HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Rêber Apo

Ku hûn qada siyasî ya kurdan teng bikin, operasyon jî berdewam bikin, ewqas jî biçin ser gel de, jixwe we du sed kesî girtin, wê kurd jî ji bona ku xwe biparêzin biçin Parastina Giştî. Wê demê jî, wê her der di nava xwînê de bimîne. Erdogan dibê, me li herêmê du milyar razemenî kiriye. Birêz serokwezîr, heta ku pirsgirêka siyasî çareser nebe ya aborî jî çareser nabe, ji wî pereyî re heyf e. Pêwîst e ku destpêkê pirsgirêka siyasî çareser bibe. Li Tirkiyê du rê hene: Ya wê çareseriyeke demokratîk bi peş bikeve ya jî wê rewşa şer a heyî bidome.

 

Li gelek ciyan operasyon têne kirinê. Kêzikek jî ji bona xwe biparêze diperpite. Ev ji bona her kesî, ji bona hemû koman wisa ye. Tenê ji bona gerîla nabêjim, cudahî naxim navbera gerîla û sivîlan, ji her kesî re dibêjim. Min di parênameyên xwe yên berê de gotibû. Nêrînên min ên der barê parastina rewa de, divê kes şaş fêm neke. Divê rast bê fêmkirinê. Dema ku ez dibejim parastina rewa, ez nabêjim bila xwe neparêzin, heta dikarin çil qat zêdetir parastina xwe mezin bikin. Dema ku min bahsa aştî û diyalogê kir, dema ku min bahsa parastina rewa kir, nabêjim ku bila tedbîrên xwe negirin. Divê ev wisa neyê nirxandin. Tê zanîn, gotinên min ê berê der barê vê de şaş hatibûn fêmkirinê. Dema ku min got, gerîla xwe bikşîne derveyî sînoran, bi sedan hevalên me şehîd ketin. Lê min negot ku bila tedbîrên xwe negirin. Dikarin xebatên xwe yên lojîstîkî û îdeolojîkî bikin û tedbîrên xwe bigirin. Dikarin baş bi cî bibin. Bi heman rengî, dema ku min got parastina rewa, divê gotinên min wekî ku tedbîrên xwe negirin neyê nirxandin. Mesela, zirûfeke bêpevçûnî heye, bê gotin ku êdî leşker êrîşî me nakin, wê derên holê. Wê demê jî wê leşker ew tespît bikin û ji bona ku ew tune bikin wê operasyon bikin, wê derê bombe bikin û wê li ser serê te bidin. Bêyî ku tu tiştek agahdar bibî, wê ji nişka ve li ser serê te çil balafir te bombe bikin û te tune bikin. Divê li vanan bê dîqetkirinê.

Ya dîtir zirûfên pejirandina şer jî, ku rasterast li hember hebûna HPG’ê êrîş bibe, li hember vê şerê parastinê ye. Ji bona vê, divê gerîla her cureyên şer hetanî dawîn bi kar bîne. Ji bicîbûnê hetanî têkiliyên gel, ji lojîstîkê hetanî perwerdeheyê, ji fermandariyan hetanî têkiliyên siyasî, çareserkirina van pirsgirêkan peywirên wan in. Demên wisa dibin ku, dibin şêweyê herî bingehîn ên ku gel û hemû hêzên rêxistinkirî xwe dispêrên wan. Parastvaniya hemû hewldanên demokratîk û bipêşxistina wan, para te ye. Ji bona vê jî pêwîst e ku pêdiviyên siyasî û rêxistinî bên cî. Rewşa hejmarî û cewherî bi peywirên heyî re yekkirin û diyarkirina stratejî û teqtîkan, peywireke bê çareserkirinê ye. Hemû partî, ji kongre û gelê ku di talûkeyê de ye, ji ewlekariya wan berpirs e. Ji bona vî peywirên wan ên herî zor û girîng, li hember hêzên leşkerî û hêzen parastinê yên din pêk bînin.

