HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Hevdîtina Rêber APO bi Parêzeran re

20 Çile 2010

Em derneketin hevdîtina hevpar, çalakiya me berdewam dike. Weke tê zanîn tevî ku mafê me yê hevdîtina hevpar a heftane deh seat bû, daxistin saetekê û me karî em seatekê tenê hevdîtinê çêbikin. Ji bo min ne pirsgirêk e ku ez derkevim hevdîtina hevpar, ji xwe ez fêrî van rewşan bûme. Min yanzdeh salan li vir bi tena sere xwe derbaz kir. Ji xwe nedihiştin ku ez bi tu kesî re jî hevdîtinê çêbikim, mafekî wisa jî nedabûn. Ez li vir têra xwe dikim, lê ez bi ber hevalan dikevim. Heyfa wana ye. Ez nizanim ka wê ew li hemberî van rewşan bikaribin li ber xwe bidin an na.  Hevdîtina hevpar a herî dawiyê ji saetek hate daxistin pêncî deqe. Di van mercan de domandina hevdîtinan bêwate ye. Ji ber vê sedemê me jî biryar da ku em dernekevin hevdîtinê. Em li vir ji bo xwe tiştekî cewaz naxwazin. Em tenê dixwazin ku zagonên xwe pêkbînin. Ez nikarim hinde caran wate bidemê û carnan li vana heyirim. Çi qas sivik nêzî dibin, zagonên xwe jî pêknahînin, rêza wan ji zagonên xwe re jî nine. Lê ji aliyê din ve jî dixwazin em li gorî zagonên wan tevbigerin. Ez vê yekê bi xemgînî pêşwazî dikim.

Min di demeke nêz de hevdîtin bi mudirê girtîgehê re jî çê kir. Gotin ku eger ez biaqil bim û neaxivim, wê televîzyonê bidin min. Ango dibêjin pir neaxive û biaqil be. Helbet ez pir hêrs dibim li hemberî van nêzîkatiyên erzan. Min ji wan re jî got. Ez mirovekî pir birûmet im û dilsozî rêgezên xwe me. Ez ji bo rûmeta xwe dijîm. Hun nikarin ew qas erzan nêzî min bibin. Wisa dihesibînin ku wê min bi televîzyonekê bixapînin, tişteke seyr e! Ma van pirsgirêkan ew qas erzan in? Gelo ew qas tê girtin cidiyetê? Televîzyonek li vê derê heye ku ev deh sal in di destê xwe de digirin, lê nadin min. Weke ku vî mafî ji bo min zêde dibînin, bi ser de dikin mijara bazarê. Wisa dihesibînin ku wê min bi çend tiştên erzan, bixapînin; ma vana min çi dihesibînin? Diyar e ku min bi wan Botanan û Osmanên pispaye re, ku ji nava me reviyane, tevlîhev dikin. Helbet fêr bûne. Ji ber ku wana bi çend tiştên biçûk xapandine, wisa dihesibînin ku wê vana li me jî bikin. Lê ez nayêm van tiştan. Ez nahêlim ku gotin bên ser rêgezên min, rûmeta min û nasnameya min. Vana nirxên gîrîng in ji bo min. Weke tê zanîn bi van rêbazan re di dema bihûrî de gelek mirov xistin. Wisa dihesibînin ku wê li vê derê min jî bi heman rêbazan bixînin. Nabe ku nêzîkatiyeke ew qas ji rêzê û erzan hebe. Ma vana min çi dihesibînin? Bi rastî jî ez şaşwaz dibim û hêrs dibim. Ez nayêm bazariyên ew qas erzan, ma çawa dihizirin ku ezê werimê? Em li vê derê dixwazin ku wan zagonên ku danîne pêkbînin û em tiştekî zêdetir naxwazin.

