HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çalakiya bi keviran, çi bû? Ji ber ku li min dan, gelekî zor be jî ez rabûm çalakiyekê. Li dijî Cimo û Miho çalakiyên ku min birêxistin kirine, bi qandî serhildana yekem girîng e.

Kengê min ev her du çalakî xistin hişê xwe? Min dît ku gelekî bi ser min de hatin çêdibe, êdî malbat tê rewşa nepejirandina min. Min dît êdî jêneger e heger ez nekim zêde nikarim bijîm, çi hate hişên min yên zaroktiyê?

Başe ez çawa çalakiyê bikim? Cimo zarokekî pir nerehet e, tevlî hemû xirabiyan bûye, di şer de pîvanan nas nake. Ez jî gelekî şermende me. Ez bi hêsanî nayêm şer û ev jî astengiyeke rişt e, çareserkirin zehmet e. Me jê re digot “firdo” bi rastî jî Cimo li her derê fir fir digeriye.

Çar neçar, êdî nizanim, weke pêngavên min yên her demê surprîz. Min carekê dît Cimo di newala jêr de dimeşe. Êdî em bûne dijberê hev. Tê bîra min ez derketim aliyê jor yê newalê. Min xwe li wê jorê bi cî kir. Min dest bi şopandinê kir. Dîsa wê demê kiras hebûn, ango cilên dirêj. Min kirasê xwe bi keviran ve dagirt. Hindekî li pêş cîranekî min hebû, ango ne dostekî baş be jî, dikare di nav me de bisekine yan jî ji min re bibe hevkar. Misoger beşdarî şer nabe, lê wê çavdêriya min bike. Di vî şerî de esas li ser şêwaza rast her tişt heye. Amadekariya pêwîst, çeper girtina zexm, şopandin, şêwaza tevgerê û hevpeyman. Ango rewşeke rêxistinî. Piştre min destpêkir û ji jor ve min kevir bi ser Cimo de gindirandin. Weke ku min gotî, Cimo ne yekî ku xwe bi hêsanî paşve bide û fêrbûye her dem bi nêyînî bi ser min de were. Bi barandina keviran ve herî dawiyê min Cimo xist pozîsyona revê. Dema dest bi revê kir jî, ez pêtir bi ser de çûm. Ji rûbar heyanî malê da revandin (baş tê bîra min), piştre kete mala xwe û ez bawerim derî jî li ser xwe girt.

Gelekî balkêş e. Ew ji bo min serkeftineke mezin bû, ez bawerim dayîka min wê demê ev baş nirxandibû. Ev çalakî wisa pêşket û encam jî serkeftin bû. Hîna tê bîra min, ez nanepixînim. Misoger serkeftin bû, ji ber ku, kesekî ji min bi belatir bû. Heyanî wê rojê ez şikandibûm, lê bi çalakiyeke ku min bi rêxistî, min Cimo qedandibû. Çalakiyeke pir bi amadekarî, bi plan û bi însyatîf bû.

Ji bo Miho jî heman tişt bû. Miho jî ez gelekî mijûl kiribûm, serê min şikandibû. Belê hîna şopa wî jî heye. Ji bo wî jî bi heman planê ez derketim serê ban. Wê ji quncikê ve Miho derbikeve, yek jî divê ji min ve newê xuyan. Wê ji quncik ve derbikeve, ez jî li quncika ban yê dinê me. Dîsa min kirasê xwe bi keviran ve dagirt û dema Miho ji quncikê ve derket, min kevir li ser barandin, Miho birîndar bû. Ew jî bi reveke lez heyanî hundirê mala xwe çû. Tê bîra min ez bawerim heyanî tariyên mala wan jî da dûv wî. Miho jî wisa qediya.