Ji gerîla re dibêjim. Ku tu derê çiyê û tu nizanibî şer bikî tê bimirî, ji vê bi tevahî tu berpirs î. Ev pazdeh sal in bi awayekî ku Gandhî li pey xwe dihêlim, têkoşîna aştiyê didim, lê ku nebe jî hûnê têkoşîna parastina hebûn û azadiya xwe bidin. Ku hûn nedine, hûnê bimirin. Divê armanc, parastina hebûn û azadiyê be. Ev êdî ji bona kurdan şerekî hebûnê û şerekî parastina cewherî ye. Nikarim ji wan re bibêjim, parastina xwe nekin. Nikarim bibêjim ku dev jê berdin. Ev, wê bibe alçaxiya herî mezin. Lê, wê biryarên xwe, bi xwe bidine. Wê kurd, parastina xwe, bi xwe bikin. Ez her dem dibêjim ku, pêwîst e ku her kes parastina xwe, bi xwe bike. Yek; parastina rewa ku bi armanca parastina hebûna xwe. Dido; ji bona azadiya xwe têkoşîn dayîn û parastina cewherî ye. Ez wijdanî tevdigerim. Ku bêwijdanî bikin, ez dikarin kirasê dînîtiyê li civakê bikim, dikarim artêşeke milyonî derbixînim.

Ma hûn dizanin jiyaneke çawa dixwazin? Hûn ji bona ku ji vê jiyana heyî ya genî rizgar bibin, pêwîstiyên ku bêne kirin dizanin? Ma hûn dizanin di dîrokê de qirkirina çandî tê çi wateyê? Ma hûn dizanin ku qirkirina çandî ji ya qirkirina fîzîkî talûketir e? Ma hûn dizanin wê çawa bi qirkirina çandî re têkoşîn bê dayîn? Ma hûn dizanin dostê we dijminê we kî ye, hûn ew nas dikin? Ma hûn dizanin ka ji bona civak û gelê we, kîjan zagonên bingehîn ên demokratÎk û kîjan zagon pêwîst in? Ma hûn dizanin zagoneke bingehîn a demokratîk wê bi kîjan rêbazan were amadekirinê? Ma hûn dikarin yek zarokek, dirist û welatparêz mezin bikin? Ma hûn dikarin yek zarokek bi zimanê dayîkê perwerde bikin? Ku hûn van hemûyan bizanibin û çareseriyek bi pêş nexin, ez ê jî bibêjim ku hûn vanan nizanin û nikarin bikin, ez ê çixizekê bikşînim ser wan, ez ê wan bi ber çav negirim, mîna ku niha nagirim.

