HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Rêber APO

Serokomar û serokwezîr jî hinek tiştan dibînin, peyaman didin. Lê wisa hêsan nîn e. Tabî çandeke 60 sal e heye. Ez ê qasek şûnve vebêjim. Ez ê zagona bingehîn a 1921’an bi dest bigirim. Ez ê li vir rapora çareseriya demokratîk û aştiyê amade bikim û raberî dewletê bikim. A rast ez ê nexşeya rê ya çareseriya demokratîk û aştiyê amade bikim. Di vê pêvajoyê de parêzerên min dikarin ji min re pêşniyaran bînin.
Bûyerên li Şirnex û Şîrvana Sêrtê HPG’ê negirtiye ser xwe. Negirtibin ser xwe, wan nekiriye. Ez dixwazim hinek li ser vê bûyera Şemrexê hinek bisekinim. Tê zanîn, yên ku vê bûyerê kirine, hewl dane bavêjin ser PKK’ê. Keyayê(muhtar) gund demek kurt berî ku bimire gotiye; “Serê kesekî neşewitînin, vê bûyerê PKK nekiriye” Di rastiyê de wê biavêtina ser PKK’ê, lê bi ser neketin. Yên ku vê bûyerê kirine, derdorek di nav dewletê de ne. Heta wezaretiya karê hundirîn daxuyanî da û gotin ku PKK’ê nekiriye. Çapemenî fêm nake, tê gotin ku kuştinên tore, kuştinên namûsê, kuştinên bo pere. Çepemenî jî fêm nake, pişperdeya vê planê nabîne. Ev bi kuştinên namûs, tore û pere nayê ravekirin. Ev ne tesadûfek e, tiştek gelek bi zanebûn hatiye kirin. Ev çanda şîdet û kuştinê, zihniyet û çanda Ergenekonê ye. Daxuyaniyeke serokwezîr der barê vê zihniyetê û ev çanda şîdetê ku li civakê belav bûye de çêbûbû. Ez zêdetir girîngiyê didim vê daxuyaniyê. Ev kuştineke gelek bi plan e. Di kurdan de çandeke wisa ya tore û çandeke wisa ya kuştinê nîn e. Kurd bi vî awayî nizanin mêr bikujin û kuştinan bikin. Ev komkujiyeke mezin e. Heta ku ferman nîn be, cahş nikarin mirîşkek jî bikujin. Di PKK’ê de çandeke wisa ya şîdet û kuştinê nîn e. Ev, tarzeke Ergenekonê ye. Teqez bi fermanê pêk hatiye.
Ku leşker operasyon bike, xwezayiye ku biçin pêl li mayînê bikin. Bi awayekî çalak pevçûn nîn in. Di rastiyê de mirina 9 leşkerên li Licê, ku operasyon nebûya wê ev bûyer nebûya. Li gorî biryara şernekirinê tevdigerin. Lê diçine ser wan, wan neçarî misîlemeyan dikin. Ez li vir bi awayekî teqez dibêjim. Operasyona KCK’ê, bi erêkirina derdorek di nava dewletê de hatiye kirin. Li hember Ergenekonê operasyona KCK’ê. Li hember dozgerên li Stenbolê, dozgerên li Amedê; dozgerên Stenbolê dij-Ergenekon in, dozgerên Amedê jî, li hember operasyonên Ergenekonê operasyona KCK’ê kirine.
Dîsa darvekirinê anîn rojevê. Li vir ez bûyereke balkêş vêbêjim, ev ne tesadûf e. Berî ku Şêx Saîd bikeve Amedê, Amedê talan dikin. Piştî vê bûyera talanê, desteka gel a ji bona Şêx Saîd birîn. Bûyerên mîna yên Şemrexê bi armanca ku gel desteka xwe ji PKK’ê bikşînin têne kirin. Gelek balkêş e girtina Şêx Saîd jî 15’ê Sibatê ye, ya min jî 15’ê Sibatê ye. Ji wî re jî di 29’ê Hezîranê de biryara darvekirinê dan, ji min re jî di 29’ê Hezîranê de biryara darvekirinê dan. Ev encama heman zihniyetê ye, berdewama wê ye.
Ez ê hetanî yek du mehan nexşeya rê ya çareseriya demokratîk û aştiyê bidime daxuyandin. Ji bona vê jî ricayek min ji parezerên min heye. Ji min re ji derve ji derdorên cur bi cur hetanî dawiya meha tîrmehê der barê vê mijarê de bi nivîskî an jî bi devkî nêrîn û pêşniyaran rabigihînin. Dikarin nêrîn û pêşniyarên xwe jî raber bikin. Parêzerên li Ewropa û Iraqê jî dixebitin, dikarin nêrîn û pêşniyarên xwe raber bikn. Heta rojnamevanek here Qendîlê û hevpeyvîn bike, tu zirareke xwe nîn e, parêzer jî dikare here li wir hevdîtin bike. Dikarin nêrîn û pêşniyarên wan jî bigirin. Li vir dikarin nêrîn û pêşniyarên KCK’yên Îran, Iraq û Sûriyê jî hîn bibin. Ji KCK’yên li Ewropa, girtîgehan, ji yên Tirkiyê nêrîn û pêşniyaran bigirin. Kongreya Civaka Demokratîk, pêk bê, bila nêrîn û pêşniyarên wan jî bê girtin. Dîsa Amed girîng e, bi Amedê re nêrîn û pêşniyarên ciyên din jî bigirin, bi nivîskî yan jî bi devkî bigihînin min. Dikarin bi Talabanî û Barzanî re hevdîtin bikin û nêrîn û pêşniyarên wan jî bigirin. Divê nêrînên çepên Tirkiyê heta yên çepgirên radîkal jî bigirin, bila nebêjin Apo bi tena serê xwe tevdigere û bi dewletê re hevdîtin dike.
Jin jî dipirsin; di Akademiyên Jinan de dikarin çi bikin? Destpêkê pêwîst e ku hûn jinê wekî fenomeneke hişmendiyê bi dest bigirin. Ku em bikaribin vê bikin, em ê bikaribin bingeha hemû olan, felsefeyan, çandan fêm bikin. Divê jinê wekî hest, xwestek, evîn û objeya azweriyê bi dest negirin. Divê jinê wekî heybereke bi hişmend, wekî çîn û wekî netew bi dest bigirin. Ku em wisa bikin, em ê baştir hevdû fêm bikin, lê belê divê despêkê jin xwe bi xwe fêm bike.

*Beşek ji hevdîtina 13’ê gulana 2009’an a Rêber Apo