Hertim çavên min şil dibin, mîna ku îsot ketibê dişewite, sor dibe û xur heye. Ez nizanim çima ev qas dom kir. Berê her roj bijîşkî/ê venêrana dorvegerî çêdikir lê ev demeke ku pergal hatiye guhertin, êdî her roj nayê, yên tên jî ne pîsporên çavan in. Dibe ku alerjî be, lê ez nizanim. Bi awayekî cidî min nerehet dike. Dikarin ji bijîşkan bipirsin, tiştek girîng e, heke hewce bike dikarin heya CPT’yê jî bibin. Êşa berê ketî pişta min hinekê derbas bû. Ez piştbendê(korse) bikartînim.
Min daxuyaniya serokomar Abdulah Gul guhdar kir, dizanim. Divê di civîna ku PAD(BDP) bi partiyên siyasî yên çepgir re çêbike de, bihevrebûn bibe rojeva bingehîn û armanca wê jî bibe destûra bingehîn a sivîl û demokratîk. Divê vê yekê danin pêşiya xwe, ev girîng e.
Ez dizanim, li Mûglayê di êrîşa ku li hemberî xwendekarên kurd hatiye kirin de Şerzan Kûrt ê ku birindar bibû jiyana xwe ji dest daye. Ma cenaze şandin Batmanê, tevlîbûn çawa bû? Li Tokatê jî êrîşeke wekî vê li hemberî xwendakarên kurd çêbû ye. Ez fêm dikim, hewl didin bimelisînin. Dibe ku ev êrîş zêdetir bibin û bidomin, divê tevdîrên xwe bigirin û parastina xwe ya cewherî pêş bêxin.
KCK’ê gotiye; ev linckirin bi plan in, her diçe kampanyayên lincê yên wiha zêde dibin, bi van êrîşan civakê ji komkujiyê re amade dikin. Ji xwe wisa ye. A ku dixwezin li ser kurdan pêkbînîn nîjadkujiyeke siyasî, civakî, aborî û çandî ye. Waye tê dîtin, 1500 siyasetmedarên kurd li hundir in, bi sedan jin û zarok li hundir in. Ev êrîş hemû bi hev re girêdayîne û navenda wan jî yek e. Bûyerên li Sêrtê, ev bûyerên linckirinê, operasyon, heta dardekirinên li Îranê jî tev bi biryara heman navendê pêk tên.
Her hal operasyon li her qadê didomin. Qey dibêjin di pevçûna ku di operasyona li Aricaka Elezîzê derketiye de gelek leşkerên kuştî û birîndar hene? Ew êrîşa hewayî ya ku tê de çar gêrîlayan jiyana xwe ji dest dayî li ku derê çêbûye, ma kes ketiye dest? Ango li Başûr çêbûye ne wisa, bi awayekî zelal tam kîjan herêm e?
KCK’ê diyar kiriye ku bi vê êrîşa hewayî, ji daxuyaniya min a ku “Ez ê heya 31’ê Gulanê li bendê bim, heke pêşveçûnek erênî çênebe ez ê xwe ji navberê vekişînim” re bersivek hatiye dayîn. Bêgûman wisa ye. Ji xwe tiştekî ku gihîştiye min jî tune ye. Beriya 31’ê Gulanê ev hevdîtina me ya dawiyê ye. Ev hevdîtineke dîrokî û girîng e.
