Tenduristiya min weke her demê ye, tiştekî din cûda nîne. Weke ku min berê vegotiye ye. Di vê mijarê de tiştekî ku guherîbe nîne. Baş e, ew qas ne girîng e, zêde li ser vê nesekinin. Hinek guheranên hûrde çêkirin.
Ez dizanim ku DTP derbazî Partiya Aştî û Demokrasiyê bûne. Wê hinde daxuyaniyên min hebin di vê mijarê de. Ma vana fêm nakin? Pêwîst e ewqas erzan û teknîkî nêzî vê mijara damezrandina partiyê nebin. Wisa bi kirina lewçetî (ukalalık) ya burjiwayê biçûk, li naverastê digerin. Lê belê ez li vir vî tiştî dibêjim. Hun nikarin min bixapînin. Feraseta wisa ya siyasetê nabe. Ez ne zarok im. Ez mirovê exlaq im, exlaqê min xurt e. Ez şervanê rûmetê me. Di têkiliyên min de rêgez (prensîb) esas in. Bi rêya kirina siyaseta wisa erzan, wê herî zêde xwe bixapînin. Ez bi tiştên bi vî rengî naxapim.
Mijara damezrandina partiyê, tê anîn rewşa pirsgirêka lastîga teqîyayî. Dema lastîga maşînê biteqe, tu bi yeka din re, ango bi yêdeka wê re diguherînî û bi vî rengî rêka xwe berdewam dikî. Pêwîst e mirov ewqas teknîkî nêzî siyasetê nebe. Van xebatên partiyê, pir teng têne girtin dest. Hun nikarin partiyeke nû, wisa weke guherandina lastîgekê, damezrînin. Ji xwe pênc-deh partî girtin. Wê vê jî bigrin. Vaye Dadgeha Destûra Bingehîn her li cihê xwe. Wê vê partiyê jî bigrin; gelo hunê karibin pêşî lê bigirin? Na. Min bi dehan caran got ku van mijaran pirsgirêkên cidî ne. Feraseta min a siyasetê, feraseta siyaseta demokratîk e. Hunê siyasetê wisa bigrin dest. Divê vana bi navê min li her derê bi awayekî cidî werin gotin. Hûnê bi xwe ewle bin û divê van tiştên ku ez dibêjim, bi dengê bilind bêne vegotin. Min ji Ebas wana re jî gotibû.
Min vana di paraznameyên xwe de bi awayekî têr û berfireh vekiribû; çima fêm nakin? Pêwîst e siyaset were demokratîkkirin û navaroka wê were dagirtin. Nexwe, pirsgirêk ne pirsgirêka şêwe ye. Ez dîsa dibêjim: nabe ku mirov, weke pirsgirêka lastîga teqiyayî, nêzî vê pirsgirêkê bibe. Vana dibêjin yêdek(yedek)ên me hene û em amade ne. Ev ne tiştekî wisa ye ku lastîga teqîyayî, bi ya yêdek re, bê guherandin. Nikare bi şîrove û venêrinek ewqas erzan, nêzîkatî were kirin ji girtina partiyekê re. Ji ber vê sedemê, ez wan hişyar dikim. Pirsgirêk ne teknîkî ye; lê, ferasat e. Vaye hun dibînin; dadgeha destûra bingehîn tevahî partiyan girt, ez bawer im ev partiya pêncemîn an jî şeşemîne ku tê girtin, pêwîst e mirov vê yekê fêmbike. Wisa bi vekirin û girtinê nabe, nikare siyaset wisa were meşandin. Ev pirsgirêk pirsgirêka sedsalan e. Mirovên Anatolya û Kurdistanê birçî, belengaz û bêkar hatine hêştin. Ji ber ku van pirsgirêkan nikarin bêne çareserkirin, windahiyên dêwane (devasa) yên daringî (madî) û arişî (manewî) hene. Heya vana neyên dîtin û fêmkirin, nikare siyaset were kirin.
Ez li vir tespîtan dikim, wisa weke ku tê îdîakirin, ez fermanan nadim. Pêwîst e nêrînên min û tiştên ez dibêjim, ne weke fermanan, lê bi zimanekî guncav werin dayîn. Rêberiya min a li vir, rêberiya civaknasî (sosyolojîk) ye. Wekî din, li vir ew mercên min nînin ku ez rêberiya siyasî-pratîk bikim. Her wisa, ne exlaqî ye jî ku mirov ji vê derê hewl bide vêya bike. Hun dibînin, ez nikarim fermanan di van mercan de bidim, ev ne gengaze jî, lê belê tişta ku ez dikim Rêberiya civaknasî (sosyolojîk) ye. Bi ser de, vê şêwaza rêberiyê, ne tenê ji bo roja îro derbazdar (geçerlî) e, lê rêberiyeke wisa ye ku wê bandora xwe piştî sed salî, heya piştî hezar salî jî bidomîne.
