di dengbêjiyê de li ser Destana Dewrêşê Evdî û Edûlê bisekine. Dîsa mijareke girîng jî di dengbêjiyê de erk û hûnandina vê destanê ye. Di nava rabirdûyê de gelek guhertoyên vê berxwedaniyê û destanê hene û ji hêla gelek hêlan ve divê bê bi dest tê girtin.
Rêber Apo di pêvajoya Romayê de li ser vê destanê disekine û dide zanîn ku dema ku min vê destanê guhdar di dilê min de germahiyek çêbû û min got ku pêwîst e ku ez vê eşqa mezin a Edûl û Dewrêşê Evdî bidime jiyandin. Bi taybet jî tarîfkirina Dewrêşê Evdî ya ji hêla Edûlê ve, tu hunermendên me, tu xwediyê edebê me ne mûmkûn e ku wiha tarîf bikin. Rêber Apo diyar dike ku, yekî ku vê tarîfê neyne ziman û bi roja îro re girê nede, ez ji wî re nikarim bêjin tu xwedî huner î.
Ez vê bêjim, ne Rêber Apo bûna, wê haya me ji rastî û kûrahiya vê destanê nîn bûna. Li vir tespîtek Rêber Apo heye û wiha dibêje; “Dewrêşê Evdî yek egîdê kurd e. Li hember ereb û tirkên osmanî radibe. Bi lehengî şer kiriye û ne bi isûleke layîq şehîd ketiye.Di wextê xwe de serokê kurdan e, dema ku dimire jî, li girê Qermîtê, lingê hespê wî dikeve koremişkan û bi kêr û xençeran di xwînê de dihêlin jî, li ser soza xwe ye û soza wî jê re esas e. Piştî mirina Dewrêşê Evdî kurd bê serok dimînin.”
Destana Dewrêşê Evdî û Edûlê digel ku di klamên dengbêjin nemir de bêmirin bûne, bes ji ber bêderfetiyên kurdan, her çiqas hewldan çêbûbin jî, wekî şano, sînema an roman nehatine hûnandin. Dîsa di destanê de evîneke bêhempa heye, bes ev evîn di netewbûnê hatiye xemilandin. Yanî tenê di milê evînê de li destanê bê nihêrtin wê gelek kêm bimîne û wê bêmafiyeke mezin be. Li ser vê yekê serokatî dide zanîn; ku tu Edûlê înkar bikî, ku tu Dewrêşê Evdî înkar bikî, tu yê nikaribî mezinbûnekê ji bona roja îroyîn çêbikî. Di vir de meseleyeke pir bi prensîbî heye. Gotinên wan, gotinên mezin in. Ev rih û şexsiyeta kurda ye. Egîdiya kurda ye. Tu vê jî ji bîr bikî û bêjî ez hunermed im û hozan im, ez ê nikaribim te qebûl bikim. Min ev ji xwe re esas girt, ji min re bû qerar. Min got ji niha û şûn ve ez ê vê ji bona xatirê Dewrêşê Evdî û Edûlê, ez ê vî tiştî bidime meşandin. Min ev soz da xwe. Lazim e em li van şehîdên li hember vî dijminê xwînwar ku şehîd ketine xwedî derbikevin.
Ji bona vê jî ka em lêhûrbûnek li ser dengbêjî û destana Dewrêşî Evdî û Edûlê bikin. Di destana Dewrêşê Evdî de sêcaranî (üçleme) an çîrok di nava çîrokên de bi awayekî diyalektîkî hûnandî heye. Di nava nivîskarên kurd ku bixwe bi tirkî dinivîsin de, Yaşar Kemal û Murathan Mungan vê rêbazê bi hostayî bikaranîne.
Dengbêjên ku bi berfirehî Dewrêşê Evdî û Edûlê dest girtine; Baqî Xido, Xefarî, Şakiro, Cemîl Horo, Karapêtê Xaço, Bavê Salih û gelek dengbêjên din, beş bi beş bin jî destanê bilêvkirine. Dema mirov li van dengbêjan dinêre, mantixa sazkirina kilamê, bûyer an şexs yek in.