Rûyê rastîn ê AKPê ev e. Pêwîst e ev rastî jî ji aliyê herkesî ve were zanîn. Hun nikarin min li vê derê bi rengdêr(sıfat)ên “terrorist” û wekî vana tewanbar bikin û bi vî rengî ji nava vî karî derbikevin. Berpirsyarê tevahiya van polîtîkayan AKP ye. Bi qasî ku televîzyonekê jî bikin mijara bazarê, biçûk dihizirin. Zilamtiya dewletê û cidiyeta dewletê ne ev e. Bi nêzîkatiyên wisa erzan re nabe. Divê bûyîna hukimet û rêvebirina dewletê, wisa nebe. Bi rastî jî ez diheyirim, şaşwaz dibim û bi xemgînî pêşwazî dikim. Ma em ketî ne ku werin lîstokên bi vî rengî erzan? Gelo ez ketî me, hevalên min ketî ne, her wisa gelê me ketî ye ku em werin van lîstokên bi vî rengî erzan? Vaye hişmendiya AKPê ev e. Ji ber vê, min pênaseya tesfiyê kir. Hişmendiya Faşîst û faşizm ev e. Pêwîst e vê hişmendiya vana were dîtin û fêmkirin. Pêwîst e her kes jî di vê mijarê de hişyar be. Pêwîst e gelê me vana baş bibîne. Pêwîst e dengên xwe jî ji vana re zêde bibine. Divê Kurd yekîtiya xwe çêbikin û neyên lîstokên AKPê. Vaye AKP hewl dide Kurdan birçî bihêle, dûra jî dibin nave vebêrhênan (yatırım)ên bi awayê alîkarî û kredî yên ji herêmê re, Kurdan bi xwe ve girê bide. Divê Kurd tenezûlê vana nekin û neyên lîstokên bi vî rengî. Yê di encam de winda bike û bimire, wê gelê me be. Divê vana wisa werin zanîn. Loma ez pir hêrs dibim, ez ji herkesî re hêrs dibim, ez ji gel jî hêrs dibim, ez tenê ji Kurdan re vana nabêjim, ji gelê Tirk re jî dibêjim; ma çima lîstokên wisa biçûk ferq nakin, çima dengên xwe didin hişmendiyeke wisa, divê yek dengê xwe jî nedin hişmendiyeke wisa. Dema AKP tevahiya van lîstokan dilîze, aliyên netewgir-neteweperest-komkujer ên Baykal û Bahçelî nîşan dide û ji me re dibêje qayîl bin. Min berê jî diyar kir, bi nîşandina aliyê CHP û MHPê yê netewgir-neteweperest-komkujer, dibêjin “binêrin, eger vana werin dê we bikujin, wê mafê jiyanê jî nedin we”, van gef(tehdit)an nîşanî me didin û dibêjin “bi AKPê qayîl bibin” Bi eşkereyî bi destên Baykal û Bahçeli mirinê nîşan didin û hewl didin me qayîlî tayê bikin. Konsepta dane pêşiya me, ev e: bi nîşandana mirinê, ji me re dibêjin qayîlê tayê bibin. Di navbera vê nêzîkatiya netewgir-neteweperest û nêzîkatiya sûnî-îslamgir de ti cewaziyek nine. Ya ku di dema bihûrî de dihate pêkanîn, faşîzma netewgir-neteweperest bû. Lê ya ku niha bi destê AKPê tê pêkanîn, faşîzma sûnî-îslamgir e. Ji xwe rewş ji bo gelê me jî ev e. Berê Kurd, ango gelê me bi polîtîkayên netewgir û netewperest dihate xapandin, rêvebirin û dengên wê dihate girtin. Lê niha jî bi destê AKPê hewl tê dayîn ku bi polîtîkayên sûnî-îslamgir re were xapandin. Weke hun dizanin piraniya Kurdan sûnî ye. AKP jî bi riya bikaranîna vê nasnamê re, hewl dide gelê me bi vî aliyê wî ve bimije. Weke hun dizanin heman lîstok bi taybetî li Ruhayê jî biberdewamî têne berdewamkirin. Helbet li pişt tevahiya van polîtîkayan Îngilistan heye û DYE heye. Tişta ku bi van polîtîkayan re tê armanckirin ew e ku Tirkiye bi welatên herêmê re peymanên ewlekariyên bilind çêbike; bi hêzên li Başûr re PKKê tengav bike û wê têxe bin zextên herêmî; her wisa Kurd li Tirkiyê jî bi destê AKPê werin xapandin û bi vî rengî pirsgirêk were çareserkirin. Yekane derdê AKPê li vê derê ew e ku wan hêzên ku têne zanîn bigre pey xwe û bi wan ve temenê xwe dirêj bike; hinekî zêdetir dengan bigre û îqtîdara xwe du-sê heyam(dem)ên din jî bidomîne. AKP hewl dide van heft salên dawiyê çawa bihûrandibe, ji vê pêve jî bi heman rengî û bi heman rêbazan re derbaz bike. Tek derdê wî ew e ku dema desthilatdariya xwe dirêj bike.