Sonmez Koksal dibêje, eger Ocalan bêje “em mafên kolektîf dixwazin” ev kar xilas nabe, wê şer 25 salên din jî berdewam bike. Gotina “mafên kolektîf nexwazin!”, tê çi wateyê? Hatina ber (cem) hev a du mirovan jî kolektîvîzm e. Ma vana qet fêm nakin, xwe çi dihesibînin? Ev pirsgirêk, pirsgirêka civakê ye. Tişta ku hun jê re dibêjin civak jî, pêkhateyeke kolektîf e. Sonmez Koksal dibêje wê şer 25 salên din jî berdewam bike. Eger hun vana, mafên kolektîf nasnekin, dixwazî pêncî sal, pênc sed sal û hezar sal bin, wê berdewam bike. Nikare tiştên ku vana dibêjin werin cîdî girtin. Kurd wê dev ji mafên xwe yên kolektîf bernedin, eger pêwîst be wê ev şer pêncî saltir, sed saltir jî bidome. Em nikarin dev ji van mafên xwe berdin. Lo lo, tu zimanê min qedexe dikî, zimanê min! Mirov nikarin zarokên xwe bi çanda xwe, bi zimanê xwe mezin û xwedî bikin. Vaye malbat û zarokên we hemûyan hene. Hun nikarin zarokên xwe bi çand û zimanê xwe perwerde bikin. Ev nêzîkatiyeke pir tirsnak e û nikare were pejirandin. Bi hezaran mirov şehîd ketin, jiyana xwe ji dest dan, hîn jî xwîna mirovan diherike, bi hezeran mirov hatin girtin; ma vana ji bo mafên takekesî ne?! Ya din jî, ji dilê xwe ve ev musteşar e, van mijaran nizane, lê ez dizanim musteşar çî ye. Ev nêzîkatiyeke bêcidiyet e. Bila berî hertiştî ew bizanibe û fêmbike ka kolektîvîzm çî ye û mafên takekesî çi ne. Ma dizane ka kolektîvîzm çî ye? Hatina du ber (gel) hev a kesan jî dibe kolektîvîzm. Civak ji takekesan pêk tê. Eger civak nebe, ti wateya yek bi yek a takekesan, jî, namîne. Lê tenê wateya takekesên ku civaka wan hene, heye. Eger civak mijara gotinê be û hebe, wê demê mafên wê yên kolektîf jî hene. Nikare qala mafên takekesî bo civakekê were kirin, lê tenê mafên kolektîf ên civakê çêdibin. Pêwîst e bi rengekî ev mijar wisa were zanîn. Civak bê takekes û takekes jî bê civak nabin. Pekhateya xwezayî ya civakê bi xwe kolektîf e. Hun dizanin, nîqaşa mafên kolektîf-takekesî, bêhtirtir li Îsraîlê tê kirin. Min berê di parêznameyên xwe de qala vê pirsgirêka civakê kiribû. Min wan weke civakên xwezayî pênase kiribû. Kolektîvîzm civakên xwezayî bi xwe ye, her wisa xwezayîbûna civakê ye û awayê wê yê xwezayî ye. Ma emê çawa vana inkar bikin, emê çawa dev ji vana berdin? Mafên kolektîf û takekesî yekpare ne, hev û din temam dikin. Mafên kolektîf û takekesî weke herdû rûyên madalyonekê ne. Tew madalyonek jî, du rûyên wê hene. Ji bo ev saet bibe saet, çawa ku pêwîst e rûyê wê yê pêş hebe, pêwîst e aliyê wê yê paş jî hebe. Hun nikarin tiştekî yek alî bihizirin. Ji bo hev hene û hevdû temam dikin.
Pêwîst e ez û raman(hizr)ên min (tiştên ku ez dihizirim) bi zimanekî ku were fêmkirin, ji van re werin vegotin. Li vir erk dikeve ser milên parêzerên min, pêwîst e erkên xwe baş bicîhbînin. Pêwîst e vana baş werin vegotin. Divê ji wan re were gotin, bila min rast fêmbikin, binêrin ji ber ku min şaş vedibêjin, her roj mirov dimirin.
M. Alî Bîrand ji bo daxuyaniya min a hefteya bihurî gotiye; êdî gog (top) li gel AKPê ye. Wekî din kî çi dibêje? Derya Sazak çi dibêje? Gotiye ku misogerkirina vegerîna parlementeran bo meclîsê, firseteke nû afirandiye, li vir hêza me jî derketiye holê û ji vir û şûn vê, êdî kar dikeve ser milê AKPê. Hinek diyar dikin ku ez gihiştime hêza xwe ya berê. Ez berê jî xurt bûm.
Belê, ji xwe gog êdî li gel AKPê ye. Rast e. Divê AKP bêje ka wê ji niha û pê ve çi bê kirin û kîjan gav bêne avêtin; divê vana bike. Di nava AKPê de du meyl hene; beşa samîmî û demokratîk, weke Bulent Arinç. Hun meseleya Bulent Arinç dizanin, tê gotin ku hewldan ango pêngavên reşkujiyê hene. Ji xwe dema min jî guhdarî vê yekê kir, ez pir li ser hizirîm, min hewl da ku ez fêmbikim. Alîkarê Serokwezîr e. De ji xwe re binêrin ka hewl didin çi bînin serê Alîkarê Serokwezîr. Talûkeyên li benda wî ne, bibînin. Bulent Arinç di nava AKPê de dişibe kesekî hîn nermtir û demokrat. Di min de hîseke wisa çêdike ku hîn rastbîntir e, ji guftûgoyê re vekirî ye, dirust e, di navbera tiştên ku dibêje û sekna wî de bivacî heye (tutarlı) û demokrat e. Herî kêm wisa xûya dike. Lê ev tenê hîsek e. Vaye derdora wî dorpêç dikin. Wê Bulent Arinç piştî vê dorpêçiyê, êdî nema biaxive, hunê bibînin wê Serokwezîr jî xwedî li wî dernekeve. Hun dibînin, derdora wî dipêçin û gef lê dixwin (wî tehdît dikin). Pêwîst nake êdî wî di vê rewşê de bikujin jî, ji xwe peyama pêwîst tê dayîn. Hun dizanin, ev kevneşopiyeke dewletê ye, dixwazin bêdeng bikin. Ev peyam ji bo wana ye. Ev wê têra bêdengbûna vê beşê bike. Wê nikaribin, tevî vê peyamê, zêdetir gavan biavêjin. Dibêje ewê vê rewşê bîne Desteya Ewlekariya Netewî (MGK), bila bîne, lê wê çi bibe, ma tu yê çi çareser bikî? Vaye pergala ku AKPê aniye, pergaleke wisa ye. Xala ku ev heft sal in hatinê, ev der e.
