HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Serokomar birêz Abdullah Gul berê gotibû ku; “Pêwîst e ku her kes berpirsyariya ku dikeve ser milan bîne cî” Ev bi min ve girêdayî ye. Ez vê peyamê rast fêm dikim û bi berpirsî tevdigerim. Min hewl da her dem yekalî bikim. Polîtîka bi yek alî nabe. Polîtîka du alî ye, herî kêm du alî hene. Polîtîka danûstandin e. Her dem min bi tenê hiştin. Berî vê jî hinek kesên ku gotibûn nûnerên Ecewîd in hatibûn. Leşker û sivîl hatibûn. Min ew dem çareseriya demokratîk qebûl kiribû. Lê min ew hişyar kiribûn. Demokrasî karekî cidîye, divê ew jî cidî bin. Min ji wan re gotibû, ku hûn pêwîstiyan neynin cî hûnê biqedin. Demokrasî nayê lîstikan. Heta ji bona hinek bajaran tiştek gotin. Min got ku, ka em we bibînin. Demokrasî karekî du alî ye, pêwîstî bi mijûlahiyê heye, karekî cidî ye, hûn nikarin min bînin lîstikê, ku hûn pêwîstiyan neynin cî, hûn ê winda bikin. Ev ji sala 2002’yan ve hate birîn. Ev hikûmet tu tiştek nekir. Min piştî sala 2002’yan vê bi tena serê xwe bi rê ve bir. Hinek derdor, bi riyên din ji bona çareseriyê, dixwazin hîn bibin ku ka em xwedî kîjan pakêta çareseriyê ne.
Vê yekê hem ji derdorên dewletê, hem jî ji PKK’ê, hem jî ji derdorên kurd. Di vê mijarê de li gorî pêwîstiya berpirsyariyên min, pakêta min a çareseriyê heye. Ez li ser dixebitim. Ger ku hetanî serê hezîranê ku nûnerek hikûmetê yanî yê dewletê were, ez dikarin daxuyînim. Di vê mijarê de min peyamên Salîm Dervîşoglu, Hûseyîn Kivrikoglu, Karadayı, Îlter Tûrkmen ên di çapemeniyê de cî girtine xwendin, ew mirovên bi aqil in, bi aqilmendî diaxivin. Fêm kirine ku pêwîst e pirsgirêka kurd hewaleyî derve neyê kirin û em di nav xwe de çareser bikin. Ez jî wisa difikirim. Pêwîst e ku em pirsgirêka kurd di nav xwe de çareser bikin. Ya rast ev e.
Ger ku hikûmet hetanî 1’ê Hezîranê riyeke wisa ya diyalogê veneke, ez ê li vir îlan bikim. Ez ê li vir ji rayagiştî re rapor bidim. Ji ber ku ez di nav de me dizanim. Ez vê ji ber pêwîstiyên berpirsyariyên xwe dikim. PKK hetanî 1’ê Hezîranê dem daye! Ez wan fêm dikim. Mîna ku di hevpeyvîna Hasan Cemal de hatiye weşandin, Cemal bahsa vanan dike. Ez PKK’ê dizanim, hêza wan heye. Ger ku hetanî 1’ê Hezîranê diyalog destpê neke, wê di PKK’ê de sê tişt bi pêş bikevin. Yekemîn parastina pasîf –jixwe rewşa niha ev e- Mesela, li Cudî didin pey wan, ew jî hewl didin xwe veşêrin. Duyemîn parastina çalak, ev jî şerê gerîla yê çalak e. Yanî çalakiyên bi plan û bi pergal di PKK’ê de parastina çalak e. Di parastina çalak de derbasbûna rewşa êrîşê heye. Sêyemîn berxwedaniya topyekûn e. Ku mîna îro li hember DTP girtin û çewsandin derê asta herî jor, di vê rewşê de wê berxwedaniya topyekûn bi pêş bikeve.  
CHP û MHP nûnerên siyasî yên Ergenekonê ne. AKP di mijara çareseriyê de tu tiştek nekiriye, nake jî, hewl dide roja xwe xelas bike. Di çavên min de AKP, ne tu tiştek e, siyaseta rojane dike û di polê(sınıf) de dimîne. Pirsgirêka kurd wisa ne pirsgirêkeke bi siyaseta rojane bê çareserkirin. Ger ku AKP hetanî 1’ê Hezîranê riyeke diyalog û çareseriyê veneke, ez ê bêjin Ergenekonê li ciyek din negerin, Ergenekon bi xwe AKP’ye. Ji sala 2002’yan pê de di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de AKP mijûl dike û tiştek nake. Ez ji vir careke din bang li hikûmetê dikim, divê riya diyalog û çareseriyê bikaribe veke. Ji 1’ê Hezîranê pê de ji dilopek xwîna ku birêje ez ne berpirs im, wê AKP berpirs be. Di bûyera li Licê de 9 leşker, leşkerek jî li ciyek din bi tevahî deh leşker mirine. Ve kontrolkirin ne hêsan e. Ehmed Turk jî bi tena serê xwe nikare kontrol bike. Murat Karayilan jî nikare ji Qendîlê kontrol bike. Ez bi vê rewşa xwe, bi vê asûna(konum) xwe nikarim tam bikim, tu kes tam nikare bike. Di PKK’ê de komên otonom hene. Ku çareseriya demokratîk nebe, di mijara parastina xwe de wê ev sazbûn çi dizanin wê bikin. Wê çend PKK derên, hûn ê nikaribin tiştek bikin.

*Beşek ji hevdîtina Rêber Apo ya 6’ê gulana 2009’an