Heya niha tu bersiveke ku gihîştiye min tune ye. Ji ber ku min muxatabek peyda nekir, piştî 31’ê Gulanê ez xwe vedikêşim. Bila ev şaş neyê fêmkirin. Ez şerekî filan nadim destpêkirin. Ez careke din dibêjim. Ji ber ku li hemberî min tu muxatab tune ne, êdî ne wate, ne sûd û ne jî mercên zêdetir domkirina vê pêvajoyê hene. Li vir tenduristî û mercên min li holê ne. A rast heya destpêka Gulanê muxatabek hebû, lê piştre ev jî qut bû. KCK jî di daxuyaniyên xwe de dibêje “me mijûl dikin”. Bi vî awayî ne sûdeke pêvajoyê ji kurdan, ne ji KCK’ê û ne jî ji dewletê re heye. Ji niha û pêve berpirsiyarî ya KCK’ê ye, heta ya PAD’ê û dewletê ye. Di encamê de ez nikarim li vir bi rê ve bibim. Dê ew bi xwe biryarê bidin ka wê çi bikin. Bayik, Karayilan, Abbas û Hayder ew jidil in, rista rêbertiya gel girtîne ser milên xwe. Êdî ev berpirsiyariya giran li ser milên wan e. A rast, ji ber hoy û mercên cihê ku ez têde me, ez naxwazim di derbarê wan de ne tiştekî erênî ne jî neyînî bêjim. Nemerd(alçak) û bêşerefên mîna Osman-Botan jî jin û bi milyonan pere hilgirtin cem xwe û reviyan. Hûn dibînin, hîna jî şopa van li Ewrûpayê derdikeve. Van bi hezaran kes girtin cem xwe û çûn. Ez bang li van jî dikim, bila bi awayekî xwe bidin bexişandin (efûkirin), bila şûnde werin, nexwe bi vê rewşa wan ji niha û şûnde ne erd ne jî asîman wan nahewîne. Dîsa jî berpirsyarî ya KCK’ê ye. Ez ji yên mane re dibêjim; bi xwespartina min bila tiştekî nekin, çi dikin bila ji bo xwe bikin. Ji xwe bîst salan li Sûriyê û duwazdeh salan jî li vir min bikartînin û li ser pişta min siyasetê dikin. Divê dawiyê li vê yekê bînin û êdî biryara siyasetên xwe ew bi xwe bidin. Wê şer bikin an jî wê li hevbikin ew dizanin. Piştî vê xalê êdî bajar wê derkeve çolterê(kirsal) an jî çolter wê dakeve bajêr, ew dizanin. Dê şoreşa çolterê an jî şoreşa bajêr bikin? Ev karekî wan e û ew dizanin. Wê bi jêhatîbûna xwe ya serokatiya tektîkî bîryara vê yekê bidin. Ez carek din diyar dikim, ji ber ku min muxatab peyda nekir ez xwe vedikêşim. Heke merc werin guherin û muxatab derbikeve holê, ez jî ji hevdîtinê re amade me. Ên PAD’ê dikarin bi navbeynkariya Wezîrê Karê Hundir hevdîtinan bidomînin, lê divê ew jî li ser bingehê pênc rêgezên ku min berê di çarçoveya xweseriya demokratîk de weke aliyê polîtîk, dîplomatîk, ewlekarî, çandî û aborî rêzkirîn de hevdîtin çêkin. Hevdîtin li ser bingeha rêgezan dibe. Min jî di hevdîtinên xwe de ev pênc rêgez bingeh girti bûn. Ji xwe min ev rêgez di nexşerêya xwe de jî bi awayeke biberfirehî vegotibûn, çareserî tenê dikare li gorî van rêgezan pêş bikeve. Ez ê vê mijarê biberfirehî rave bikim. Her hal bi armanca şermezarkirina operasyonan meş çêdibin. Êdî ev kar wiha bi meşan nabe. Li Wanê tevlîbûn çawa bû, her hal zêde ye.
Ez ji kampanyaya nû ya ku Tevgera Jina Azad-Demokratîk daye destpêkirin re serkeftinê dixwazim. Heke dema min çêbibe, ez ê li ser vê mijarê jî rawestim.
Nûçeyên di derbari pênc gêrîlayên ku li Îranê hatine jehrîkirin hene. Ev çi dikin, ma nikarin sîxurên ku ketina nava wan derbêxin holê? Ên li Ewrûpayê çi dikin. Vaye tên jehirîkirin, sîxurek anîne û danîne ser serê Roj TV’ yê, kirine gerînende(müdür), bi qasî cîhanekê pera hildigirin û direvin, ma qet haya wan jê çênabe, ma ji van hesab nayê pirsîn? Ez vekirî dibêjim, dikare bi navê min were gotin, ev xayîn in. Divê gel li keda xwe xwedî derkeve û çavên van derxîne. Ên ku van pişt guhê xwe ve jî davêjin bila werin ser hişê xwe. Heke ez derkevîm, dem û wext jî ji bo vê yekê destbidin û derfeta min çêbibe, pêşiyê ez ê ji van hesabê bixwazim. Heke ez nekim jî gelê me dê hesaba vê bipirse. Ev ên PAD’ê dibin, kî dibe bila bibe, dê gelê min ji yên ku êrîşî nirxên gel dikin û didizin hesabê bixwaze. Heke hewce bike gel dê tifî rûyê wan kesên ku li nirxên wan xwedî dernakevin bike, divê tif bike jî. Divê gêrîla jî li sîxurên di nav xwe de şiyar be, ez naxwazim careke din bûyerên wiha jehrdayînê filan bibihîsim. Nexwe Îran hê jî dikuje. Ji xwe ev tişt hemû jî ew in ên ku di encama peymanan de tên kirin.