Dema ez niha li van her du çalakiyan dinêrim, bi hemû aliyan ve şêwaza min xwe dide dest. Plan, veşartin û însyatîf heye. Êrîşa yekem ji min de ye û heyanî dawiyê jî ez bi dûv dikevim. Heger bal bê kişandin di vê derê de hemû taybetmendiyên gêrîla veşartîn e. Hîna di temenê biçuk de weke van çalakiya mirov dikare behsa gelek çalakiyan bike.

Çiye? Di şertên gund de şerên bi malbatê re, şerên bi zarokan re...tirsa min ya ji ber zehmetiya şerê zarokan, gumana min ya ji ber encamên xirab yên lêdan-şikênandinan; hesta van derbeyên giran ji bo jîna min ya demdirêj e, hemû hîna di bîra min de ne. Heger gengaz be nemirin, lê belê heger negengaz be, weke çîroka Cimo û Miho bi rêxistina çend çalakiyên biplan û bihêz, pêwîste werin kirin. Min peyitand ku hişyariya gêrîlayekî kevn nikare nîşan bide, min di wî temenê xwe yê biçuk de nîşan da. Piştî ku ez demekî dirêj di parastinê de mam, bi carekê ve min dest bi êrîşê kir û derbeyên mezin lêdan.

Nakokiyên nava malbatê hebûn. Kevneşop û normên malbatê yên ku xwe disepandin hebûn. Li dijî wan jî, weke serhildana yekem ez ketim nava berxwedaneke mezin. Hêrs, şer û serhildaneke mezin. Piştî wê vaye heyanî serhildaneke li dijî gund, li gorî min şêwaza şerekî mijara gotinê ye. Ev jî şerekî hêrsê bû. Wê demê piştî ku ez ji gund qutbûm, bi temaşekirina dawiyê re rondikên min yên hatin xwarê têne bîra min. Bêguman ev ji hêrsê destpêdike. Sosret e? Çima tu wisa şerdikî û çima tu wisa qutdibî. Taybetmendiyeke kesayetê ye. Min got kesayeteke wisa bi hestan ve barkiriy e.

Ez diveqetim, qutbûyîna ji civata gund û bi ser civaka bajêr ve çûyîn heye, bi her aliyê xwe ve şerekî civakî ye.

Hêrseke min ya ku di deh saliya min de mezin bûyî hebû. Bi hêrseke mezin, herikîna rondikan ya ji çavên min hebû, lê min ew bir serhildanê. Xatir xwastin heye. Di wî temenê xwe yê zaroktiyê de, xatir xwastineke sotîner bû. Lê belê ji nûve veger hene û hemû jî kûr in. Bêguman min ev ji tu kesî re venegotin, tu rewşeke min ya vegotinê jî tunebû. Lê bi puxteyî wisa bû.

Veqetîna min ya ji çiya, kevir, av, civîk, gumgumok, pepûle, mar û mişkên welatê xwe gelekî girîng e û tu carî ne ji kirina min ya wir bi siyasetkirina min ve girêdayî ye.

...

Bîranîneke biçuk: mezinekî malbatê hebû. Dixwast hindekî mala me jî bivênerîne (denetim). Hîna di bîra min de ye, zilam me dişopîne. Di destên wî de bavê min jixwe weke xizanekî ye. Ez bawerim hindekî bi pêşveçûyîna min ya azad hesiyaye. Hat û got; “ev destên te dîsa bi çi re mijûl dibin, li hember min rişt(cidi) be, min pir rişt guhdar bike!” Tê bîra min wê demê ev gotin kir; “ma di te de cîva (madeyeke bêrawestan) heye lo? Li hember mezinên xwe zexm bisekine!” pîvana feodalî li ser min disepand. Min jî wê demê bi rastî lêyîst. Ez bi ber çavên mêrik ketime û hîna wê demê dixwaze min rastbike.

