Rêber APO
Hîn cezayê hucrê nehatiye pêkanîn, min li hemberî bîryarê îtîraz kir, wê di nava çend rojan de diyar bibe.
Min carekê bi hevalên ku anîne vir re hevdîtin çêkir. Wezîfedarên vê derê diyar kirin ku wê di dema pêş de televîzyonê bidin. Min hevdîtin bi heyeta ku ji Wezereta Edaletê hatî re çêkir. Mudurê karê Ceza û Tevkîfê ya Wezareta Edaletê jî hebû. Piştî vê hevdîtinê li jor û jêrî derî paceyek vekirin. Di odeya ku ez tê de me de texteya razanê, dolap û masa heye. Ji derveyî wê nêzî du-sê gav cîh ji min re dimîne. Ji derveî cihê razanê, masa û dolabê bi berayî du gav û bi dirêjahî jî sê gav cîh heye. Ango mesafeya cihê ku dimîne ew qas e. Cîh hemû ev çend e.
Li Amed, di xwepêşandinan de ciwanekê 23 salî yê şagirtê zankoyê, jiyana xwe ji dest daye. Ez pir xemgîn bûm. Ez taziyên xwe bi taybetî ji dayîk-bav û malbata wî re radgihînim, ez sersaxiyê dixwazim.
Hevalên di girtîgehan de ketine greva birçûbûnê. Êdî pêwîstî bi grevên birçîbûnê nîne, ez ji tevahiyan re pir silav û rêzên xwe pêşkêş dikim. Min beriya niha gotibû bila jib o min nekevin nava çalakiyên întîxarvarî û yên zirar didin xwe. Bila mîsoger jiyana xwe nexin talûkê. Ez silav û hezkirinên xwe yên taybet ji van hevalan re dişînim.
Wisa diyar e ku wê bîryara doza girtina DTPê di roja Înê de debikeve. Ne dawiya dinyayê ye, eger were girtin jî wê têkoşîna xwe bidomînin, wê rêka xwe bidomînin. Dîsa dikarin li Tirkiyê biçin pêkhateyeke demokratîk ku ji her beşî democrat cihê xwe tê de bigirin.
Nuray Mert, di nivîsa xwe de dibêje “vebûn pêwîst e, lê belê rêbaz şaş e”. Rast e, vebûn şert e, lê belê rêbaz ne rast e. Vana siyaseta Îngîlîz in, Emerîka birêve dimeşîne. Ev Îngîlîz mûthîş e. Ev çar sed sal in ku cîhanê birêve dibin. Li Tirkiyê jî Îngîlîz li aliyekê Kurdan sor dikin, li aliyekê jî ji dewletê re dibêjin biçewisîne, du alî dilîzin. Ev polîtîka polîtîkaya “kîvroşk bireve, tajî bigre” ye. Ezê vê rewşê bi sê mînakan vekim. Ya yekem; Ya yekem; di sala 1925ê di, di serdema Şêx Seyît de li Kurdistanê bi vasiteya Noelê Bînbaşî re bi Şêx Seyît wanan re hevdîtin çêkirin û weke ku wana destek dikin kirin û li Stanbolê jî bi Seyît Abdulkadîran re hevdîtin çêkirin; di aliyekê de Kurd sor kirin di aliyê din de jî derdora Mustefa Kemal bi zilamên xwe yên weke Înonu, Recep Peker û Fevzî Çakmak wanan re pêçan, ew bêbandor kirin û hukimet xistin destê xwe. Di vê pêvajoyê de di aliyekê de Kurd sorkirin di aliyê din de jî di berdêla girtina Musul û Kerkudê de destek dan di mijara çewisandina hukimetê de. Gelek êş hatin jiyîn.