Her çiqas di piranî dengbêjan de, destan bi evîna Dewrêş û Edûlê dest pê bike jî, bes destan ji sê beşan pêk tê û her beşek di nava xwe de, dîsa bi awayî sêcaranî didome û tev bi hev re girêdayîne. Yanî destan tenê ji Dewrêş û Edûlê pêk nayê. Ev tenê beşek vê destanê ye.
Yekemîn; çîroka Teyar û Dewrêşê Xwarzê ye.
Duyemîn; çîroka Xezalê.
Sêyemîn; çîroka Evdoyê Şerqî(Evdoyê Milhem) û Dewrêşê Evdî ye.
Beşa yekem; Teyar şevekê winda dibe û dere malekê. Li wê malê Xezal û dayîka wê hene. Bes ev hatin bi şaşî ye. Lê ji bona ku şaşiya xwe bincil bike, ji wan re dibêje, ez hatime Xezalê ji bona Dewrêşê Xwarzê bixwazim. Ji ber ku Xezal û dayîka wê li mal tenê ne, ji ber tirsê soz didin Teyar. Bes Xezal jî destgirtiyê Xelîfê Bexdayê ye. Dewrêşê Xwarzê Xezalê direvîne û piştre tên girtin û eşîra wan sirgûn dikin. Bi qasî ku tê zanîn heta Çiyayê Gabarê diçin û li wir bi cî dibin. Dewrêşê Xwarzê û Xezal jî dişînin Bexdayê. Her çiqas di kilaman de li Çiyayê Gabarê bicîbûn nîn be jî, bes di dîroka berxwedaniya êzdiyan de ev yek pir derbas dibe.
Beşa duyem; çîroka Evdoyê Şerqî û Xezalê ye. Evdoyê Şerqî bixwe bavê Dewrêş e. Wê demê eşîrên Milan ku temsîla dewletê dikin û eşîra Kîkan li derdora Gabarê bi cî bûne. Di çîrokê de, evîna Evdoyê Şerqî ya li hemberî xwişka Zor Temir Paşa Rixmê tê hûnandin. Bes Temir xwişka xwe nade Evdoyê Şerqî û ew bi Eyşanê re dizewice. Dewrêşê Evdî û Sadûn jî zarokên Eyşanê ne.
Beşa sêyem jî; çîroka Edûlê û Dewrêş e. Evîna Dewrêş û Edûlê ji zarokatiyê dest pê dike. Digel ku Evdoyê Şerqî bi Rixmê re nazewice, bes evîna Rixmê tu caran ji dilê wî dernayê. Ji ber vê sedemê dema ku Evdoyê Şerqî diçe dawet an govendan, her dem Dewrêş û Sadûn dişîne gel Rixmê. Rixmê bixwe meta Edûlê ye. Wê demê jî Zor Temîr Paşa ji Evdoyê Şerqî, ji bona li hemberî osmaniyan şer bike alîkarî dixwaze. Evdoyê Şerqî bixwe serekê 50 hezar malê eşîra êzîdxaniyan e û di şer de li ser dikeve. Temir Paşa soza Rixmê didê, lê piştre ev soz diguhere û nayê cî. Rixmê jî tu carî nazewice. Di van çûn û hatinan de, Dewrêş Edulê nas dike û evîna wan ji wê rojê dest pê dike. Sal derbas dibin, Evdoyê Şerqî ber bi kalbûnê diçe û li gorî dengbêj dibêjin, dibe “koma hestiyan” Piştre Dewrêş dibe serokê eşîrê û mêrxasiya wî li çar aliyê welêt belav dibe. Di vê çîrokê de sêcaranî heye. Evdoyê Şerqî, Dewrêş û Temir Axa li pêş e û her yek ji wan bi serê xwe çîroka wan tê hûnandin.