Ji ber ku min radestî nepejirand û li ber xwe da, di aliyê civakî de min asta pejiradinê hindekî bi destxist. Îro ez di nava gelê xwe û dostên xwe de hindekî eleqeyê dibînim. Ez bi hêzên dijberî xwe re jî rêzê dafirînim. Heger em hîna şênber baxifin, min bi salan nedikarî xwe bi gundiyekî bidim guhdarkirin. Daxwaza min çi dibe bila bibe, min ji dayîka xwe re, ji bavê xwe re, ji gundiyên xwe re, ji hevalên xwe yên dibistanê û zaroktiyê re got ku “ez nikarim xwe bidim guhdarkirin”.

Li wê derê min pêvajoyeke sosret ya têkoşînê derbas kir. Dîsa di aliyê jiyana civakî de divê mirov hindek taybetmendiyan zelalbike. Di hawîrdora gundekî wisa de, astengiyên têkîliyên malbatê çawa ne û bi nakokiyeke rûbarî malbatê çawa bi hev re dibin dijmin, min ev çawa weke xeteriyê dît, min ev yek got, ev tê çi wateyê? Hindekî xwestina pêşveçûyîna civakî ye.

Li pêşiya pêşveçûyîna civakî nakokiya Kurd ya navdar heye. Şerê xwînê, şerê cîranan, şerê kuçîkan, şerê keran û şerê bostek ax heye. Min xeteriyên vê dît. Ev jî rewşeke pir paşverû û paşvemayîn yê eciziyê ye. Ez ji vê nerehet dibûm. Bersiva ku hîna min di zaroktiya xwe de peyda kir, gihiştina berevajiya vê yekê bû.

Gihiştina berevajiya vê çiye? Ez wê nebêjim binkeya civakî ya gund ku bi cî bûye, li dijî binkeyeke ji civakbûnê re girtî, hindekî afirandina civakbûyînê ye. Hîna di wê demê de bi hevtemenên xwe re jî pêwîstiya têkîliyên veşartî min xwe neda paş. Temenê min heft-heşt pir zêde deh bû. Di hawîrdora gund de yekem têkîliyên xwe yên veşartî min wisa avakirin. Pir baş tê bîra min, ji mezinên malbatê veşartî, bi zarokên malbatên ku weke dijmin hatine binavkirin re min têkîlî avakirin. Rêxistinkirineke veşartî, yên ku wan weke dijmin bi nav dikirin, min xwest ez weke heval pêşwazî bikim. Ango derveyî armanca cigehî ez ketim nava armancan. Têkoşîna min, wisa bi nepejirandina têgeha wan ya dijmintiyê ve destpêkir. Dema ez heft salî bûm min xwe wisa fêrkir. Ez diçûm hema digotin; “vaye dîsa cîva hat”. Ez deh salî bûm, min got “ma tu dayîkî?”, “ma tu dizanî te ez di cîhaneke çawa de, bi şertên çawa re rûbirû hiştim?” Ew pirsîneke hesabê bû. “Ma tu dizane tu ji zarokekî çi dixwazî?” Min mirîşk û çêlik nîşanê wê dan û min têkîliya me şipande ya wan. Ez pê hesiyam ku hindek tiştên dayîkeke dînok ji zarokekî nexwaze hene.