Alî Bûlaç, Altan Tan, Cengîz Çandar û ji rojnameya Evrenselê Aydin Çûbûkçû çi dibêjin? Altan Tan gotiye; heya hilbijartinan AKP çareseriyê nahizire, jiholêrakirinê dike armanc, hevgirtina(ittifaka) PAD’ê ya bi derdorên çepgir re bê sûd e, wê demê heke behsa hevgirtina bi kurdên misilman re dike li van devdoran li çi digere, bila were tevlî PAD’ê bibe. Her wiha dibêje; divê PKK jî di vê pêvajoyê de, ango heya hilbijartinan ji çalakiyên ku bibin sedema nerazîbûnan dûr bisekine. Ne wisa ye, ji xwe dê parastina xwe ya cewherî bikin, li holê qirkirinek heye. Ez ê li ser vê mijarê rawestim.
Min berê jî gotibû. Yekîtiya di navbera kurdan de pir girîng e. Êrîşên li Îran, Tirkiye, Kerkûk û Hewlêrê û komkujiyên Êzîdiyan hemû jî ji heman navendê çêdibin. Encama hevgirtina Tirkiye, Îran û Sûriye ye. Hemû kurdan dike armanc(hedef). Ji ber vê yekê jî divê hemû kurdên li her çar parçeyan Kurdistanê yekîtiya xwe ya navxweyî pêk bînin û şerte ku li Hewlêrê Kongreyeke Yekîtiya Neteweyî bê lidarxistin. Min di vê mijarê de berê jî gotibû û berpirsiyarî dabû Ehmed Turk û Aysel wan. Ez vê berpirsiyariyê dixim ser milê wan. Di vê mijarê de ez ê wan ji pêşveçûnên neyînî berpirsiyar bigirim.
Ez silavên xwe ji Mantovallî û Arthûr Salerniye re dişînim. Du kesên Lubnanî dixwazin hevpeyvînê çêbikin. Dibe, parêzerên min dikarin bersiva pirsên ku ew dipirsin bidin. Dikarin jê re bibêjin me destûr ji Ocalan girtiye û em bi agahiya wî bersivê didin. Dikarin ji parêzname û hevdîtinên min ên berê sûdê werbigirin û bersivê bidin. Heke bersiv neyê dayîn jî, em dikarin di hevdîtinên dema pêş de binirxînin. Wekî din li ser navê min dikarin ji bo hejmara pûşperê (hezîranê) ya rojnameya İl Manifesto jî ji parazname û hevdîtinên min sûd werbigirin, nêrînên min ên di derbarê dîroka têkoşîna me ya bîst-sih salî de berhev bikin, pêvajo û sedemên xwevekişîna min baş rave bikin û balê bikşînin ser sedemên xwevekişîna min a 31’ê Gulanê. Ez dixwzim ew vê yekê bizanin. Divê li pirsgirêka kurd tenê weke têkoşîneke nîjadî neyê mêzekirin. Şoreşa kurd, dilê Rojhilata Navîn e. Wiha ne mîna Fîlîstîn, Afganîstan û filan e. Encamên vê şoreşê herî kêm dê encamên biqasî encamên Şoreşa Fransî û Şoreşa Rûs berfireh biafirîne, lê berevajî wan dê ji neteweperestiyê jî safî bibe. Projeya min a çareseriyê, xweseriya demokratîk bingeh digire. Projeya min a xweseriya demokratîk, ji aliyekî ve çareseriyeke ku di nava xwe de sinoran nake pirsgirêk û bi sînoran re nakeve pevçûnan, ji aliyê din ve jî di bingehê xwe de çareseriyeke ku hegemonyeya gerdûnî napejirîne lê pê re nakeve nava pevçûnan, bi şertê ku rêgezên xwe biparêze, bêyî ku di nava vê hegemonyaya cîhangerî (küresel) de ku jê re “împaratorî” jî