Ya duyemîn; Vana di destpêka salên 1990an, de bi mudaxeleya DYE ya ji Îraqî re, ji me re gotin ku ewê di mijara şer de me destek bikin. Dîsa bi rêka nûnerên me yên li Ewrûpa ji me re digotin hun şer bikin emê destekê bidin we. Di aliyê din de jî li Îngîltere di mijara çewisandinê de ronahiya kesk ji Doxan Gureş re pêxistin. Wê dê di çapemeniyê de hatibû nivîsandin, beyanata Dogan Gureş bi xwe ye. Dema li Îngîltere hat eynî ev tişta digot; “Îngîltere ji me re ronahiya kesk pêxist”. Vaye dîsa ew êşên mezin yên tên zanîn hatin jiyîn. Nêzî sê hezar gund hatin valekirin, bi hezaran kiryarên kuştinên ne diyar çêbûn. Serdema Tansu Çîler-Dogan Gureş. Di tutanaxên Ergenekonê de jî derbaz dibe; ji hev re dibêjin “qehpe”. Di mijara şer de em jî sor kirin, di aliyê din de jî berdan ser dewlet ê. Tam jî şerekî kor an. Ji ber Ozal nekarî vê sanaryoyê tehlîl bike bû malê jiyana wî, me jî wê demê tam tehlîl nekiribû, ji ber vê sedemê jî me şer heya dawiya sala 1997an domand, lê dûra me fêmkir. Di derbarê wê ev pirsgirêk bi şer re çareser nebe, pirsgirêkeke siyasî de nêrînên Karadayi jî hebûn. Ez bawerim Kıvrıkoglu jî wisa dihizirî. Heya sala 1998an Karadayi, di navbera 98 -2002an de jî Kıvrıkoglu Serokfermandarê giştî bû. Wê demê Ecewît dixwast tiştekê bike, lê ez bawerim Bahçelî takoz danî. Dura Ergenekoniyan di navbera xwe de –ev di îdîanameyan de jî heye- dibêjin“ me paşvekişandina 2000an; pêvajoya paşvekişandina gerîla li derveyî sînoran baş nenirxand.
Min îzah kiribû ka di salên 1925an pê ve îtîhatî û Terakiya li Tirkiyê çawa Mustefa Kemal bê bandor kir in. Ez dizanin ka CHP çawa xistin destê xwe. Îsmet Înonu, Recep Peker û Fevzî Çakmak hebûn. Piştî wê valahiyek di serdema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de çêbû. Pêkhateya Gladîo piştî salên 60an pê ve bi Alparslan Turkeş wana re derbeya 27 Gulanê kirin. Ez nabêjim tevahî mirovên 27 Gulanê wisa ne, yên weke Madanoglu dirust jî hebûn. Talat Turhan di pirtûka xwe de qala vana dike. Vana li ser Çepê Tirk jî bibandor bûn; tê zanîn di wexta xwe de THKO, Dev-Yol, Dev Sol çawa hatin bidestxistin; wana nikarin ferq jî bikin. Ez ji bo Çepê Tirk vana dibêjim. Dema destpêkê dewlet hewl dida yekser di hindir de komên çep bixe destê xwe, wê şundetir êdî pêwîstî bi vê nabîne, bi destê sêyemîn birêve dibe. Rewşa Perînçek li holê ye. Hewl dan bi heman rengî PKKê jî têxin destê xwe. Bi Çepa Tirk re bi dehan komên Çepa Kurd jî hebûn, lê tevahî hatin tasfiyekirin, tenê nekarin tasfiyekirina PKKê serbixin. Dema me di sala 1984an de yekemîn car yekinî şandin çiyan, pêkhateyên beriya JÎTEMê ketin nava wana, me bi sedan kadroyên xwe yên pir binirx winda kir in. Halîl Ataç hebû di nava me de. Bi xwe digot “kesek nikare gotinekê ji Hogir re bêje”. Ev Hogir kesekî ku xwendin û nivîsandina vî jî tunebû. Îhtîmala ew bizanebûn şandibin nava me heye. Çar Çeteyî û pêvajoyên tasfikirinê yên bi Çurukkayayan re hatine pêşxistin çêbûn. Ez vê weke hewla CHPkirina PKKê binav dikim. Wê nikaribin vê yekê serbixin. Wê nikaribin PKKê bikin CHP.