Ez mînakeke din bidim we. Min nûçeya întîxara Serheng (Yarbay) Alî Tatar bihîst. Min li ser vê întîxarê hizirî û lêhurbûn kir. Pêwîst e ev xwekujî (întîxar) baş were fêmkirin. Di cenazeyê wî de destê wan bi rengî kulm disekine û diqîrin. Xwedî derketina li vî cenazeyî, wisa bi awayê kulmên şidandî, bi qîrînê, bi lêdana lingên xwe li erdê û bi rawestîna li gel cenaze, nabe. Hun nikarin bi tevlîbûna cenaze re ser eyba xwe bigrin. Dîsa, hun dibînin, fermandar têne cenazê. Xwedî derketina li hevalê xwe yê çek(sîleh)ê, tenê bi tevlîbûna cenazê wî re nabe. Pêwîst e întîxareke wisa baş were fêmkirin. Watedar e û çalakiyeke merdane ye. Ev kar bi xemgîniya ji întîxarê re yan jî bi tevlîbûna cenazê re nabe, lê bi rakirina ji holê bûyerên ku bûne sedema întîxarê, dibe. Pêwîst e li sedema întîxarê ya îdeolojîk were nêrîn, dibêjin Ergenekon, hun nikarin vê, bi bahaneya Ergenekonê, di ser guhên xwe re bavêjin.
Hun dizanin, Serheng Elî Tatar bi xwe Elewî ye. Ez Elewiyan nas dikin, mirovên dilsoz in û pir êş kişandine, niyeta wan baş e. Ez li cihê ku ew lê dijîn geriyam. Ez Elewîtiyê hinekê jî weke şîroveya Îslama demokratîk dinirxînim. Min berê jî diyar kiribû. Min gotibû pêwîst e xebatên Demokratîk ên Elewiyan werin meşandin.
Dikare xebatên Çanda Îslama Demokratîk werin pêşxistin. Yên weke Alî Bulaç dikarin di nava van xebatan de cîh bigrin. Di nava AKPê de bêşên demokrat ên dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, hene. Ez nabêjim AKP bi temamî neyînî ye. Lê belê di nava AKPê de beşên wisa jî hene ku bi rengekî kevneşopî (klasîk) nêzî pirsgirêkê dibin, her wisa çareseriya pirsgirêkê naxwazin û zîhniyeta wan faşîst. Yên weke Kurşat Tuzmen wisa ne. Helbet tê gotin tasfiye. Armanca AKPê li vir ew e ku wan hêzên derezagonî (îlegal) yên Kurdan, ên ne di zemînê demokratîk ê li Tirkiyê de ne, û PKKê tasfiye bike; wan hêzên zagonî (legal) jî, yên di zemînê demokratîk de ne, têxe hîzayê û wana bîne ser xeta xwe. Ez ji we re bijmêrim ka kî ne aktor û hevparên vê yên sûc (tewan). Min bi dehan caran vegot ku di nava vê de Îngîltere heye, Emerîka heye, Yekitiya Ewrûpa (AB) heye û serokatiya Başûr a li Îraqê heye. Wê hewl bidin, bi Ferhadên qaşo bira re, serokatiya sexte damezrînin, PKKê tengav bikin û projeya ku dixwazin pêkbînin.
AKP Îslamê bikar tîne, îslamê dide pêş û bi vî rengî dibêje ku ew hinek tiştan dikin. Lê di rastiyê de ti tiştekî ku dikin jî nîne. Îslamgeriya AKPê Îslamgeriya Muawiye ye, Îslama dijber e. Ez berga (cîldê) yekemîn a Dîroka Civakên Îslam dixwînim. Dikare berga dûyemîn jî were anîn. Ez di mijara vê dîroka Îslamê de xwedî agahiyên pir mezin im. Ez ji we re vebêjim ka Îslamiyet çî ye,. Dikare bi navê min were gotin ku Ocalan vegot. Ez eynî wisa dibêjim. Nameya min a vekirî ye ji parlamenterên AKPê re:
Tişta ku hun dikin Îslamgeriya Muawiye ye. Hun dizanin, Muawiye kurê Ebû Sufyan e. Ti yek ji vana ne misilman bûn, berî çûyîna Mihemed a Mekke, û jiyana xwe di nava çîna xwe ya arîstokrat de didomandin. Bi Hîcretê re tevahiya vana dibin misilman û diyar dikin ku ew li gel Mihemed in. Lê belê piştî xutbeya xatir xwestinê, roja ku Mihemed dimire, yan jî piştî çend rojan, dîsa vegeriyan çîn û jiyana xwe ya arîstokratîk. Tişta ku piştî wê, li Îslamiyetê kirine, li holê ye. Rewşa ku Îslamiyet anînê, li holê ye. Pêşî Hz. Elî û paşê, di dema Muwiye yê lawê Ebû Sufyan de, Hz. Huseyîn li Kerbela kuştin (qetil kirin). Vê kevneşopiya paqîj ya di navbera xwe de ji holê rakirin û vê yekê jî bi navê Îslamiyetê kirin. Êzîdiyên ku li wê Zagrosê dijîn hebûn. Niha hejmara wan pir kêm e. Bi hezaran zilamên wan kuşti bûn, dîsa bi deh hezaran jin û keçên wan birin xistin harêman. Ev e, ev Îslamgeriya Muawiye. Tişta ku niha AKP jî dike ev e. Tişta ku AKP dike Îslamgeriya Muaviye ye. Misilmantiya AKP ne misilmantiya rastî ye. Divê ev wisa were zanîn. Vana Îslamiyetê temsîl nakin, tenê wê bikartînin.
Medîne, di dema Hz. Mihemed de, ji misilmanên hîn demokrat û samîmîtir pêkdihat. Hz. Mihamed wê ji bo xwendina Xutbeya xatir xwestinê, ji Medînê biçûya Mekkê. Ji ber yên li Mekkê bihîstin ku wê Hz. Mihemed were Mekkê, tevî ku bi ola Îslam bawer nedikirin jî, dibêjin ew bi Misilmantiyê bawer dikin û wê dipejirînin û bi vî rengî tevdigerin.