Vaye pêwîst e tevahiya van talûkeyan baş werin dîtin. Divê BDP jî vana baş bibîne. Ango divê hun dîroka xwe baş bizanin ku xeteriyên li benda we ne bibînin. Rewş ji bo Amed û Dersîmê jî heman e. Divê hun Dersîmî û Elewî dîroka xwe baş bizanibin. Divê her kesekî ku bixwaze nikaribe ji bo Dersîm û Elewîtiyê biaxive. Gelek rêxistingeriyên saziyan ên Elewiyan hene, lê belê dengên cewaz ji hemûyan derdikevin, tevahî tiştên cewaz cewaz dibêjin. Nikarin di xalên hevpar de werin gel hev. Divê rêxistingeriyên xwe yên ku nûneriya wana bi rengekî rast bikin û pêşengên xwe yên rast derxînin hole. Vaye min wê rojê ji radyonê guhdarî kir, ji Kemal Kılıçdaroglu pirs dikin “Gelo çiyayê ji bûz(cemed)ê yê di navbera te û Onur Oymen de heliya?” Kılıçdaroglu jî di bersiva xwe de dibêje “çiyayê ji bûzê di navbera me de tinebû ku bihele”. Vaye hun dibînin, bi vê rewşa xwe ve jî ji xwe re dibêje ”ez Dersîmî me û Elewî me”, xwe bi vî rengî pênase dike. Îdîa dike ku nûneriya wê dike, lê ew qas aciz e ku nikare li vir xwedî li nirxên xwe jî derbikeve. Divê hun Dersîmî jî ji van ders derxînin û hesap ji van ferasetan bixwazin. Divê hun biçin ser vê ferasetê. Divê hun karibin bêjin “hun nikarin me bixapînin”. Divê reaksiyona we di vê mijarê de gelek tund be û helwesta we zelal be.

Di rastî de ez dixwazim îro di derbarê aştiyê de jî hinek tiştan bêjim. Dîsa ez dixwazim wan nêzîkatiyên li hemberî xwe jî rexne bikim. Vaye dewlet hewl dide min bi rengdêrên “terorîst” û wekî vana re nîşan bide û pirsgirêkê bişewşîne (çarpıtma). Aliyê me jî ango aliyê Kurd jî rewşa min a tendûristiyê û mercên min ên li vê derê didin pêş û bi nave min derbazî çalakiyan dibin. Didin pêş ku mercên min xirab in û bi vî rengî bi navê min çalakiyan dikin. Weke ku ez nêzîkatiyên bi vî rengî napejirînim, ez wana erzan jî dibînim, heta ez ji van nêzîkatiyan re pir jî hers dibim. Hun nikarin, bi riya zarî(taklît)kirina min, bi dayîna pêş a mercên min ên li vê derê, bi giranbûna mercên min û bi hincetkirina vana re tevbigerin. Temam, ez dizanim ku dibe ji bo wan wateya min hebe, lê belê divê ev pirsgirêk di bingeha yek kesî de kilît nebe. Ev pirsgirêk pirsgirêka civakî ye. Pirsgirêkeke siyasî ye. Pirsgirêka azadî û nasnameya gelekî ye. Divê ev wisa were zanîn. Ez nirx nadim nêzîkatiyên bi vî rengî. Ez nirx didim helwest û nêzîkatiyên polîtîk û aqilê siyasî; her wisa ez girîngî didim vê şêwaza nêzîkatiyê. Pirsgirêka me pirsgirêkeke siyasî û civakî ye. Û pirsgirêkên bi vî rengî yên siyasî bi aqilê siyasî û rêbazên siyasî têne çareserkirin. Ev e, nêzîkatiya polîtîk û siyasî. Divê ev rewş wisa were zanîn. Divê her cihê ku mirov biçê, ez wisa werim vegotin. Vaye mercên min têne nîqaşkirin, çalakî li ser vê bingehê têne çêkirin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî, tê wateyê ku mirov bibe amûr(arac)a van lîstokan. Eger wisa were kirin hunê bibin amûra lîstokên ku li ser min têne lîstin. Ez dîsa diyar dikim, a girîng ne rewşa min a takekesî ye. Ji bo min a girîng rewşa pênc hezar hevalên min ên li girtîgehan û ya gelê min e, azadiya wana ye.  Sererastkirina mercên min û azadiya min tenê dikare piştî vana were kirin mijara gotinê. Pênc hezar hevalên min li girtîgehan in, dîsa rewş û tiştên ku gelê me dijî li hole ye. Çi qas rewşa pênc hezar havalên min baş be, ew qas jî rewşa min baş e. Rewşa min girêdayî rewşa wan e. Ew çawa dijîn, rewşa min jî wisa ye. Ez wisa nêzî vê pirsgirêkê dibim û wisa digirim dest. Divê herkes jî wisa bizanibe. Em bêjin ku rewşa min baş kirin, lê piştî ku rewşa hevalên min û gelê min xirab be, ti wate û nirxeke rewşa min a takekesî li vê derê nine. Gelê me Rêberiyeke bi vî rengî pejirand; min jî nêzîkatiya gelê me ji min re wisa fêmkir. Feraseta min a Rêberiya Demokratîk ev e. Neçar e ku ez bi vî rengî ji herkesî re werim vegotin. Ev bi têgihiştinê re pêwendîdar e. Di feraset û tekilaya min de jiyaneke spartî bi fêmkirinê mijara gotinê ye. Em neçar in ku jiyaneke spartî fêmkirinê biafirînin. Mirovê têbigihije ew mirov e ku azad dibe. Mirovê ku azad bibe jî xweşik dibe û mirovê xweşik e. Mirovê ku xweşik bibe jî ji jiyanê zewq digire. Mirovê ku bi azadbûnê re xweşik bibe, dibe xwedî jiyaneke watedar. Min berê niha jî got ku eger ez neyêm fêmkirin, ezê herkesî rexne bi tundî bikim. Eger pêwîst bike ezê parêzerên xwe jî red bikim û dernekevim hevdîtinan.