Di dawiya salên 1700’î de, Zor Temîr Paşa dîsa bi eşîrên ereban re nakokiyê wî kûr dibe. Dîsa ji eşîran hemûyan alîkarî dixwaze, ji ber ku eşîr ji gêsiyan ditirsin û bawerî bi Temir Paşa naynin, Temir paşa jî Edûlê wekî xelat pêşberî eşîran dike û wiha dibêje; “Kî fîncana zêrîn rake û qebûl bike, li hemberî gêsiyan şer bike, ez ê Edûlê bidimê.” Temir Paşa baş dizane ku, ew ê Dewrêş were û eşîrên din jî pêre bin.
Zor Temir Paşa ji Dewrêş re name dişîne, name li civata êzîdxana tê xwendin, bes Evdoyê Şerqî qebûl nake û ji Dewrêş re wiha dibêje; “tu ji bona keçekê dikevî cengê” Di vir de diyalogên balkêş di navbera Dewrêş û bavî wî de dertên. Dewrêş dibê; “Ma ne tu bûyî, te gora rixmê vekir, digel ku cesed riziyayî û genî bûbû, te ew cesed bêhn dikir û te digot, çiqas bêhneke xweş e.” Di vir de evîna bavê Dewrêş a li hemberî Rixmê bi qasî ya Edûlê mezin e.
Dewrêş dikeve rê û Edul tê pêşiya wî û daxwaza ku nekeve şer dike. Lê Dewrêşê Evdî dibê; “Ez heta te heq nekim, ez te nagirim.” Destgirtiya Çîlo Îzolî jî tê pêşiya Dewrêş, da ku ji bona ew beşdarî şer nebe, gilî û gazincên xwe dike. Destgirtiya wî, bi çûyîna Dewrêş re Çembera Xaricî li dora xwe xêz dike û dibêje; “Ger tu herî cengê û bi te re destgirtiyê min were, ez ji vê xariciyê dernayêm.”
Di van çîrokan de wekî me berê jî diyar kiribû, çand, ol, ziman, dîrok, zargotin, têkilî, erdnîgarî hemû tên vekirin. Bi taybet çanda êzîdan balkêş e. Di nava êzîdan de, “çembera xaricî” balkêş e û divê li ser bê sekinandin. Çembera Xaricî, bingeha xwe ji zerdeştiyê, ji kembera nefsê ya xweterbiyekirinê digire û di çîrokê de jî bi hosteyî li ser tê sekinandin. Di kemberê de, girêk hene û her girêkek sembola ehlaq û rêgezên(ilke) jiyanê û xweterbiyekirinê ne. Asta herî binî de ku şagirtî ne, 12 girêk hene; ev bi 36 û heta 72’yan berdewam dike. Ev derbasî lîstikan jî bûye, da ku wekî çandekê li ser zarokan bidin rûniştandinê. Li gorî baweriyê kî wê xêzê kişande kes nikare xera bike û ne jî bikevê. Û dergistiya Çîlo Îzolî heta dimire di nav xêzê de dimîne. Di çîrokê de, çîroka Çîlo Îzolî bi berfirehî tê hûnandin. Çîlo Îzolî bi pismamê xwe re şer dike, dema ku bê kuştin Dewrêş ew xelas dike. Ji ber vê yekê, bi Dewrêş re girêdayî ye.
Niha Zor Temîr Paşa texmîn dike ku ew ê Dewrêş were û fîncana zêrîn bigire û pêre jî hemû eşîr li pey Dewrêş bikevin. Di encamê de wisa jî dibe. Dewrêş jî wê demê biryara tenê şerkirinê digire bes ji pêşengên eşîran 12 kes heta dawiyê pêre dimînin. Van lehengan her yek ji wan bi dil û can bi Dewrêş re girêdayî ne û her yek ji wan tevlî eşîran wan, evînên wan bi awayekî sêcarabûnê tên hûnandin. Ji wan 12 kesan yek Bozan, Sadûn, Çîloyê îzolî, Hemê, Kemhê û yên din in.
Eşîra Gêsîn, eşîreke eraban e û nakokiyên wan bi Milan re hene. Ji eşîrê Eferê Gêsî destbirakê Dewrêş e û mêrxasekî bi nav û deng e. Berî ku şer bikin Efer li Girê Qirmîtê bi Dewrêş re diaxive, naxwaze bi Dewrêş re şer bike û dibêje; “Ev şerê me û Milan e” Dewrêş dibêje ev şer ji bona Edûlê ye û min fîncana zêrîn girtiye. Di çîrokê de, xwişka Efer, birayê Efer jî bi awayekî diyalektîkê tên hûnandin.