Hema roja ku Hz. Muhamed li Mekkê Xutbeya xatir xwestinê dixwîne, yan jî piştî çend rojan, tevahiya vana dîsa vedigerin ser saltanata xwe ya berê. Îslamgeriya AKPê jî Îslamgeriya desthilatiyê (îqtîdarê) ye ku dewama vana ye. Hun dizanin, Muntazarî yê ku çend roj berê li Îranê mir, hebû. Ew bi xwe bi dirêjiya tevahiya jiyana xwe, dûrî desthilatiyê (îqtîdarê) sekinî û mesafeyek diyar xiste navbera xwe û desthilatiyê. Dijberê feraseta Ayetulah Elî Hameney û Ehmed-î Necat bû. Ez feraseta wî ya di aliyê têkiliya bi desthilatiyê re pir nêzî feraseta xwe dibînim.
Li Tirkiyê her kes dibêje ku pirsgirêka Kurd heye, ti kesî ku dibêje pirsgirêka Kurd nîne tuneye. AKP jî dibêje pirsgirêka Kurd heye. Madem tu dibêjî pirsgirêka Kurd heye, wê demê tu çima pirsgirêkê çareser nakî? Ma kî destê te girtiye? Ji ber ta (îp) di destê hinekên din de ye. Tenê pirsgirêkê danîne pêşiya te. Tu îcazet li cihek din hêvî dikî ango tu li bendêyî. Ma durûtî û nesamîmiyetek wisa çêdibe? Ji te re dibêjin çareser neke û tu jî nikarî çareser bikî. Pêwîst e ev wisa were fêmkirin.
Ev mesele meseleyeke cîdî ye. Ez dizanim ka êşa windakirina gerîla û leşker çî ye. Ez ew kes im ku êşa her dilopa xwîna dirije herî zêde dijî û bi kûranî hîs dikim. Ev mesele meseleyeke wisa ye ku hîn jî her roj mirov jiyana xwe ji bo wê winda dikin û dibe sedema mirinan. Bi hezaran mirov mirin, bi hezaran, 17 hezar mirov, bûne qûrbanên kiryarên nediyar. Pêwîst e parêzer jî van kiryarên nediyar pir baş fêmbikin. Eger hun vana fêmnekin, hunê nikaribin parêzeriya vana jî bikin. Ez bawer im hun dikevin dozên wisa, hun parêzeriya dozên wisa dikin. Hun neçar (mecbûr) in van tiştên ku têne jiyîn, pir baş fêmbikin. Eger hun baş fêmnekin, hunê nikaribin parêzeriyê baş bikin, hunê nikaribin baş parastinê bikin. Ji ber wê ez dibêjim hun nikarin siyaseta erzan bikin. Vaye ez ji ber vê sedemê bi israr dixwazim ku akademiya siyasetê were damezirandin. Lê belê hîn jî ti pêşketinek di vê mijarê de nîne. AKP tiştên ku ez dibêjim digire û li gorî xwe pêktîne, gelek akademiyên siyasetê dadimezrîne, lê belê di vê hêlê de hîn jî li cem me xebateke cidî nîne. Eger akademiya siyasetê neyê damezirandin û li vir neyê nîqaşkirin, wê xwediyên rastîn ên kiryarên nediyar ên 17 hezar mirovan, neyên fêmkirin.
Hun nikarin hîn jî wisa teng û erzan nêzî meseleyeke ew qas jiyanî ku hîn jî mirov jiyana xwe winda dikin bibin. Windahiyên madî jî hene li gel tevahiya van windahiyên manewî. Bi sedmilyaran hatin xerckirin û têne xerckirin. Ev tê çi wateyê? Ev tê wateya birçîtî û belengaziya mirovê Anatolya. Tê wateya mezinbûna bêkariyê ya weke aşût. Ji bo ku tevahiya van pirsgirêkên cidî werin çareserkirin, pêwîst e nêzîkatiyeke cîdî û kûr were raberkirin. Mînaka Îspanya didin, lê belê weke hun dizanin Îspanya pirsgirêk di nava xwe de çareser kir, çareseriyên xwe yên demokratîk pêk anî. Lê belê pişt re şemitî kapîtalîzmê. Wana çareserkirina pirsgirêkên xwe yên hundir biser xistin. Em jî neçar in vê pirsgirêkê li gorî xweseriya xwe çareser bikin.
Îspanya pirsgirêkê li gorî kapîtalîzma Ewrûpa çareser kir, lê pêwîst e em jî çareseriyeke xweserî Anatoliya pêşbixinîn. Em çareseriyeke xweserî Anatoliya pêşniyar dikin li şûna kapîtalîzma Ewrupa.
Min çend roj berê ji radyonê guhdar kir, dibe hun jî bizanibin. Komîsyona Heqîqatê li Brezîlya hatiye damezrandin. Wê di derbarê binpêkirinên mafên mirovan û êşkenceyên di dema rejîma leşkerî ya 1964-84an de xebatan birêve bibin. Wê xebatên kevn ên kontr-gerîla jî lêgerîn bidin meşandin. Wana jî min dibîhizin, lê li Tirkiye wisa xwe didin nîşan ku min nabihîzin. Min vana diyar kir ji bo Tirkiye, ez dîsa diyar dikim. Madem hun dixwazin pirsgirêk çareser bibe, wê demê Komîsyoneke Edalet û Heqîqatê di bunya meclîsê de damezirîne, wê demê binêre ka pirsgirêk wê çawa çareser bibe, tu çima danamezrînî, ma kî te asteng dike? Piştî ev komîsyon bê damezirandin tu yê bibînî; ne wê teror bimîne, ne wê tund bimîne, ne wî cihêwazîtî bimîne ne jî wê serhildan bimîne. Ji bo çareseriya pirsgirêkê meclîs zemînek e. Tu wê Komîsyon damezirînî, guhdarî herkesî bikî û bêyî li vir bi min re hevdîtinê çêbikî. Tu yê nêrînên min bigrî, tu yê guhdarî herkesî bikî, tu yê guhdarî her alî bikî pişt re tu yê pirsgirêkê teşhîs bikî û rêkên wê yên çareseriyê rêz bikî. Di rastiyê de çareseriya vî karî ew qas hêsan e. Dema te tevahiya vana kir, wê demê binêre ka teror, dabeşkarî û cûdaxwazî dimîne yan na.