Divê xeta parastina rewa ne tenê di qada leşkerî de, divê li her qadê; li qada siyasî, civaka sivîl û bi demokrasiya xwecihî de, bi kûrahî bê bi pêş xistin. Dikarin di vê bingehê de li hember emperyalîzma kûresel derbikevin. Bila ji bona parastina rewa her cure tedbîrên xwe bigirin. Her hal hejmara wan gihîştiye deh hezarî. Di wê baweriyê de me ku herêmên wan ê parastinê berdewam dikin. Ku kî êrîşî van deran bike, wê li hember vê derên. Min gotibû Eniya Iraqa Demokratîk. Ku Emerîka jî êrîş kir, wê li hember vanan jî  bisekinin. Ev, hewldanên cudakirina Tirkiyê nîn in, ev li hemberî komkujiyan, ji bona aştiya gelê me, tevgereke azadiyê ye. Ku azadî nîn be, jiyan jî nîn e. Rûmet û şeref jî nabe. Dirûşmeya min ev e: “Ya jiyaneke azad, ya mirin” Ger ku bi armanca tunekirinê werin ser we de, wê şerekî bi şid destpêbike, wê xeterî zêdetir bibe. Ev provakasyonek e, ji vê ez ne berpirs im. Dikarin xwe bikşînin bakur. Ku bi zorê bibêjin, “Em ê wan bêçek bikin”, wê xwe bikşînin çiyayan. Ger ku êrîşek bibe, wê faktora Îranê, faktora Sûriyê bikeve dewrê. Nabêjim wê Îran û Sûriye, Tirkiyê destek bike. Tiştek ku bikin nîn e. Dibe ku çav li vê bigirin. Ku rewşa êrîşê bibe, min berê gotibû, ku pêşiya aştiyê venebe, wê şerê parastina rewa bikeve rojevê. Ku tu derketinek nebe, şerê parastina rewa mafekî zagonî ye. Wê ev maf bê bikaranîn. Wê şerê parastina rewa bi dorfirehî bi pêş bikeve. Ev ne hêzeke êrîşê ye, bi armanca parastina cewherî ye. Wê di asta navîn de pevçûn bêne jiyandin. Dibe ku rojane sed kes bimirin. Bila amade bin. Wê gel jî beşdarî vî şerî bibe. Ku kî hate ser wan de, wê vî mafî li hember wan bikar bînin. Wê gelê kurd çalakiyên xwe yên demokratîk bi pêş bixin. Ku hûn li ser rêxistinbûna demokratîk a gel, li ser çalakiya demokratîk bi şev û roj nexebitin, wê dewlet we cidî negire. Ez kesekî bi salan e, bi dewletê re di nava danûstandinê de me. Li hember dewletê şîdet tê çi wateyê dizanim. Rêxistinên ku xwe dispêrên şîdetê, nabe encamekê. Parastina rewa diyardiyeke(olgu) din e. Çareseriya esasî; her cure rêxistinbûnên demokratîk, bi kûrahî, bi her awayî, bi nermî û bi hişkî bê afirandin. Ev rêxistinbûna sedan kesî ye û bi çalakbûna xwe bi awayekî bikêrhatî xistina pratîkê ye.  Min tiştek bi navê Bîrîma Arkeolojî, Komeleya Genim bihîst; ev bi xwe jî ji bona min girîng e. Kelayeke dîrokî, mesela der barê Heskîfê de rêxistinbûnek girîng e. Dibe ku fena bûyereke biçûk bê dîtin, lê tu yê bi dil û can bi pêwîstiya wê bawer bikî û karê ku te bawerî pê aniye birêxistin bikî. Ku wisa bikî, wê bigihê encamekê.  Îran, Iraq, Emerîka jî di nav de, ku êrîş kirin, kî dibe bila bibe, wê li hember wan şer bikin. Çiyayên Kurdistanê pir in, wê li wan deran belav bibin. Ku tunekirin hebe, wê hetanî dawîn li ber xwe bidin. Dikarin li çar aliyan jî belav bibin. Ku kî lihevhatinek qebûl bike, dikarin bi wan re li hev bikin. Wê ji bona pêngava aştî û demokrasiyê bikevinê. Gerîla di warê hejmarî û cewherî de bi pêş dikeve. Wê gerîla ji bona aştî, demokrasî û lihevhatinê erka xwe bilîze û wê ji bilî vê tu tiştek neke.

Di roja me de kurd bi xetereyên mezin re rû bi rû ne. Divê pir hişyar bin û di nava yekîtiyê de bin. Ku hişyar nîn bin û di nava yekîtiyê de nîn bin, dibe ku kurd winda bikin. Li bakurê Iraqê jî xetereyeke wisa heye. Ku Emerîka vekêşe, dibe ku komkujiyeke kurd pêk bê; wê di nava 24 saetan de ereb kurdan paqij bikin û biecqînin. Li Îranê jî xetereyeke wisa heye. Li Tirkiyê jî xeteriya nîjadperestiyê heye. Ez li Rojhilata Navîn li hember polîtîkayên Emerîka û Îsraîl sekinîm û ez ê vê sekna xwe berdewam bikim.