Jiyaneke wisa pêwîst e. Ez bi tevger bûm. Bêguman disiplîn pîştê wê yekê tê, ez xwedî disiplîn bûm jî. Mesela ez yekemîn şerên xwe yên bi maran re, guran re û civîkan re gelekî xwedî disiplîn bûm. Ji ber ku dikarîbûn bi min vebidin. Ez hema di nava hemû zinaran de direviyam, min hema destên xwe davêtin hemû tiştî, yekî jî bi min veneda. Ew jî bi disiplînê ve girêdayî ye. Min xwe bi hêsanî neda girtin. Ev bi tempo ve girêdayî ye. Tu kes berevajiyê min nebû. Min dizanîbû ku ez xwe bi hemû kesî jî bidim guhdarkirin. Ango tiştên herî bêbawer min digotin, her kesî bi ken derbas dikir. Ya girîng xwe dayîna guhdarkirinê bû. Balkêşî bû, xweşikiya uslûb bû? Wan çawa dixwast weke wan dibû, ne weke ku min dixwast. Yan jî çawaniya xwasteka xwe min piştre nîşan dida. Ez şerekî çawa dixwazim, ez yekîtî û têkoşîneke mezin çawa dixwazim. Ez encama wê çil salî bi şûn ve nîşanî mirovan didim. Ji bo ez wan nîşan bidim, wan çawa dixwast ez weke wan dibûm. Mînak digotin, “ax kurê me jî hebûya, wisa bixwenda, wisa bixebitiya”, min wisa nîşan dida. Ji bo ku gundî min begem bikin. Bêguman, roxmî ku ez qet wan begem nakim û li hemberî wan ez di nava eciziyekê de bûm, lê belê tenê ji bona ku ez wan bikşînim nava refên xwe, min li wana guhdar dikir.

Erê, li dijî jiyana gund ya feodal di nava eciziyeke bê eman de bûm.

Zilamekî cîranê me zewiciya bû. Zewaceke duyemîn ya ku min wate nedidayê kiribû û zewaca xwe ya duyemîn bi keçeke di temenê min de re kiribû. Wê demê jî ew zewac ji bo min qelsî bû. Keçikeke di temenê min de wisa bi hêza peran çûyîna bi zilamekî wiha qels re tawanek bû, bê exlaqiyeke mezin bû. Heger ji destên min hatiba wê demê min wê ew keç ji destên wî zilamî derxistiba. Min bi ser nexist, ji ber ku ez bêhêz bûm. Hêza min tune bû.

Xwişka min: yên ku qet ew nedîtine, ji rêka du rojan hatin, gotin “em dixwazin”. Hatin li beramberî çend telîs genim, çend qirûş dirav girtin û birin. Ev têkîlî hîna min nepejirandiye. Zilam ji rêka çend rojan hatiye, yek jî weke ku xulamê feodal û azepê axê ye, xwişka me bir û çû. Min got; “çiqas guneh bû”. Dîsa hêza min têrê nekir.

Dîsa tê bîra min (ev yên ku min di jiyana biçukahiyê de jiyîn e) dîsa keçeke paqij bi zorê dabûn malekê. Wisa pir bê eman, bi lêdanê dabûn. Keç, li hemberî zilam serê xwe natewîne û direve. Tê bîra min ez xwendevan bûm, ya ku cara yekem hat kêleka min û ji min re got, “tu dikarî hindekî min fêrî xwendinê bikî” ew keça gund bû. Wisa dihat li hevokan temaşe dikir. Hîna di bîra min de ye, min yek-du peyv jê re gotin, weke din hêza min çênebû.

Vaye ez îro tola wê hildidim, ez hîna li dûv tola wê me. Ev asteke civakê bû, Heger wê wisabûya bila qet nebûya baştir bû. Îro di civaka min ya rêxistinkirî de, êdî weke ya berê ne asta civakî ya wisa dimîne, ne jî jinên wisa dimînin. Jin jî êdî zilamên weke berê nabînin. Ji ber ku li gorî min ew jî ketineke mezin e. Jineke ku bi şêwazên serdestiya kevn bi têkîliyan ve hatiye girêdan, wê wendakiriye û wê wendabike. Jixwe ji bo min îro jinek bi qandî ku azade heye. Jineke ku şaş bi zilamekî ve hatiye girêdan, ji bo min qediya ye. Li gorî min, jina ku şaş hatiye girêdan, ya ku xwe li gorî asta rêgeza azadiyê bi rê ve nebe, hêza xwe wendakiriye, yan jî qediya ye. Jin her dem tê îdealîzekirin. Îdealîzekirina wê jî bi azadiyê ve girêdayî ye.