Serokatiya Partiyê
Ku exlaq û polîtîkaya civakekê nîn be, ku ev di warê giştî de di wateya kolektîf de ji bona bandorên hebûnî karên hevbeş ên civakê birêve bibin û vehûnanan(doku) qezenc neke, wê civak nikaribin hebûna xwe ya cewherî bidomînin. Ku civakek, exlaqa cewherî û vehûnana wê ya polîtîk bi pêş neketibe û kotî bûbe, hatibe berevajîkirinê û felçkirinê, mûmkûn e ku mirov bêje ew civak di warê desthilatî û dewletî de, dagirkerî û mêtîngerîya tekelên cur bi cur jiyan dike
. Bes bi vî awayî berdewamkirina hebûnê, li hember hebûnê xiyaneta cewherî û biyanîbûne; ev jî wekî kerî, alav û mal-mûlk di bin desthilatiya tekelan de bûyîn e. Di vê rewşê de, ya di civakê de windabûna xwezaya cewherî pêk hatiye, ya yetenekên xwe yên civaka xwezayî winda kiriye, yan jî dûmûrîn bûye. Ev civak bûye somûrge, heta jê xerabtir bi her tiştê xwe wekî mijara milkbûnê, xwe ji rizînê û tunebûnê re terikandiye. Di dîrokê û roja me ya îroyîn de, gelek civakên ku li gorî vê ravekirinê ne, hatine çavdêrîkirinê. Yên ku hatine rizandinê û tunekirinê, ji yên hê jî li piyane qat bi qat zêdetirin. Ku civak bikeve rewşeke, nikaribe xwe bidomîne û nikaribe saziyên pêwîst ên ehlaqî û polîtîk saz bike û bide xebitandinê û bi kêrî tiştek neyê, tê wateya ku ketiye cendereya zext û mijokatiyê. Ev rewş, “rewşa şer e” Em dikarin dîrokê, wekî “rewşa şer” a şaristaniyan li hember civakan binav bikin. Dema ku exlaq û polîtîka bikêrhatî nîn be, yek karê ku civak bike dimîne, ew jî parastina cewherî ye. Rewşa şer jî, rewşa nebûyîna aştiyê ye. Lewre, aştî encax di bingeha parastina cewherî de dikare wate qezenc bike. Aştiyeke bê parastina cewherî ku ji hêla lîberalîzmê ve li ser gelan û civakan ferz bûye, hele hele îstîsmara demokratîk, ew lîstika ku lihevhênêrî(uzlaşma)tê gotin, hêzeke ku bi yekalî hetanî qirikê bi çek e, ji bilî nixumandina serdestiya çînên bûrjûva, yanî meşandina rewşa şer ku ji nixumandinê birêvebirina wê wêdetir tu wateyeke xwe nîn e. Binavkirina aştiyê bi vî awayî, wekî hewldana herî mezin a sermeyaya hegemon derdikeve pêşberî me. Di dîrokê de jî, bi şêweyên cur be cur, xwe bi navê “têgînên(kavram) pîrozkirî” tîne ziman. Ol, di vî warî de bi têgînan barkirî ye.
Pêşketina aştiyê, encax bi parastina cewherî, lewre bi qerekterê xwe yê ku civaka exlaqî û polîtîk diparêze û ewlehiya wê pêk tîne, wê bigihê wateya xwe ya rastîn. Bi taybetî jî, binavkirina aştiyê ku mijûliya mezin a Michel Foucalult pêwîst dike, encax bi vî awayî dikare îfadeyeke civakî ya ku bê qebûlkirinê qezenc bike. Ji bilî vê wate barkirin, li ser navê gelan dafikbûyîn û berdewamkirina bi şêweyên nixumandî ya rewşa şer wêdetir, tiştek îfade nake. Di zirûfên modernîteya kapîtalîst de, ev peyveke bi kemînan barkirî ye. Ji bilî van watebarkirinan, aştî ji bona hemû civakan, li ser navê gelan, ji kemînbûyînê, berdewamiya nixumandina rewşa şer wêdetir îfadeyekê dernaxîne holê. Peyva aştî, di zirûfên modernîteya kapîtalîst de, peyveke bi kemînan barkirî ye. Ku rast neyê binavkirinê, bikaranîna wê gelek bi zirar û fikare ye. Ku em careke din binav bikin, aştî ne bi tevahî ji holê rakirina rewşa şer e, ne jî ji ber aliyek bi ser ketiye û rewşa nebûyîna îstîkrar û şer e. Di aştiyê de alî hene. Serdestiya aliyekî ne mijara gotinê ye û divê nebe jî. Sêyemîn, divê çek di bingeha rizaya rêveçûna sazîbûnê ya cewherê exlaqî û polîtîk a civakan de bêne bêdengkirinê. Ev her sê merc, bingeha aştiyeke rêgezî ye. Heta aştiyeke rastîn xwe nespêre mercên bi rêgez, tu wateya xwe nîn e.