tê gotin bihele, heyîna xwe didomîni ye. Ev çareserî rêgezên konfederalîzma demokratîk jî dihewîne. Min behsa pênc rêgezên wekî siyasî, civakî-çandî, aborî, dîplomatîk û ewlekaryê kiribû. Projeya min van rêgezan dihewîne. Çareseriya li ser bingehê xweseriya demokratîk a vê pirsgirêkê dê hemû Rojhilata Navîn ronî bike, wê ji bo Îtalya û ji bo Îspanyayê jî bibe gelaleyek(model) . Nêrînên min ên di mijara dewlet û desthilatiyê de bi nêrînên Gramscî re rastênhev e (paralel e). Her çi qas Marks netewe-dewlet pejirandibe, lê ez vê napejirîn im. Sedema aloziya ku a niha jî Ewrûpa dijî dîsa avanîsazî û têgîhîna vê netewe-dewletê ye. Di nivîsa ku hûn amade bikin de serenav dikare ev be; “Gelo Kurdistan Li Berbanga Şoreşeke Nû Ye?” Di vê şoreşê de wisa pir zêde xwîn jî narije. Pêşbînî û armanca me ew e ku em vê çareseriyê bi ziyanek(xisarek) herî kêm û bi rêyên aşîtiyane pêk bînîn. Ez li ser vê nivîsa ku hûn ê li ser vî bingehî biberfirehî amade bikin dihizirim û ez dibêm ew dê hem li vê derê û hem jî li Ewrûpa jî deng vede.
Niha ez ê daxuyaniyên xwe yên îro bidim. Tiştên ku ez dixwazim di derbarê vê referandûma destûra bingehîn de bibêjim hene. Divê kurd neçin vê referandûma destûra bingehîn a qelp ku AKP’ê çêkırîye. Ev guherîna destûra bingehîn, gaveke qelp e ku serê nîjadkujiya siyasî û çandî ya ku li hemberî kurdan pêk tê digire û nîjadkujiyê vedişêre ye. Wekî din hewldaneke ku mercên destûreke bingehîn a demokratîk jî ji hole radike û derbas dike ye. Divê li hemberî vê yekê PAD û kurd alternatîfekê biafirînin. Divê destûra xwe a bingehîn, xweseriya xwe ya demokratîk diyar bikin û wê bibin referendum ê. Divê serî li raya gel bidin, ji gel re bibêjin paketa me ya alternativ a çareseriyê ev e û ji gel bipirsin. Dikare ev bi şêwazê ankêtekê jî çêbibe. Ji bo kurdan di nava vê guherîna destûra bingehîn de tu tiştek tune ye. Ya tê kirin bigiştî şerekî desthilatdarî û bidestxistina venêrana daraziyê ye. AKP dike ku burokrasiyê bixe destê xwe. Ji bo me çi cûdahiyek di navbera ka venêrana daraziyê di destê CHP’ê de be an jî di destê AKP’ê de tune ye. Heta bi vî awayî dê darazî hê jî xerabtir bibe. Pêwîste ev were fêmkirin. Li hemberî kurdan di navbera AKP, CHP û MHP’ê de hevgirtinek olîgarşîk a faşîstane heye. Di mercên asayî de ev hevgirtin zêde dirêj nakêşin, herî zêde dikare salekê bidome. Lê, vê havgirtinê ji sala 2002’an û heya roja me, 8 salin dom kiriye. Niha bi çûyîna Denîz Baykal re vê hevgirtinê jî dest bi jihevketinê kiri ye. Niha ez naxwazim di derbarê Kiliçdaroglû de jî tiştekî misoger bibêjim, nûnerê Başbûg hilgirtiye rêveberiyê, dibe ku erênî be, dibe ku neyînî jî be. Lê di encamê de ev hevgirtina faşîst a sêalî ji hev ketî ye.