Şer li girê Qirmîte dest pê dike. Hevalên Dewrêş yek bi yek dimirin. Di vir de Sadûn û birîndarbûna wî divê li ser bisekinin. Sadûn birîndar dibe û wî dişînin da ku xeberê bide eşîra Êzîdxanan û Edûlê. Li gorî hinek çavkaniyan, Sadûn li wir dimire; lê, Sadûn ji şerê Qermîtê xelas dibe.
Li ser vê yekê serokatî vê nirxandinê dike; dema ku min Edûlê deng dide û dema ku min guhdarî kir şûn ve, tabî ez jî karê yekîtiya jina kurd dikim, yekîtiya şerê tirkan dikim, seroktiyê jî dikime, ê min jî hema hema maye ku ez bême girtin, dijmin jî dibê em ê wî bixwine. Der û dorê min rapêçane, girtî me, min ecêb hat, rast e ez girtî me, dema ku min dît hevalên min herî leheng heval Tayhan û Jêhat li Moskovayê, hemû bedenê wan agir pêçaye û bi agir reqsê dikin û xwe heta dawiyê bi slogana “bê serok jiyan nabe” dişewitînin, piştre min bihîst ji zarokekî 13 salî bigire hetanî heftê saliyan xwe dişewitinîn û gel heft roj in li ser piyan, ne xwarin dixwin ne radizên, vanan hemû hatin ber çavên min. Tabî dijminê me jî gelek mezin e, faşîstên tirk, gaveke mezin avêtine. Talûke roj bi roj mezin dibe. Dîroka kurdan careke din bi şiklekî din bi trajedî tê serê me. Te dî dibêjin ya dîrok ji tekerrûrê pêk tê. Wê demê min got ecêb, wer li min hatiye.
Dewrêş li ser hespê xwe Hedwan e û Hedwan baş tê şayesandin û hêjayî nirxandinê ye. Gêsî fêm dikin ku heta ku Dewrêş li ser Hedwan be nayê kuştin. Birayê Efer wî ber bi bajarê mişkan an xirbeyên mişkan ve dikişîne û lingê Hedwan dikeve koremişkekê û Dewrêş dikeve. Dema birîndar dibe, xwişka Efer xwe davêje ser Dewrêş û nahêle ku wî bikujin. Dewrêş dibin ser girê Qermîtê, berî ku Edûlê were, Dewrêş ji Efer re dibêje, porê min şeh bike û simbêlên min bade, bila Edûl min bi vî halî nebîne. Edûlê tê Dewrêş hêjî birîndar e, Edûlê serê Dewrêş datine ser çonga xwe û bi awazeke kilamî destanê dide destpêkirin. Jixwe destan jî, hemû ji zimanê Edulê tê gotin û lewma navê destanê ya esas; “Kilama Delalê Edulê” ye.
Li gorî hinek çavkanan, Edulê heta mirina xwe neziwiciye û bi bîranîna Dewrêş re girêdayî dimîne. Bes di hinek vegotinan de jî cuda tê gotin. Serokatî jî di nirxandina xwe ya dema li Romayê bû de digot ku; wê demê ez li ser gotina Edûlê pir sekinîm û tabî li ser ketina Dewrêşê Evdî sekînim. Min got lazim e, em vê qederê biguherînin. Min got ger ev qeder neyê guhartin, ewqas xwînê şehîdan, şehîdên qehreman, te dî di klamê de dibêje, 12 hevalên xwe hebûn û yek bi yek çawa şehîd dibin. Ê der û dorê min jî, yek bi yek çawa xwe dişewitinîn, eynî mîna me. Û 1500 siwar û yên me jî gerîlayên me. Dijmin eynî dijmin e. Min got tiştê ku hatiye serê Dewrêşê Evdî hatiye serê min jî. Wê demê min got, tu çawa ayeteke quranê bi eşq dixwînê, dengê Edûlê jî ji min re wisa hat û min got îman vaye.
