Rêber Apo
Min di Nexşeya xwe ya Rê ya 160 rûpelî de van hersê rêyan jî, bi awayekî berfireh, vegotibû. Di nexşeya min a rê de pêşgotineke dîrokî heye. Pêşgotineke pir muazam e. Min nêrînên xwe yên ka wê çareserî çawa dikare pêşbikeve vegot. Min di nexşeya xwe ya rê de jî pênc rehendên (boyut) di derbarê pergala KCK’ê de diyar kir: aborî, civakî, siyasî, huqûqî û dîplomatîk. Qada civakî, mijarên weke rêxistinkirina perwerdeya xwe di nava xwe de dihewîne. Qada navnetewî ew tişt e ku em weke qada dîplomatîk binav dikin. Ew ramana Davutoglu ya avakirina Konseya Stratejîk li herêmê ji Konfedarasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn, ku min berê diyar kiribû, hatiye girtin. Pêkanîneke wê ye.
Lê ji ber nexşeya min a rê di destê wan de ye, AKP ji wê sûd werdigire. Denîz Baykal mijarê hinekî dizane, dibêje “AKP nexşeya rê ya Îmralî pêktîne”. Ev tespîta Baykal rast e. Lê belê AKP nikare nexşeya min a rê pêkbîne. Lê ji nexşeya min a rê sud werdigirin. Davutoglu li derve, Erdogan jî li hundir jê sûd werdigirin. Dema ez di nexşeya xwe ya rê de jî çareseriyên demokratîk ên li Rojhilata Navîn diyar dikim, min Konfederalîzma Demokratîk a Herêma Dîcle-Firat pêşniyar kiribû. Davutoglu niha bi Îran û Surî re hevdîtinên vê yekê dike. Rast e, nexşeya min a rê didizin. Niha AKP ketiye nava lez û bezê. Ji axaftina wan a li Agirî jî ev tê fêmkirin.
KCK, li ser bingeha azadiyê de rêxistingeriya demokratîk a civakê ye. Rêxistingeriyek e ku ne li ser bingeha dewletê ye, ne jî li ser bingeha federalîzmê ye. Ew yek e ku civak xwe li derveyî dewletê rêxistin dike. Xwe rêveberiya civakê ya demokratîk e. Ew tişta ku em jê re dibêjin xweseriya demokratîk jî ew e. Dibe ku têgeh ji hev cudatir bin, lê cewher heman e. Dikare bi navê min ev pergala KCK, bi riya sûdwergirtina ji nivîsên min ên berê, bi awayekî berfireh ji çapemenî re were dayîn.
Komên ku hatine qasidên aştiyê ne. Ez ji bo komên ku hatine spasdariyên xwe pêşkêş dikim. Bila vana ji niha û pê ve di xebatên aştiyê de cîh bigrin û bixebitin. Dikarin di Meclîsên Aştiyê de bicîh bibin.
Yên ku wê ji Ewrûpa jî bên, dikarin werin. Eger rewş neguhere, ezê ti bangawazî nekim ji bo ku ji niha û pê ve kom werin, ev ne rast e jî, ev pispayeyî ye û bêrûmetî ye. Lê eger dewlet biçe bi PKKê re hevdîtinan çêbike û pê re lihevbike û eger PKK bi xwe koman birêke ez nikarim ji vê re tiştekî bêjim. Ev biryarek e ku ewê bi xwe bidin, ev biryar min girê nade û nabe biryara min. Wê teqez careke din ji aliyê min ve bangawaziya koma aştiyê çênebe. PKK wê bi xwe were yan neyê, ev karekî ku ew bi xwe dizanin. Wê biryara xwe, xwe bi xwe bidin.
Armanca min a ku min ji van koman re bangawazî kir ev bû: dewletê xwest cerbandinek bike. Xwest biceribîne ka dilsozê min in an na û çiqas dilsozê min in. Min jî got “ wê guhdariya min bikin, gelê min guhdariya min dike.” Diviyabû bihata diyarkirin jî ku dilsozê min in. Min bangawazî kir him ji bo pêşiya siyaseta xetimandî were vekirin û him jî ji bo ku ez vê yekê nîşan bidim; wan jî guhdarî kir û hatin û dilsoziya xwe nîşan dan. Ez ji hemûyan re spas dikim û spasdariyên xwe pêşkêş dikim. Yên di 99an de hatin, bê amadekarî hatin. Me hinekî neheqî li wan kir. Nediyariyek hebû. Me wê demê wisa texmîn dikir ku wê dewlet vê firsetê binirxîne, lê me wê demê nekarîbû dewletê tam tehlîl kiriba, me wê tam nasnekiribû.
Ji niha û pê ve ji bo çareseriyê sê qonax pêwîst in, min vana di nexşeya xwe ya rê de diyar kiribû. Ev dikare bi awayekî nivîskî û devkî jî were diyarkirin. Qonaxa yekemîn, wê dewlet tevahî mafên Kurdan têxe bin ewlehiyê. Wê di vê mijarê de ewlehiyê bide min. Wê min îqna bike. Emê jî ji dewletê re îspat bikin ku em ne cûdaxwaz in. Emê îlan bikin ku em ne dabeşkar û cudaxwaz in. A duyemîn, emê îlan bikin ku em tundiyê weke rêbaz esas nagirin. Emê rêbaza tundiyê ji dewrê derxînin. Wê di vê qonaxê de dorhêla nepevçûnê were avakirin. Wê tundî-pevçûn neyên jiyîn. Wê dewlet jî çareseriya demokratîk bipejirîne û wan pênc rehendên Kurdan ku min hijmart bigre dîqetê. Wê derfet bide ku Kurd xwe bi xwe birêve bibin. Lê ji bo ku vana bikaribin çêbibin, pêwîst e pêşiya min were vekirin. Pêwîst e mirov tevahiya van tiştan pir biberfirehî nîqaş bike. Dema ku min berî niha gotibû ku pêwîst e ez aliyê wê yê leşkerî 90 roj û aliyê wê yê ewlekariyê 45 rojan muzakare bikim, ez qala vê yekê dikim. Ev wisa ne hêsan e.
Eger ev pêk were, weke qonaxa duyemîn, wê xwe vekişîna derveyî sînoran pêkwere. Weke qonaxa sêyemîn jî wê dewlet ew ewlehiya ku bide di huqûqê de bide xuyakirin; wê destûra vê ya bingehîn, zagonên wê û rêziknameyên wê çêbike. Wê di mewzûata heyî de guherînan çêbike. Di rêjeya ku dewlet vana pêkbîne de, wê paşve vegerîn çêbibe.
*Beşek ji hevdîtina Rêber Apo ya 21’ê cotmeha 2009’an hatiye wergertin...