HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Diidam berbange sibehê de ez çawa ji xewrabûm, dilê serhildêr yê Mamoste Ferzad Kemanger, qêrînên hevala Şîrîn Elem Hulu, Elî Heyderyan, Mehdî İslamiyan û zarokên hevalê Ferhad Wekîlî hatin bîra min. Gelo mirovên ku wan nasdikirin û yên mîna min ew nasnedikirin çi hestî jiyandikin? Her pênc heval jî hêrs û kîna ku dilê me di her kêliyê de dorpêç dike dizanîbûn û texmîndikirin. Dizanîbûn pergal, polîs û mirovên bê wijdan wê her roj bi qewmandina bûyeran, vê rojê bînin bîra me. Di her kêliyeke ku em di vê jiyanê de dijîn ew heval wê werin bîra me, çima? Ji ber ku dîsa ciwanên Kurd bê rehmet ji milê pergala Îranê ve têne darvekirin û qetilkirin. Di heman demê de her meheke ku em derbas dikin, nemumkine ku rojek nebe ku hevalên me tê de şehîd neketine, yan jî gelê Kurd êş jiyan nekirin e. Em mîna pergala desthilatdar keyf ji kuştine mirovan nagirin, helal nabînin û em xêra herî mezin di xwedî derketine mîrasê hevalê xwe de dibînin.

Gava ku ez digeriyam, min hevalên kevn û yên nû didîtin, min xweşikbûna jiyanê didît, min girêdana vê jiyanê hîsdikir, di wan kêliyên bextewer de hevalên ku di zîndanê dene û yên ku di zîndanê de mane, dihatin bîra min. Lê belê min ew cesaret nedidît ku ez xwe têxim şûna wan de. Herkes jidil hîsdike ku çiqasî hevalên zîndanê li berxwedidin û êşan dikişînin. Herkes dizane di zîndanê de mayîn fedakartiyeke mezin dixwaze. Tu dizane ji bona mirovên Kurd maf û huquq nederbasdare, lewra mafên ku îrada û nasname te nasnakin, tu jî wan mafan nasnake û hêvî ji wê huquqê nake. Her pênc hevalên ku di vê rojê de şehîd ketine, her roj bi mirine re jiyankirine, heya ez dikarim bibêjim ku di wan rojên weha tarî de mirin jî bidestê wan neketiy e. Hevala Şîrîn Elem Hulî bi êş û azarên ku di nameya xwe de behskiriye ev yek daye diyarkirin. Dijmin bedelê jiyanê hevkarî û sîxûrtî jê xwestine, lê belê Şîrîn Elem Hulî û hevalên wê darvekirin dane berçavên xwe û hevkariya bi dewletê re nepejirandin e. Roja 9 ê Gulanê sala 2010 an ji bona ciwanên Kurd bû rênîşanek. Gelo wê şagirtên mamoste Ferzad Kemanger êş û axînên mamosteyên xwe jibîrbikin? Gelo zarokên hevalê Ferhad Wekîlî wê ji darvekirine bavê xwe bitirsin? Gelo gelê Kurd wê her pênc hevalan jibîrbikin û ji berxwedantiya xwe dûrbikevin? Ji darvekirine hevala Şîrîn Elem Hulî û hevalên wê netenê ciwan û gelê rojhilatê Kurdistanê bandor bûn, her zarokekî ku ji şer û xemgînî acize, her dayîkeke ku nema dilê wê êş û qehrê radike û her mirovekî ku wijdan di rehê wî de diherike ji darvekirine van hevalan bandor bûn û soza berxwedaniyê dane hemû hevalên şehîd.

Tişta balkêş û bala mirov dikişîne; çima pergala Îranê gelê kurd bidarvedike? Mirov nikare bibêje dewleteke dibin navê İslamê de vê yekê dike, ji ber di olê İslamê de kuştine mirovan û bi taybet kuştine mirovên şoreşge ne helale û nayê pejirandin, tu tenê nikare bibêje pergaleke gelekî ji mirovahiyê dûr maye weha dike, yan jî pergaleke ji milê zîhnî ve di paşde maye, lewra jinan rejmdike û zarokên Kurdan bidarvedike. Pergaleke ku ji pêşeroja xwe bitirse, anceq evqasî wehşî be, lê belê dewleteke ku jinê rejmdike û ewqasî kole dihêle, yan jî mirovên şoreşger yên Kurd bidarvedike ji hilweşandine xwe ditirs e. Jixwe mirovekî ku zeyîf û lewaz be tu pêdivî nabîne ku wî ewaqasî işkence bike û wî bikuj e. Dewleta Îranê jî mîna dewleta Tirk ji mezinahiya gelê kurd û ji xurtbûna ciwanên Kurd ditirse ji ber vê yekê weha êrîşdikin. Gelê Kurd û hevalên her pênc hevalan wê di demekî kin de bi serkeftine têkoşîna Kurd tola wan rabikin.

Dûnya Cemîl