Ji bona vê min şerek mezin kir, bi hezaran keçên me pir bi qehremanî xwe şewitandin. Ev hemû jî ji bona eşqê bû. Niha jî bi hezaran keçên me hene, ku ez bêjim, wê di deqeyek de xwe bişewitînin. Çima, ji ber ku zanin eşq çi ye. Hûrmeta min ji vê re pir mezin e. Ez ji bona zilaman jî dibêjim, ji bona hevalan jî dibêjim, ger hûn van keçan dirist nas nekin, ez ê destê we jê bikim. Hûn nikarin nêzîkî van keçan bibin. Van keçan xwe bi egîdiya xwe dane çêkirine. Divê hurmeta we jê re hebe, hezkirina we jê re hebe, tu yê hewl bidî, bi zora xwe, bi sextekariyê keçê bi dest bixî. Ez belkî xwîşkê xwe neparêzim, lê ez ê van keçê biparêzim. Keç pir qîmeteke mezin e. Bi keçekê re mirov dikare dinyê jî fetih bike, lê kî, çawa?
Di wê demê de ew egîdana gerîlayên me yên niha ne, Dewrêşê Evdî bixwe gerîlayekî mezin e. Edûl, ew keçikê me yê ku her xwe dişewitînin. Dema ku wê dixwazin, nizanim filan beg filan paşa min dixwazin, lê qebûl nake. Yekî jî qebûl nake. Dibê ez Dewrêşê Evdî qebûl dikim. Ew nebe, tenê mezel min qebûl dike. Vanan tiştên mezin in. Vanan prensîbên kurdan in. Vanan prensîbên hezkirinê ne. Û sedî bi sed bi egîdiyê re girêdayiye. Dewrêşê Evdî jî ne teslîmê ereban bûye ne jî teslîmî tirkan bûye. Va çi ye, va serxwebûn e. va welatparêzî ye. Çima paqij dike, ji bona vê jî çiqas eşqa xwe mezin be, şerê wî jî mezin e. Ji ber ku berî eşqa xwe bi dijminê xwe re şer dike. Pir eşqeke mezin e. Lê berî Edûlê berê xwe dide dijmin. Di vir de kes mîna Edûlê ne bi eşqeke mezin e. Nikare wer bibe. Kes nikare mîna Dewrêşê Evdî jî wisa bi eşqeke mezin be. Lê bi şerê xwe jî mezin e. Hûn ê bêjin ez bi vanan mijûl dibim. Em mecbûr in vanan bişopînin. Dewrêşê Evdî hetanî dawiyê li ser soz û peymana xwe disekine. Va egîdiya kurd e. Ev destana kurd e. Va netewa kurd e. Çima em ê ji bîr bikine. Li ser va diristiya Dewrêş misilman û êzdî dibine yek. Tabî pê re jî yekîtî çêbûye. Vanan tiştên mezin in. Yekî ku vê înkar bike, yekî ku vê neyne ser ziman, ku bêje ez hozan im, ez xwedî eşq im, ne rast e. Di Mem û Zînê de va tişta heye. Wexta dinivîse dibêje; “Bila nebêjin kurd bêeşq in û bêîrfan in.. ” Yanî kurd ne bêeşq û bêîrfan in. Paşê ez li ser karê me jî sekinîm. Min got di vir de eşq heye an tuneye; di vir de egîdî heye an tuneye. Min nêrî hebek heye. Ê min nêrî di vir de zora dijmin heye an tuneye, pir ecêb bû. Dixwazin nefesa te qut bikin. Wê demê min jî dest bi xuliqandina vê evînê kir.
Belê piştî vê mimkûn e ku mirov li ser vê destanê nesekine û encaman jê derbixîne. Di vir de ya girîng ev e ku mirov encaman jê derbixîne. Sekna Edûlê û Dewrêşê Evdî ku ji bona evîna heq bike, bi artêşeke ku ji 1700 kesî pêk tê re şer dike. Encax bi vî awayî ji xwe re evînê heq dibîne.
Rûbar Andok