Madem tu dibêjî dilê çareseriya pirsgirêkan TBMM ye, Meclîs e wê demê bike; ma kî te digire? Nizanim tu dibêjî fermanan dide, tu min hincet nîşan didî û partiyan digirî. Tu nikarî wisa pirsgirêkan çareser bikî. Tu Meclîsê weke adres didî nîşandin ji bo çareseriya pirsgirêkê, tu dibêjî zemîna çareseriya demokratîk e, wê demê Komîsyona Edalet û Heqîqatê damezrîne di binyeta meclîsê de. Wê demê binêre, gelo wê pirsgirêk bimînin li holê? Lê tu nikarî bikî, li bi te nadin kirin. Ji ber ta/benê te di destê hinekên din de ye. Bi te nadin kirin, dê ji te re bêjin tu nikarî bikî, tu jî nikarî bikî. Ev qas e. Ez dîsa dibêjim, dikare weke pêşniyara min jî were gotin. Pêwîst e Komîsyonekê Edalet û Heqîqatê were avakirin. Dikarin tevahî pirsgirêk bi navgîniya vê komîsyonê re bêne gihandin çareseriyê. Bila komîsyoneke wisa, pêkhatî ji sîh kesan, damezirînin; dê wê demê bibînin ka şer çawa disekine.
Ez dîsa dibêjim. Ti derd û pirsgirêka min nîne ku ez bême muxatabgirtin. Bila tenê pirsgirêk çareser bibe. Helwesta min a li vir, dewlet û AKPê ji tangaviyên bi qasî deryayan rizgar kir. Lê tu dest navêjî çareseriya pirsgirêkê, tu bi dûrûtî tevdigerî. Beşek ji nava AKP, yên weke Kurşat Tuzmen, di nava CHP û MHPê de jî di neçareserî û nêzîkatiya klasîk de israr dikin. Ev, Neteweperestiya Tirka ku hewl tê dayîn were pêşxistin e. Ev feraseta neteweperestî, çavkaniya best (esin) a neteweperestiya Hîtler e. Neteweperestiya Hîtler ji vê xwedî bûye, faşîzma Hîtler ji van îlham girtiye. Dîsa Mussolînî jî wisa ye. Ti eleqeya neteweperestiya Tirk bi Tirk re jî nîne, lê bîrdozî ye. Yên weke MHP û CHP wisa dihizirin, ev feraseta wana ye, feraseta Baykal û Bahçelî wisa ye.
Di me de feraseteke wisa nîne; ne neteweperestiya Tirk ne ya Kurd. Di feraseta me de tişteke wisa nîne. Min berê jî îfade kiribû. Min got Kuna Tarî (Kara Delîk). Ev feraseta Tirktî ku tê xwestin were pêşxistin, weke kuna tarî ye, tevahiya çand û zimanan didaqûrtîne, di nava xwe de wana xilas dike, lê belê ew bi xwe jî di nava vê de tune dibe. Ti eleqeya vê bi Tirkitî-mirkîtî re nîne. Ev nêzîkatiya ku hatiye pêşxistin nêzîkatiyeke bîrdozî ye, di nava vê de bîrdozî heye, nexwe bi Tirkitî re ne bi eleqeder e.
Hun Mumtazer Turkone dizanin. Ew bi xwe ji kevneşopiya neteweperestî tê û xwe weke neteweperest pênase dike. Lê belê ew jî vê feraseta Tirktiyê rexne dike. Talûkeyên di vê ferasetê de dibîne. Vê ferasetê Namik Kemal Zeybek jî rexne dike. Dîsa hun dizanin, min du meqaleyên Yagmur Atsız ku lawê Nîhal Atsız e, xwend. Dibêje, wê feraseta Tirktî ku nasnameyên din, çandên din red dike, wê me tune bike, wê me qir bike û ev feraset ji bo me bitalûke ye. Binêrin, ew jî vê feraseta Tirktiyê red dike. Dibêje ew bi xwe neteweperestê herî li pêş ê Tirkiyê ye. Hun dibînin, tevî ku kesekî ew qas bi îdîa ye, lê vê feraseta Tirktiyê bi talûke dibîne û red dike.
Min fêmkir, wê BDPyî kongreyên xwe çêbikin, wê nîqaşan di vê mijarê de birêve bibin. Nêzîkatiya Ufuk Uras çawa ye, çi dibêje? Nêzîkatiya Ufuk Uras nêzîkatiya burjiwayê biçûk e. Dibe, dikare van xebatên partiya çep bimeşîne, bijareya (tercîh) wî bi xwe ye. Dikare xebata partiyeke cûda bike, lê belê ji bo ku bikaribin dengên ku dixwazin di hilbijartinan de bigrin biser bixin, pêwîst e bi şêwaza partiya sîwan, bêne gel hev; herhal wê bên.
Ez dikarim di derbarê BDPê de vana diyar bikim. Min li vir hefteya bihurî jî vegot, pêwîst e mirovên di yelpazeya fireh de hebin. Yên weke Fîlîz Koçalî wan jî dikarin di partiya nû de cîh bigrin. Mirovên ku berê xeyîdîne, li koşan mane jî dikarin werin tevlîkirin ji partiya nû re. Lê dema ez vê dibêjim, ez nabêjim bila ew goga giran, ev goga giran were. Feraseta min a siyasetê ne wisa ye, xwe naspêre kesan. Ya din jî min her şopand, derketinên tuj (sivrî) kirin. Şûna di partiya nû de derketinên wisa bikin, dikarin pirsgirêkên hevpar ên Tirkiyê bikirpînin (vurgulamak). Ew qas mirov dimirin, li gel vê birçîtî, belengazî û bêkarî pêşdikevin. Pirsgirêkên weke aşûtê mezin dibin yên hevpar derdikevin. Tevî ez ew qas guhdar dikim, lê ecêb e, yek parlamenter jî dernekete kursiya meclîs û axaftineke di vê şiyariyê de nekirin. Eger vê bikin, di vî alî de tevbigerin, dikarin hîn zêdetir îqnakerbin. Pêwîst e partiya nû karibe xwe ji wan rexneyên ku neteweperest û Kurdperest li DTPê anîne, rizgar bike.