Ev ew qas ne girîng e, dikare di ser yek kesî/ê re jî were birêvebirin. A rast di pêvajoya ku AKP’ê desthilatdarî xistî destê xwe de artêşê jiholêrakirina wê ji xwe re kiribû armanc û ji bo vê yekê plan jî amade kiribûn. Ev muhtiraya di 27’ê Nîsanê de, ji bo tirsandina AKP’ê gavek bû. Lê vê carê Emerîka li Erdogan xwedî derket. Bi vê piştgiriya Emerîkayê leşker hatine girtin û Fermandariya Giştî jî li hemberî vê yekê deng dernexistiye.
Belê, di vê pêvajoyê de DYE’yê her cure piştgirî daye AKP’ê. Niha ev planên darbeyê yên ku di darizandina li Sîlîvriyê de, ji xwe li hemberî Ozal û Erbakan hatibûn pêkanîn, heke DYE’yê li Erdogan xwedî derneketa dê heman koman ev plan li hemberî Erdogan jî pêk bianîna. Piştî daxuyaniya 27’ê Nîsanê, bi hevdîtina li Qesra Dolmabahçeyê re bi awayekî vekirî ji Buyukanit re peyama “Em ê we jî darazînin” hat dayîn. Di berdêla vê de, di mijara jiholerakirina Tevgera Kurd de li hev kirine. Li gorî vê peymanê AKP ji hole nayê rakirin û di berdêla vê de AKP wê li hemberî êrîşên li ser kurdan dengê xwe dernaxîne. Hevgirtina faşîst a sêalî ya li dijî kurdan li ser vî bingehî ava bûye, çîroka pêşîlêvekirina qelp piştî wê yekêdest pê kiriye. Dibe ku di vê mijarê de di nava AKP’ê de hin kesên niyeta wan baş hebin, lê ne bi bandor in.
Dibe ku min li gorî hêjahiya wê pêkneanîbe, lê piştî ku ez anîme vêderê û beriya wê jî ev bîst sale ku rewşeke min a rêbertiya şoreşgerî heye. Bi heman awayî di mijara çareseriyê de ew bîst sale dewletê jî tişta ku dikeve ser milê wê, li gorî hêjahiya wê pêkneanî ye. Berê muxatab hebû. Di vê mijarê de Ozal û Erbakan mirovên durist bûn, ji tiştna re digotin an erê an na. Lê cûdatiya di navbera wan û Erdogan de wek Erdogan li pişt wan ev qas piştgiriya DYE’yê tune bû. Jîriyeke gelek pratîkî ya Ozal hebû. Heke Ozal bijiya, pirsgirêk dê ne di vê xalê de ba, dê bihata çareserkirin, Ozal hate tesfiyekirin. Dema ku ez li Sûriyê bûm Erbakan jî ji bo çareseriya pirsgirêkê di ser serokê dewleta Sûriyê re sê caran name ji min re şandibû, di çareseriyê de jidil bû, lê hate astengkirin û tesfiyekirin. Ecewît jî hewl da da ku hin tiştan bike û efûyekê derbixe, lê Bahçelî astengkir û bi jihevxistina hikumetê pêvajo xitimand. Bahçelî ne yekî wiha ji rêzê ye, zilamê şerê taybet e. Lê di hevdîtina Dolmabahçe de Erdogan bi van hêzan re li hev kiriye, tawîz daye van, durist nêz nebûye, bûye parçeyekî tesfiyeya li hemberî kurdan. Min ji bo çareseriyê li hemberî AKP’ê heşt salan sebir kir, ez li muhatebekî digeriyam, lê tu muxataban nabînim. Ev sê hevdîtinin ku ez hişyar dikim, balê dikişînim ser roja 31’ê Gulanê û dibêjim werin em van pirgirêkan derbas bikin, lê muxatab tune ye. Mina ku min beriya niha jî vegot; ji destpêka salên ‘90’î û pêve nêzîkatiyên çareseriyê yên hin beş û saziyên di nava dewletê de çebûn. Me ev nêzîkatî him ji nava artêşê him jî ji hikumetan dîtin, lê yek ji van jî negihîşte encam ê. Di xala ku îro em gihîştinê de, ji dewletê wêdetir AKP ketiye rewşa aliyê ku çareseriyê naxwaze, hewl dide da ku dengan winda neke.