Li pêş me, sê mehên krîtîk û jiyanî hene. Ji wê zêdetir jî nabe, ji seknê re tehamûla pirsgirêkê ji vê pê ve, rojek, mehek jî nîn e. Ez ê wê demê ji kurdan re bibêjim; êdî ji dest min tiştek nayê. Ji bona çareseriyê digel ewqas tiştan me derxistin holê, ger ku hê jî neçareserî tê ferzkirin, wê demê hûn bi qirkirineke çandî re rû bi rû ne. Dibêjim çar qirkirin; qirkirina çandî, qirkirina civakî, qirkirina siyasî, qirkirina aborî. Wê li hember vanan xwe biparêzin. Kurd dizanin şer bikin. Ger dewlet bibêje, na înlehîn ez ê we tune bikim û di eciqandinê israr bike, ku bêje ez dixwazim mîna talîbanan, mîna tamîliyan bikim, ez tiştek nabêjim. Lê çiyayên Kurdistanê rê nadin vê. Ez dibêjim, di vê rewşê de, wê kurd neçar bimînin jiyana xwe ya cewherî û azadiya xwe biparêzin. Têkoşîna ku ji niha û şûn ve bipêş bikeve, wê têkoşîna azadiya parastina cewherî be. Ji vê pê ve ez ê xwe vekşînim. Yên ku min anîne vir, dikarin min bikujin, dibe ku ez jixweber jî bimirim. Êdî ji vir tiştek ku ji bona wan bikim nîn e. KCK an jî PKK, ji niha û şûn ve, wê çi bikin, ji neçarî bi xwe biryar bidin. Ji vir, tiştek ku ez ji bona wan bikim nîn e. Wê çareseriyek çawa û şerekî çawa bi pêş bixin, ji niha û şûn ve ew ê biryar bidine; hêza wan a ku şer bi pêş bixin heye an nîn e, nizanim. Pêwîst e ku baş bizanibin ka wê şer û siyasetê çawa bi rê ve bibin. Ez cidî me, ez ne zarok im, ku ez bêjim ez vedikêşim, ez ê bêjim êdî bes e û bi rastîn jî ez ê vekşêm û ji hevalan re bêjim, min li vir mirî bizanibin. Operasyon têne kirin. Di mijara mûdafaya rewa de, naxwazim şaş bême fêmkirinê. Di wê baweriyê de me ku şaş fêm dikin. Ez ji vir bi awayekî aşkere dibêjim. Ez ê vê mijarê vebikim. Ev wisa nabe. Min ji kesî re negotiye ku xwe neparêze. Min berê jî çil carî got, kêzikek jî, nebatek jî xwe diparêze. Gulek jî, xwe bi striyên xwe diparêze. Pisîkek jî, dema ku biçin ser de, naprûk dike. Hiqûqnas dizanin, mûdafaya rewa heye. Mafê her kesî yê parastina cewherî heye. Min di dadgehê de anîbû ziman. Nebatek jî, dîwarên wê yên parastinê hene. Ez vê ji bona her kesî dibêjim.

Ji bona parastina rewa bê kirin, divê hêzeke di warê hejmarî û cewherî de ku bikaribe çareseriya aştî û demokratîk biafrîne hebe. Tu çareseriyek aştiyane û demokratîk, ku li pişt wê desteka gel nîn be, nikare bigihê serkeftinê, heta cidî jî nayê girtin. Aştî û çareseriyeke rastîn, encax ku tu xwedî hêzeke disîplîn û rêveberiyek bî, mûmkûn e. Ji bona ku bigihên vê rewşê jî, divê xebatên qadan, sererastkirinên yekîneyan, mevzîgirtin, li hember êrîşên mûhtemel planên çalakiyên çalak û encamgirtî, lojîstîk û her cure pergalên xebatên veşartî, sererastkirina fermandaran bi awayekî rast û têr, ji bona serkeftina van hemûyan jî perwerde, di nava rêhevalan de zirûfên jiyaneke bi rêzdarî û hezkirin, ji bona ku jiyaneke azad bê afirandin û aştiyek pêk bê, ji bona afirandina kesayetiyan seferberiya bi reqabet; ji bona rexnedayîneke dilsoz ku bê qebûlkirinê û lihevkirî be û ev bi serkeftî pêk werin, peywirên herî bingehîn in. Encax bi serkeftina peywiran, kes dikare ji neyiniyan, sûcan û li hember çewtiyan xwe bigihîne asta efûkirinê. Ji derveyê vê divê bê zanîn ku wê tu rewşeke efûkirinê nebe. Ji dewletê bigire, hetanî wijdana cewherî ya mirovan, ji her sazî û kesî, hetanî dawiyê hesap bê pirsîn. Ji bona bîranîna nirxên herî bilind, ku piçek be jî ji dil girêdan hebe, şensê herî dawîn û girîng e. Divê ev maf bê dayîn û peywir bi serkeftî bên cî.