Divê yên ku pirsgirêkê bi hevokên baş û bindagirtî bînin ziman, wezîfe bigrin. DTPyîyan jî nekarîn siyaseta demokratîk bikin, nekarîn zemînê parlemento baş bikarbînin. Meclîs cihê herî guncav a siyaset û çareseriya demokratîk e. Pêwîst dikir ku her roj derketiban kursiya meclîsê, axivîban û pêşniyarên çareseriyê anîban. Siyaset tenê dikare wisa were kirin. Ez pir xemgîn dibim ji vê re, ma bêdengiyeke wisa li Meclîsê dibe?
Pêwîst e ji bo Hevserok ecele neyê kirin. Van xalan dikarin hîn zêdetir werin nîqaşkirin. Wê bi awayekî berfireh kongreyên xwe çêbikin. Lê ez dikarim di vê mijarê de vê diyar bikim. Ya ku ez qala wê dikim Rêberiya demokratîk e. Pêwîst e karibin rêberiya demokratîk pêşbixin. Feraseta min a rêberîyê, rêberiya demokratîk e. Rêberiya demokratîk, Rêberiya ku xwe dispêre gel, bi gel re tê meşandin û ji aliyê gel ve tê pêşxistin e. Bi gel re dimeşe û bi gel re heye. Pêwîst e karibe di partiya nû de rêberiyeke di vê şêwazê de were kirin.
Ehmed Tirk dikare xebatên xwe berdewam bike. Ehmet Tirk dikare weke mirovên Akîl di xebatan de wezîfe bigre. Heta dibe van xebatên ku di dema nû de bike, ji xebatên di Meclîsê de kiriye zêdetir bi wate be. Ez silavên xwe ji Ehmet Tikr, Ehmet Altan û ji Serokê giştî yê Hak-Par, Bayram Bozyel dikim.
Aysel çi dike? Aysel jî dikare xwe tevlî xebatên civaka sîvîl bike, dikare di vê derê de cîh bigre, dikare xebatên xwe berdewam bike, ez silavên xwe jê re dibêjim. Ji xwe parlamenteriya wê û ya Ehmed Tirk xilas nebûye. Hîn jî berdewam dike. Ew hîn jî wekîlên gel in, wisa ye. Pêwîst e xebatên xwe bi vê zanebûnê ve bimeşînin. Dibe bîryara dadgeha destûra bingehîn encamên hîn bixêrtir ji bo wana biafirîne. Bila vana binirxînin. Ehmed Tirk dikare tevlî DTK a Hatîp wana jî bibe, dikare xebatên xwe li wir jî bimeşîne. DTP organîzasyoneke civaka sîvîl e, dikare di vê bingehê de bişûxile, ji xwe di Zagona Komelan de jî sazkirinên di vê mijarê de hene. Dikare ji vê sûd were girtin. DTK dikare xwe di wesfa rêxistina civaka sîvîl de bimeşîne ango bişûxilîne. Yuksel Genç, bûbû Hevseroka DTKê, ma ne wisa ye? Ez jî bi vê wesîleyê silavên xwe ji Xetîb Dîcle û Yuksel Genç re radigihînim. Gelo navên girîng hene di nava Serok Şaredaran de, yên piştî bîryara dadgeha destûra bingehîn qedexeya kirina siyasetê li ser wan çêbûye? Ez silavên xwe yên taybet ji Selîm Sadak re radigihînim.
Ez ji bo Emîna Ayna nizanim, pir bi ser wê de çûn, pir hincirî (yıprandı). Ez bawerim dibêjin şahîn-mahîn û wê tangav dikin, weke ku pir hate hincirandin. Ez nizanim, dikare destûr nede ku hîn zêdetir were hincirandin. Dikare biçekê bêhna (dinlenme) xwe bide, dikare hînekî xwe bide paş, lê belê bi raya min, divê ew bi xwe di vê mijarê de biryar bide, ew bi xwe baştir dizane vê xala di derbarê xwe de. Gelo îtîraz li hemberî pêşniyara min a vegerîna li meclîsê, çêbûbûn?
Meclîs, ew zemîn e ku pirsgirêk tê de têne nîqaşkirin û çareserkirin. Pêwîst e baweriya xwe bidin siyaseta demoratîk û têkoşîna wê. Derketina ji meclîsê, nikare bi biryareke ku wan bi xwe girtiye re çêbibe, lê dema hatin qewitandin ev yeke dibe. Pêwîst e bi vî rengî be, derketina wan a ji meclîsê. Ango dema derfeta siyasetê ji wan re nehate dayîn, wê demê dikarin vê yekê bikin. Tevahî bar dîsa ji min re hiştin. Eger min pêşniyareke wisa neanîba, wê parlamenter û Ehmed Tirk nekarîbana li Enqere bimana, wê neçar maban ku Enqerê biterikînin, lê min wana rizgar kir.
Çareserî, têkoşîna demokratîk e. Pêwîst e mirov baweriya xwe bide têkoşîna demokratîk. Ji ber baweriya xwe nadin têkoşîna demokratîk, nikarin biserkeftî bibin. Nikarin di meclîsê de jî bibin xwedî serkeftin. Eger vana baweriya xwe bidin têkoşîna demokratîk, eger bi vê şêwazê nêzî pirsgirêkê bibin, wê li pey stratejî were, wê demê dikarin stratejiya xwe diyar bikin.