Mirov di van mercan de nikare rêberiya pratîk bike û fermanan bide. Ez vê, ne di ware exlaqî de ne jî di ware zagonî de, rast dibînim. Ev nêzîkatî ne exlaqî ye û ne jî zagonî ye. Ez vî mafî di xwe de nabînim. Ne mercên min hene û ne jî dema min heye ku ez rêberiya pratîkî bikim; her wisa, ne jî rewş û temenê min guncav e ji bo vê yekê. Elbet ezmûna min a siyasî ya sîh-çîl salî heye. Li vê derê kûrbûna min a ramanî ya civakî ya deh salî, heta yanzdeh salî heye. Ez dikarim di paralela tevahiya vana de nêrîn û rexneyên xwe bînim ziman. Lê vê jî, ji min re zêde dibînin. Ji min re dibêjin neaxive. Min ji yê vê derê re jî got ku ez mirovekî birûmet im û helwesta min a vê derê helwesteke birûmet e. Ev donzdeh car in ku li vê derê cezayê hucrê didin min. Hewl didin bi vî rengî bi cezayên disîplînê jî min bibizdînin. Lê ez nayêm vana. Hun dikarin min bikujin jî, ez ji vê jî natirs im, lê hun nikarin ji min re bêjin neaxive.

Ez li vê derê mehkumek im. Ez pir baş di ferqa vê de me û ez di zanebûna rewşa xwe de me. Ez li vê derê weke mehkumekê dikarim diyar bikim ku ezê meşa xwe ya dawî bi awayekî şayan (layîq)ê hevalên xwe û ji gelê me, temam bikim. Yekane armanca min ev e. Ez ji vê derê tenê dikarim vana bikim. Weke pêdiviya berpirsyariya li pêşberî gelê me, ez neçar im xwe bidim jiyandin. Ji bo vê ez hewl didim li hemberî rewşên ji mirinê xirabtir li ber xwe bidim. Hun berxwedana Mazlûman, Kemalan û Xeyriyan dizanin. Mazlûm xwe bidarde kir, her wisa Kemal û Xeyrî di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan. Ez neçar im ji bîranîna van hevalan re rêz bigirim û bîranînên wan bidim jiyandin. Ew mirovên pir wêrek bûn. Ez bi rengekî eşkere dibêjim, ez bi qasî wana jî wêrek nînim. Belkî jî ez kesekê ji rêzê me, dibe ez kesekî wisa bim ku pir neyêm nepixandin. Lê yek tişt heye ku ez dizanim, ew jî ew e ku ez hewl didim bi awayekî birûmet, bi kesayetî ku gelê me û nirxên me heq bike, bijîm. Têkoşîna min a vê derê, bi awayê xwe yê herî basît û herî tazî, têkoşîna parastina nefsa xwe ye, têkoşîna xwedî derketina li nefsa xwe ye. Pêwîst e van mijaran wisa bêne zanîn.

