HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Rêber Apo

Ji bona demokrasiyan yek pirsgirêkeke dîtir a çalakbûnê jî, der barê di rewşa parastina rewa de wê çawa bê tevgerîne.  Parastina Rewa encax di zirûfên dagirkeriyê de dibe xwedî wate. Dema ku li ser gelekî sîstemeke dagirker, mêtînger an jî zextên cuda cuda pêk bên, wê demê li wir dagirkerî heye. Dagirkeriyê, bi tena serê xwe hêzek biyanî jî dikare bike, carnan jî ev nîv bi nîv ji hêla nokerên xwecihê(yerli) jî tê kirinê. Di vê rewşê de peywira parastinê derdikeve holê. Li vir hedef, rakirina dagirkeriyê û sazkirina demokrasiyê ye. Bes ji ber di nav de biyanî hene, em ji parastinê re rewa û demokratîk bibêjin, wê nêzîkatiyeke rastirîn be. Di van zirûfan de, dîsa zirûfên serhildanan û şer derdikeve holê. Dîsa jî şerê rizgariya netewî esas nayê girtin. Her çiqas hêla wê ya netewî hebe jî, li gorî pêwîstiyên demê em ji vê re şerê parastinê bibêjin wê di cî de be, ji ber ku di oxira yekbûnên demokratîk de tê dayîn. Ev cure serhildan û şer, dikarin li bajar û gundan, ya bi tena serê xwe yan jî bi hev re bipêşbikeve.

Ev di nîtelikeke netewî de be jî, ya herî rast ev e ku gel di nava yekîtî û yekbûneke demokratîk de li hember dagirker û nokeran, bi sazbûneke hevbeş li jorî hemûyan be tevbigere û şer bike. Di van rewşan de pêwîst e ku şêweyên çalakiyên aştiyane jî hetanî dawîn pêk bên. Parastina rewa, di esasê xwe de bi armanca piştgirîdayîn, pêşxistin û parastina demokratîkbûna gel e û pê re jî rêxistinkirin û birêvebirina wê ye. Ev, derdorên şerxwaz û zordest hedef digire, lê divê hebûna mûxatabên çareseriya demokratîk jî neyê jibîrkirinê. Ku dewleta tirk û netewa têkildar bigirî hemberî xwe, wê ev stratejiyeke rast nîn be. Wekî teqtîk hedefgirtina biyaniyan, sazî û mirovên neteweke dagirker jî wê rast nîn be. Ya esas ev e ku, hedefan tengkirine, jê encamgirtine, derfetên çareseriya demokratîk a gel zêdekirin û parastina hebûna wan kirine. Tevgerên Parastina Rewa û rêxistinbûnên wê, divê bikaribin ev hêzên dagirker û yên ji neçareseriyê berpirs in, qanî bikin ku ev şerê neheq ku tê birêvebirin derfetên berdewamiya wê nemaye û wan hetanî bikşînin riya çareseriya  demokratîk, lêhûrbûn bêne berdewamkirinê, wê ev bibe bingeh û navgîna ji qeyrana heyî derketinê.

Gelek rêxistinên şoreşgerî û dewletên reel-sosyalîst, li ser navê parastina welat û şoreşa wê bahsa feraseta parastina rewa bikin jî, ji ber ew sîstema wan a zorê, xwe daye îspatkirinê ku tu têkiliya wan bi vê ferastê re nîn e û di ser de jî bûn sîstemên herî terorîzebûyî. Yek rêgeza jênaveger a parastina rewa jî, tu carî bi modela dewleta terorîst re lihevhatin nake. Bi dewleta terorîst re, belkî li gorî pêwîstiyên taqtîkî di her şert û mercî de şer nake, lê divê lihevhatin û teslîmbûyîn jî di warê rêgezî de şert e ku bê redkirinê. Ji ber vê yekê rêgeza der barê qada siyasî de; civaka demokratîk, siyaset û dewlet e. Dema ku li gorî van pîvanan neyê tevgerandin û zorî bê kişandin, aşkereye ku yekîneyên parastina gel û teqtîkên şer ên ku girêdayî stratejiya parastina rewa ne, hetanî ku vê pîvanê bi dest bixin erkên xwe bînin cî û ev nirxeke rêgezî ya jênaveger e.

Ez dixwazim parastina rewa jî vebikim. Pêwîst e ku em parastina rewa baş fêm bikin. Beravajî vê, wê artêş we nede jiyandinê û hûn e belasebe bêne kuştin. Bi parastina rewa re, di serî de li çiyê, wê li hember kuştina mirovan bê sekinandin. Ewlekariya pêvajoya aştiyeke mûhtemel, parastineke rewa ya rast e. Divê hêzên parastina rewa, ji kesên ku ji xwe bawer dikin û xwedî fedekariyek bêdawîn bin pêk bên. Di parastina rewa de çetevanî nayê kirin. Em ê li hember kuştinên failên wan nediyar û zextên li gel têne kirinê, emê gelê xwe biparêzin. Dibe ku ev êrîş ji cahşan bê, an jî ji cihekî din bê, wê hêzên parastina rewa, gel ji van êrîşan biparêzin. Ku bi cahşan re tiştek derket, bila berê xwe nedin malbat û zarokên wan, bila têkiliya xwe ji yên netêkildarî şer in neynin.

Feraseta bîst salî a min û ya Tevgera Azadiya Kurd, pêkanîna biratiya gelan û yekîtiya demokratîk a kurd û tirk û hemû gelên Rojhilata Navîn e. Em xwe dispêrên hêz û îradeya xwe ya cewherî. Di PKK’ê de sê cure parastin hene: Yekemîn; parastina pasîf, yanî hetanî ku neyên ser wan de, çalakî nekirine. Duyemîn; parastina çalak e ku piştî hezîrana 2004’an despêkiriye. Sêyemîn jî, fena di navbera salên 93-95’an de, li hember êrîşên topyekûn, parastina topyekûn e. Ku hêza PKK’ê hebe wê şer bike. Ez vê nizanim. Ez ji ber berpirsyariyên xwe yên dîrokî û siyasî vanan dibêjim. Dîsa ji aliyan rica dikim: Ger ku şer destpê bike, daxwaza min ev e ku herdu alî jî bidine daxuyandin ku em ê li gorî kuralên şer ên navnetewî tevbigerin. A rast serfermandarê Tirkiyê kuralên xwe daxuyandibû. Digote ku hetanî ku ferdek nemîne, em ê wan tune bikin. Bila HPG kuralên xwe yên şer vebêje. Mecbûr in ku ji gel re ragihînin ka wê şerekî çawa birêvebibin.