Min ji radyonê guhdar kir, qala KCKê tê kirin. Dibêje KCK konfederalîzmê pêşdibîne û diparêze. Na, ne wisa ye. Pêşniyara min a çareseriyê pergala KCKê ye. Di pergala KCKê de dewlet weke xwe dimîne, xwe têkilî dewletê nake, pirsgirêka wê bi dewletê re nîne. Pirsgirêka wê bi Unîteriyê re nîne, xwe têkilî unîteriyê nake, unîteriyê nîqaş nake. Di pergala KCKê de mijûlbûna (uğraşma) bi sînoran re nîne. Beyî ku dest bide sînoran, di wateya yekîtiya demokratîk a Tirk û Kurdan de, di sînorên Tirkiyê yên heyî de yekîtiya wê ya konfederal heye, konfederalîzma wê ya demokratîk heye. Yekîtiya konfederal a demokratîk a Mezopotamya û Anatolya heye. Li vir bi sînoran re lîstin nîne. Lê belê dewletê KCK weke sûç hesiband, operasyon li ser KCKê kir. Eger dewlet KCKê sûç bihejmêre, wê ne yê li Ewrûpa, ne yê li Qendîl û ne jî yên li Mexmûr vegerin. Ez ji bo Mexmûrê jî dîsa dikarim vê bêjim. Mexmûr yekîniyeke KCKê ye. Sê xetên sor yên Mexmûrê hene. Meclîs, Rêveber û Parastina wê ya cewherîn heye. Dema vana hatin pejirandin û nasîn, wê Mexmûr were. Wê hatina Mexmûr jî kolektîf be, wê navê vê hatinê jî bibe Hatina Kolektîf. Min berê jî diyar kiribû, wê di vê bingehê de werin di dangên cûdî de cihê cîhbûyînê damezirînin. Nexwe wê yek kes jî neyê. Dîsa hatin û nehatina koman ji Ewrûpa, girêdayî nasîna pergala KCKê ye. Lê di derbarê hatin û nehatinê de wê ew bi xwe bîryarên xwe bigrin, ez têkilî vê nabim. Lê eger tê xwestin ez bibim muxatap û eger tê xwestin ez bibim kirde (özne) di çareseriya pirsgirêkê de, wê demê pêwîst e pêşiya min were vekirin. Eger garantiyên pir girîng werin dayîn ezê li vir biçim bi hevalan re nîqaş bikim, ezê dest deynim ser rewşê. Ezê biçim gel hevalan û ji wan re bêjim dewlet vê vê dibêje, ezê biçim van mijaran bi wan xwe re nîqaş bikim; wê li gorî wê gav werin avêtin.
Di mijara Tokat-Reşadiyê de ti pêşketin, zelalbûn heye? Ez dikarim ji bo PKKê jî vê bêjim. Di PKKê de komên otonom hene. Otonoma her yekîneyekê heye. Ev komên otonom 24 seatan li çiyan in, di wan mercan de dijîn, hertim di bin takîbê de ne. Li her derê bi mirinê hatine dorpêçkirin û her kêliyê bi talûkeya mirina re dijîn. Di nava PKKê de komên nîv-otonom hene. Vana ji ber mercên kut ê de ne, neçarin xwe bi xwe xwe bicîh bikin, bîryarên xwe xwe bidin û xwe biparêz in. Ji ber vê sedemê jî mercên wan nînin ku ne ji Murat Karayılan ne jî ji Qendîlê ferman bigrin. Min ferman nedan PKKyiyan, ez nadim, înîsiyatîfa wan bi xwe ye. Ez ji tu kesî re nabêjim ji bo min vê bikin, xwe weke fîzîkî bihincirînin, nabêjim jî, ne li gorî rewşa min a heyî ye jî. Înîsîyatîfa wan bi xwe ye.
Li vir, di van mercan de rewşeke min ya ez fermanê bidim wana nabe. Lê belê eger tiştek çêbibe, vîneke çareseriyê pêşbikeve, hinde gav werin avêtin, were xwestin ku ez li vir rol bigrim, were xwestin ku ez bibim muxatab û pêşiya min were vekirin; ezê wê demê biçim û bêjim; hevalno, tiştên wisa wisa hene, ezê bêjim, emê nîqaş bikin, emê ji bo çareseriya pirsgirêkê bigihin bîryarekê. Tenê bandora min dikare wisa ji çareseriyê re çêbibe. Tiştên ku ez di van mercan de bêjim, tenê wê tespît bin. PKK nîv-otonom e. Wê ew bi xwe biryara xwe bidin ka wê çi bikin. Ew baştir mercên xwe dizanin. Wê biryarên ku bigrin li gorî mercên xwe bigrin. Pêwîst e di wê astê de bin ku bikaribin hesabê her gava ku biavêjin bidin. Temam, ez dizanim nirx didin min, wate didin, lê pêwîst e gavên ku diavêjin û biavêjim bi min girê nedin. Pêwîst e ji bo xwe bikin. Wê wana bi xwe biryarên xwe bibingeh bikin. Min berê jî diyar kiribû, pirsgirêka me ya herî bingehîn ontolojîk e. Ontolojî pirsgirêka bûna heyînê (hebûnewerî) ye. Pirsgirêka me pirsgirêka bûna heyîn e. Em têkoşîna bûna heyînê dimeşînin. Pêwîst e ev aliyê têkoşîna me were dîtin û di vê eksenê de nêzîkatî were nîşandan.
Li herêmê çi heye? Hîn çalakî berdewam dikin?