Tevî tevahiya van mercên dijwar, me hewl da em aştiyê bînin. Me hewldana vê da meşandin, lê nebû. Me dixwest ku em vê biserbixin, lê me nekarî em vê biserbixin. Bi rasthatina ku em di destpêkên sala 2010 de ne, ez dixwazim li ser vê mijarê rawestim û qala vê mijarê bikim. Di rastiyê de tiştên ku pêwîst bûn di riya ku diçe aştiyê de bihatina kirin diyar bûn û pir hêsan bûn. Ez dîsa diyar dikim, sekina hêsir(rondik)ên çavan girêdayî du peyvan e. Di rastiyê de hêsirên çavên mirovan bi du peyvan diqedin: hevdîtinên aştiyê. Malbatên ku xizmên xwe windakirine dikarin, bi riya bilêvkirina van herdu peyvan, çareseriya vê pirsgirêkê li hukimetê ferz bikin. Ew qas hêsan e sekinandina hêsiran. Ez bi rasthatina sala 2010, dîsa bang li Serok-komar, Serokwezîr, Serfermandar, Asayîş û Îstîxbaratê dikim. Divê herkes erka ku ji bo aştiyê dikeve ser milên wan, pêkbîne. Ev pêdiviya bûyîna dewletê û cidiyeta dewletê ye. Çareseriya vê pirsgirêkê ew qas jî zehmet nine. Di vê mijarê de nêrînên me yên zelal û eşkere çêbûn. Pir ne zehmet jî bû avêtina van gavan, lê ji ber çi be, van hewldanên me qet nehatin dîtin. Min li vir tevahî ezmûnên cîhanê û rêkên diçin aştiyê lêkola û di encama tevahiya van xebatan de min nêrînên xwe di mijara “gelo wê mirov li welatê me çawa aştiyê pêkbîne?” de nivîsand, diyar kir û hewl da. Lê belê van hewldanên me nehatin girtin ber çavan. Ez li hemberî vê nêzîkatiya negirtina ber çavan xemgîn dibim. Tê gotin ku çil-pêncî hezar mirov mirin. Ji herdû aliyan çil-pêncî hezar mirov mirin; lê belê, gelo çi qas encam ji vana hatin derxistin? Nikarin bi riya gotina “teror”ê, vê yekê vebêjin û nikarin bi vebêjeyên bi vî rengî ve mirovan bixapînin. Li cihekî ku nêzî pêncî hezar mirov mirine, ne “teror”, lê şer heye.  Eger li welatên din ew qas windabûn çêbin wê li ser maseyê were rûniştin, were axaftin û rêkên çareseriyê werin nîqaşkirin. Min negot di vê mijarê de îleh bi min re birûnin û biaxivin. Min di derbarê van mijaran de navnîşanên guherde (değîşîk) û rêbazên guherde nîşan da û tespîtan kir, lê vana jî nehatin girtin ber çavan.

