Bi Pêngava berz ya 15’ê Tebaxê û pêşketinên piştî wê ve, PKK’ê bi rêbertiya xwe ji bo guhertina çarenûsa xwe ya vajî, gavekî dîrokî avêtiye. Zingara ser dilê me rakir, ji wê zêdetir jî bi gotina birjuwaya Tirkan qelibên betonê şikenand, kêlên mezelên li ber serê gelê me hatibûn çikandin rakir, avêt û vegotina rastiya gelekî ku zû biz û mirinê napejirînê derxist holê.
Di demeke ku bêbawerî, çavşikestî, ji holê rakirin û ewrên radestbûnê wekî xewnereşkan ketibûn ser civak û tevgerên çepger, derketineke wiha wekî bûyereke behît bû.
Tevgera PKK’ê wekî tevgera baweriyê derket holê. Ji roja derketina wê û heta roja me ya îroyîn tiştê ku mora xwe li têkoşîna wê ya ku hatiye bilind-kirin da, giyaneke berxwedaniyê ye. Ev giyan, bi ber-xwedaniya partiya me ya çekdarî ve hîn belûrtir bû û bi pêngava 15’ê Tebaxê ve gihişt radeya herî jor. Tişta ku têkoşîna me anî vê astê ev giyan e û xwe gîhandiye rûmet-bûyineke xwedan wateyeke dîrokî.
Pêngava 15’ê Tebaxê di heman demê de afîran-deyeke ku bi ke-dên kiryarî yên awarte ve teşe girtiye.
Pêngava 15’ê Tebaxê dê wekî lehengiya kedê derbasî dîroka berxwedaniya me bibe.
Di welatê me de ji warê erdnigarî û taybet-mendiyên dîtir ve di şert û mercên herî dijwar û paşverû de, li xakên Kurdistanê ku heta dawî zuha û ji hişmendiyê dûr e, pêngava şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê, bi derbaskirina çiyayên bilind ên bi berf, bi birçîbûna rojan, bi meşa mehan, bi progpagandeke xurt û hêza qane kirinê ve hate pêkanîn.
Di vê wateyê de Pêngava 15’ê Tebaxê deriyê bi hostatî pêşxistina rastiya berxwedaniya şoreşgerî heta piştê vekiriye.
Di serdemeke ku hewil-danên tunekirinê yên dewletê di astekî herî jor de bû û tevgera şoreşgerî ya Tirkiye dix-west tune bike de, Pêngava 15’ê Tebaxê ev şoreşgertî di xwe de şenber kir û ji bo ku careke din bi-de gelê Tirkiye xwedî li van nirxan derket.
Pêngava 15’ê Tebaxê ya şoreşgerî, karakterê kesên baja-riya biçûk, netewper-werên hov, revokên şo-reşê, radestkar û bêvîn derxist holê û nasnama wan a rast li ber çavên her kesî raxist.
Pêngava 15’ê Tebaxê ger tenê mirov dijwariya şert û mercên wê demê, astengiyên ku rû be rû bû, zahmetiyên ku hatin kişandin, tevî kêmasiyên xwe û rewşên neyênî bide berçav, bi rastî jî tevgereke behîtî ye. Erê, ji bo kesên ku bi zanyariya şoreşê ve hişka hişk girêdayîne re, tu têkiliya vê bûyerê bi behîtiyê ve nîne. Lê belê di şert û mercên Kurdistanê de qetandina kefenê ku ji şoreşa me û heta ji hebûna me re hatibû dirûtin û derketineke wiha şoreşgerî çêkirin ne karê her mêrî bû.
Careke din bê ku hûn rê bidin durûtiyê û xwe xa-pandinê, ger hûn dixwazin xwedî li tevahî nirxên şer ên pêngava 15’ê Tebaxê derkevin û bibin pêşengên lêgerîna azadiya gelê me ya watedar ku ji êş, azar û dilşadiya wan derket holê û dîsa bibin pêşengên vegu-hertina jiyanê, divê hûn bersivên vê pirsê bi rengekî balkêş bidin.
Netêgihiştina dîroka şer a partiyê, bêwîcdaniyeke herî mezin e. Hal ev e ku destpêkirina me ya vê pêvajoyê bûyereke behîtî bû.
Em di têkoşîna van salan de mafdar in, em mafdariya xwe bi serxistina van salan, bi zêdekirin û dewlemendkirina berhemên têkoşînê ve nîşan didin. Ramana têkoşînkirinê xweş e, xala wê xweş e. Ma qey tu tişt ji vê bi nirxtir heye? Eve em cîhaneke berz didin we.
Ev milê pêngava 15’ê Tebaxê jî heye; ango dê ji xiyanetê bi dijwarî hesab bixwaze, di nav me de jî ji kesên hevkar, ji kesên bêbawer û nabebûyinê disepîne, herî kêm bi qasî wê dê hesab bipirse û di cihekî de dema vê hesap pirsînê bi rengekî balkêş hatiye.
Rastiyên me yên dîrokî û rojane, di vê pêvajoyê de raman û çalakiyên ku ji bo dema pêş divê bên jiyîn çine û tiştên ku rizyane, divê bên derbaskirin çine, bi rengekî eşkera ji her demê bêtir em van datînîn holê. Ev pêngava me ne tenê berxwedaniyeke leşkerî ye. Ji wê wirdetir xwedan gelek wesf û taybetmendiyên cuda ye. Hem ji bo ronahîkirina rabirdûyê û hem jî ji bo têgihiştina destxistinên şoreşgerî yên dahatûyê ji kûr de fêmkirina pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê xwedan girîngiyeke jiyanî ye.
****
Ji van kesên ku nayên rê re, gotina her dilopek xwînê, her lehengekî berxwedaniyê ku dikeve nav xakên welat heye. Gelek tiştên ku bi wan bidin pejirandin hene…
Em di hamleya xwe ya dîrokî de bi biryar bûn. Em di her meşeke biryardar de qonaxekê li dûv xwe dihêlin. Belê rast e, di pêngava 15’ê Tebaxê de komplo hatin kirin. Tê bîra min piştî şehadeta Egîd hinek ke-san got; “Ev kar nameşe, zilamên te yê tu herî bi wan bawer ew jî çûn. Careke din nahêlin hûn henaseya xwe bigirin.” Yê me jî nêzîkatî û helwesta me ji şehadeta Egîd re hebû.
Dîrok ev yek peyitandiye ku, xebatên di qada serokatî de tên meşandin heta niha qet bi bin neketine û xebatên serkeftinê ne.