Di vê navberê de rawêjkarê(musteşarê) MÎT’ê hatiye guhertin, ez nizanim yê nû dê çi bike. Dibe, em ê bibînin. Heke mîna Emre Taner bidomîne dê erênî be. Mêzekin, ez bîranîneke xwe bi we re parve bikim. Di sala 1999’an de dema ku ez destpêkê anîm vê derê, ez di cihê hewastandinê de bûm, ez bawerim kesê ku bi navê Çevîk Bîr bû, min ew li ser pêpelkê(merdiven) dît. Di mercên asayî de kesên wiha payebilind nayên û hevdîtinê çênakin, ez ne li bendê bûm. Ji xwe dibe ku ji bo tiştek din jî hatibe, lê ji bo yek-du deqiqeyan jî be ez jî dîtim. Min jêre got; “Werin arîkariyê bikin da ku em vê pirsgirêkê çareser bikin, êdî em van mirinan rawestînin”. Wî jî ji min re got; “te çawa derxistibe çiyê, tu dê wisa jî daxînî ”. Hê jî nêrîna serwer a dewletê bi vî awayî tê xuyakirin. Niha tê fêmkirin ku Çevîk Bîr ji tiştê ku diyar dibe hêj bibandortir e, li aliyekî Karadayi, li aliyê din Çevîk Bîr, nexwe di artêşê de dubendiyek mijara gotinê bû. Di pirtûka Hasan Cemal a ku ez niha dixwînim de jî ev tê fêmkirin. Tê fêmkirin ku Çevîk Bîr ji Karadayi bibandortir û bihêztir e. Min jî li ser vê bersivê got; “divê mirov cidî nêzî vê pirsgirêkê bibe, wisa ne hêsan e, arîkarî bidin da ku em bi hev re çareser bikin”. Û lêda û çû. Ji xwe hevdîtinek bû ku li derveyî rêzikan û jixweber pêş keti bû.
AKP dike ku di qada navneteweyî de bi riya Turkiye-Îran-Sûriye li hemberî kurdan hevgirtinek sêalî ku wekî wê hevgirtina faşîst a li dijî kurdan, ku min jê behskiribû bixe dewrê. Armanca vê hevgirtinê jî nîjadkujiya kurdan e. Heta ev xelek hêj firehtir e, di serî de Erebîstana Sûûdî û Yekîtiya Ereban jî dikare di nava vê hevgirtinê de bê hesibandin. Heke em firehtir şîrove bikin, dikin ku Çîn û Rûsyayê jî tevlî vê hevgirtinê bikin. Ez belasebeb nabêjim; pêvajoya tê jiyîn Şerê Cîhanê yê 3. e. Lê serokê dewleta Sûriyê Esat, di hevpeyvîna bi Show TV. Re û di daxuyaniya xwe ya li Stenbolê de bi gotina “Divê bi hevdîtinan çareserî bingeh were girtin” re ji vê hevgirtinê vekişyaye û gotiye ez di vî karî de tune me. Fêm kir ku dê Tirkiye bi rêya şer li çareseriyê bigere û nexwest bikeve vê yekê. Ev hevgirtin di navbera Tirkiye û Îranê de didome. Bi gotineke rastir, ev peyman di navbera Erdogan û Ehmed-î Necad de bi rê ve diçe. Her çi qas Tirkiye di hevdîtina Bûsh-Erdogan a ku di 5’ê Mijdarê de ji bo jiholêrakirina PKK’ê soz girtibe jî, lê tişta ku li bendê bû bidestnexistîye. Lewre Tirkiye li bendê bû ku DYE’yê Barzanî jî bi kar bîne û PKK’ê ji holê rake. Lê ji ber ku him DYE’yê him jî hêzên Başûr dîtin ku ev bi rêya çekdarî ne gengaz e, encam nehatiye girtin. Di vê navberê de AKP hizîrî ku çareseriya li Tirkiyê li ser kurdên di nava xwe de, Ehmed Turk û yên mîna wî jî bikişîne rex xwe û vî karî bi rê ve bibe, lê bi ser nexist. Gava ku ev pêknehatin jî Tirkiye bi Îranê re li hev kir. Operasyon û bidardekirinên ku têne çêkirin, misoger encama vê peymanê ne. min berê