Min çendek berê, ji radyonê guhdarî kir. Min wê bûyera di merasîma ku Serok-komar Gul tevlîbûye bihîst. Li wê derê jî tê gotin heya dawîanîna li “terorê” wê têkoşîn dewam bike. Vaye hun dibînin hîn jî li ser xwîna rijandî siyaset tê kirin. Tê gotin ku şehîdên wan heye, lê rêza wan ji şehîdên wan re jî nine. Madem şer çêbûn, li beramberî vê yekê mirov mirin wê demê pêwîst e aştî jî, ku êşên van mirovan bisekinîne û rê li ber windabûnan bigre, were çêkirin. Zilamtiya dewletê, vê yekê pêwîst dike. Ji sala 1993 û vir ve me têkoşîna ji bo aştiyê meşand, min hewl da herî dawiyê jî di van yanzdeh salan de jî li vê derê vê têkoşînê bidim meşandin. Di vê mijarê de hewldanên me çêbûn, lê van hewldanên me bêencam hatin hiştin. Belê, nêzî pêncî hezar mirov mirin, lê pêşîgirtina li mirinên nû em li milekî bihêlin, hîn jî van windabûnan têne bikaranîn. Tê gotin; “teror” û “cudaxwazî”. Me tu car nexwest ku em vî welatî dabeş bikin. Tê gotin ku şehîdên wan hene. Êy baş e, ma şehîdên wan hene, lê qey şehîdên me tinin(nînin)? Tevî tevahiya van êş û azarên xwe ve, weke ku em kevir deynin ser singên hevalên xwe û gelê xwe, me wan ji bo aştiyê îqna kir û me wan anî rewşeke amade ji bo aştiyê, ê baş e, ma we çikir? Wê bêhtir êş sorkirin. Me berê vê jî wan pêngavên xwe yên ji bo aştî avêt, ji ber vê sedemê jî me bi sedan hevalên xwe winda kir. Herî dawiyê jî hevalên me ji Qêndîl û Mexmûrê hertişt dan berçevan û bi zanebûna tiştên ku wê bê sere wan, ji bo ku bikaribin tevkariyê li aştiyê bikin bizanebûn hatin. Li hole ye ka hatina van hevalên me çawa ji aliyê hukimet-dewletê ve hatine dest girtin. Tişta ku me bi hatina van hevalên xwe re kir armanc ew bû ku, tevî hertiştî û êş û azaran, em nîşan bidin ku Kurd ji aştî re amade ne û em îspat bikin ku di rewşa çareseriya pirsgirêkê de, ka wê helwesta me çawa bibe. Lê ev yeke hate piştguhkirin. Ez bi vê rasthatinê dîsa spasiyên xwe ji hevalên xwe yên hatî re dikim û spasdariyên xwe ji gelê me re pêşkêş dikim. Weke ku min diyar kir, me hevalên xwe û gelê xwe, weke ku em kevir deynin ser singên wan, ji aştiyê re amade kir, ango anî vê rewşê. Lê hun jî li ser xwînê siyasetê dikin. Li vê derê cidiyeta dewletê tine (nine). Li holê şerek heye û tu windabûnan didî. Zilamtiya dewletê pêwîst dike ku weke tu ji şer re amadebî, ji aştî re jî amade bibî. Yên dizanin şer bikin, divê bizanibin aştî jî bikin. Vaye mînakên ji dîrokê hene. Gandhî şer kir, şerê xwe meşand, lê zanî aştî jî bike. Dîsa mînaka De Gaulle heye. Dîsa hun dizanin Churchîll kete şerê cîhanê yê duyemîn, şerê xwe da meşandin, lê zanî di dawiyê de jî aştiyê bike, aştî pêkanîn. Tiştên ku ji bo aştiyê kiriye li hole ye. Vaye zilamtiya dewletê û cidiyeta dewletê li hole ye. Di serdema eşîran de jî rewş wisa bû. Du eşîret bi hev din re şer dikirin, kesekî pêşewa yê di hundirê civakê de dihat dikete navbera wan û hewl dida aştiyê pêkbîne. Ji wan dipirsiyan ka ji aştî re amade ne yan na, eger wana jî pejirandiba, wê demê aştî di navbera eşîran de dihate çêkirin. Ev yeke di huqûqa eşîret de jî wisa ye. Şer dikin û aştiyê çêdikin. Em nikarin ji vê pirsgirêkê re bêjin pirsgirêka “teror ê” û biavêjin pişt guhê xwe, hun nikarin wisa erzan nêzî bibin. Me ji bo nasnameya xwe, azadiya xwe û gelê xwe têkoşîn meşand. Bi hezaran dîlên wê hene û gelê wê heye. Kesên wan ên li çiya di nava vê serma û seqemê de dimînin hene. Pêwîst e were fêmkirin ka wana ji bo çi li wê derê dimînin.

