Rêber Apo
Girîng e ku ji derdorên cûrbecûr, demokratên tirk jî di nava DTP’ê de cîh bigrin. Ez wisa dihizirim ku xebatkirina wan, di vê demê de, ji bo Tirkiyê girîng e. Pêwîst e ew jî bi hemû hêzên xwe ve, li devdorên xwe bîst û çar seatan bixebitin. Dikarin di nava DTP’ê de, weke ku partiya wan e kar bikin. Divê ew li cihê ku li tê de ne, weke serokê partiyekê bixebitin. Divê ev ne tenê ji bo tevgera kurd, ji bo Tirkiyê jî bibe tevgereke mezin a demokrasiyê.
Hinek civîn têne çêkirin, lê cewhera bûyerê çiqas tê fêmkirin? Yên me jî nikarin fêmbikin ka bi temamî çi diqewime. Dema nikarin fêmbikin jî, dixetimin. Ez nabêjim bila nekin, lê ev pirsgirêk bi guharandina yek-du zagonan, bi guhartina hinde maddeyên di Destûra Bingehîn de re çareser nabe. Her wisa niha rêbaza huqûqî û leşkerî jî xitimiye. Di xala ku siyaset bixetime de her du rêbaz jî bêbandor dimînin, her du jî di dawiyê de tên xwe dispêrin siyasetê. Pêwîst e beriya hertiştî pêşiya siyasetê were vekirin. Divê tu destpêkê pêşiya siyasetê vekî ku pişt re hinde tişt pêşbikevin. Wê her kes karê xwe yê rast ji xwe bide destpêkirin. Helbet wê huqûqnas jî bixebitin, ew jî wê tişta ku dikeve ser milê wan bikin. Wê gerîla jî karê xwe bike. Lê heya pêşveçûneriya siyasetê nebe, gengaz nîn e ku mirov encamek bigre û ji xwe siyaset jî di rewşeke xitimandî de ye. Niha siyasetmedar jî di rewşeke xitimandî de ne. Ji bo derbazkirina vê yekê di rojava min de yek du pêşniyarên pratîk hene, ezê wan pêşniyaran bikim. Helbet yên me jî derenk fêmdikin. Pêwîste her kes niha hewl bide pêşiya siyasetê veke. Nexwe wê rêbazên leşkerî têkevin dewrê û ew jî neçareserî ye. Ne tişteke nû ye. Ez dihizirim ku ji bo pêşiya siyasetê were vekirin divê herkesê ku li Tirkiyê ye, bibe xwedî hewldan. Ez li vê derê lêhurbûn dikim.
Ma vana çi fêmnakin? Ez ji sala 1992 û vir ve yekser-neyekser bi dewletê û bi artêşê re hevdîtanan çêkir. Ez ji wan re vê dibêjim: Ma Alparslan nehate Farqînê û bi Begîtiya Mervanî ya wê demê re hevdîtin çênekir û piştî ku 15 hezar şervanên kurd girt şûndetir neçû bi Bîzans re şer nekir? Ma vê yekê ketina tirkan a Anatolya mîsoger nekir? Wê çaxê tu çawa kurdan inkar dikî. Yavuz Selîm bi Îdrîs –î Bîtlîsî re hevdîtin çêkir, bi kurdan re li hev hat paşê derket seferan. Wê demê li herêmê zêdetirî dehan begtiyên kurdan hebûn. Yavuz ji Îdrîs-î Bîtlîsî re got “ji xwe re begekî began (beylerbeyî) hilbijêrin, ezê li Stenbolê bim, bila ew jî li Kurdistanê be”. Kurd di wê serdemê de di navbera xwe de di nava şer û pevçûnê de bûn. Loma nekarin begekî began hilbijêrin. Ji ber vê yekê Yavuz begekê began ji wan re tayîn kir. Kaxezek vala ji wan re şand û got hûn çi bixwazin binivîsînin, ez qebûl dikim. Ma bi vê peymanê re şerên Mercîdabik, Rîdaniye û Çaldiranê nehatin qezenckirin? Belê hatin qezenckirin. Împaratorî du qat mezin nebû? Belê mezin bû. Xazîne sê qet tije nebû? Belê tije bû. Ey baş e, tu çawan niha Kurdan di van axan de tune dihesibînî. Ma eger ew nebûna, me te dikarîbû împaratoriyek wisa dameziranda? Mistefa Kemal Kongreya Erzorimê çê kir. Ji gelek beg û mîrên Kurdan re nameyên biratiyê nivîsand. Ma eger kalê Mîr Dengîr Firat nebûya, wê neavêtibana ser Kongreya Sêwasê û Mistefa Kemal negirtibana? Ma tu niha çawa dikarî mafên Kurdan di vê komarê de inkar bikî û tu çawan vana wan nas nekî! Dîrok ev e, rastiya dîrokê jî ev e. Heta hinek kesên ji artêşê vê yekê ji sîvîlan, her wisa ji Erdogan û Baykal baştir dizanin. Baykal ji kurdan re dibêje na, dibêje tu nikarî zimanê xwe bikar bînî, heta dibêje zimanê kurdî jî nîne. Ev çi ye, tu dixwazî çi bêjî? Gelek encax dikare bi zimanê xwe hebe. Wê nikarîbe zimanê xwe fêrî zarokê xwe bike, wê nikaribe bi zimanê xwe zarokê xwe perwerde bike, wê demê tu çawa qala mirovahiyê û biratiyê dikî? Mirovê ku nikaribe vê yekê bike, ne mirov e. Lawirek jî zimanê wê heye. Tu wê bi qasî lawirek jî nirx nediyê, tu çawa dikarî qala mirovahiya xwe bikî? Neteweperestiya vana neteweperestiyek wisaye ku hatiye derbaskirin. Ev faşîzm e, ev nasyonalîzm e. Vê yekê di tevahiya cîhanê de êdî hatiye derbaskirin. Em bi temamî cîhanê binêrin, ev tenê li Tirkiyê heye. Ne li Emerîka, ne li Efrîqa, ne di nava ereban de û ne jî li Emerîka Latîn tiştekî wisa nîn e. Dibêjin em kemalîst in, lê di kemalîzmê de tişteke wisa nîn e. Ya vanan ne tirkîtiye, dibêjin ku tirkên spî, lê di rastî de yek ji van jî ne tirk e. Ti sûda vê yekê jî ji tirkîtî re nîn e. Ez naxwazim bêjim ka vanan çi ne. Meqaleyeke mirovek bi navê Temel Îskît heye, bila wê bixwînin, di vê mijarê de hertişt di wê derê de nivîsandiye.
*Beşek ji hevdîtina Rêber Apo ya 9’ê cotmehê