Bi min re jî axivîn, gotin wê televîzyonê nedin. Berê niha Mudurê karê giştî yê Ceza û Tevkîfê jî ji min re got rehet bisekine. Wisa dihesibînin ku wê min bi televîzyonekê bixapînin. Ez ne yekî wisa me ku bi televîzyonê werim xapandin. Hinde tiştên di wateya eger tu di baska tasfiyê de bî emê televîzyonê bidin te, ji min re hate gotin. Ez tu caran xwe nadim bikaranîn, tu kes nikare min bikarbîne. Girêdana min a bi nirxan re bêdawî ye. Deh sal in ku televîzyon nedane. Eger ji vê şûndetir qet nedin jî tiştek li min nayê, ez tu tiştekê winda nakim. Bila ti kes nêzîkatiyeke berevajiyê vê ji min hêvî neke. Min ji wan re got “ez ne zarok im, hun nikarin min bixapînin”. Û min ji wan re got hun nikarin wisa ji rêzê nêzî min bibin. Heta min ji wan re got, hun dikarin min li vir bikujin jî, ez ji vê jî natirsim. Bihizirin, zîhniyeteke çawa ye ku ev deh sal in mafekî biçûk a weke tew televîzyonê jî pir dibîne. Ez hinde caran metel (hayret) dikim ku ev zîhniyeteke çawa ye. Hinde başkirinan jî li vir dikin mijara bazarê, ez nayêm vê bazariyê. Ez ji wan televîzyon falan jî naxwazim, bila nedin jî. Bihizirin, ji min re dibêjin ew li wir radest bû. televîzyonê didin mirovên ku heman cezaya wekî min girtine, hepsa giran a muabet girtine û ji wan re dibêjin li ber xwe didin, lê nadin min. Di vê mijarê de cot standarî heye. Bi hezaran mirovên ku heman ceza girtine li Tirkiyê hene, lê tenê di vê mijarê de wisa nêzî min dibin. Di tevahî Tirkiyê de tenê televîzyon ji min re nayê dayîn. Pêwîst e ev rewşe pir baş were fêmkirin, pêdivî bi şîroveyên din nîne. Hinek dibêjin ku min bi dewletê re hevkarî kiriye, gelo mercên yên ku bi dewletê re hevkarî kirine wisa dibin? Min tiştên ku mirovek pê bijîn ango di jiyanê de bimîne xwest, ev jî nefes û hewakê hêsan girtin in. Min wekî din ti tişt ji bo xwe nexwest. Pêwîst e ev ji wan pispayeyên ku dibêjin “Ocalan hewl dide xwe rizgar bike” re were gotin. Ji bo ku ez bikaribim bijîm min tenê xwest ez hewa û nefesek rehet bigrim, ev jî mafê herkesî yê herî xwezayî ye. Min tiştekî din ji bo xwe nexwst. Felsefeya min ev e, bila tenê hewa hebe, mirov dikare her cure bijî, ez jî li vir dijîm. Ez dîsa dibêjim; hun dikarin min li vir bikujin jî, ez qet ji vê jî natirsim, ji min re dibêjin rehet bisekine, dibêjin ne axive, ezê çawa ne axivim, ma mirovek beyî ku biaxive dikare çawa bijî? Di felsefeya min de axaftin, beyankirina hizir, kirina tespîtan him heq e û him jî peywir (ödev) e. Tişta ku li vir li ser min tê pêkanîn, mirinek e ku li demê hatiye vebelavkirin. Çawa mirovekê ku tê dardekirin di sê deqeyan de dimire, rêbaza ku li ser min tê pêkanîn jî, vaye dardekirina sê deqeyan belavî sê salan kirine. Dixwazin mirina sê deqeyan li vir belavî salan bikin û wisa pêkbînin.
Ji Wezareta Edaletê jî hatin, tiştek kirin. Li vir wisa pencere vekirin, ez xwe didim ser û nefes digirim, hemû ev çend e.
Agahiya min ji civîna mekanîzmaya sêalî ku Beşîr Atalay tevlî bûye çêbû. Min doh hevdîtinek bi yên hucreyên din re çêkir.
Ma pêşniyarnameya 25 parlamenterên di Parlementoya Îngîlîz de ya di derbarê derxistina PKKê ji lîsta terorê de hatiye dayîn ji Parlementoya Îngîlîz re?
Ez silavên xwe ji jinên li Stanbolê re radigihînim. Dîsa nameyên ku ji girtîgehan hatine hene. Ez ji tevahiyan re silavên xwe yên taybet rêdikim. Lê eger ji her girtîgehê du-sê kart werin, wê baştir be û wê demê wê ji tevahî girtîgehan jî werin. Van sîh kartên di destê min de, hema hema hemû ji girtîgeha Tekîrdag hatine. Eger ji her girtîgehê du-sê kart werin wê baştir be. Nameyên ku ji Amedê, Sêrt, Batman, Bakirkoy, Mîdyadê hatine hene. Bila ji girtîgeha Mîdyadê de Şadiye Manap û Încî Roj nîqaşên xwe berdewam bikin, lê bila hevdû neşkînin û hişk nebin li hemberî hevdû, bila nîqaşê nekişînin vê xalê, bila di vê xalê de li hev bikin. Heta wê ev pêşniyara min hebe ji bo wana, dikarin van nîqaşan bikin pirtûk. Dikarin bikin pirtûk û bi vî rengî guftugoyên xwe bidin teyisandin. Ji girtîgeha Bakirkoy nameya Mesîl Demîralp heye. Ez ji wî re silavên xwe rêdikim. Ji girtîgeha Batmanê nameya kesekî ku navê wî nayê bîra min, lê paşnavê wî Çînko ye heye. Ez dikarim ji bo girtîgehan bi giştî vana bêjim, lêhûrbûna wana baş e, di rêka rast de ne, ez ji tevahiyan re silavên xwe yên taybet rêdikim.
Dîsa ez bi wesileya sersalê sersala tevahî gelê me û Êzîdiyan, bi taybet jî sersala Xiristiyanan pîroz dikim. Eger bi navê min peyameke sersalê ku navaroka wê tije û xweşik be û ji peyamên berê jî were berhevkirin û weşandin, wê baş be. Ez xwe dispêrim ser nehevdîtinê, di sersalê de nehatinê û negihandinê, ji ber vê yekê vana dibêjim. Ez silavên xwe ji gelê me yê Sêrtê re, ji gelê me yê Amedê re radigihînim.
Roj baş Ji herkesî re silav.
23 Kanun 2009