Min berê niha jî got, bila bi pêşde dayîna mercên min re tevnegerin. Bila bi zarî (teqlîda) min nekin, bila min nedin pêş, bila hewl nedin weke min bihizirin, bila weke xwe tevbigerin, bila weke ku têkevin cihê min tevnegerin, bila hizrên wan hebin. Eger dikarin bikin, bila Rêberî bikin. Lê divê ew bi xwe diyar bikin ku ka wê çawa bikin. Ez ji Cuma wana re tiştekî nabêjim. Rêza min ji wan re heye. Min şîroveya Cuma ya hefteya bihûrî ya di derbarê AKPê guhdar kir. Qala mîsyona taybet a AKPê dike, talûkeyên pêvajoyê destnîşan dike, tasfiyê dikirpîne (vurgulama); wê demê fêm kirine. Ez tiştekî nabêjim. Bila biryarên xwe bi xwe bidin. Bi heman rengî ez ji bo Karayilan jî tiştekî nabêjim, rêza min ji wî re jî heye. Lê bila biryarên xwe bi xwe bidin. Ez yê xwe me, lê ew jî yên xwe ne. Bila li gorî xwe bihizirin, biryaran bidin, bila li gorî min biryaran nedin. Bila ew bibin yên xwe. Eger pêwîst be bila ji min re bêjin “têkilî me nebe”. Bila bêjin me biryara xwe da, ma tu çima xwe têkil dikî. Ezê ji vê re rêz bidim. Bila were zanîn ku wê ev têkoşîn piştî min jî berdewam bike. Wê biryarên xwe bi xwe bidin. Eger ez mudaxeleya van biryarên wan bikim, eger ez bêjim; na wisa nabe, wê min bi tund rexne bikin. Lê eger ew bi xwe jî biryarên ku girtine pêkneyînin, ezê wan pir hişk rexne bikim. Ez nizanim ka wê ji vê şûndetir aştî çêbikin yan şer bikin, biryar ya wan bi xwe ye. Wê bi xwe biryara xwe bidin ka wê radest bibin an li ber xwe bidin.

Min li vê derê biryara xwe daye. Ezê helwesteke ne pir nerm, ne lihevhatî û ne jî hişk bigrim. Ezê di polîtîka de nerm bim, lê belê ezê tawizan ji rêgezên xwe nedim. Ezê nêzîkatiyên niçik (uç) ên du alî nedim nîşandin. Ezê li vir têkoşîna parastina nefsa xwe bidim. Ezê hewl bidim li vir rojên xwe bi rengekî watedar tije bikim. Ezê girêdayî bîranînên Mazlûman û Kemalan bimînim. Wê meşa min a li vê derê bi vî rengî be.

Îran bidardekirinan dike, Surî girtinan dike. Li hemberî gelê me li her derê zext dewam dikin. Li her derê operasyon têne kirin; têne zîncîrkirin, têne kelemçekirin û têne girtin. Parêzer jî têne girtin. AKP hewl dide ku bi Îran, Îraq û Surî re peymanên ewlekarî yên bilind çêbike, her wisa hêzên başûrî jî bigre cem xwe û bi girtina alîkariya Ewrûpa, Îngilistan û DYE re jî Kurdan tasfiye bike. Lê belê divê neyê jibîr kirin ku dibe van planan berepaş ve bizivirin. AKP hewl dide desteka tevahiya van hêzên navnetewî bigre û me tasfiye bike. Lê weke ku wê ji mînakên dîrokî de jî were têgihiştin, dibe ku ev plansazî berepaş ve bizivire. Yekemîn mînaka ku ezê di vê mijarê de bidim, şoreşa Fransa ye. Hun dizanin Qralê Faransa ku di salên 1791an de di rewşeke tengav de bû, alîkariyê ji Ewrûpa dixwaze, hun dizanin ku wê demê Jakoben hebûn, li hemberî Jakobenan alîkariya Ewrûpa dixwaze. Tevî ku tevahiya Ewrûpa dibeze ji bo alîkariyê bide qral, şoreşa Fransa ku bi alîkariya gel pêk hat, di demeke kin de li tevahî Ewrûpa vebelav (yayılma) bû. Bandorên wê bi salan Ewrûpa serûbin kir. Ya duyemîn Şoreşa Cotmehê ye. Rus ji Yekemîn Şerê Cîhanê xwe vedikişînin. Weke hun dizanin xwe ji navbera wan vedikişînin. Tevahiya Ewrûpa ji bo alîkarî bide Çar dibeze. Lê tevî ve yekê, Şoreşa Cotmehê bi desteka gel pêk tê. Şoreşa Cotmehê di sala 1917 de çêbû, lê Ewrûpa piştî 1918 jî beza xwe ya ji bo alîkarî bide çar berdewam kir, lê vê alîkariyê nekarî şoreşê asteng bike; berevajî, ew têkoşîna ku li hemberî vana hate dayîn şoreşa Bolşevîk bêhtir xurt kir. Şoreşa Bolşevîk di navbera salên 1918-1922 de bêhtir xurt dibe. Salên ku şoreş xurt dibe, ev sal in. Tevî van hemû mudaxeleyan, Şoreşa Cotmehê sînorên xwe derbaz dike û li Ewrûpa û Cîhanê belav dibe. Di rastî de damezrîna Şoreşa Komara Tirkiyê û karakterê ku wergirt jî rastî van salan tê. Van tiştên ku ez dibêjim dikare bi zimanekî guncav were îfadekirin. Tişta ku AKP jî dixwaze li vê derê bike heman e, ango dixwaze desteka tevahiya hêzên navnetewî bigre û me li vê derê tasfiye bike. Li hemberî vê, ez nizanim ka wê PKK şoreşeke weke Şoreşa Cotmehê pêkbîne yan na. Ji van herdu mînakên ku min qala wan kirî de jî derdikeve hole ku Ewrûpa ji bo bikaribe pêşî li her du şoreşan jî bigre her cure alîkarî pêşkêş kir, ji bo bikaribin alîkariyê bidin baz dan, lê belê van herdu şoreş berevajî Ewrûpa ku ji bo alîkariyê baz dida jî girte bin bandore xwe û ew serûbin kir. Dikare pirsgirêka me jî bi awayekî heman were girtin dest. Dibe li hemberî me mezintirîn yekîtiya hêzê û ji bo AKPê destek çêbibe, lê ev nayê wateya ku wê têkoşîna me ku, ji aliyê gelê me ve tê destek kirin, mezin nebe û vebelav nebe.