di vê mijarê de Tayîb beg hişyar kiri bû, min ji wî re jî ji Serokomar re jî name nivîsand û min got; bi vî awayî nabe. Lê Tayîb beg guhdarî min nekir, ji xwe serokwezîr e, dikare guhdar jî neke, ew dizane, serî li hesabeke şaş da. Ez vê hevgirtinê dişibînim hevgirtina Elmanya-Japonya-Îtalya ya di dema şerê Cîhanê yê 2. de. Di wê demê de Îtalyayê mîna Sûriyeya niha xwe ji vê hevgirtinê vekişandibû. Bombeya atomê avêtibûn Japonya yê. Ez texmîn dikim ku di nava salekê de li hemberî Îranê jî bombenaran çêbibe. Erdogan û Davûtoglû ji aliyekî ve bi Sûriye û Îranê re hevgirtinê çêdikin, ji aliyê din ve jî armanc dikin ku hevdîtinên xwe bi Îsraîl û Emerîkayê re jî bidomînin. Mina jineke bi du mêran dikin ku her du aliyan jî bi rê ve bibin, lê ev ne gengaz e. Ji xwe demeke ku ji bo Îranê hatiye dayîn heye, ev dem jî ber bi qedandinê ve ye. Ez bawer nakim ku Erdogan karibe zêdetir xwe ragire. Dibe ku Îran hinekê li ber xwe bide, lê Erdogan dê neçar bimîne ku heya yek-du mehan xwe ji vê hevgirtinê vekişîne. Hema mîna radestbûna Elmanyayê ya ku piştî bombekirina Japonyayê ye. Niha ez dixwazim hinek tiştan di derbarê nîjadkujiyê dede jî bêjim.
Heke Japonya piştgirî nedaba Elmanyayê, nîjadkujiya cihûyan çênedibû. Bi heman awayî, heke Elmanyayê piştgirî nedaba Tirkiyeyê (Osmanliyê) nîjadkujiya Ermeniyan jî pêk nedihat. Ermenî û Cihû pir zanebûn, ji ber vê yekê jî nîjadkujiya wan ancak dikarî bi awayê fîzîkî pêk bihata. Tirkiye jî hewl dide ku bi Îranê re li hev bike û nîjadkujiya kurdan pêk bîne. Lê ji ber ku rewşa kurdan ji bo nîjadkujiya fîzîkî zêde dest nade,vêca dest bi nîjadkujiya çandê kirîne û wê pêk tînin. Heke qedexekirina perwerdehiya bi zimanê dayîkê ne nîjadkujiya çandî be, wê demê çi ye. Li gorî hevpeymanên navneteweyî yên di derbarê nîjadkujiyê de qedexekirina perwerdehiya bi zimanê dayîkê, bi awayekî eşkere nîjadkujiya çandê ye. Lê nîjadkujiya fîzîkî jî hatiye ceribandin, vaye Helebçe ji bo vê mînakek e. Beriya wê jî bûyerên Genç-Hanî-Dîcle û yên di salên 1925’an de ji bo vê mînakek in. Ev bidardekirinên li Îranê û bi bombeyan mirina zarokên li Ozalpa Wanê jî mînakên dawiyê ne. ev sorkirin û azirandin bi zanebûn, ji bo afirandina hoy û mercên nîjadkujiyê hatîne plankirin. Agahiyên derew zû belav dikin. Gava ku zilamên Şêx Seîd ketin Amedê bi zanebûn bûyerên destavêtinê zêde kirin û xistine stûyê wan. Ji ber sedema vê yekê gelê Amedê piştgiriya xwe vekişandî ye. Ji bo ku ji bo nîjadkujiya fîzîkî nêvengeke guncan biafirînin girtina min jî sorkirinek(tehrîkek)bû, lê min ev lîstok dît û vala derxist. Bi heman awayî bûyerên destavêtinê yên ku li Sêrtê qewimîn jî sorkirinek e. gelê me zana ye, nehatiye vê lîstok ê. Heke gel bihata vê provakasyonê, dê bi awayekî bixwîn biçewisandina. Ji ber vê yekê, dîsa ez dibêjim; ev bûyerên destavêtinê bi dewletê re pêwendîdar in. Parçeyeke şerê derûnî û şerê taybet in. li Sêrtê çi hate kirin?