Ku em van her sê mercan kêmek vebikin, yekemîn, bi tevahî bêçek kirina aliyan pêşbînî dike. Îdeayên wan çi dibe bila bibe, soza ku wê tenê bi çekan êrîşî hev nekin didin. Li pey serdestiya çekan nabezin. Li hember maf û derfetên xwe di bin ewlehiyê de hiştinê de, rêzgirtinê qebûl dikin. Duyemîn, serdestiyeke dawîn a aliyekê ne mijara gotinê ye. Dibe ku di bin sedestiya çekan de îstîkrareke pêkhatî û aramiyek çêbûbe, lê ev rewş wekî aştî nayê binavkirinê. Aştî, kîjan alî (mafdar-neheq) dibe bila bibe, ku du alî bêyî ku serdestiyê (bi çekan) li ser hev bikin û bikaribin şer bidene rawestandin, dibe ku bê rojevê. Sêyemîn, alî di çareserkirina pirsgirêkan de rêveçûna sazûmanî ya exlaqî (wijdan) û polîtîk a civakan(dîsa rewşa wan çi dibe bila bibe, herdu alî jî civak an deshilatî) re li hember hev rêzgirtinê qebûl dikin. Ev mercên ku jê re “çareseriya polîtîk” tê gotin, di vê çarçoveyê de tê binavkirinê. Agirbesteke ku çareseriya polîtîk û exlaqî di nav xwe de nehewîne, wekî aştî nayê şîrovekirinê.
Di bin van mercên aştiyeke rêgezî de, siyaseta demokratîk girîngiyeke jênaveger qezenc dike û dikeve rojevê. Ku saziyên civaka exlaqî û polîtîk dest bi xebatê bikin, pêvajoya ku bi xwezayî derdikeve, pêvajoya siyaseta demokratîk e. Derdorên ku aştiyê hêvî dikin, encax polîtîka di bingeha exlaqî de erka xwe bilîze, divê bê zanîn ku wê ev serkeftinê bi xwe re bîne. Berevajî vê ya ku bê kirinê, wê li ser navê tekelan wekî “lîstikên aştiyê” wêdetir neçe. Di vê rewşê de siyaseta demokratîk erkeke jiyanî dilîze. Bi hêzên serdest û yên dewletê re, encax bi hêzên siyaseta demokratîk re, bi diyalogê, pêvajoyeke bi wate û aştiyane bê jiyankirinê. Ya mayî bi wext dagirtina tekelan, didome û diçe. Ji şer westandin, zoriyên lojîstîk û aborî hene. Ku neyên çareserkirinê, heta ku serketina aliyek tam pêk bê, şer tê berdewamkirinê. Ji van şêweyan re pêvajoyên aştiyê nayê gotin, dikarin bê gotin ku, ev agirbest e û ji bona ku zêdetir şerekî bi şîdet bê li dar xistin. Ji bona ku agirbesteke aştiyane be û rê li ber aştiyê veke, bi van sê mercan ve girêdanbûyîn, girîngiyeke rêgezî ye.
Mîna ku carnan di şeran de tê dîtin, aliyê ku parastina cewherî (yên di rewşa mafdariyê de ne) dikin jî, dibe ku li ser bikevin. Di vê rewşê de jî, ji bona aştiyê her sê merc naguherin. Mîna ku di şerên sosyalîzma reel û di gelek şerên rizgariya netewî ya mafdar de hate dîtin ku, hem li pey serdestî û dewleta xwe bezandin, di bin vê serdestî û dewletê de, pêkanîna îstîkrarekê, nabe aştî. Vê carê di şûna hêzeke biyanî(tekelcî), hêzeke xwecihî (kapîtalîzma dewletî an jî ew derdorên ku wan re bûrjûvayên milî) bicîkirina wan mijara gotinê ye. Ku bê gotin serdestiya sosyalîst jî, rastiya sosyolojîk naguherîne. Aştî, ne diyardeyeke ku bi serdestî û serketinên dewletê pêk bê. Serdestî û dewlet bi çi navî dibine bila bibin(bûrjûva, sosyalîst, netewî, dij netewî ferq nake) hêza xwe bi hêzên demokratîk re parve neke, aştî nakeve rojevê. Aştî, di tehlîla dawîn de lihevhatina li gorî mercan a demokrasî û dewletê ye. Di seranseriya dîrokê de, çîrokên van lihevkirinan cî û demên mezin girtine. Di gelek dem û ciyan de hatine ceribandin. Yên xwedî rêgez û demên dirêj hene. Yên hê hibra wan ziwa nebûye, xera bûne jî hene. Civak, ne tenê sazbûna hêzên serdest û dewletê ye. Çiqas derdorên wan bê tengkirin, heta ku civak bi tevahî ji holê neyê rakirinê, dizanin ku di bin nasnameya xwe ya cewherî de, exlaqî û polîtîk jiyan bikin. Belkî ya ku di dîrokê de nehatiye nivîsandin, lê rewşa esasî ya jiyanê, ev rastî be. Ku em civakê ji çîrokên dewlet û desthilatiyê nebînin, berevajî vê, ya diyarker em vê xwezayî bihesibînin, wê piştgiriya xwe ji avabûna zanisteke rastîn a civakî re hebe. Îktîdar (desthilatî), dewlet û tekelên sermayedar çiqas mezin û dewlemend(Fîravûn û Karûn) bin bila bibin an jî bi qasî civaka roja me ya îro ku bûbin cinawir(Levîathane nû) jî, wê nikaribin tu caran civakê ji holê rabikin. Ji ber ku di qonaxa dawîn de ya wan diyar dike, civak bi xwe ye. Yên ku têne diyarkirinê, tu caran şûna yên ku diyar dikine nagirin. Hêza îktîdarê ya herî xwe xemilandî û hêza wê ya propagandaya medyatîk(fena roja me ya îroyîn), wê nikaribe vê rastiyê binixumîne. Ew, di nava çermê dêwek de, hêzên herî belengaz û şerpeze ne. Li hember vê civaka mirovî, ji roja ku ava bûye, wê wekî afirîneriyeke herî bêhempa ya xwezayê, ji wate girtinê bêpar nemîne.