Weke ya sêyemîn jî; vaye ew pêvajoya heft sal an a di 2002an de bi îqtîdara AKPê destpê kiriye ye. Ev pêvajo pêvajoyeke ku 60 sal berê vê hatiye amadekirin. Du armancên vê pêvajoyê heye. Ya yekemîn; tasfiyekirina îslama radîkal e, ya duyemîn jî; tasfiyekirina cewhera Tevgera Demokratîk û Azad a Kurd de. Ji xwe tişta ku AKP ev heft sal in dike jî ev e û vî karî jî “baş” dike. Vaye piştî 2002an meseleya Osman û Botanan tê zanîn. Heta vana xwe weke demokratên lîberal pênase kiribûn. Xwestin min tasfiye bikin, bi bikaranîna paşnavê min re jî di tasfiyê de biserkeftî bibin. Wê qaşo Osman anîban şûna min. Niha jî hewl didin vana bikarbînin. Lê wê nikaribin ti tiştekî bikin. Niha nirxeke vana ya pênc quruş jî nîne. Rûyê wan yê pê derbikevin nava gel nîne.
Min bi dehan caran ji jinên me re got. Hegel jî dibêje; tenê dikare malbat bi feraseta evîna klasîk, bi têkiliyên jin-zilam re were damezirandin, tu nikarî wêdatirî wê biçî. Hegel dîrokzan û felsefekarekî mezin e. Mark şagirtê Hegel e. Hegel ji têkiliya kole-efendî dikeve rê tehlîlan pêşdixe. Ez jî ji têkiliyên jin kole-qurnaz û zilamê zorba dikevim rê û tehlîlan pêş dixim.
Erdoxan pir jîr û xebatkar e. Lê nikarin Tevgera Kurd a demokratîk û azad tasfiye bikin, wê nikaribin bikin jî. Di vê mijarê de nikarin biserkeftî bibin.
Ya girîng kirina polîtîkaya rast e. Ev çil sal in ku em bi damezirandina demokratîk a civakê re mijûl dibin, lê perwerde û rêxistina ku pêwîst dikir nehate kirin.
Mudurê karên Ceza û Tevfîk hat. Me bi dirêjkî hevdîtin çêkir. Min ji wî re jî vegot. Min got eger çareseriya siyasî çênebe, ev pirsgirêk nikare were çareserkirin. Ji min re dibêje “eger tu baş bitevgerî emê mercên te sererast bikin”. Ango ji min re dibêjin aş bibe, weke zarokekî nêzî min dibin. Lê nikarin min bixapînin. Ez tu car tawîzan ji rêgezên xwe nadim. Birêgezbûna min taybetmendiya min a herî girîng e. Min ev yeke ji mudur re jî got. Cewhera sekna min ev e. Ez xwedî rêgez im, lê ez di pratîkê de nerm im. Taybetmendiya herî girîng ya şexsiyeta min ev e. Ez di rêgezan de hişk, di pratîkê de jî nerm im. Ez heya dawiyê birêgez im û di pratîkê de nermim. Beriya niha li Huriyetê jî nivîsandibû; li dijî min heya sala 1996an deh komplo hatin ceribandin, heya roja îro jî bûye bîst hep. Li vir jî gelek ceribandin hatin kirin. Lê belê ez tevî tevahiya vana jî sekna xwe ya birêgez didomînim, ez dev ji sekna xwe ne haberdim. Pêwîst e herkes vê wisa bizanibe. Li vir jî li gorî xwe hewl dan tevgera azadiya Kurd bi rêka min tasfiye bikin. Lê nexistin hesabê ku ka ez çi qas kesekî birêgez im. Wê nikaribin vê li min bidin kirin.