Tişta ku îro kurd dijîn nîjadkujiyeke. ji xwe zimanê dayîkê jî nade jiyîn. Di dema nîjadkujiya Ermeniyan de dused kes hatibûn girtin, lê 1500 siyasetnedarên kurda hatine girtin, di heman demê de 400 zarok hatine girtin, zarok! Jin di hundir de ne, jin hatine girtin! Pirsgirêka namûsê ye. Ji bo we ma namûsa we tune ye, ma hûn li namûsa xwe xwedî dernakevin?
Ji ber ku muxatab tune ye ez xwe vedikêşim, lê ev nayê wê wateyê ku heke muxatab peyda bibe hevdîtin çênabin. Wekî min got; ez xwe vedikêşim, li ser ka wê ji niha û pê de çi çêbibe dê kurd bi xwe biryara xwe bidin. Rêxistinîbûnên KCK’ê yên li Tirkiye û parçeyên din dê li gorî mercên xwe biryarê bidin û rêbazên têkoşînê diyar bikin. Ya rast di daxuyaniya xwe ya ku kirîn de jî dabûn diyarkirin ku dê şerekî di asta navîn de bê rojevê, ez nizanim, ew dizanin lê ez hêvîdarim ku mirovên sivîl-bêguneh zirarê nebînin. Hêzên ku min di sala 1984’an de bi armanca destpêkirina têkoşîna çekdarî şandibûn welêt, şerekî ku min dipejirand bi rê ve nebirin. Li vir ez carek din jî şiyar dikim, heke dê şer birêvebibin, bila şerekî bi şêwazê şerê ku di navbera salên 1992-2000’î de bi rê ve nebin, bila şer û delkbazî(şarlatanlik) têkelî hev nekin. Ev ne lîstok e, min di sala 2005’an de jî gotibû; heke hûn şerekî rast bi rê ve nebin, ez ê we delkbaz diyar bikim. Vaye mînakên berê yên mîna vî Hogirî hene. Komkujiyên gundan hene, bi vî awayî nabe. Têgihîna min a şer ne ev e. Hêviya min ne mirina sivîlan e. Divê dewlet jî li gorî hiqûqa şer tevbigere, divê dest nede sivîl, jin û zarokan. Divê KCK jî li gorî vê yekê tevbigere. Lê ez nizanim ka wê bibe an na, berpirsiyarî ya wan bi xwe ye. Ji niha û pê de dibe ku PKK bi dewletê re li hev were û biçin çareseriyekê jî, dibe ku mîna salên “90’î” şer bikin û bêyî ku encam bigirin bi xitimin jî. An dibe ku PKK têk biçe, şer winda bike û ji holê jî were rakirin, em van nizanin. Em nizanin ka piştî şer pêşbikeve dê çi biqewime. An dê hebûna xwe bidin pejirandin an jî dê ji holê bên rakirin, berpirsiyarî ya wan bi xwe ye. Ez dîsa bang li birêz Erdogan dikim; em dikarin vê pirsgirêkê bi rêyên demokratîk û aşîtiyane di nava xwe de çareser bikin. Berevajî vê yekê, hemû berpirsyarî ya ji niha û pê ve ya hikumeta AKP’ê ye. we qe pirtûk anîn?
Ji ber ku dem nema min nekarî aliyê jinê binirxînim. Ez silavên xwe ji hevalên jin re dişînim. Ez silavên xwe yên taybet ji Selîm Sadak re dişînim. Ez hevalên li girtîgeha Sêrtê silav dikim. Ez silavên xwe ji gelê me yê li Amed, Dîcle û Sêrtê re dişînim.
Roj baş.
Ji her kesî/ê re silav.