Di rastiyê de ew tansiyona di navbera Îsraîlê-Tirkiye ku van rojan derketiye hole, hineke jî xwe dispere ser polîtîkayên Îsraîlê. Derdikeve holê ku wê Îsraîl, bi van polîtîkayên xwe yên heyî, nekaribe pir zêde destek ji Îngilistanê bigre.

Bîrokratekî Botaşê diyar kiriye ku piştî di 1998an de ji Rusya hatiye deresînorkirin, ferman girtine ku Projeya Bizava Şîn (Mavi Akım Projesi) bixin jiyanê. Belê pir girîng e. Min berê niha qala wan peyman û lihevhatinên ku hatine kirin kiribû. Di roja îro de jî ev rewş derbazdar e. Moskowa, Tirkiye û gelek hêzên navnetewî van têkiliyan li hemberî didin domandin.

Ez dikarim ji bo BDP vê yekê bêjim. Dikarin mirovan ji beşên guherde heya hawirdorparêzan tevlî bikin, divê xwe di baweşîneke (yalpaze) berfireh de rêxistin bikin. Divê BDP xuyaniya (görünüm) partiyeke nasname derbaz bike. Divê karibe bibe partiyek ku bêhtir ji pirsgirêkên giştî yên welat re hestyar be. Loma divê karibin mirov û derdorên ji beşên pir guherde bigrin nava xwe û divê perspektîf ev be.

Di radeya jîndarî (hayati) de pêdivî bi yekîtiya Kurdan û Tirkan heye. Dîsa ji bo ku karibin mezin bibin neçar in ku bi awayê Sîwan werin cem hev û din û di mijarên bingehîn de hevbeşî çêbikin. Ez weke kesekî Mahîrparêz û Denîzparêzê herî kevn, vana dibêjim. Divê ji wana re jî ev were gotin. Her wisa bê gotin ku Denîzparêz û Mahîrparêzê herî kevn vê yekê dibêje. Haluk Gerger dinivîsîne û dişêwîne, lê nayê polîtîkaya pratîk. Ango polîtîkaya pratîk nake. Ez bangewazî lê dikim ku polîtîkaya pratîk bike. Wekî din Nabî Yagcu heye, ew jî ev bîst-sîh sal in ku dinivîsîne û dişewîne, lê polîtîkaya pratîk nake. Bila destên xwe têxin bin kevir, bila polîtîkaya pratîk bikin. Ji ber ku tenê bi axaftinê û bi nivîsandin û şêwandinê ev kar nameşin. Dîsa Celal Beşîktepe, Ertugral Kurkçu dikarin xebatên xwe bimeşînin. Ez ji wana re tiştekî nabêjim. Lê divê karibin peymanên xwe pêşbixin.

Ez silavên xwe ji tevahî gelê me û dostan re radigihînim.

Roj baş