Ez jî dibêjim; ez ne li dijî vebûnê me, lê rêbaz şaş e. Pêwîst e rêbaza rast were diyarkirin. Eger hun erebê deynin pêşiya hesp, nabe. Ji xwe bi ta erebe girêdayî hesp e. Ya rast hesp li pêşiya erebê girêdan e. Lê di vê vebûnê de şaşitiya bingehîn ev e; erebê didanin pêşiya hespê. Ma wisa dibe? Ma wê erebe bi vî rengî bitevgere, na . Ev wê zirar bide hesp jî, erebê jî. Pirsgirêka bingehîn pirsgirêka rêbaz e. Beriya zagon û revebirnameyê ev pêwîst e. bi taybetî jî ev zegona di derbarê zarokan de, zagona poşmaniya maddeya 221. û wekî van. Dihesibînin ku wê bikaribin bi guhartinan re pirsgirêkê çareser bikin, lê wisa nabe. Bi taybetî jî zagona poşmaniyê xefkek e, provokasyon e. Ev nikare were pejirandin. Bi vê rêbazê re yek kes jî ji Mexmûrê nayê. Pêwîst e were qebûlkirin ku ev kar, pirsgirêk siyasî ye û dikare bi rengê siyasî biçareser bibe. Binêrin pêncî hezar mirin hene, ji vê re dibêjin teror. Tê gotin ku di şerê Yewnan de jî pênc hezar kes mirine. Li vir cihekî ku pêncî hezar kes tê de mirine de nikare qala terorê were kirin, li wir şer heye. Aliyên şer jî hene û pirsgirêk di navbera aliyan de tê çareserkirin. Ev bi muzakerê çêdibe, bi giftugo re çêdibe. Ez nabêjim bila îlehî ez bibim muxatap, dikarin PKKê jî muxatap bigrin, eger ew nabe dikarin DTPê muxatap bigrin, eger ew jî nabe dikarin bi heyeteke ku PKKyî ji di nav de ji gel, bi mirovên ji pirsgirêkê re bieleqederin re hatiye çêkirin re hevdîtinê çêbikin.
Eger rêbaza rast were diyarkirin ez jî dikarim di mijara çareseriyê de tişta ku dikeve ser milê min bikim. Eger rêbaza rast were diyarkirin, navêng çêbibe ez dikarim paşve vekêşana hêzên çekdarî û bicîhbûna wan ya di cihên guncav de pêkbînim. Ji vê re hîn jî hêza min, wê guhdarî min bikin, b imin re girêdayînin. Van tiştên herî dawiyê hatine jiyîn dide nîşan ku gel bi min re girêdayî ye. Bi dehan kom hene di nava PKKê de, ji xwe tevahî komên di çiyan de otonom in. Tenê ez dikarim vana qontrol bikim, ez dikarim wana bêçek bikim. Ez nizanim ka wê çawa bibe, lê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê mîsoger pêwîst e Meclîs bîryar bigre. Pêwîst e ji bo vê pêşiya min were vekirin. Min tevahiya vana di nexşeya rê de diyar kiribû.
Dadrêsê înfazê di bîryara xwe ya cezayê hucrê de dibêje “tu li vir bîryar û firmana şer didî”. Ez li vir ne di wê rewşê de me ku bîryar û firmana şer bidim, ez tenê tespîtan dikim. Min ev yeke ji heyeta ku hatiye vir û bi min re hevdîtin çêkiriye re jî got, ez ji DTPê re jî dibêjim, ji PKKê re jî dibêjim. Pêwîst e pêşiya çareserî û siyaseta demokratîk were vekirin. Ez li vir bangî Erdogan dikim. Eger rêbaza rast neyê diyarkirin û pêşiya çareseriya demokratîk û siyasî neyê vekirin, çawa ku înada Enver Paşa Osmanî perçe kir, wê zîhniyeta AKPê ya heyî jî Komara Tirkiyê ber bi perçebûnê ve bibe û wê AKP jî biqede. Wê di îqtîdara CHPê û MHPê de jî xwîn birije. Ez dihizirim ku niyeta birêz Erdogan baş e, ez hîn jî dixwazim bawer bikim. Di nava AKPê de yên durist hene, yên di wateya rastîn de alîgirê çareseriya demokratîk in hene. Lê ez nizanim ka vana çi qas bibandor in. Di nava AKPê de yên tasfiyekarin jî pir in. Ez hîn jî dikarim tişta di ku ji bo çareseriya dmeokratîk ji destê min tê bikim. Lê eger pêşiya çareseriya demokratîk neyê vekirin, wê KCK rêka xwe diyar bike, wê ji şer re jî ji aştiyê re jî ew bi xwe biryar bide. Ez li vir nikarim xwe qarişê tiştekî bikim. Wê nerast jî nebe.
Ez silav û hezkirinên xwe yên taybet ji Roj tv re radigihînim û ez di xebatên wan de serkeftinê dixwazim. Ez pir silav û hezkirinên xwe ji tevahî gelê me re, ji Gelê me yê li Sêrt ê, li Kuralan, Îzmîr û Surî re dikim.
9ê Kanûn 2009